Ji ber êrişên hêzên serbi rêveberiya Şamê ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi hezaran sivîl li cih û warên xwe bûne. Her weha ji ber vê yekê krîza mirovî her ku diçe kûrtir dibe.
Hevseroka Heyva Sor a Kurdî Hedîye Abdullah û Hevseroka Encumena Perwerde û Hînkariyê ya Rêveberiya Xweser a Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Semîra Hec Elî ji bianetê re li ser rewşa heyî, bi taybetî ya zarokan, axivîn.

Guliyên ku hatin honandin, berxwedan honand
"Pêdivî bi av, derman, amûrên bijîşkî û her tiştên heye."
Hediye Abdullahê diyar kir ku kapasîteya nexweşxaneyên li herêmê têrê nakin û ji bo rewşa Kobaniya ku di bin dorpêçê de ye weha got:
"Rewş pir bi zihmet e. Pêdivî bi xwarin, ava vexwarinê ya paqij, derman, melzemeyên bijîşkî û her tiştî heye. Çavkaniyên avê hatine qutkirin, çavkaniyên elektrîkê nayên bikar anîn, ji ber vê yekê hemû karên ku bi elektrîkê ve girêdayî ne hatiye ber rawestandinê. Ji ber ku gihîştina înternetê lawaz bûye, têkilîdanîna bi înternetê jî pir zihmet bûye. Hewa pir sar e û şert û mercên zivistanê rewş xirabtir kiriye. Em wekî Heyva Sor a Kurdî ji bo şandina alîkariyên tibî û mirovî hin hewldanên me çêbûn lê bi temamî negihîşt cihê xwe. Li wir navendeke me ya tenduristiyê heye, lê ji ber şert û mercan têkiliya me bi bijîşkan re bi berdewamî qut dibe."

Îlham Ehmed: Em dixwazin diyalog ji nû ve were dest pê kirin
"Nexweşiyên di nav zarokan de bi lez belav dibin"
Abdullahê diyar kir ku sivîlên ku ji deverên êrîşên dijwar lê hene direvin, li dibistanên herêmên biewle tên bicih kirin. Tevî ku betanî, sobeyên ceyranê û pêdiviyên bingehîn li wan tên belavkirin jî, ji ber şert û mercên hewayê pirsgirêkên tenduristiyê yên mayînde çêdibin.
Her wiha Abdullahê destnîşan kir ku navendên tenduristiyê nikarin barê heyî hilgirin û got, "Di herêmên Rêveberiya Xweser de tenê sê nexweşxaneyên me hene ku kapasîteya wan 150 nexweş e. Ji bo sivikkirina barê nexweşxaneyan, sê tîmên tenduristiyê yên mobîl serdana dibistanên ku koçber lê dimînin dikin û ji ber ku nexweşî li wir bi lez di nav zarokan de belav dibin."

"Yek ji şertên me yên entegrasyonê ew e ku zimanê Kurdî di Destûra Bingehîn a Sûriyeyê de cih bigire"
Heyva Sor a Kurd: Pêdivî bi xwebexşan heye
Abdullahê diyar kir ku êrîş tevî agirbestê jî berdewam dikin û tekez kir ku krîza mirovî li herêmê kûrtir dibe û divê civaka navneteweyî guh bide bangên Heyva Sor a Kurdî.
"Êrîş rê li ber vebûna dibistanan digirin."
Hevseroka Encumena Perwerde û Hînkariyê ya Rêveberiya Xweser a Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Semîra Hec Elîyê destnîşan kir ku êrîş ji 6ê Kanûna Paşîn ve berdewam dikin û rasterast bandorê li jiyana zarokên li herêmê dikin.
Hec Eliyê diyar kir ku perwerde li dibistanên deverên di bin kontrola Rêveberiya Xweser de ne rawestiyaye û got:
"Gelê me yê ji Tebqa, Reqa, Efrîn û Şahbayê tên li dibistanan tên bicihkirin. Diviyabû qonaxa duyemîn a xwendinê dê roja Yekşemê dest pê bikira, lê êrîş nahêlin ku dibistan vebin. Zarok ji perwerdeyê bêpar dimînin. Rewş hem ji bo zarokên koçber ên ku li dibistanan dimînin û hem jî ji bo malbatên wan pir xirab e. Ev zarok û malbat hewcedarê her tiştî ne."
NY: Zêdetirî 170 hezar kes ji cih û warên xwe bûn
Êrîşên hêzên serbi rêvebiriya demkî a Sûriyeyê ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji 6ê Kanûna Paşîn ve didomin. Ofîsa Kordînasyona Karên Mirovî a Neteweyên Yekbûyî (OCHA) derbarê van êrişan de daxuyaniyek weşand. OCHAyê diyar kir ku zêdetirî 170 hezar kes li Heleb, Hesekê û Reqayê koçber bûne.
OCHA ragihand ku Neteweyên Yekbûyî û hevkarên wan xebatên alîkariya mirovî yên ji bo Bakur û Rojhilatê Sûriyê didomîn in. Di vê çarçoveyê de duh, karwanek alîkariya mirovî ku ji xwarin, cil û berg, betanî û pêdiviyên din ên bingehîn pêk tê, gihîşt Qamîşloyê. Di daxuyaniyê de hatiye gotin ku "Karwanên alîkariyên yên din jî wê di rojên pêş de werin şandin."
Her weha ofîsê ragihand ku hevkarên wan yên alîkariya mirovî, xurak, nan û alîkariyên din li navendên kombûnê belav kirine; li Hesekê û herêmên derdorê ji bo hezar û 500 zarok, jinên ducanî û jinên zarokan dimêtîne piştgiriye xwarin û vexwarinê û xizmetên tenduristiyê hatiye kirin.
(NÖ/AY)




