“Ciwan baweriyê bi aştiyê tînin lê xwe wekî aktorên pêvajoyê nabînin”
Forûma Rêxistinên Ciwanan û Navenda Heqîqet, Edalet û Bîrê raporeke derbarê pêvajoya danûstandinê li Tirkiyeyê weşand ku di navbera 4-12ê Kanûna Paşîn 2025an de bi 1741 ciwanên temenê 18-35 salî re hat amadekirin.
- Li gorî raporê, ji sedî 70,7ê ciwanan bawer dikin ku aştiya civakî pêkan e, lê tenê ji sedî 35,8ê wan bawer in ku ciwan di pêvajoyê de cih digirin. Ji sedî 52,2ê ciwanan fikarên wan ji bo pêvajoyê hene, lê ji sedî 50,7ê wan piştgiriyê didin.
- Ciwan pêvajoyê ne wekî pirsgirêkeke ewlehiyê, lê di çarçoveya edalet û wekheviyê de dinirxînin. Ji sedî 88,8ê ciwanan hevrûbûna bi rabirdûyê re wekî şerteke aştiyê dibînin.
- Daxwazên wan li ser hemwelatiya wekhev, hiqûqê, azadiyên kesane û wekheviya zayenda civakî hûr dibin. Ji sedî 48,4ê ciwanan diyar dikin ku gava bi Kurdî tê axaftin rastî bertekên neyênî tên.
- Navenda Bîrê û GoFor dixwazin encamên raporê bi aliyên siyasî re parve bikin û qadên diyalogê yên ewledar ava bikin.
Rapora bi navê “Ji Çavê Ciwanan Pêvajoya Muzakereyê: Hest, Ezmûn û Hêvî” ku ji aliyê Forûma Rêxistinên Ciwanan (GoFor) û Navenda Heqîqet, Edalet û Bîrê ve hat weşandin. Rapor hêvî, fikar û daxwazên tevlêbûnê yên ciwanan ên derbarê pêvajoya danûstandinê ya li Tirkiyeyê radixe ber çavan.
Rapor xwe dispêre daneyên qadê yên Navenda Lêkolînên Bandora Civakî û di navbera 4 û 12ê Kanûna Paşîn a 2025an de, li 47 bajar û 255 navçeyan, bi rêya peywendiyên telefonî yên bi 1741 ciwanên temenê wan di navbera 18 û 35an de hat amadekirin.
Hevdîrektorê Navenda Bîrê Olcay Ozer, encam û daneyên di vê raporê de ji bo bianetê nirxandin û bal kişand ser bandora van daneyan a li ser civakê.
Baweriya bi aştiyê bilind e, tevlêbûna di pêvajoyê de kêm e
Li gorî raporê, ji sedî 70,7ê ciwanan bawer dikin ku aştiya civakî pêkan e. Lê belê tenê ji sedî 35,8ê wan di wê baweriyê de ne ku ciwan di nav pêvajoya danûstandinê de cih digirin. Dîsa ji sedî 52,2yê ciwanan ji bo pêvajoyê fikar ango gumanên wan hene, lê ji sedî 50,7ê wan jî piştgiriyê didin pêvajoyê.
Li gorî Ozer, ev tablo nîşan dide ku ciwan hêviya xwe ya aştiyê diparêzin, lê belê li ser şêwazê avakirina pêvajoyê û cihê ku ew ê tê de bisekinin gumanên wan ên cidî hene. Ozer destnîşan kir ku hesta herî pêşbûyî ya di nav ciwanan de ne hêrs e, fikar e: “Ji sedî 52,2yê ciwanan bifikar in, ji sedî 42yê wan jî bi hêrs in. Ev cudahiyeke cidî e.”
Nifşê ku di nav şer û polarîzasyonê de mezin bûye
Ozer anî ziman ku dema mirov vê raporê dinirxîne, divê ezmûna nifşî ya ciwanan li ber çavan bigire. Beşeke mezin a ciwanên di navbera 18 û 35 salî de, heyama şer a salên 1990î rasterast nejiyane. Pêvajoya çareseriyê ya salên 2013-2015an jî di salên zaroktî, xortanî an jî destpêka ciwantiya xwe de dîtine. Di salên piştre de jî di nav jîngeheke şer û polarîzasyonê de mezin bûne.
Di raporê de hat diyarkirin ku her çiqas ji sedî 83,9ê ciwanan xwe ji Tirkiyeyê û civakê hîs bike jî, ji sedî 70,1ê wan dahatuya welat xirab dinirxînin. Bi nêrîna ciwanan, pirsgirêkên herî giring ên welat aborî û bêkarî, her weha hiqûq û edalet in. Mijara “ewlehiya neteweyî/terorê” jî bi rêjeya ji sedî 1,9an di rêzên dawî de cih digire.
Ciwan pêvajoyê wekî meseleyeke edaletê dinirxînin
Ozer diyar kir ku ev dane nîşan didin ku ciwan pêvajoya danûstandinê ne li ser bingeha ewlehiyê; di çarçoveya jiyana rojane, edalet û wekheviyê de dinirxînin: “Ciwan meseleya Kurd û pêvajoya muzakereyê weke pirsgirêkeke ewlehiyê ye nanirxînin. Tenê ji sedî 1,9ê ciwanan vê meseleyê wekî pirsgirêkeke ewlehiyê dibînin.”
Li gorî raporê, daxwazên ciwanan ên derbarê aştiyê de li ser mijarên wekî hemwelatiya wekhev, hiqûq û edalet, her weha wekheviya zayenda civakî hûr dibin. Bihêzkirina dewleta hiqûqê, azadiyên kesane, rûbirûbûna bi raboriyê re, ji holê rakirina nehevsengiyên sosyo-aborî û wekheviya zayenda civakî jî di nav şertên aştiyê de derdikevin pêş.
Hevrûbûna bi rabirdûyê re daxwazeke xurt e
Yek ji encamên herî balkêş ji bo Navenda Bîrê, daxwaza hevrûbûna bi rabirdûyê re ye. Ji sedî 88,8ê ciwanan hevrûbûna bi rabirdûyê re wekî yek ji şertên aştiya civakî dinirxînin. Bi dîtana Ozer, ev daxwaz bi xwesteka “hînbûna rastiyê” ya li ser wan serdemên ku ciwanan rasterast nejiyane ve girêdayî ye.
Di raporê de sînordariya qadên axaftina li ser siyasetê jî balê dikişîne ser xwe. Ji sedî 49ê ciwanan diyar dikin ku di malên ku lê mezin bûne de dema behsa siyasetê dihat kirin mirov baldar bûn an jî bêdeng diman; her weha ji her 10 ciwanan 7 jê gava li ser medyaya civakî ramanên xwe yên siyasî parve dikin bifikar in. Ozer anî ziman ku ev siyaseta ku di nav malbatê û qada giştî de nayê axaftin, daxwaz û hewcedariya ciwanan a ji bo naskirin û nîqaşkirina raboriyê hîn zêdetir dike.
Di mijarên zimanê dayikê û hemwelatiya wekhev de tevlîhevî hene
Ozer tevlî wê nêrînê nabe ku dibêje ciwan li hemberî pêvajoya danûstandinê bêdeng û bêxem in. Li gorî raporê, rojeva ciwanan ne rojeveke cûda ye, di mijarên mîna hemwelatiya wekhev, zimanê dayikê û hevrûbûna bi raboriyê re hinek tevlîheviyên ramanî hene. Ji ber vê çendê, ew destnîşan dike ku divê qadên nîqaşê hêsan, ewledar û babet bi babet werin avakirin.
Di raporê de ji sedî 48,4ê ciwanan diyar dikin ku gava di qada giştî de bi Kurdî tê axaftin, ew rastî bertekên neyênî tên. Di nav hemû beşdaran de rêjeya piştgiriya ji bo naskirina Kurdî wekî zimanê fermî ji sedî 36 e; lê ev rêje di nav ciwanên ku zimanê wan ê dayikê Kurdî ye de ji sedî 76 e.
Divê sînorên daxwaza hemwelatiya wekhev werin nîqaşkirin
Rêjeya wan ciwanên ku dibêjin ew amade ne bi kesên xwedî ramanên cuda yên siyasî, baweriyên olî û nasnameyên etnîkî re hevaltiyeke nêzîk ava bikin, pir bilind e. Lê belê rêjeya kesên ku dibêjin ew dikarin bi kesekî xwedî meyla zayendî ya cuda re bibin hevalên nêzîk, di asta ji sedî 41ê de dimîne. Özer balê dikişîne ser ku daxwaza hemwelatiya wekhev xurt e, lê belê sînorên vê daxwazê hîna jî di nav nîqaşê de ne.
Ji bo ciwanan pêşniyara qadên diyalogê yên ewledar
Navenda Bîrê û GoFor plan dikin ku encamên vê raporê bi partiyên siyasî, siyasetmedar, rojnamevan û akademisyenên re parve bikin. Li gorî Ozer, encama herî bingehîn a ku divê ji vê raporê were derxistin ev e ku nabe mirov tenê di serdemên hilbijartinê de wekî "potansiyelekî dengdêran" nêzîkî ciwanan bibe, divê wekî kiryarên sereke yên pêvajoyê li wan binerin:
“Pêdivî bi avakirina qadên nîqaşê yên ewledar û bingehên diyalogê heye. Divê mirov guh bide vê banga diyalogê ya ciwanan.”
Ji bo tevahiya raporê bitikîne
(NÖ/AY)
3 zarokên ku piştî Newrozê hatibûn desteserkirin hatin girtin
Zaroka ku ji ber parvekirina vîdeoya hûnandina keziyan hatibû girtin, serbest bû
"Li Rojava krîza mirovî her ku diçe kûrtir dibe"
Îlham Ehmed: Em dixwazin diyalog ji nû ve were dest pê kirin
"Yek ji şertên me yên entegrasyonê ew e ku zimanê Kurdî di Destûra Bingehîn a Sûriyeyê de cih bigire"