Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Dadgehkirina 18 rojnamegerên di 8ê Hezîrana 2022yan de hatibûn desteserkirin, îro li Dadgeha 4an a Cezayê Giran a Amedê destpê kir.
Ji 18 rojnamegerên hatibûn desteserkirin, 15 jê girtî ne.
Nûnerê Tirkiyeyê yê Rêxistina Rojnamegerên Sînornenas (RSF) Erol Onderoglû, Serokê Sendîkaya Rojnamegeran a Tirkiyeyê (TGS) Gokhan Dûrmûş, Nûnerê Enqereyê yê DISK Basin-Îşê Tûrgût Dedeoglû, Hevdîrektorê Komeleya Xebatên Medya û Hiqûqê (MLSA) parêzer Veysel Ok, ji Enstîtuya Çapemeniyê ya Navnetewî (IPI) Engîn Denîz Îpek, berpirsa maseya Tirkiyeyê ya PEN Norwêcê Caroline Stockford, Komeleya rojnamegeran a Dîcle û Firatê (DFG), Platforma Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê (MKGP), Komeleya Rojnamegeran a Hemdem (ÇGD), Komîteya Parastina Rojnamegeran (CPJ), parêzerên endamên Amsterdam Law Clinicsê, Baroya Amedê, Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) û Komeleya Mafên Mirovan (IHD) danişînê dişopînin.
Her weha Parlamenterên Partiya Çepên Kesk ên Amedê Cengîz Çandar û Adalet Kaya û Parlamenterê Partiya Gel a Komarî (CHP) yê Amedê Sezgîn Tanrikûlû jî li salona dadgehê ne.
Ji ber ku salon biçûk e, heyetê nehişt zêde kes bikevin hundir. Danişîn bi diyarkirina nasnameyên rojnamegeran destpê kir. Parêzerê rojnamegeran Resûl Tamûrî got ku dozgerê lêpirsîna rojnamegeran kiriye û endama heyeta dadgehê hevjîn in û divê dadwer bê guhertin. Lê serokê heyetê ev daxwaz nepejirand.
Her weha serokê heyete destûr neda ku laptop û telefonên gerok bikevin salonê û got ku kesên van bikar bînin, ew ê wan derxin ji derve. Rojnameger li dijî vê biryarê derketin.
Altan: Em bûn dengê bindestan
Paşê kurteya îdianameyê hat xwendin. Piştî xwendina wê qediya, rojnamegerê girtî Hevserokê DFGyê Serdan Altan bi kurdî paraznameya xwe pêşkêş kir.
Altan saet û 45 deqîqeyan axivî û di axavtina xwe de behsa zextên li rojnamegeran û saziyên rojnamegeriyê dibin ên ji dema Osmaniyan heta niha kir. Altanî bal kişand li ser zext û zora li çapemeniya kurdan dibe û got, “Zext û zor her tim li Rojnameya Kurdistanê jî dibû. Kesên wan rojan kurd û çapemeniya kurdan qebûl nedikirin, îro jî qebûl nakin. Di dema AKPyê de zextên li rojnamegeran dibin zêdetir bûn. Di dema AKPyê de ne tenê rojnamegerên kurd ên behsa pirsgirêkên kurdan dikin, lê rojnamegerên mîna Merdan Yanardagî jî tên girtin. Gelek rojnamegerên behsa pirsgirêkên kurdan dikin, tên girtin. Em bi tenê çend ji wan in. Di dema AKPyê de zext bi van naqede, li Tetwanê êrîşî rojnameger Sînan Aygul kirin.
“Doz li bi dehan rojnamegeran vekirin, bi sedan rojnameger neçar man biçin sirgûniyê. RTUK mîna şûrê demoklesî li ser serê kanalên televîzyonê diğere. Lê çapeminiya azad, misogeriya civaka azad e. Ger çapemeniya azad nebe, wê hejmara zordaran, îstîsmarkar û kujerên zarok û jinan zêde bibin. Ger çapemeniya azad nebe wê li ser rûyê erde xerabî zêde bibe. Çapemeniya azad ti carî dest ji rastiyan berneda. Me weşangeriyeke objektif kir, em nebûn alîgir, em nebûn aliye ti kesî. Em bûn dengê kedkaran, ekolojîstan, kurdan û hemû bindestan.”
Piştî axavtina Altanî qediya, heyeta dadgehê navberek da danişînê.
Di navberê de rêxistinên rojnamegeran civîneke çapemeniyê li dar xistn. Li vir parlamenterên Partiya Çepên Kesk û CHPyê axivîn.
Piştî ku navber qediya, rojnamegerê girtî Omer Çelîk dest bi axavtina xwe kir.
Çelîk: Li gorî dozgerî çêkirina bernameyên bi kurdî sûc e
Rojnameger Çelîkî jî mîna Altanî bi kurdî axivî:
“Em van sûcdariyan qebûl nakin. Ez dixwazim behsa tiştên di îdianameyê de hatine gotin bikim. Ma çêkirina bernameyan sûc? Dozgerê dosyayê gotina etnik derxistiye pêş. Her şeş program jî ji nîqaşên derbarê pirsgirêkên kurdan de ne.
“Li gorî dozgerî çêkirina bi zimanê dayikê ya bernameyan, sûc e. Lê ev mafekî navnetewî ye. Min gotina ku Erdoganî ji bo Abdûllah Ocalanî gotiye ji parlamenterê HDPyê Omer Ocalanî pirsiye, ev weke sûc nîşan daye. Ev wekîl hîna li Parlamentoyê ye û pirsek çawa dikare bibe sûc? Gelek bernameyên min hene lê şeş heb ji wan kiriye mijara sûcdariyê. Gelek ji wan derbarê mijarên siyaseta Tirkiyeyê de ne. Programeke ku gelek siyasetmedarên li Tirkiyeyê beşdarî wê dibin, çawa dibe sûc?
“Dozgerî îdia dike ku ev pirs bi fermanan hatine pirsîn lê delîla vî tiştî bi rengekî berbiçav nîşan nedaye. Dozger îdiayan tîne ziman lê wan bidelîl nake, ti delîl jî nîne ku ferman li me kirine.
“Weke rojnamegerekî ez bi xwe bernameya xwe amade dikim, ji pêşkêşkirinê heta naverokê. Dozger ji ber ku ez derbarê pirsgirêkên gelê kurd de bi mêvanên xwe re axivîme, aciz bûye. Desthilat naxwaze pirsgirêka kurdan bêaxavtin. Dozger dibêje ev program sûc in, lê di dema pêvajoya çareseriyê de hemû kesan behsa van mijaran dikirin, ma wê bibêje ev jî sûc e?”
Bûlût: Em îdia nayên qebûlkirin
Rojnameger Zeynel Abîdîn Bûlûtî jî bi kurdî axivî û got: “Hemû xebatên me yên rojnamegeriyê tên darizandin. Mafê bidestxistina nûçeyan tê astengkirin ku mafekî ji Destûra Bingehîn tê. Bernameyên me yên televîzyonan û nûçeyên me weke sûc tên hesibandin.
“Hevalan got ev îdia ne îdiayên ku bên qebûlkirin in. Hemû xebatên rojnamegeriyê ne. Ger rojnamegerên kurd nebûna, gelek qetlîamên mîna yên Ceylan Onkol, Ûgûr Kaymaz û Robozikê wê derneketana holê. Bi saya rojnamegerên kurd ev di tariyê de neman. Vê rewşê, desthilat û dewlet aciz kir. Ji ber ku tiştên wan dikir derxistin holê.”
Ertaş: Nirxên gelê kurd tên dadgehkirin
Edîtorê rojnameya Xwebûnê Mehmet Alî Ertaş bi kurdî axivî û got: “Ji ber em bi kurdî daxivin û me bi kurdî bername çêkirin, em îro liv ir in. Bi tenê rojnameyeke çapkirî heye ku bi kurdî weşanê dike û ew jî niha tê dadgehkirin. Ev tê wê wateyê ku nirxên gele kurd tên dadgehkirin. Ji me re dibêjin hûn nikarin nirxên vî gelî biparêzin.”
Şahîn: Hemû îdia şîrove ne
Mehmet Şahîn jî bi kurdî axivî:
“Piştî hewldana derbeyê ya 15ê Tîrmehê, karê min ê dersdariyê yê 26 salan ji destê min hate standin û ez bûm rojnameger. Rojnamegerên kurd mîna her carê zext li wan dibin. Dozgeriyê erka tunekirina rojnamegeriya kurdî daye ser milê xwe.
“Hemû îdiayên derbarê min de şîrove û nêrîn in. Delîleke berbiçav nîne. Di navbera îdianame û beşa encamê de tiştek hev nagire. Bi 'delîlên' bi rê û rêbazên ne hiqûqî hatine bidestxistin em tên dadgehkirin û ev îdianame hatiye amadekirin. Ez şerm dikim ku wê bixwînim.
“Sed sal in pirsgirêkên kurdan hene û encama duh, dîroka berê ne. Ji bo em hewldanên tesfiyekirina çapemeniya kurdan fam bikin, divê em li dîrokê binêrin.”
Piştî axavtina Şahînî, serokê heyeta dadgehê biryar da ku dadgehkirin sibe (12ê Tîrmehê) dewam bike.
Çi bûbû?Di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarî ya Enqereyê de li 9 bajaran 11 nûçegîhanên Ajansa Mezopotamya û JINNEWSê di encama bi sergirtina malan de hatibûn desteserkirin. 2emîn Dadweriya Cezê û Aştiyê ya Enqereyê, ku li ser daxwaza Serdozgeriyê ji bo dosyeyê biryara nepenîtiyê dabû. Dîsa li ser daxwaza dozgeriyê, 5emîn Dadweriya Cezê û Aştiyê ya Enqereyê 24 saetan hevdîtina bi parêzeran re qedexe kiriye. Her wiha dozgeriyê dema desteserkirina rojnamegeran rojekê dirêj kiriye. Parêzeran biryara dirêjkirina dema desteserkirinê û nepenîtiyê qebûl nekiriye. Nûçegihanên MAê Dîren Yûrtsever, Denîz Nazlim, Selman Guzelyuz, Zemo Aggoz, Bêrîvan Altan, Hakan Yalçin, Emrullah Acar û Ceylan Şahînlî û nûçegihanên JinNewsê Habîbe Eren û Oznûr Deger û Derya Ren duh hatibûn desteserkirin. Her wiha Midûra Karên Nivîsê ya MAyê Dîren Yûrtsever ku li Stenbolê û nûçegihanê MAyê Hakan Yalçin li Wanê hatibû desteserkirin. Rojnameger Gulçen Koçuk, Kadir Bayram, Mehmet Yalçin, Esmer Tûnç û Feynaz Koncûk û Îhsan Ergunluyê bi wan re hatibû girtin, bi şertê kontrola edlî serbest bûbûn. Rojnameger Safiye Alagaşa ku hatibû girtin, piştî salekê girtî mabû, dosyeya wê ji dosyeya rojnamegeran veqetandibûn û di 15ê Hezîranê de tehliye bûbû. |
Bixwîne - Dadgehê îdianameya rojnamegerên Kurd yên girtî pejirandiye
(EMK/RT/FD)