Her çiqas pêvajoya 'entegrasyonê' ya di navbera Rêveberiya Xweser a Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Şamê de rawestiyayî be jî û her çiqas Tirkiye hewl bide û bixwaze dawî li hebûna Hêzên Demokratîk ên Sûriyeyê were jî, jiyana rojane li herêmê berdewam dike. Li herêmên ku di bin kontrola Rêveberiya Xweser de ne, ji sala 2011an vir ve xebatên weke çalakiyên leşkerî, polîtîk û dîplomatîk lê tên kirin. Bi qasî van xebatan, xebatên têkildarî mijara pergaleke perwerdehiyê ya alternatîf tên kirin jî balê dikişîne.
Em bi Hevseroka Konseya Perwerde û Fêrkariyê ya Rêveberiya Xweser a Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Semîra Hec Eliyê re li ser van mijaran axivîn:
Têkiliyên di navbera Rêveberiya Xweser û Şamê de bandorek çawa li ser jiyana zarokên li herêmê çêkiriye, bandora Tirkiyeyê û hûrguliyên modela perwerdehiya pirzimanî ya ku hatiye avakirin.
Di çarçoveya sîstema perwerdehiyê ya Rêveberiya Xweser de 3 hezar û 685 dibistan, 743 hezar 943 xwendekar û 36 hezar û 966 dersdêr hene. Xwendekar li Cizîrê, Reqa, Deyrzor, Tebqa, Firat, taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê yên Helebê bi sê zimanan wate Erebî, Kurdî û Suryanî perwerdehiyê dibînin.
"Civak bi perwerdehiyê ava dibe"
Guherîna ku di sala 2012an de li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dest pê kir, bandorek çawa li ser zarok û perwerdeyê çêkir?
Bandora herî mezin ew bû ku her komeke ku li vir dijî dikare bi zimanên xwe yên dayikê perwerdehiyê bibîne, çanda xwe biparêze û dikare bi dilê xwe bijîn. Û xebatên me ji bo vê yekê berdewam dikin. Dema ku li deverên nêzîkî sînor dorpêç hebûn, perwerde dihat rawestandin, lêbelê ji bo perwerde bi awayekî sîstematîk bidome çi ji destê me bê em ê bikin. Di vê pêvajoyê de, gelek xwendekarên me perwerdehiya xwe qedandin û ketin zanîngehan û mezûn bûn. Rêveberiya Xweser girîngiyek taybet dide pergala perwerdehiyê ji ber ku rêya avakirina civakek nû di perwerdeyê re derbas dibe. Her weha pergala me ya perwerdehiyê weke modela rêveberiya li vir, modelek alternatîf pêşkêş dike. Ev pergal prensîbên bingehîn ên wekî demokrasî, jiyana hevbeş û edaletê dihewîne. Em modelek ava dikin ku mirov dikarin hem bi zimanê xwe û hem jî bi zimanê cîranên xwe perwerdehiyê bibînin.
Em di pergala perwerdehiyê de girîngiyê didin atmosferek zanistî û rexnegir. Di vê pergalê de, em hewl didin ku mirov bikaribin modelek nû ya jiyanê fêr bibin û em di encama vê yekê de guhertinên girîng di civakê de dibînin. Mirov êdî ne tenê ji bo ku bibin karmendên dewletê an sertîfîkayan bistînin beşdarî vê pergalê dibin, ji bo ku jiyanek nû ava bikin, dibin hevkarê vê pergalê. Di vê wateyê de Şoreşa Rojava xwenaskirin e û ji nû ve jiyankirin e.
"Perwerdehiya bi zimanê dayikê ji dibistana dayîkî heta zanîngehê ye"
Hûn diyar dikin ku yek ji mijarên herî zêde hûn girîngiyê didinê zimanê dayikê ye. Li herêmê bi çend zaravayên Kurdî tên axaftin û zimanên din jî tên bikaranîn. Xebatên we yên li ser zimanê dayikê çawa hat pêşwazîkirin?
Em perwerdehiyê bi zaravayê Kurmancî û bi alfabeya Latînî didin. Li Zanîngeha Rojava, dersên Soranî û Zazakî di çarçoveya perwerdehiya zimanê Kurdî de têne dayîn. Em hewl didin ku perwerdehiyê bi zaravayên din jî bidin. Em êdî bi materyal û mamosteyên xwe perwerdehiyê didin. Bê guman, ev pêvajoyek pir zihmet bû, lê em gihîştine qonaxek baş.
Em di astekê de ne ku perwerdehiya bi zimanê dayikê ji dibistana seretayî bigire heta zanîngehê didin. Ev xebat bi fîdakariyê pêk hat. Ji aliyekî ve me ewlehiya taxên xwe saz dikirin, ji aliyê din ve, em diçûn dibistanan û me ziman fêrî zarokan dikirin û piştî nîvroyan jî, me wekî mamoste perwerde didîtin.

"Tişta xwestin bikin ew bû ku Kurdan ji binî ve li wirê derbixin"
Vê dawiyê nûçe hatin çêkirin ku zimanê Kurdî ji bernameya xwendinê ya li Efrîn hatiye derxistin. Hûn vê mijarê çawa dinirxînin?
Piştî ku Efrîn hate dagirkirin, perwerdehiya bi zimanê Tirkî hat ferzkirin. Zimanê Kurdî hate qedexekirin û ji bernameya xwendinê hate derxistin. Ev pirsgirêk têkildarî pirsgirêka guhertina demografiyê bû. Tişta xwestin bikin ew bû ku Kurdan ji binî ve li wirê derbixin. Em vê yekê qebûl nakin û rexne dikin. Em hewl didin ku malbat û zarokên koçber ên li Efrîn, Şahba û herêmên din nasnameyên xwe ji bîr nekin û bikaribin wekî xwe hebûna xwe bidomînin.
Di sala 2018an de Hêzên Çekdar ên Tirk (TSK) û Artêşa Neteweyî ya Sûriyeyê (SMO) li dijî Efrînê "Operasyona Çiqilê Zeytûnê" dan dest pê kirin. Li gorî daneyên ku ji aliyê BBC Tirkî ve hatine parvekirin ku lêkolînerê Fransî Fabrice Balanche weke çavkanî nîşan dane, Tirkiye hewl dide ku di navbera Dîcle û Firatê de “herêma bi ewle” ava bike. Di wê xeta ku ji 32 kîlometreya pêk tê de ji Cotmeha 2019an vir ve, 650 hezar Kurd, 180 hezar Ereb, 10 hezar Tirkmen û 10 hezar Xiristiyan dijîyan. Li gorî nûçeyek Ajansa Mezopotamyayê (MA) ya bi dîroka 17ê Adara 2022an, nifûsa Kurdan li Efrînê di vê heyamê de ji sedî 25 kêm bûye. Lêbelê, çavkaniyên herêmî îdîa dikin ku zêdetirî 300 hezar kes koçber bûne.
"Modela herî nêzîkî a me sîstema perwerdehiyê ya Fînlandiyayê ye"
Qonaxeke bi şer a dûr û dirêj hat jiyandan. Di qonaxên bi vî rengî de çavkanî jî kêm in. Tevî vê yekê we dersdêrên xwe çawa / bi çi perwerde kirin? Di vê mijarê de gelo li cîhanê modêlên ku we ji xwe re mînak girtin, hebûn an na?
Dersdêran pêşî perwerdehiya ziman wergirtin û piştre dest bi dayîna dersan kirin. Sê sal dom kir ku hêdî hêdî bigihîjin asta ders dayînê. Me gelek model lêkolîn kirin; sîstema herî nêzîk a me sîstema perwerdehiyê ya Fînlandiyayê ye. Ev pergalek e ku divê were nirxandin, ne ceribandin. Me hewl da ku em ji modêla netew dewletê re alternatîf, modelek perwerdehiyê biafirînin.
Yek ji navendên me yên perwerdehiyê têkilî bi Zanîngeha Arizonayê re danî ye û perwerdehiya online pêk tîne. Di vê navendê de bi qismî derfetên baştir hene. Em hîn jî li rêyan digerin da ku hin ji pêdiviyên xwe bicîh bînin.
"Entegrasyon nayê wê wateyê ku tu xwe tune dihesibîne”
Mijara entegrasyonê a bi 'Sûriyeya Nû' re nîqaşeke din a rojane ye. Entegrasyon dê çawa bandorê li ser pergala perwerdehiyê ya ku we ava kiriye bike? Qonaxên entegrasyonê dê çawa wekî vegotinek dîrokî ji xwendekaran re werin pêşkêş kirin?
Pirsgirêka entegrasyonê bi qasî ku aliyên leşkerî, siyasî û civakî eleqedar dike, ew qas jî pergala perwerdehiyê jî eleqedar dike. Heta niha rewşek ku biencam bûyî nîne, lê heke bibe, ew ê bi şertê ku mafê perwerdehiya bi zimanê dayikê berdewam bike û Kurdî di Destûra Bingehîn a Sûriyeyê de cih bigire be. Dema ku entegrasyon bi Şamê re pêk were, divê şert û mercên taybetî yên herêmê werin berçavgirtin. Bê guman, em ê perwerdehiya zarokên xwe ji kesî re nehêlin. Ger vebijarkek baş ji bo zarokên me were pêşiya me, em ê wê binirxînin.
Entegrasyon nayê wê wateyê ku tu xwe tune dihesibîne; ev ê bi fermîbûnek dewletê ve girêdayî be. Entegrasyon nayê wateya hilweşandina modela me di nav pergalê de.
Di çarçoveya hewldanên bicîhanîna peymana ku di navbera Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) û rêveberiya Şamê de di 10ê Adarê de hatiye çêkirin de, şandeyek ji Rêveberiya Xweser a Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di 1ê Hezîranê de bi nûnerên rêveberiya demkî ya Şamê re civiya. Di vê civînê de lihevkirinek ji çar xalan pêk hat.
Yek ji xalên vê lihevkirinê mijara perwerdeyê bû.
"Misogerkirina ku pirsgirêkên têkildarî azmûn û navendên azmûnê bi awayekî ku mafên xwendekaran û yekparçeyiya pêvajoya perwerdehiyê garantî bike werin çareserkirin."
Encûmena Perwerdehiyê di 8ê Hezîranê de ragihand ku wan li ser pergala azmûnê ya rejîma berê ya Sûriyeyê lihevkirinek çêkirine, azmûnên dibistana navîn ên ku ji bo 14ê Hezîrana 2025an hatine plankirin, ji bo 21ê Hezîrana 2025an paşxistine, û çend navendên qeydkirinê ji bo azmûnên dibistana navîn û amadeyî li kantonên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatine destnîşankirin.
"Em hunerê bikar tînin da ku bandorên şer kêm bikin"
Saziya ku hûn birêve dibin baştirîn saziye ku çavdêriyê li zarokan dike. Bi ya we şer bandorê li zarokan dike an na? Ev bandor wê çawa ji holê bê rakirin?
Bê guman, bandora şer li ser zarokan pir mezin bû. Dema ku êrîş çêdibûn û dron bi berdewamî li ser serê zarokan difiriyan, ev yek ji bo zarokan tirs û fikar çêdikir. Hin komele hene ku li ser mijarên têkildarî psîkolojiya zarokan dixebitin. Mamosteyên ku di vî warî de pispor in jî bi rêya van komeleyan perwerdehiyê dibînin. Ji bo ku zarok tiştên rûbirû bûne li ser xwe biavêjin, em werzîş, huner û muzîkê sûd werdigirin.
Gelo di sîstema perwerdehiya we de planek ji bo zarokên xwedî pêdiviyên taybet heye ango bernameyên piştgiriyê ji bo zarokên astengdar hene?
Di dibistanan de gelek xwendekarên astengdar hene. Pêdiviyên wan ên têkildarî astengdariyan wan pir cûrbecûr in. Hin ji wan li dibistanan bi zarokên din re têne perwerdekirin. Ji bo yên din jî yekîneya me ya karûbarên civakî bi hevrêzî bi pergala perwerdehiyê re dixebite û alîkariyê peyda dike. Bi saya vê hevkariyê, hin navend ji bo zarokên astengdar hatine vekirin. Di van navendan de, mamoste û pisporên karûbarên civakî yên ku ji hêla me ve hatine diyarkirin bi zarokan re dixebitin.
"Xwendekarên ku lîseyên me diqedînin li derveyî welat têne pejirandin”
Gelo ji bo ev modêla we ya alternatîf ji aliyê welatên din ve bê naskirin xebatên we hene?
Bi gelek welatan re hewldanên me yên dîplomatîk ên berdewam hene. Em dixebitin ku di navbera zanîngehên xwe û yên welatên din de peymanên hevtayîyê çêbikin. Komele û rêxistinên perwerdehiyê ji gelek welatan serdana me dikin da ku modela me binirxînin. Gelek welatan dîplomeyên mezûnên zanîngehên me nas kirine. Hejmareke mezin ji xwendekarên ku ji lîseyên me mezûn dibin niha li zanîngehên welatên wekî Almanya û Hollanda dixwînin.

"Ya girîng ew e ku zarokên me bikaribin perwerdehiyê bi nasnameya xwe bibînin"
We jî behs kir ku nediyarî û fikarên polîtîk hene û ev yek di raya giştî de jî xuya dike. Dezavantaj û pirsgirêkên ku karê we ji hêla fîzîkî ve zihmettir dikin çi ne?
Yek ji mijarên ku ji bo me zihmete ew e ku hemû avahî kevn in û sinif/pol kêm in. Di her polê de herî kêm 50 xwendekar bi hev re dixwînin. Nebûna amûran pirsgirêkek din a sereke ye. Pirsgirêka hevtayiya dîplomayê jî zorkêşiyek din e. Xebat ji bo perwerdekirina mamosteyên pispor berdewam dike. Ev pirsgirêkên me yên giştî ne, lê çi dibe bila bibe, xwendekarên me perwerdehiyê dibîne û dê ev bidome. Em dikarin bibêjin ku zarokên ku li vir perwerdehiyê dibînin, bi nasname, ziman û çanda xwe dijîn. Di dawiya rojê de, ev tişta herî girîng e.
Semîra Hec Elî kî ye?
Ji sala 2011an vir ve li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê xebatên têkildarî sîstemên perwerdehiyê birêve dibe. Ew weke berdevka Enstîtuya Zimanê Kurdî ya Qamîşloyê û Cîgira Serokê Lijneya Perwerdehiyê ya Rêveberiya Xweser a Kantona Cîzrê xebitîye. Sê salan li Zanîngeha Rojava Dîrok xwend û xwediyê bawernameya masterê ye di Sosyolojiya Perwerdehiyê de. Niha jî Hevseroka Konseya Perwerde û Fêrkariyê ya Rêveberiya Xweser a Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ye.




