Zarokek keç a 16 salî xwendekara pola dawîn a lîseyê ye û li Îzmîrê dijî. Ev zarok bi hinceta parvekirinên xwe yên li medyaya civakî hatibû desteserkirin. Di nav parvekirinên wê de vîdeoya hûnandina keziyan jî heye.
5emîn Dadgeha Aştî û Cezê a Îzmîrê bi tohmeta ku "propagandaya rêxistinê kiriye" biryara girtina zarokê dabû û şandibû Girtîgeha Zarokan a Şakranê. Her weha li wir rastî lêgerîna tazî hatibû.

Hemşîreya ku keziyê xwe hûnand hat desteserkirin
Dozger xwest ku zarok bê cezakirin
Danişîna yekem li 2emîn Dadgeha Cezayê Giran a Zarokon a Îzmîrê pêk hat. Dozgeriyê xwest ku zaroka 16 salî bi tohmeta ku "propagandaya rêxistinê kiriye" were cezakirin.
Parêzer Kuruş ji bo parastinê daxwaza zêdetir demê kir û her weha dadgehê biryara berdana zarokê da û dê zarok bi awayê negirtî were darizandin.

Amedspor û serokê wê bi hinceta hûnandina kezî sewqî PFDKê hatin kirin
Danişîna dozê ji bo 7ê Gulana 2026an hate taloqkirin.
Çalakiyên "hûnandina keziyan" çi ne?
Di dema êrîşên komên serbi rêvebiriya Şamê yên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ango Rojavayê de, mêrek ku xwe wekî endamê Artêşa Azad a Sûriyeyê (ÖSO) dide nasîn, keziyê jineke YPJyî dibire. Wî mêrî di 21ê Kanûna Paşîn de keziya wê şervanê bi awayekî vekirî bi vîdeoyek li ser hesabê xwe yê medyaya civakî pîşan da. Piştî vê yekê li welatên cûda bi hezaran jinan di 22ê Kanûna Paşîn de li dijî vê tûndkariyê weke protesto dest bi “hûnandina keziyan” kirin. Jinan dema keziyên xwe dihûnandin, vîdeoyên wê kêliyê dikişandin û li ser medyaya civakî parve dikirin.

HSD: “Îro roja rûmetê ye”
(NÖ/AY)






