
Li gor nûçeyên ku bianetê ji rojnameyên herêmî û netewî, ji malperên nûçeyan û ajansan berhev kirin, mêran di meha Nîsanê de bi kêmanî 28 jin û zarokek kuştine.
Mêran tundkarî bi kêmanî li 50 jinan kirin, îstîsmar bi kêmanî li 15 zarokên keç û kur kiriye, bi kêmanî 20 jin tacîz kirine. Her weha mêran di meha Nîsanê de 184 jin neçarî karkeriya seksê kirin.
Saziyên çapemeniyê di meha Nîsanê de ji bo mirinên 40 jinan û 8 zarokan gotine “mirinên bigûman” e.
Ji bo hemû raporên tûndkariya mêran yên bianetê bitikîne
Bajarên ku mirinên jinan ên bigûman lê pêk hatine
Adana (1), Afyon (1), Agirî (1), Aksaray (4), Amasya (1), Dîlok (1), Aydın (3), Êlih (3), Burdur (3), Bursa (1), Dêrsim (1), Amed (1), Duzce (1), Xarpêt (1), Eskişehir (1), Hatay (1), Isparta (1), Stenbol (1), Kastamonu (1), Manisa (2), Mêrdîn (1), Nigde (1), Rize (1), Samsun (1), Sinop (1), Sêwas (1), Tekirdağ (1), Tokat (1), Riha (1), Zonguldak (1)
Bajarên ku mirinên zarokan ên bigûman lê pêk hatine
Çankırı (1), Edirne (1), Colemêrg (1), Isparta (1), Qers (1), Mersin (1), Riha (2).
Kuştin
Mêran di meha Nîsanê de bi kêmanî 28 jin kuştin; par di heman mehê de ev hejmar 36 bû. Ji jinên ku mêran ew kuştine jê yek Azerbaycanî bû.
Jinên ku mêran ew di Nîsanê de kuştin
Ayşe Karademir, Bahar A., B.I., Cangül Ç., Ceylinaz Ş., Deniz B., Elif K., Fatma Ekinci, Fatma K., Hatice Kocaefe, Hatice Kübra Duran, Hatice Yeysikan, Kerime A., Maise Bayramova, Medine H., Medine K., Müslümat Özer, Nazlı Yılmaz, Nurcan Ç., Ruhan Çalu, Selver S., Serap Yılmaz, Serpil Özlem Argüden, Sevimgül Bodur, Şahsenem Zoroğlu, Türkan Bildik, Yonca Kölge, Zekiye Z.
Bajarên ku mêran ew lê kuştin
Edene (2), Afyon (1), Enqere (2), Dîlok (1), Ardahan (1), Bursa (2), Çanakkale (2), Amed (1), Erzîrom (1), Hatay (1), Idir (1), Stenbol (6), İzmir (2), Mereş (1), Mersin (1), Mugla (2), Samsun (1)
Mêran ji bo ku “xwestine veqetin / nexwestine li hev bên” 6 jin kuştin e. Mêran du jin ji ber xespê kuştin. Her weha çapemeniyê “hêcata” kuştina 20 jinan nenivîsiye.
Hevjîn û destgirtiyan bi kêmanî 14 jin kuştine. Du jin zavayê wan ew kuştine. Endamên malbatê yên weke bav/kur, nevî 4 jin kuştine. Jinekê cîranê wê, sê jin jî hevalên/xizmên wan ên kar ew kuştine. Çapemeniyê pêvajoya hiqûqî ya mêrê ku çar jin kuştiye nenivîsiye.
Mêran 20 jin li nava malan, 8 jin jî li qadên derveyî malan kuştine. Mêran bi çekên guleber 21 jin, bi amûrên birînê yên weke kêr û birekê 5 jin kuştine. Mêran jinekê lêdanê û jinekê jî bi fetisandinê kuştiye.
Pêvajoya hiqûqî
Herî kêm 34 faîl hebûn ku jin kuştine. 24 faîl hatin girtin. 10 faîlan xwe kuştine.
Kuştina Zarokan
Mêran di meha Nîsanê de herî kêm zarokek kuştin. Di heman meha sala par de ev hejmar 2 bû.
Bavê wê zarokê ew kuştiye. Her weha bi çeka guleber li nava malê kuşt.
Bajarên ku mêran zarok lê kuştine
Enqere(1)
Navên zarokên ku mêran ew kuştine
Irmak Nehir B.
Pêvajoya hiqûqî
Faîlek hebû ku zarok kuştiye. faîl xwe kuşt.
Tacîz
Mêran di meha Nîsana 2026an de herî kêm tacîz li 20 jinan kirine. Par di heman mehê de ev hijmar 15 bû.
Mêran li qadên derveyî mal yên weke kolan, mixaze, wesayîtê cemaweriyê û nexweşxane tacîz li jinan kirine.
Jinekê karmendê şaredariyê, sê jin rêvebir ango dersdêrên hevalê wan û jinekê jî akademîsyen ew tacîz kiriye. Çapemeniyê nenivîsiye bê ka mêrê ku tacîz li 15 jinan kirine nas e an ne nas e.
Bajarên ku mêran jin lê tacîz kiriye
Afyon (1), Edirne (2), Stenbol (5), Kayseri (1), Kocaeli (1), Mêrdîn (1), Muğla (1), Samsun (1), Sakarya (1), Tokat (4), Yalova (1), Zonguldak (1)
Pêvajoya hiqûqî
16 faîl hebûn ku jin tacîz kirine. Derbarê 5 faîlan de lêpirsîn hat destpêkirin, ji bo 6 faîlan biryara girtinê hat dayîn. Ji bo du faîlan şertê kontrola edlî hat sepandin. Du faîl hatin desteserkirin. Çapemeniyê pêvajoya hiqûqî ya faîlek nenivîsiye.
Îstismara li zarokan
Mêran di meha Nîsanê de îstîsmar bi kêmanî li 15 zarokên keç û kur kirine. Par ev hejmar di heman mehê de dîsa 39 bû.
Mêran li qadên derveyî malan yên weke dibistan û qursa qur’anê îstismar li 10 zarokan kirin. Li nava malan jî îstismar li 5 zarokan kirine. Ji zarokên ku mêran ew îstismar kirine jê yek xwendekara MESEMê bû.
2 zarok mela, 2 zarok heval/cîranê wê, zarokek patronê wê, zarokek personelê dibistanê, zarokek hevalê bavê wê, zarokek bavê wê, zarokek destgirtiyê wê, zarokek xebatkarê kantînê û zarokek jî dersdêrê ew îstismar kir. Çapemeniyê nenivîsiye bê ka mêrê ku herî kêm 2 zarok îstismar kiriye nas e an ne nas e.
Bajarên ku mêran lê îstismar li zarokan kirine
Aydın (1), Dîlok (1), Balıkesir (2), Amed (3), Kocaeli (2), Konya (1), Muğla (1), Samsun (1), Sakarya (1), Şirnex (2).
Pajêvoya hiqûqî
13 faîl hebûn ku îstismar li zarokan kirine. 8 faîl hatin girtin. Derbarê du faîlan de biryara kontrola edlî hat dayîn. Faîlek revî û ji bo du faîlan lêpirsîn hat destpêkirin. Çapemeniyê pêvajoya hiqûqî a faîlek nenivîsiye.
Êrîşa zayendî / Tecawiz
Li gorî daneyên ku di meha Nîsanê de di çapemeniyê de hatine belavkirin, mêran tecawiz li jinekê kirine. Mêrê ku tecawiz li jinekê kiriye, derhêner bû.
Bajarê ku mêran tecawiz li jinekê kirine
İstanbul (1).
Pêvajoya Hiqûqî
Faîlek hebû. Derbarê faîl de lêpirsîn hat destpêkirin.
Tundkarî / Birîndarkirin
Mêran di meha Nîsanê de bi kêmanî 50 jin birîndar kirin. Par di heman mehê de ev hejmar 44 bû. Di nav faîlan de polîs û efser jî hene.
Herî kêm 8 jin bi birîndarî rakirin nexweşxaneyê.
Bi kêmanî 30 jin hevjîn, hevjînê berê û destgirtiyê wan ew birîndar kirine. Du jin xizmên wan ên mêr, du jin cîranê wan, 8 jin endamên malbatê yên weke kur û bav ew birîndar kirine. Çapemeniyê nenivîsiye bê ka mêrên ku herî kêm 8 jin birîndar kirine nas e an ne nas e.
Mêran, ji ber ku “nexwestine li hev bên, xwestine veqetin” bi kêmanî 16 jin birîndar kirin. Çapemeniyê hêceta birîndarkirina 34 jinan nenivîsiye.
Mêran herî kêm 39 jin bi çekên guleber birîndar kirin. Her weha 5 jin bi amûrên birînê birîndar kirine. Mêran jinekê bi fetisandinê, yek bi şewitandinê û çar jin jî bi çekên guleber birîndar kirine.
Mêran li nava malan 23 jin, li nava wesayitên guhastinê yên cemawerî, kolan ango li derveyî malan 27 jin birîndar kirin.
Bajarên ku mêran tûndkarî lê li jinan kirine
Adana (2), Semsûr (1), Ankara (1), Dîlok (1), Aydın (1), Bolu (1), Bursa (1), Dêrsim (1), Amed(2), Edirne (16), İstanbul (9), Kastamonu (1), Kırıkkale (1), Mersin (1), Muğla (3), Sakarya (3), Samsun (1), Sêwas (2), Trabzon (1), Yozgat (1)
Pêvajoya hiqûqî
49 faîl hebûn ku jin birîndar kirine. Tenê 6 faîl hatin girtin. Derbarê 29 faîlan de lêpirsîn hat destpêkirin. 4 kes hatine desteserkirin. 6 faîl revîn. Çapemeniyê pêvajoya hiqûqî ya 8 faîlan nenivîsiye.
Karkeriya seksê ya mecbûrî
Mêran di meha Nîsanê de bi kêmanî 184 jin neçarî karkeriya seksê kirin. Par di heman mehê de ev hejmar 59 bû. Di nav wan de zarok jî hebûn. Hemû jin welatiyên Tirkiyeyê bûn.
Bajarên ku jin lê neçarî karkeriya seksê kirin
Adana (9), Ankara (39), Dîlok (21), Erzîrom (23), İstanbul (58), Mereş (21), Nevşehir (7), Samsun (6).
Pêvajoya hiqûqî
Herî kêm 143 faîlên mêr hebûn. 58 hatin girtin, 85 hatin desteserkirin.






