Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG) “Rapora Binpêkirina Mafên Rojnamegeran a meha Nîsanê” parve kiriye.
Di raporê de hatiye gotin ku di qonaxa ber bi hilbijartina 14ê Gulanê de; ji çapemeniyê heta parastinê, ji hunerê heta siyasetê di gelek qadan de zext hatine zêdekirin.
Rapora DFGê ya binpêkirinên meha Nîsanê wiha ye:
“Tê xwestin ev welat bi kêmbûna azadiya çapemeniyê, mafê girtina nûçeyan, azadiya ramanê veguhere çolekê. Ne tenê di raporên me de, di gelek raporên saziyên pîşeya çapemeniyê yên navneteweyî de jî tê gotin ku meseleya azadiya çapemeniyê ya li Tirkiyeyê mixabin gihaştiye asta navneteweyî û her ku diçe kêm dibe. Rêya paşketina van astengiyana ew e ku binçavkirin, girtin, tundî û sansur bi dawî bibin û ji bo muxalefeta civakî qad bên vekirin. Em dixwazin qarneyê çapemeniyê yê vî welatî bi azadî û heqên bi nirx bipîvin ne bi daneyên hejmarî. Me meha nîsanê jî weke meha din bi zext û zordestiyan derbas kir. Ne tenê rojnamegerên li derve yên di girtîgehan de jî li dijî zextan mecbûr dimînin li berxwe bidin.”
4 Rojnameger li Amedê hatine girtin
“Di 25ê Nîsanê de di çarçoveya operasyona navenda wê Amedê de Edîtorê Ajansa Mezopotamyayê (MA) Abdurrahman Gok, nûçegihanên ajansê Ahmet Kanbal û Mehmet Şah Oruç, nûçegihana JINNEWS’ê Bêrîtan Canozer, Midûrê Karên Nivîsan ê Rojnameya Yenî Yaşamê Osman Akin, Xwediyê Îmtiyazê yê Rojnameya Xwebûnê Kadrî Esen, rojnameger Mehmet Yalçin, Salih Keleş, Mîkaîl Barût û Remzî Akkaya hatin binçavkirin. Dîsa rojnameger Bêrîtan Canozer, Mehmet Şah Oruç, Abdurrahman Gok, Mîkaîl Barût û Remzî Akkaya bi sûcê 'endamtiya rêxistinê' sewqî dadgehê hatin kirin û di dosyaya tenê beyanên şahidekî esas hat girtin de bi 'gumana mezin a sûc' hatin girtin.”
Di 29ê Nîsanê de Hevseroka DFGê Dîcle Muftuoglu û Edîtorê Ajansa Mezopotamyayê Sedat Yilmaz û gelek kes bi operasyona li Enqereyê hatin desteserkirin û piştre hatin girtin. Li ber Operaya Sureya ya Kadikoyê rojnamegeran bertek nîşan dan. Lê belê rojnameger Pinar Gayip, Zeynep Kuray, Eylem Nazlier, Serpîl Unal, Esra Soybir û Yadigar Aygun hatin desteserkirin.”
Hûrgiliyên rapora DFGê yên meha Nîsanê wiha ne:
Binpêkirinên li dijî ewlehî û mafên jiyanî yên rojnamegeran
* Rojnamegerên bi êrişî rû bi rû mane: 4
* Rojnamegerên bi ser malên wan de hatine girtin: 13
* Rojnamegerên hatin desteserkirin: 27
* Rojnamegerên hatine girtin: 5
* Rojnamegerên rastî kiryarên xirap hatine: 2
* Rojnamegerên gef li wan hatiye xwarin: 2
* Rojnamegerên di şopandina nûçeyan de hatine astengkirin: 10
* Binpêkirina mafên rojnamegeran a li girtîgehan: 1
* Rojnamegerên derbarê wan de lêpirsîn hatiye destpêkirin: 6
* Rojnamegerên hatine cezakirin: 2
* Cezayê girtîgehê: 3 sal, 4 meh û 17 roj
* Rojnamegerên darizandina wan didomin: Hejmara dosyayan 27, hejmara kesan 34
* Hejmara Rojnamegerên Girtî (ji 1ê Gulana 2023an heta niha): 86
* Cezayên RTUKê (Ji bo 4 kanalên cuda 3 cezayên pereyan ên îdarî hatin birîn)
* Hejmara cezayê sekinandina bernameyan: 4
* Sîteyên înternetê yên hatin girtin:1
* Nûçeyên hatin astengkirin: 88
* Naverokên Medyaya Civakî ên hatin astengkirin: 30”
(AY)