Newroz ji bo gelê kurd û gelên Mezopotamyayê xwedî wateyên kûr e. Ji bo gelê kurd Newroz li dijî zilmê berxwedan, li dijî tarîtiyê ronahî, li dijî serdestiyê serfirazî, li dijî bindestiyê serkeftin û azadî ye. Wekî ji mitolojiya Newrozê jî xuya dibe ku bi pêşengiya Kawayê Hesinkar dawî li zilma Dehaq tê û ji bo gelan dibe roja nû, roja azadiyê ya serkeftina li dijî zilmê.

Bi fotografan pîrozbahiya Newroza Amedê
Bi taybetî jî ji bo gelê kurd ji Kawayê Hesinkar heta Kawayê Hemdem Mazlûm Dogan bûye remza berxwedan û serhildanê. Di têkoşîna azadiya gelê kurd de gelek ciwanan bedenên xwe veguherandine agirê Newrozê û di nav civakê de bûne remzên berxwedan û Newrozê.
Îsal jî gelê kurd di serdemeke girîng de Newroz pêşwazî kirin. Gelê kurd careke din li dijî hêzên serdest ên ku statuya wan paşguh dikin bi mehane li ser piyan e û her qad veguherandine qadên berxwedanê. Bi vî ruhê serhildê îsal bi diruşma “Newroza Azadî û Yekîtiya Demokratîk” û “Newroza Azadî û Demokrasiyê” gelê kurd li gelek tax, gund, navçe û bajarên çar aliyê welat û diyasporayê Newroz pîrozkirin. Coş û kelecana pîrozbahiyên Newroza îsal bi rojan bi deng û rengê gelê kurd li qadan xwe da der.

Li Amedê pîrozbahiya Newrozê dest pê kir
Yek ji navendên herî bi heybet ku Newroz lê hat pîrozkirin jî bajarê Amedê ye. Îsal jî Qada Newrozê ya Amedê malovaniya sed hezaran kesan kir. Li qada Newrozê pankartên weke “Newroza Azadî û Yekîtiya Demokratîk” , “Newroza Azadî û Demokrasiyê”, pankartên “Bijî Newroz” û yên “Dem Dema Jinê ye” hatibûn daliqandin. Ligel hewa sar û baranê jî ji saetên sibehê ve gel bi cil û bergên xwe yên gelerî, bi rengên xwe pêl bi pêl herikîn qadê. Ji zarokên bi çûk bigire heta kal û pîrên heftê salî gel peşdarî Newrozê bûn.
Bernameya pîrozbahiya Newrozê saet di 10an de bi koma kemençeyê dest pê kir û piştre Komîteya Amadekar a Newrozê derket ser dikê û girse silav kir. Ji Tevgera Jinên Azad (TJA) Ayla Akat Ata, Serokê Partiya Azadî Ayetullah Aştî, Çetîn Arkaş, Hevserokê DEM-Pariyê Tuncer Bakirhan û Siyasetmedara Kurd Leyla Zana di pîrozbahiya Newrozê ya Amedê de axivîn û di çarçoveya girîngiya Newrozê de hîtabî gel kirin.
Di pîrozbahiyê de peyama Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hat xwendin. Kurdiya peyamê ji aliyê Veysî Aktaş ku li Girtîgeha Îmraliyê bi Abdullah Ocalan re mabû û ya bi tirkî ji aliyê aktivîsta TJAyê Medya Aslan ve hat xwendin. Ocalan, di peyama xwe de bal kişand ser girîngiya Newroz û pêvajoya “Aştî û Civaka Demokratîk”. Ocalan, di peyama xwe de Cejna Remezanê jî pîroz kir û ev tişt got: “Ez Cejna Remezanê li gelê me pîroz dikim û hêvî dikim ku ruhê cejnê aştî û yekitiyê geş bike. Newroza 2026an cara yekem e ku ji aliyê gelên me ve bi ruhê entegrasyona demokratîk, aştî û yekitiyê tê pîrozkirin. Ez bi hemû hêza xwe piştgiriyê didim vê ruh û îradeyê û hêvî dikim ku Newroza îsal ku bi rastî jî heq dike ku wekî ‘Roja Nû’ were pîrozkirin, di salên pêş de bibe wesîleya meşa biheybet; ez ji hemû gelên me re aştiyê dixwazim. Ez we hemûyan bi hezkirin silav dikim.” Beşdarên Newrozê bi çepik, tilîlî û dirûşmeyan bersiv dan peyama Ocalan.

PEYAMA ABDULLAH OCALAN A Jİ BO NEWROZÊ
Abdullah Ocalan: Newroz jiyana komunal temsîl dike
Her wiha di pîrozbahiyê de Hevseroka Daîreya Karên Derve ya Rêveberiya Xweser Îlham Ehmed jî ji bo pîrozbahiyê peyameke bidîmen şand. Li aliyê din Serokê Herêma Federe ya Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Serokê Yekitiya Niştimanî Kurdistan (YNK) Bafil Talabanî, ji pîrozbahiya Cejna Newrozê ya Amedê re peyam şandin û Newroz li gelê kurd pîroz kirin. Ji axaftinên siyasetmedaran peyama aştî, azadî û yekitiya kurdan derket pêş.
Li gel axaftinên siyesetmedaran hunermendên ku derketin ser dikê jî gel coşandin. Bi taybetî beşdarên Newrozê eleqeyek germ nîşanî Agirê Jiyan û Zinar Sozdar dan. Beşdarên Newrozê li ber stranan govend geran din û bi coşa xwe ew hewaya sar germ kirin.

Li Amedê ji bo ewlehiya Newrozê 650 kes hatine erkdarkirin
(RB/AY)

