.Li Stenbolê, polîsan di saetên sibê de bi awayekî hemwext bi ser gelek malan de girtin.
Polîsan bi hinceta pîrozbahiyên Newrozê, zarok jî di nav de herî kêm 26 kes bi tohmeta ku "propagandaya rêxistinê kirine" desteser kirin.
Polîsan kesên desteserkirî birin Revebiriya Emniyetê a Stenbolê.

Newroza Stenbolê: Bi sed hezaran kes li Yenîkapiyê bûn
23 Adar 2026
Newrozê li Stenbolê roja Yekşema 22ê Adarê, li Yenîkapiyê bi beşdariya sed hezaran kesan bi coşeke mezin hate pîrozkirin.
Li gorî daxuyaniya emniyetê, di navbera 17-22ê Adara 2026an de li Aydin, Êlih, Dîlok, Stenbol, Îzmîr, Kocaelî, Mêrdîn, Riha û Wanê 72 kes û di 24ê Adara 2026an de li Stenbol, Amed, Îzmîr, Riha, Antalya û Mêrdînê jî 98 kes hatin desteserkirin.

Li Amedê ji ber pîrozbahiyên Newrozê 18 kes hatin girtin
25 Adar 2026
(EMK/AY)
