Helbet em dizanin ku ew trên ew roj jî îro jî diçe li ku. Ji bo ku cêwî ne ew û cêwiya xwe Mirîam ji mirinê difilitin, lê dikevin nav lepên “doxtor mirin”, yanî Josef Mengeleyê ku salek berê li Auschwîtzê dest bi xebatên xwe yên ”Hîpokratîk” kiribû.
Me bi saetan tazî dihîştin û her derê bedena me dipîvan. Pir pê diêşiyam…
Heftê sê caran em dibirin laboratuwara xwînê, milên me girê didan û xwîn ji me distendin. Ji milê min ê çepê wisa pir xwîn distendin ku carna ji ser hemdê xwe diçûm. Dixwestin fêm bikin ku mirovek piştî çiqas çûyîna xwînê dimre..
Helbet Eva û xwişka xwe li wir, hêj dehsalî ne. Lê ji bo Mengeleyê ku îro jî bi îşareta nizanim çi destê xwe yê bixwîn dirêjî nav çavên me û jiyanê dike, zaroktiya wan qet xem nîne. Bes nikarin bi Evayê, nikarin! Ji xwe re dibê gere ez nemirim.
Ji ber ku ger ez bi wan derziyan bimriyama dê Miryamê jî bikuştana û me herdûyan ji bo otopsiyê perçe bikirana..
9 heyv paşê em vegeriyan mala xwe, lê me dît ku tu kes ji malbata me nefilitiye. Me hew sê fotografên qermiçandî dît. Ji malbata min tenê ew mabûn.
Eva jî wek hemî rizgarbûyîyan dest bi heyatê dike, mezin dibe digîhîje jiyanek ku dixwaze. Lê ji trawmayên paşerêjê rizgar nabe. Li çareyan digere û balkêş e ku dixwaze bi doxtorek Nazî, Hans Mûnchê ku li wê kampa mirinê wek bakteriyolog û tomarkerê hijmara kuştiyan xebitiye re bikeve têkiliyê.
Ez pir tengezar bûm, lê Dr Mûnch 82 salî bû û ez pir hurmetkar û kubar pêşwazî kirim. Gelek şaş bûm ku Naziyek li hember min wiha hurmetkar bû.
Hans got ku ew dem ji bo wî tim wek kabûsê bûye.
Îcar Eva jê dixwaze ku bi hev re biçin kampê û wan gotinên xwe li wir jî dubare bike. Diçin… Dr. Mûnch li wir, li huzûra wê kampê jî dibêje û îmze jî dike. Tişta balkêş jî piştê wê rewşê pêk tê. Eva jê re spas dike.
Min dizanibû ku spaskirina bo Naziyekî pir ecêb e. Eza ku ji Auschwîtzê rizgar bûbûm, min ji Naziyek re spas dikir! Dê xelqê bigota qey ez dîn bûme…
Bes deh meh paşê spasiya xwe bi pêşvatir dibe!
Wek yeka ku ji Auschwîtzê rizgar bûbû min ê nameyek jê re binvîsanda û bigota ku min wî efû kiriye.
Dinivîse jî… Û helbet nikare êdî xwe biseknîne. Demak paşê dibêje:
Min xwe hinek da zorê û Mengeleyê ku ewqas zerar dabû min jî efû kir. Motîvasyona wê jî ev e ku, kes nikare hêza efûkirinê jê bistîne!
Helbet ne hed ne jî heqê me ye ku em ji bo wê û motîvasyona wê tiştek bêjin. Çîrok jî a wê, berdêl jî, encam jî…
Bes em dikarin ji bo çîrokên xwe û Mengele û Hansên xwe biryaran bidin, psîkopolîtîka û tevdîran li dar xin. Çimkî ew tim li wir in. Bi alet û edewat û fîşên xwe, bi xwîna li destên xwe, bi xeyalên xwe yên genî! Her wiha em dizanin ku Nazî têk neçûna, dê Hans tu caran wilo negota û neçûya kampa bîrdoziya xwe, li wir îmze jî nekira. Ji ber ku ancax piştî diranên gur ketin gur êdî ne gur e, loma jî tu qîmeta wê nîne. Îja Hansên li hember me, ne gurên bêdirankirî ne jî. Û bombebaranek derûniya wilo heye ku rovî û şêr, qijak û qertel, gul û kerbeşk cîh diguherînin. Bes em gurên diranbivir jî, yên diranketî jî baş nas dikin.
Efûkirin! Ew meseleyek gelek kûr û dûr e, bila niha bimîne.
Lê dê Evaya zarok, ku paşê xwişka wê Mirîam, bi gurçika xwe ya ku dayê jî nema kare bijî û dimre, bi mirina xwe wê tikû tenê dihêle û hêrs dike, bi efûkirinê karibe xwe ji Dr Mengele rizgar bike? Çimkî diyar e, ji Aûschwîtzê rizgar bûye, lê ji Dr Mengele û Dr Hans na! Ji wan rizgar nebûye. Û rizgarî gulek nûhrojî ye, her kêlî evînê dixwaze.
Eva Kor û Dr
Di sala 1944an de ez û malbata xwe ji nîşkave hatin girtin. Me tî û birçî li trênek ku pê dewaran dibirin suwar kirin...
Hak odaklı, çok sesli, bağımsız gazeteciliği güçlendirmek için bianet desteğinizi bekliyor.