Îsal, Newroza Amed dê di 21ê Adarê de bi dirûşmeyên "Newrozê Azadî û Yekîtiya Demokratîk" û "Newrozê Azadî û Demokrasiyê" were pîrozkirin.
Amadekariyên ji bo pîrozbahiyê didomin. Li patrformê gelek pankartên wekî "Newrozê Azadî û Yekîtiya Demokratîk" û "Newrozê Azadî û Demokrasiyê" û her wiha pankartên "Bijî Nevroz" ên bi gelek zimanan hatine daliqandin.

Li Newroza Amedê dê peyama Ocalan bê xwendin
Her wiha tê çaverêkirin ku di pîrozbahiya Newrozê de peyama Rêberê PKKê Abdullah Ocalan were xwendin.
Di Newrozê de wê Hevserokê Giştî yê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tûncer Bakirhan, siyasetmedar Leyla Zana, Aktivîsta Tevgera Jinên Azad (TJA) Ayla Akat Ata, Çetîn Arkaş û Veysî biaxivin.
Hunermend
Di şahiyê de Agirê Jiyan, Zinar Sozdar, Alend Hazim, Dîlan Top û Erkan Top û koma govendê dê derkevin ser dikê.
Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê Endamê Komîteya Amadekar a Newrozê Firat Yuksektepe der barê amadekariyên Newrozê de weha gotiye:
"Newroz a 2026'an cejna azadî, demokrasî û yekîtiyê ye. Ew sala ku dê azadiya fizîkî ya birêz Ocalan bê misogerkirin. Em bi vê hişmendiyê amadekariyên xwe yên Cejna Newrozê didomînin. 650 hevalên me ji hemû saziyên berpirsiyar ji bo ewlehiyê dê li qadê amade bin. 6 deriyên ketinê yên Cejna Newrozê hene. 3 deriyên mezin hene, ango deriyên ku dê girse lê be. Deriyek protokolê jî heye. Li her deriyekî 30 kes hene, di nav wan de parêzer, endamên meclisê û siyasetmedar hene ku dê di her pirsgirêkekê de mudaxile bikin. Hemû amadekariyên me didomin da ku gelê me bi tu pirsgirêkan re rû bi rû nemîne."
(AY)

