Li Gêlê şûnwarên kevnar û kevirên li hewa!
Dema mirov li xwezayê digere û her tiştên ku dibîne, gelek nêrîn, hest û fikir bi mirov re pêş dikeve. Bedewiya xwezayê bi serê xwe hêjayî dîtinê ye. Lê belê carna jî mirov li pêşberî tiştê ku dibîne nikare xwe ji wê şaşwaziyê biparêz e.
Yek ji van rojên biharê, li xwezaya Navçeya Gêlê ya Amedê digeriyam. Di gera xwe de li nêzî Gundê Gergûwa em rastî hin kevirên mezin ên ku li hewa, hatin! Belê wekî ku hûn jî di dîmenan de dibînin tenê cihekî bi çûk ê keviran li ser erdê ye. Dema ku mirov lê dinêre matmayî dimîne. A rast mirov şaşwaz dimîne ku ev dîmenê heyî dûrî qanûna fîzîkê ye jî. Lê belê di rastiya xwe de ev kevirên mezin tenê parçeyekî wî yê biçûk li ser zemînekê ye. Li pêşberî ev dîmenana me xwest ji niştecihên herêmê bipirsên bê ka gundî ji bo van kevirana çi dibêjin.
Wextê xizmeta li erd û zeviyan e. Em çavên xwe li derdorê digerînin û dixwazin bi gundiyan re biaxivin. Me berê xwe da kesekî ku li nav rezê xwe dixebite. Piştî silavdayîn û hev du pirsînê em Xalê Miheme nas dikin û pirsa van kevirana dikin. Ew jî dibêje ji wan re “kevirê bîrê” tê gotin.
Xalê Miheme ji me re behsa herêmê dike. Li gorî wî ev der xwedî dîrokeke kevnar e û di serdema Asûriyan de ev herêm hemû rezên tirî bûne.
Li gorî agahiyên ku em bi dest dixin Asûriyan ji van rezên tirî şerab çêkirine û şeraba ku çê kirine bi kelekan li ser Çemê Dîcleyê heta Bextayê birine. Bi firotina vê şerabê debara xwe kirine, jiyana xwe domandine û wekî çandekê pêş xistin. Lê niha tenê li şûna wan birkên esirandina tirî û bîrên avê yan jî yên şerabê mane.
Em jî li şûna wan digerin û dibînin ku ji bo esirandin ango heciqandina tirî mehsereyên çawa avakirine.
Ev dîmenên xewzayî û şûnwarê kevnar me dikişîne nav kûrahiya bedewiya xwe û ber bi hizîrînek kûr ve dikişîn e. Ev şûnwarên kevnar ên çanda mirovî û xwezaya bêhempa pêwîste bê dîtin û parastin.





