Li Stenbolê polîsan di saetên sibehê de bi ser gelek malan de girt.
Polîsan pîrozbahiyên Newrozê wekî hincet nîşandan û 8 jê zarok herî kêm 26 kes bi tohmeta ku 'propagandaya rêxistinê kirine' desteser kirin.

Li Stenbolê ji ber Newrozê 26 kesên din hatin desteserkirin
Ala Herêma Kurdistana Iraqê wekî sûc nirxandin
Kesên ku birin Rêvebiriya Emniyeta Stenbolê, piştî îfadeyan sewqî edliyeyê hatin kirin. Hilgirtina ala Herêma Kurdistana Iraqê û parvekirina fotografa Abdullah Ocalan bû mijara sûcdarkirinê
Ji 8 zarokan ku yê herî biçûk 14 û yê herî mezin 17 salî ne. Ji wan 5 zarok piştî îfadeyên li dozgeriyê bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê hatin kirin.
Ji 5 zarokan 3 bi îddîaya ku 'propagandaya rêxistinê kirine' hatin girtin.
"Zarok li erdê hatine dirêjkirin û li dijî malbatên wan nêzîkatiyeke xirab hatiye nîşandan"
Parêzer Vedat Ece yê ku li ser navê Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) pêvajoyê dişopîne, ji bianetê re axivî û diyar kir ku hincetên sewqkirina ji bo girtinê wekî "propaganda" nayên qebûlkirin û derbarê van mijaran de bi sedan biryarên beraatê hene.
Ece bal kişand ser wê yekê ku desteserkirina zarokan bi xwe jî bêhiquqî ye û destnîşan kir ku parvekirinên zarokan ên li ser medyaya civakî wekî armanc hatine nîşandan û operasyon bi vî rengî hatiye kirin. Ece weha got, "Zarok di saetên sibehê de bi serdegirtina malên xwe û bi desteserkirinê şok bûne. Ew li erdê hatine dirêjkirin û li ber çavên wan, nêzîkatiyeke gelek xerab bi malbatên wan hatine kirin”

Newroza Stenbolê: Bi sed hezaran kes li Yenîkapiyê bûn
(NÖ/AY)






