Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
4emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê îdianameya ku Serdozgeriya Komarî ya Amedê derbarê 20 jê rojnameger 22 kesan de amade kiriye, pejirandiye. Îddianame ji 728 rûpelan pêk hatiye. Danişîn wê di 11ê Tîrmehê de pêk were.
Ji 20 rojnamegeran 16 jê girtîne û 4 jî jê di 16ê Hezîrana 2022an de hatibûn berdan. Di îdianameyê de rojnameger bi sûcê emdamtiya rêxistinê tên tohmetbarkirin.
Dozger Mehmet Karababa xwestiye her rojnamerek ji 7 sal û 6 mehan heta 15 salan bi cezayê girtîgehê were cezakirin.
Dozgeriyê, dosyayên hin kesên piştre li lêpirsînê hatine zêdekirin û yên Gulşen Koçuk, Safiye Alagaş, Mehmet Servet Yîgen, Îhsan Ergunlu, Ayşe Guney, Ayşe Kara û Feynaz Koçuk ji dosyayê veqetandiye.
Di îdianameyê de bernameyên polîtîkaya weşanê yên televîzyonên Kurd ên li derveyî welat hatin rêzkirin û weşandina bername û nûçeyên rojnamegeran ên li ser van televîzyonan weke “têkiliya rêxistinî” hate nirxandin. Di îdianameyê de hat gotin ku bi weşandina bername û nûçeyan re “sûcê endamtiya rêxistinê” hatiye kirin û bi vê îdiayê ji bo rojnameger Azîz Oruç, Elîf Ungur, Îbrahîm Koyuncu, Lezgîn Akdenîz, Mazlum Guler, Mehmet Şahîn, Mehmet Alî Ertaş, Neşe Toprak, Omer Çelîk, Ramazan Gecîken, Remziye Temel, Serdar Altan, Sûat Doguhan, Zeynel Abîdîn Bulut, Abdurrahman Oncu, Esmer Tunç, Îbrahîm Bayram û Mehmet Yalçin ji 7 sal û 6 mehan heta 15 salan cezayê hefsê hate xwestin.
Çi bûbû?
Di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarî ya Enqereyê de li 9 bajaran 11 nûçegîhanên Ajansa Mezopotamya û JINNEWSê di encama bi sergirtina malan de hatibûn desteserkirin.
2emîn Dadweriya Cezê û Aştiyê ya Enqereyê, ku li ser daxwaza Serdozgeriyê ji bo dosyeyê biryara nepenîtiyê dabû.
Dîsa li ser daxwaza dozgeriyê, 5emîn Dadweriya Cezê û Aştiyê ya Enqereyê 24 saetan hevdîtina bi parêzeran re qedexe kiriye.
Her wiha dozgeriyê dema desteserkirina rojnamegeran rojekê dirêj kiriye.
Parêzeran biryara dirêjkirina dema desteserkirinê û nepenîtiyê qebûl nekiriye.
Nûçegihanên MAê Dîren Yûrtsever, Denîz Nazlim, Selman Guzelyuz, Zemo Aggoz, Bêrîvan Altan, Hakan Yalçin, Emrullah Acar û Ceylan Şahînlî û nûçegihanên JinNewsê Habîbe Eren û Oznûr Deger û Derya Ren duh hatibûn desteserkirin.
Her wiha Midûra Karên Nivîsê ya MAyê Dîren Yûrtsever ku li Stenbolê û nûçegihanê MAyê Hakan Yalçin li Wanê hatibû desteserkirin.(NT/HA/AY)