RAPORA TUNDKARIYA MÊRAN - GULAN 2026
Mêran di Gulanê de 14 jin kuştin

Li gor nûçeyên ku bianetê ji rojnameyên herêmî û netewî, ji malperên nûçeyan û ajansan berhev kirin, mêran di meha Gulanê de bi kêmanî 14 jin û du zarok kuştine.
Mêran tundkarî bi kêmanî li 46 jinan kirin, îstîsmar bi kêmanî li 13 zarokên keç û kur kiriye, bi kêmanî 18 jin tacîz kirine. Her weha mêran di meha Gulanê de 106 jin neçarî karkeriya seksê kirin.
Saziyên çapemeniyê di meha Gulanê de ji bo mirinên 43 jinan û 7 zarokan gotine “mirinên bigûman” e.
Ji bo hemû raporên tûndkariya mêran yên bianetê bitikîne
Bajarên ku mirinên jinan ên bigûman lê pêk hatine
Aksaray (1), Ankara (1), Antalya (2), Aydın (2), Bartın (1), Bilecik (1), Bursa (2), Burdur (1), Çankırı (1), Çorum (1), Denizli (1), Xarpêt (1), Gümüşhane (1), Colemêrg (1), Isparta (1), Stenbol (6), Karabük (1), Karaman (2), Kocaeli (1), Konya (1), Meletî (1), Mêrdîn (3), Mersin (1), Muğla (1), Samsun (2), Riha (3), Wan (1), Yalova (1), Zonguldak (1)
Bajarên ku mirinên zarokan ên bigûman lê pêk hatine
Antalya (1), Balıkesir (1), Denizli (1), Amed (1), Kastamonu (1), Samsun (1), Riha (1)
Kuştin
Mêran di meha Gulanê de bi kêmanî 14 jin kuştin; par di heman mehê de ev hejmar 26 bû.
Jinên ku mêran ew di Gulanê de kuştin
Alev Y., Amine Bozkurt, Arzu Özden, Ayten Öztürk, Demet B., Derya Ç., Fatma Karakaya, Gülden K., Kübra Yapıcı, Leyla K., Maya Ülker, Nazife Çiğdem D., Nurgül A., Zehra Aydın.
Bajarên ku mêran jin lê kuştin
Agirî (1), Antalya (2), Aydın (1), Çanakkale (1), Xarpêt (1), Hatay (1), İstanbul (1), Kayseri (1), Kırklareli (1), Konya (2), Meletî (1), Sakarya (1)
Mêran ji bo ku “xwestine veqetin / nexwestine li hev bên” 5 jin kuştin e. Mêran jinekê ji ber hesûdiyê kuştiye. Her weha çapemeniyê “hêcata” kuştina 8 jinan nenivîsiye.
Hevjîn û destgirtiyan bi kêmanî 9 jin kuştine. Endamên malbatê yên weke bav/kur, nevî 4 jin kuştine. Çapemeniyê pêvajoya hiqûqî ya mêrê ku jinekê kuştiye nenivîsiye.
Mêran 11 jin li nava malan, 3 jin jî li qadên derveyî malan kuştine.
Mêran bi çekên guleber 10 jin, bi amûrên birînê yên weke kêr û birekê 3 jin kuştine. Mêran jinekê lêdanê kuştiye.
Pêvajoya hiqûqî
Herî kêm 15 faîl hebûn ku jin kuştine. 11 faîl hatin girtin. 3 faîlan xwe kuştine. Faîlek revî.
Kuştina Zarokan
Mêran di meha Gulanê de herî kêm du zarok kuştin. Di heman meha sala par de ev hejmar 1 bû.
Zarokek bavê wê ew li mal fetisandiye û kuştiye. Çapemeniyê nenivisiye bê ka mêrê ku zarokek kuştiye nas e an ne nas e. Li derveyî malê bi amûra birînê kuştiye.
Bajarên ku mêran zarok lê kuştine
Hatay (1), Xarpêt (1).
Navên zarokên ku mêran ew kuştine
Poyraz Tekin T., Doruk Efe B.
Pêvajoya hiqûqî
Du Faîl hebûn ku zarok kuştiye. Hatin girtin.
Tacîz
Mêran di meha Gulana 2026an de herî kêm tacîz li 18 jinan kirine. Par di heman mehê de ev hijmar 16 bû.
Mêran li qadên derveyî mal yên weke kolan, mixaze, wesayîtê cemaweriyê û nexweşxane tacîz li 17 jinan kirine. Her weha li nav malê jî jinekê tacîz kirine.
Jinekê xebatkarê paqijiyê, jinekê xizmê wê, 9 jin jî mêrê ku li pansiyonê dima ew tacîz kirine. Çapemeniyê nenivîsiye bê ka mêrê ku tacîz li 6 jinan kirine nas e an ne nas e.
Bajarên ku mêran jin lê tacîz kiriye
İstanbul (3), Samsun (1), Zonguldak (2), Amed (1), Muğla (9), Bolu (1), Yozgat (1).
Pêvajoya hiqûqî
11 faîl hebûn ku jin tacîz kirine. Derbarê 5 faîlan de lêpirsîn hat destpêkirin, 3 faîl hatin girtin û 3 faîl jî hatin desteserkirin.
Êrişa zayendî / Tecawiz
Di Gulanê de mêran tecawiz li du jinan kirine. Jinekê xizmê wê û jinekê jî destgirtiyê wê yê berê tecawiz lê kiriye.
Bajarên ku mêran lê tecawiz li jinan kirine
Ankara (1), Artvin (1).
Pêvajoya hiqûqî
Du faîl hebûn ku tecawiz li jinan kirine. Herdu jî hatin girtin.
Îstismara li zarokan
Mêran di meha Gulanê de îstîsmar bi kêmanî li 14 zarokên keç û kur kirine. Par ev hejmar di heman mehê de dîsa 50 bû.
Mêran li qadên derveyî malan yên weke dibistan û qursa qur’anê îstismar li zarokan kirin.
4 zarok bav / zirbavê wan û 3 zarok jî dikandar ew îstismar kirin. Zarokek destgirtiyê dayîka wê ew îstismar kir. Çapemeniyê nenivîsiye bê ka 42 faîlên ku herî kêm 6 zarok îstismar kirine nas e an ne nas e.
Bajarên ku mêran lê îstismar li zarokan kirine
Ankara (1), Dîlok (2), Bartın (1), Denizli (3), İstanbul (2), İzmir (2), Samsun (1), Zonguldak (2)
Pajêvoya hiqûqî
49 faîl hebûn ku îstismar li zarokan kirine. 37 faîl hatin girtin. 3 faîl hatin desteserkirin. Derbarê du faîlan de lêpirsîn hat destpêkirin. Çapemeniyê pêvajoya hiqûqî a 4 faîlan nenivîsiye.
Tundkarî / Birîndarkirin
Mêran di meha Gulanê de bi kêmanî 46 jin birîndar kirin. Par di heman mehê de ev hejmar 68 bû. Di nav faîlan de polîs jî hene.
Herî kêm 9 jin bi birîndarî rakirin nexweşxaneyê.
Bi kêmanî 28 jin hevjîn, hevjînê berê û destgirtiyê wan ew birîndar kirine. 6 jin kur û zava ew birîndar kirin. Jinekê rêvebirê wê, jinekê hevpîşeyê wê û jinekê jî seyaqê teksiyê ew birîndar kir. Çapemeniyê nenivîsiye bê ka mêrên ku herî kêm 9 jin birîndar kirine nas e an ne nas e.
Mêran, ji ber ku “nexwestine li hev bên, xwestine veqetin” bi kêmanî 6 jin birîndar kirin. Çapemeniyê hêceta birîndarkirina 40 jinan nenivîsiye.
Mêran herî kêm 12 jin bi çekên guleber birîndar kirin. Her weha 4 jin bi amûrên birînê birîndar kirine. Mêran 30 bi lêdanê birîndar kirine.
Mêran li nava malan 22 jin, li nava wesayitên guhastinê yên cemawerî, kolan ango li derveyî malan 24 jin birîndar kirin.
Bajarên ku mêran tûndkarî lê li jinan kirine
Afyon (1), Aksaray (1), Aydın (4), Burdur (1), Bursa (2), Denizli (1), Amed (1), Edirne (15), İstanbul (10), İzmir (1), Kayseri (2), Kocaeli (2), Meletî (2), Sakarya (1), Samsun (2), Riha (1)
Pêvajoya hiqûqî
48 faîl hebûn ku jin birîndar kirine. Tenê 4 faîl hatin girtin. Derbarê 20 faîlan de lêpirsîn hat destpêkirin. 9 kes hatine desteserkirin. 6 faîl revîn. Ji bo faîlek biryara şertê kontrola edlî hat dayîn. Çapemeniyê pêvajoya hiqûqî ya 8 faîlan nenivîsiye.
Karkeriya seksê ya mecbûrî
Mêran di meha Gulanê de bi kêmanî 106 jin neçarî karkeriya seksê kirin. Par di heman mehê de ev hejmar 277 bû. Di nav wan de zarok jî hebûn.
Bajarên ku jin lê neçarî karkeriya seksê kirin
Çankırı (5), Meletî (10), Mersin (67), Sakarya (10), Tekirdağ (14)
Pêvajoya hiqûqî
Herî kêm 31 faîlên mêr hebûn ku jin neçarî karkeriya seksê kirin. 29 hatin girtin.
(EMK/AY)
Polîsan midaxele li Navenda Giştî ya CHPê kir: Ozel û partiyî ji avahiyê derketin
RAPORA TUNDKARIYA MÊRAN - NÎSAN 2026
Mêran di Nîsanê de 28 jin kuştin
Li Mecîdiyekoyê polîsan meşa 1ê Gulanê a ji bo Taksîmê asteng kir: Gelek kes hatin desteserkirin
RAPORA TUNDKARIYA MÊRAN - ADAR 2026
Mêran di Adarê de 32 jin kuştin
Di doza ÎBBê de 18 kes serbest bûn