Ji bo daxistina Rapora Çavdêriya Li Medyayê ya BIAyê (Cotmeh-Mijdar-Kanûna Pêşiyê 2024) weke PDF bitikîne
Sibe 10 Kanûna Paşiyê ye. Roja Rojnamegerên Dixebitin!
Li Tirkiyeyê bi armanca ku rojnamegeriya serbixwe û rexnegir bêdeng bike û têkiliyên wan ên bi raya giştî re lawaz bike, bi awayekî hemwext li dijî rojnamegeriyê desteserkirin, lêpirsîn û sansûra onlîne tê pêkanîn û polîtîkayeke zextê ya gelekî stratejîk tê meşandin.
Gefên vekirî yên hevkarê desthilatê Devlet Bahçelî û derdorên MHPê yên li dijî rojnamegeran didomin û tu lêpirsîn û doz ji bo gefên wan nayê vekirin. Di demên dawî de rojnamegerên lêkolîner, şîrovegerên TVyê û YouTubeger tevî mijarên di rojevê de ne li ser mijarên jeostratejîk jî nîqaşan dikin. Ji ber vê yekê li pey hev bûn hedefa zextên darazê.
Li gorî Rapora Çavdêriya li Medyayê ya BIAyê ya qonaxa Cotmeh-Mijdar-Kanûna Pêşiya 2024an di 3 mehên dawî de 31 rojnameger hatine desteserkirin, kontrola edlî hatiye binpêkirin û tevî ku tu bingeheke hiqûqî tuneye jî sansura onlîne bi oportunîzmeke bêar tê berdewamkirin.
Li gorî raporê, rojnamegerên ku ji aliyê raya giştî ve tên naskirin Fatîh Altaylî, Îsmaîl Saymaz, Ozlem Gurses û Seyhan Avşar di bin çavdêriya edlî de tên girtin û bi vê yekê ji raya giştî re peyam tê dayîn.
Tirkiye, di Endeksa Azadiya Çapemeniyê ya Cîhanê ya 2024an a Rojnamegerên Sînornenas (RSF) de di nava 180 welatan de di rêza 158emîn de cih digire. Li Tirkiyeyê rayedar ne tenê Qanûna Têkoşîna Dijî Terorê û Qanûna Cezê ya Tirkan li dijî rojnamegeriyê weke amûr bikartîne. Ev du sal in rojnamegerên navdar bi hêceta ku “agahiyên şaş belav kirine” (dezenformasyon) bûne hedef. Her weha pêşnûmeya “sîxuriya bibandor” jî ev 6 meh in li ser medya û saziyên civaka sivîl ku bi fonên navneteweyî kar û weşanê dikin, tirsek çêkiriye.
Êrîşî 12 rojnameger û du kanalên TVyê yên rexnegir kirin
Hevkarê Desthilatê Serokê Giştî yê MHPê Devlet Bahçelî, gotibû ku "Em, dijminên MHPê yên ku di TVyê de cih digirin, reşnivîsên şirovekar, bi taybetî jî Halk TV, dezgehên çapemeniyê û patronên wan yek bi yek dinivîsîne û dema ku wexta wê hat em ê di pozên wan de bînin." Bahçelî van gefana di bin zirxa parêzbendiyê de tîne ziman û rê li ber êrişên li dijî rojnamegeran li seranserê welêt vedike.
Di 3 mehên dawî de herî kêm 12 rojnameger û 2 kanalên televîzyonê yên rexnegir rastî tundkariya fîzîkî hatine. Ji van êrîşan 5 li Çorumê, 4 li Amedê, yek li Balikesîrê, yek li Stenbolê û yek jî li Qersê pêk hatin.
Her weha li pirsa “Derbarê mijara pêvajoya çareseriyê de nêrînên we û Erdogan ji hev cûda ne an na?” Bahçelî bi devkî êrişî rojnameger Hîlal Koyluyê kir. Bahçelî pêştir jî bi gotina "çar palyaço" rojnameger Şule Aydin hedef nîşan dabû. Piştî vê yekê li ser dîwarê mala Şule Aydinê gotinên têkildarî tacîza zayendî hatibû nivîsandin û bi van gotinan rastî êrîşê hat.
Di sê mehan de 31 desteserkirin; Kontrola edlî berbelav dibe
Di heyama Cotmeh-Kanûna Pêşiyê de 31 rojnameger bi hincetên wekî "endamtiya rêxistinê", "pesindayîna sûc û sûcdar", "dezenformasyon", "heqareta li saziyên dewletê", "li hemberî polîsan li ber xwe dane" ango ji ber ku çalakiyên civakî şopandine hatine desteserkirin.
Di vê qonaxê de cezayên kontrola edlî yên kêfî yên weke “qedexeya derketina derveyî welat”, “îmzaya li qereqolê” û “zîndanîkirina li malê” li rojnamegeran hatin birîn. Nevşîn Mengû, Ozlem Gûrses û nûçegihana bianetê Tûgçe Yilmaz jî di nav mexdûrên van pêkanînên keyfî de ne. Tevî ku Menguyê hevpeyvîna xwe ya bi Serokê Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Salih Muslim re paşve kişand jî, bi tohmeta ku "pesnê sûc û sûcdar daye" hat desteserkirin û der barê wê de doz hat vekirin.
Her wiha dema 20 nûnerên çapemeniyê li Şîşhaneya Stenbolê ji bo rojnameger Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn ku li Bakurê Sûriyeyê hatin qetilkirin, nerazîbûn nîşandan, di çarçoveya “Azadiya rêxistinbûnê” de hatin desteserkirin.
Li rojnamegerên navdar lêpirsîn hatin vekirin
Di van 3 mehên dawî de gelek rojnamegerên navdar yên weke Fatih Altaylî, Îsmaîl Saymaz, Ozlem Gürses û Seyhan Avşar bi hincetên wekî “propagandaya rêxistina terorê”, “heqareta li sazî û dezgehên dewletê” û "bi eşkereyî agahiyên şaş belav kirine." bûn hedefa lêpirsînan. Derbarê rojnamevan Ruşen Takva de jî, ji ber ku li ser medyaya civakî siyaseta Tirkiyê ya derbarê Kurdên Sûriyê de rexne kiriye, bi hinceta ku “bi eşkereyî agahiyên şaş belav kiriye” lêpirsîn hat vekirin.
Di sê mehên dawî de 12 rojnamegeran beraet kirine
Di 3 mehên dawî de 5 rojnameger (Osman Akîn, Faruk Eren, Alî Duran Topuz, Furkan Karabay, Dîcle Mûftûoglû) bi îdiayên “kesên ku di têkoşîna li dijî terorê de cih girtine kirine hedef”, “bi eşkere heqaret li leşker û emniyetê kirine”, “kîn û dijminahî xistine nava gel” û “endamên rêxistinê ne” dihatin darizandin. Her pênc rojnamegeran ji van sûcan beraet kirin. Di heman demê de 7 rojnameger (Îzel Sezer, Batuhan Batan, Furkan Karabay (3), Ahmet Sever, Görkem Kinaci, Ugur Şahîn û Ugur Koç) ji sûcên "heqaret" û/an "îftîrayê" hatin berdan.
Her weha bi tohmeta ku Înan Kizilkaya heqaret li dadgerê berê yê 1emîn Dadgeha Cezê û Aştiyê ya Edliyeya Stenbolê Bekîr Altun kiriye, 7 hezar û 80 TL cezaya pereyê edlî lê hat birîn. Li Gozde Bedeloğluyê jî bi tohmeta ku heqareta li Parlamenterê MHPê Sermet Atay kiriye heman cezayê pere hat birîn. Li Koordînatorê Weşana Rojnameya Tîgrîs Haberê Nacî Sapan, ji ber nivîsa ku li ser rêveberiya qeyûm a Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê nivîsandibû, 2 hezar û 700 TL cezayê pere hat birîn.
Her wiha li rojnameger Can Atakli jî bi tohmeta ku “kîn û dijminahî xistiye nava gel” 10 meh cezayê girtîgehê hat birîn.
Heqaret li Serokomar
Di sê mehên dawî de navê herî kêm 17 rojnameger û karîkaturîstan (Merdan Yanardag, Sedef Kabaş, Bariş Pehlivan, Ozan Alper Yurtoğlu, Ahmet Sever, Deniz Yücel, Baransel Ağca, Julien Serignac, Gerard Biard, Laurent Sourisseau, "Alice". Hakki Boltan, Ramazan Yurttapan, Haydar Ergul, Erk Acarer, Rustem Batum û Hayko Bagdat) di dozên "heqareta li Serokomarî" de derbas bûn. Bi giştî cezayê ku ji van dosyayan tê xwestin 84 cezayê girtîgehê ye. Ji van dosyeyan du (İhsan Çaralan, İnan Kizilkaya, Hayko Bagdat) bi dawî bûn.
Xala 299an a Qanûna Cezê ya Tirkan a bi sernavê "Heqareta li Serokomar" di serdema 10 salên wezîfeya Serokomar Erdogan de rê li ber darizandina zêdetirî 250 rojnamegeran vekir. Ji wan herî kêm 77 rojnameger hatin cezakirin.
Aktorên dozên cezê: Desthilat û daraz
Di 3 mehên dawî de herî kêm 24 rojnameger, ji ber giliyê Serokomar û endamên malbata wî, Alîkarê Serokê Lijneyê yê Koma Medyayê ya Turkuvaz Serhat Albayrak, Serdozgerê Komarî yê Stenbolê Şaban Yilmaz, Serdozgerê Komarî yê Anadoluyê Îsmaîl Uçar û Alîkarê Serdozgerê Komarî yê Stenbolê Mehmet Yilmaz, parlamenterên AKP û MHPê hatin darizandin.
Ji 5 rojnameger û 6 dezgehan 4 milyon TL tê xwestin
Di heyama Cotmeh-Kanûna Pêşiyê de herî kêm 5 rojnameger (Tîmûr Soykan, Bariş Pehlîvan, Îsmaîl Arî, Ceren Sözerî û Hazal Ocak) û 6 dezgehên weşanê bi tohmeta ku “mafên kesane binpêkirine” bi daxwaza 4 milyon 15 hezar TL tazmînatê di çarçoveya 5 dozan de tên darizandin.
Sansura online
Tevî ku Dadgeha Destûra Bingehîn di 10ê Cotmeha 2024an de biryara rawestandina xala 9an a Qanûna Înternetê ji ber binpêkirina mafên kesane dabû jî, Dadwerên Cezê û Aştiyê û Yekitiya Sazkarên Gihîştinê bi nêzîkatiya “ heta 10ê Cotmehê dema me heye." qedexe û astengkirin berdewam kir. Piştî biryara Dadgeha Destûra Bingehîn jî bi hincetên “mafên şexsî” herî kêm 41 naverokên rojnamegeriyê hatin astengkirin an jî rakirin.Di encama serlêdanên derdorên hikûmet û MHP'ê û burokrat û karsazan de herî kêm 38 nûçe hatin astengkirin.
Lijneya Bilind a Radyo û Televîzyonan (RTUK) ji bo ku li ser hesabê xwe yê YouTubeê weşana xwe bidomîne 72 saet dem da Rojnameya Cumhuriyetê da ku serî li lîsansê bide.
Di 3 mehên dawî de têkildarî mijara êrîşa li dijî navenda TUSAŞê ya Enqereyê û êrîşa çekdarî ya li salona dadgehê ya li Edliyeya Bûrsayê weşan hatin qedexekirin. Her wiha di vê qonaxê de weşana Açik Radyoyê ya ku bi hinceta “Qirkirina Ermeniyan” hatibû cezakirin bi temamî bi dawî bû.
Ceza û alîgiriya RTUKê
RTUKê di 3 mehên dawî de tevî betalkirina lîsansa weşana Açik Radyoyê, ji ber nûçe û naveroka bernameyan bi giştî 578 hezar û 360 TL cezayên îdarî li dezgehên TVyan birî.
Serokê RTUKê Ebubekir Şahîn ku bi daxuyaniyên xwe yên ji raya giştî re tinazên xwe bi prensîba "bêalîbûnê" dike û gefê li saziyên çapemeniyê dixwe.
Ji Dadgeha Destûrê biryarên têkildarî "sansûra online" û "BÎK"ê
Xala 9an a Qanûna Înternetê ya bi hejmara 5651an a têkildarî “binpêkirina mafên kesane” a ku Dadgeha Destûra Bingehîn di 11ê Cotmeha 2023an de bi sedema ku azadiya çapemenî û derbirînê asteng dike, betal kiribû, di 10ê Cotmehê de jî bi temamî ji meriyetê xist.
Dadgeha Destûra Bingehîn derbarê îlanên çapemeniyê de jî biryarek stratejik da ku weke amûrek cezakirinê dihat bikaranîn. Serlêdanên rojnameyên Evrensel, Cumhuriyet, BirGûn, Sozcu û Tuncelî Emek bi awayekî komî hatin nirxandin. Cezayên ji bo birîna reklam û îlanan yên Saziya Îlanan ya Çapemeniyê (BIK) wek “binpêkirina azadiya derbirînê û çapemeniyê" hate destnîşankirin.
Biryara “nepejirandinê” ya DMMEyê
Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) destnîşan kir ku serlêdana ji bo sendika.org a ku ji Tîrmeha 2015an û vir ve gelek caran bi hinceta "ewlehiya neteweyî" tê astengkirin û tevî biryara Dadgeha Destûra Bingehîn jî nehatiye vekirin, nayê qebûlkirin.
Rojnamegerî li dijî dezenformasyonê û gotegotan e
Ombudsmanê medyayê û rojnameger Faruk Bildirici di gotarên xwe yên sê mehên dawî de rojnameger rexne kir ku ji ber li gorî pêvajoyên siyasî ji pirsgirêkên civakî û polîtîk dûrdikevin.
Cemiyeta Rojnamegerên Tirkiyeyê (TGC) û hin endamên RTUKê Akit TV şermezar kir ku ji ber rastgirê tund Mehmet Alî Ağca derxistiye weşanê. Agca di sala 1979an de rojnameger Abdî Îpekçî kuştibû.
Nûçegihanê NOW TVyê Alîcan Uludag bertek nîşanî mudaxeleya Navenda Têkoşîna Li Dijî Dezenformasyonê (DMM) ku girêdayî Serokatiya Ragihandinê ya Serokomariyê ye da.
Têkoşîna li dijî bêcezatiyê gelekî lawaz e
Li Tirkiyeyê, hewldanên meqamên dadwerî yên ji bo parastina rojnamevanên ku ji ber çalakiyên xwe yên rewa rastî êrîşan tên yan jî tên tehdîdkirin qels dimînin.
Rojnameger Ardil Batmaz dema bernameya wezîrek dişopand rastî êrişa polîsê ewlehiyê yê Şaredarê Elezîzê Şahîn Şerîfogullari hat. Cezayê pereyî yê taloqkirî li wî pasewanî hat birîn.
Daxwaza tazmînatê ya pêşkeşkara berê ya bernameya Halk TVyê Şîrîn Payzînê ku li ser înternetê rastî êrîşên devkî yên Serokê Giştî yê Partiya Zaferê Ûmît Ozdag hatibû, dadgehê qebûl nekir.
Dadgeha Bursayê 2 bersûcên ku ji ber êrîşa çekdarî ya li dijî rojnameger Yaman Kaya dihatin darizandin beraat kir.
Nûçegihanê wêneyan ê berê yê AFPê Bulent Kiliç 3 sal berê di bin îşkenceyê de hat desteserkirin, bi îdîaya ku "Li hemberî polîsan li ber xwe daye" û "heqaret li memûrekî dewletê kiriye" hê jî tê darizandin.
Ekol TVyê Rabîa Çetîn ji kar derxist
Rêveberiya Ekol TVyê di 2ê Îlonê de rojnameger Rabîa Çetîn vexwendibû û girtibû kar û di 30ê Cotmehê de jî ji kar derxist.
Piştî Îzmîrê gelek rojnamegerên li Zonguldakê jî li ber Bîrdariya Madenkaran ya li bajêr bi gotina "Em nikarin debara xwe bikin" li dijî pirsgirêkên aborî, bêrûmetkirina pîşeyê û sansurê nerazîbûn nîşan dan.
(EO/VC/AY)