Hevseroka Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser Îlham Ehmedê di civîneke çapemeniyê ya online de pirsên rojnamegeran bersivand.
Ehmed derbarê pêşeroja Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û daxwazên rêveberiya xweser de daxuyanî da û bang li civaka navneteweyî kir ku li hember êrîşên li dijî Kurdan bêdeng nemînin.
"Gelê Kurd baweriya xwe bi DAIŞê nayne"
Ehmedê tekez kir ku ew dixwazin xweseriya herêmên Kurdî were parastin û diyalog ji nû ve dest pê bike û got, "Hêzên koalîsyonê hewl didin ku pirsgirêka kontrola kampa El-Hol bi rêya danûstandinan çareser bikin. Em daxwaza mudaxeleya lezgîn dikin da ku êrîşên qirkirinê yên li dijî Kurdên li Sûriyeyê rawestînin."
Ehmed diyar kir ku Serokomarê Demkî yê Sûriyeyê Ehmed eş-Şara peymanên ku bi wan re çêkiriye bicîh neaniye û şertên pêwîst ji bo rakirina dorpêçan peyda nekiriye û got, "Gelê Kurd baweriya xwe bi van hêzan nayne ku hêmanên DAIŞî jî di nav de ne."

Ehmed behsa girîngiya kampa Holê li Hesekê kir, ku bi hezaran endamên DAIŞê û malbatên wan lê ne, û diyar kir ku aloziyek li vir pêk were dê ewlehiya hemû welatan bixe bin xetereyê.
Ehmedê ji civaka navneteweyî re bi bîr xist ku wan li dijî DAIŞê di salên 2015-2016an de şer kirine û got, "Vî gelî ciwanê xwe feda kir da ku we biparêze; divê hûn jî rabin ser piyan û ji bo gelê me helwesteke rast nîşan bidin.”
(NÖ/AY)





