Fotograf: MA
Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG) û Platforma Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê (MKGP) di salvegera girtian 16 rojnamegeran de li Amedê civîneke çapemeniyê li dar xistiye.
Endama MKGPyê Rojda Aydinê gotiye ku “Desthilat û daraz ji aliyekî polîtîkayên xwe yên zextê bi awayekî cuda kûr dike û bi rêya girtin, binçavkirin, destdirêjî, tundiyê dixwaze dengê rojnamegeran qut bike.”
Di 8ê Hezîrana 2022yan de polîsan gelek jê rojnameger 21 kes desteser kiribûn û 16ê Hezîranê de jî 16 rojnameger bi tohmeta ku “endamên rêxistinê ne” hatibûn girtin.
Hevserokê DFGyê Serdar Altan, edîtorê Ajansa Mezopotamyayê Azîz Orûç, Midûrê Karên Nivîsan ê Rojnameya Xwebûnê Mehmet Alî Ertaş, rojnameger Zeynel Abîdîn Bûlût, Midûra Karên Nivîsan a JINNEWSê Safiye Algaş, Omer Çelîk, Mazlûm Dogan Guler, Îbrahîm Koyûncû, Neşe Toprak, Elîf Ungur, Abdurrahman Oncu, Sûat Dogûhan, Remziye Temel, Ramazan Gecîken, Lezgîn Akdenîz û Mehmet Şahîn rojnamegerên ku hatibûn girtin.
Midûra Karên Nivîsan a JINNEWSê Safiye Algaş piştî salekê cara pêşiyê derketibû pêşberî dadgehê û tehliye bûye.
Di daxuyaniyê de pankarta ku nivîsa “Çapemeniya azad nayê bêdengkirin” li ser dinivîsî û wêneyên rojnamegerên girtî li ser bûn hatiye vekirin. Hevalên rojnamegeran, endam û rêveberên DFGyê, MKGPyê, Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Partiya Çepên Kesk tev li daxuyaniyê bûne.
"Bi îdiaya 'endamtiya rêxistin' îdianame hat amadekirin"
Li gorî nûçeya MAyê endamê DFGyê rojnameger Selman Çîçekî metna bi tirkî û endama MKGPyê rojnameger Rojda Aydinê jî ya bi kurdî xwendiye.
Aydinê di daxuyaniyê de diyar kiriye ku zextên li ser rojnamegerên di hedefa desthilatê de ne her roj zêde dibin. Aydinê daye zanîn ku desthilat û daraz ji aliyekî polîtîkayên xwe yên zextê bi awayekî cuda kûr dike û bi rêya girtin, binçavkirin, destdirêjî, tundiyê dixwaze dengê rojnamegeran qut bike: “Desthilat û darazê nêzîkatiya xwe ya dijminatiyê ya li dijî çapemeniya kurdî û kurdan di serê sala 2022yan de bi awayekî zêde domand. Tevî ku derbarê hempîşeyên me de delîlekî sûc tune ye jî wan di girtîgehan de digirin û bi gelek binpêkirinên mafan re rû bi rû dimînin.”
Aydinê desteserkirin û girtina 16 rojnamegeran bibîr xistiye û gotiye: “Bi îddiaya ‘endamtiya rêxistinê’ derbarê wan de bi sedan rûpel îddianame hat amadekirin. Kedkarên çapemeniya azad bi awayekî nehiqûqî şandin girtîgehê. Dîsa dema ku ji hilbijartinên serokkomariyê û parlamenteriyê re demeke kin mabû darazê dîsa Çapemeniya Azad kir hedef. Tevî nûçegehîna JINNEWSê Bêrîtan Canozer gelek kedkarên Çapemeniya Azad di 25ê Nîsanê de, bi serdegirtina malan hatin binçavkirin û di 5ê Nîsanê de jî jê 5 kes hatin girtin. Di rojên ku 5 rojnameger hatin girtin de bi operasyoneke nû Hevseroka DFGyê Dîcle Muftuoglû û edîtorê Ajansa Mezopotamyayê Sedat Yilmaz di 3yê Gulanê Roja Azadiya Çapemeniyê de hatin girtin.”
"Mafê bidestxistina nûçeyan ê civakê tê astengkirin"
Aydinê aniye ziman ku ji bo mafê bidestxistina nûçeyan a civakê bê astengkirin dixwazin çapemeniya azad bê bêhn bimîne û darazê ev yek ji xwe re kiriye peywir: “Hevalên me li dijî zextên desthilatê ti carî dev ji nivîsandina heqîqetê bernedan. Ew her tim bûn dengê civak, zarok û jinê. Loma jî helwesteke nêzî desthilatê nîşan nadin, berovajî vê yekê ji bo vêya ji holê rake dixebite û ev yek ji xwe re kiriye armanc. 15 kedkarên çapemeniyê yên ku nûçegîhaniya civakî ji xwe re esas digirin ev salek e di girtîgehê de ne. Tê astengkirin ku pîşeya xwe bikin.
“Bila desthilat, medyaya alîgir û daraz vê yekê ji bîr neke; kedkarên çapemeniya azad wekî duh wê îro jî û sibê jî ji desthilatên ku wê bên re, serî netewînin. Ew ê ji nivîsandina heqîqetê paş ve gavê neavêjin. Ew ê Çapemeniya Azad her tim bibe dengê heqîqetê.” (FD)