
Li gor nûçeyên ku bianetê ji rojnameyên herêmî û netewî, ji malperên nûçeyan û ajansan berhev kirin, mêran di meha Adarê de bi kêmanî 32 jin û 4 zarok kuştine.
Mêran tundkarî bi kêmanî li 37 jinan kirin, îstîsmar bi kêmanî li 11 zarokên keç û kur kiriye, bi kêmanî 28 jin tacîz kirine. Her weha mêran di meha Adarê de 19 jin neçarî karkeriya seksê kirin.
Saziyên çapemeniyê di meha Adarê de ji bo mirinên 58 jinan û 14 zarokan gotine “mirinên bigûman” e.
Ji bo hemû raporên tûndkariya mêran yên bianetê bitikîne
Bajarên ku mirinên jinan ên bigûman lê pêk hatine
Afyon (2), Aksaray (1), Enqere (1), Antalya (3), Aydın (2), Balıkesir (1), Burdur (1), Bursa (3), Çorum (2), Denizli (1), Edirne (1), Erzîrom (1), Eskişehir (2), Colemêrg (3), Isparta (2), Stenbol (9), Karabuk (1), Karaman (1), Kastamonu (2), Kayseri (2), Manisa (3), Mêrdîn (3), Mugla (2), Mûş (1), Ordu (1), Samsun (1), Sinop (1), Sêwas (1), Tekirdag (2), Wan (2).
Bajarên ku mirinên zarokan ên bigûman lê pêk hatine
Semsûr (1), Aydın (3), Bolu (1), Eskişehir (1), Giresun (1), Hatay (1), Stenbol (3), İzmir (1), Meletî (1), Sêrt (1)
Kuştin
Mêran di meha Adarê de bi kêmanî 32 jin kuştin; par di heman mehê de ev hejmar 24 bû.
Jinên ku mêran ew di Adarê de kuştin
Aleyna Yaray, Ayşe Eken, Aynur K., Başak Zeliha Y., Emel A., Fatma Nur Çelik, Fatma Girgin, Gamze S., Gamze Y., Havva Çubukçu, Hayal Alkış, İrem B., Kısmet E., Meryem Ateş, Meryem A., Mizgin Karademir, Nagihan Karadeniz, Nasıra Saigi, Nazire K., Nesrin A., Nigar Aslan, Nur Almuhammet, Özge D., Sakine A., Semanur A., Semiha D., Sermin B., Shaımas A., Songül A., Şadiye Nur, Şükran Cengiz, Vesile E.
Bajarên ku mêran ew lê kuştin
Adana (1), Aksaray (1), Aydın (3), Êlih (1), Bursa (3), Amed (3), Hatay (1), Stenbol (5), İzmir (1), Kayseri (1), Manisa (2), Mersin (4), Muğla (3), Nevşehir (1), Nîgde (1), Samsun (1), Trabzon (1)
Mêran ji bo ku “xwestine veqetin / nexwestine li hev bên” 12 jin kuştin e. Mêran du jin ji ber hesûdiyê û jinekê jî ji ber xespê kuştin. Her weha çapemeniyê “hêcata” kuştina 17 jinan nenivîsiye. Temenê faîlê ku du jin kuşt di bin 18 salî de ye.
Ji jinên ku mêran ew kuştine jê yek Cezayîrî(Nasıra Saigi) û yek jî Sûriyeyî(Shaimas A.) bû.
Hevjîn û destgirtiyan bi kêmanî 20 jin kuştine. Du jin xizmên wan, endamên malbatê yên weke bav/kur, nevî 4 jin kuştine. Jinekê hevalê wê yê kar, jinekê zavayê wê û jinekê jî xwendekarê wê ew kuşt. Çapemeniyê pêvajoya hiqûqî ya mêrê ku du jin kuştiye nenivîsiye.
Mêran 23 jin li nava malan, 9 jin jî li qadên derveyî malan kuştine. Mêran bi çekên guleber 18 jin, bi amûrên birînê yên weke kêr û birekê 8 jin kuştine. Mêran 3 jin lêdanê û du jin jî bi şewitandinê kuştine. Her weha öêran jinekê bi fetisandinê kuştiye.
Pêvajoya hiqûqî
Herî kêm 42 faîl hebûn ku jin kuştine. 26 faîl hatin girtin. 5 faîl hatin desteserkirin. 7 faîlan xwe kuştine. Çapemeniyê pêvajoya hiqûqî a çar faîlan nenivîsiye.
Kuştina zarokan
Mêran di meha Adarê de herî kêm 4 zarok kuştin. Di heman meha sala par de ev hejmar 10 bû.
Du zarok bavê wan ew kuştine. Çapemeniyê nenivisiye 6 mêrên ku du zarok kuştine nas an ne nas e.
Mêran du zarok bi lêdanê û du zarok jî bi amûrên birînê kuştine. Mêran du zarok li nava mal û du zarok jî li derveyî mal kuştine.
Bajarên ku mêran zarok lê kuştine
Adana (1), Eskişehir (1), Kocaeli (1), Mêrdîn (1)
Navên zarokên ku mêran ew kuştine
Deniz Bilmez, Erdoğan T., Zehra Ü., Zuhal S.
Pêvajoya hiqûqî
8 faîl hebûn ku zarok kuştine. Jê 7 hatin girtin, yekî jî xwe kuşt.
Tacîz
Mêran di meha Adara 2026an de herî kêm tacîz li 28 jinan kirine. Par di heman mehê de ev hijmar 20 bû.
Mêran li qadên derveyî mal yên weke kolan, mixaze, wesayîtê cemaweriyê û nexweşxane tacîz li jinan kirine.
Jinekê hîndekar ew tacîz kiriye. Çapemeniyê nenivîsiye bê ka 11 mêrên ku tacîz jinan kirine nas e an ne nas e.
Bajarên ku mêran jin lê tacîz kiriye
Ankara (1), Ardahan (1), Burdur (1), Duzce (2), Hatay (15), İstanbul (5), İzmir (3).
Pêvajoya hiqûqî
14 faîl hebûn ku jin tacîz kirine. Derbarê 8 faîlan de lêpirsîn hat destpêkirin, ji bo 5 faîlan biryara girtinê hat dayîn. Çapemeniyê pêvajoya hiqûqî ya faîlek nenivîsiye.
Îstismara li zarokan
Mêran di meha Adarê de îstîsmar bi kêmanî li 11 zarokên keç û kur kirine. Par ev hejmar di heman mehê de dîsa 15 bû.
Mêran li qadên derveyî malan yên weke dibistan û qursa qur’anê îstismar li 10 zarokan kirin. Li nava malan jî îstismar li 5 zarokan kirine.
2 zarok dersdêrê wan, 3 zarok karmendê dewletê, 2 zarok xizmên wan, 2 zarok psîkolog ew îstismar kirin. Çapemeniyê nenivîsiye bê ka 7 mêrên ku herî kêm 6 zarok îstismar kiriye nas e an ne nas e.
Bajarên ku mêran lê îstismar li zarokan kirine
Dîlok (1), Aydın (2), Bilecik (2), İzmir (1), Mersin (1), Samsun (3), Riha (1)
Pajêvoya hiqûqî
13 faîl hebûn ku îstismar li zarokan kirine. 6 faîl hatin girtin. 3 faîl hatin desteserkirin. Derbarê sê faîlan de biryara kontrola edlî hat dayîn. Çapemeniyê pêvajoya hiqûqî a faîlek nenivîsiye.
Êrîşa zayendî / Tecawiz
Li gorî daneyên ku di meha Adarê de di çapemeniyê de hatine belavkirin, mêran tecawiz li 4 jinan kirine. Par di heman mehê de ev hejmar 2 bû.
Endamê meclîsa şaredariyê tecawiz li jinekê kiriye. Çapemeniyê pêvajoya hiqûqî ya mêrên ku tecawiz li 3 jinan kirine nenivîsiye.
Bajarê ku mêran tecawiz li jinekê kirine
Ankara (1), Antalya (1), İstanbul (1), Muğla (1).
Pêvajoya Hiqûqî
7 faîl hebûn. 5 hatin girtin. Derbarê du faîlan de lêpirsîn hat destpêkirin.
Tundkarî / Birîndarkirin
Mêran di meha Adarê de bi kêmanî 37 jin birîndar kirin. Par di heman mehê de ev hejmar 59 bû. Di nav jinên ku mêran tûndkarî li wan kirine trans jî hebûn.
Herî kêm 5 jin bi birîndarî rakirin nexweşxaneyê.
Bi kêmanî 22 jin hevjîn, hevjînê berê û destgirtiyê wan ew birîndar kirine. Sê jin xizmên wan ên mêr, 3 jin hevalên wan yên kar, jınekê cîranê wê, jinekê kurê wê û jinekê jî polîsan ew birîndar kirin. Çapemeniyê nenivîsiye bê ka mêrên ku herî kêm 5 jin birîndar kirine nas e an ne nas e.
Mêran, ji ber ku “nexwestine li hev bên, xwestine veqetin” bi kêmanî 12 jin birîndar kirin. Mêran jinekê ji ber xespê û jinek jî ji ber hesûdîtiyê birîndar kirine. Çapemeniyê hêceta birîndarkirina 23 jinan nenivîsiye.
Mêran derb li 26 jinan xistin û birîndar kirin. 6 jin bi çekên guleber birîndar kirin. Her weha 3 jin bi amûrên birînê birîndar kirine. Mêran jinekê jî bi wesayîtê lêdaye û birîndar kiriye.
Mêran li nava malan 19 jin, li nava wesayitên guhastinê yên cemawerî, kolan ango li derveyî malan 18 jin birîndar kirin.
Bajarên ku mêran tûndkarî lê li jinan kirine
Adana (2), Ankara (2), Antalya (1), Aydın (2), Bolu (1), Burdur (1), Bursa (3), Denizli (1), Edirne (7), Eskişehir (1), Hatay (1), Stenbol (3), İzmir (2), Kayseri (1), Kocaeli (3), Konya (1), Mersin (2), Muğla (1), Samsun (1), Riha (1).
Pêvajoya hiqûqî
39 faîl hebûn ku jin birîndar kirine. Tenê 6 faîl hatin girtin. Derbarê 18 faîlan de lêpirsîn hat destpêkirin. 8 kes hatine desteserkirin. Faîlek xwe kuşt. 2 faîl revîn, ji bo du faîlan biryara kontrola edlî hat dayîn û du faîl serbest bûn.
Karkeriya seksê ya mecbûrî
Mêran di meha Adarê de bi kêmanî 19 jin neçarî karkeriya seksê kirin. Par di heman mehê de ev hejmar 56 bû. Di nav wan de zarok jî hebûn. Hemû jin welatiyên Tirkiyeyê nebûn.
Bajarên ku jin lê neçarî karkeriya seksê kirin
Maraş (19)
Pêvajoya hiqûqî
13 faîlên mêr hebûn. 13 jî hatin girtin.
(EMK/AY)






