Nisêbîn yek ji navçeyên Mêrdînêye ku li kêleka Qamişloyê ye. Lê belê ev 110 salin ku bi sînorên çiker gel û erdnîgariya Bakur û Rojava ji hev hatine qetandin. Bi Peymana Sykes-Picot sînor danîn, gel û erdnîgarî ji hev veqetandin. Ev Peymana Sykes-Picot ya ku di 16ê Gulana 1916an hat îmzekirin, peymaneke veşartî bû ku di dema Şerê Cîhanê yê Yekem de di navbera Brîtanyaya Mezin û Fransayê de ji bo dabeşkirina axên Rojhilata Navîn ên Împeratoriya Osmanî. Kurdistan jî yek ji wan welatên ku di nav sînorên Osmaniyan de bû. Bi vê peymanê êdî bûbû çar parçe. Lewre beriya Peymana Sykes-Picotê di 17ê Gulana 1639an de jî bi Peymana Qesr-i Şîrîn, ku di navbera Împeratoriya Osmanî û Împeratoriya Sefewî de, pêk hatibû bûbû du parçeyan û sînorê Tirkiye-Îranê yê îroyîn hatibû diyarkirin. Ev Peyman û politikayên dewletan herî zêde bandor li gelê Kurd kiriye û dike.
Nisêbîn jî yek ji wan navçeyên li ser sînêrê Bakur û Rojavayê ye û bi Qamişloyê re cîran e. Navê xwe her bi Nisêbîna Rengîn tê ser zimanan. Bi têkoşîn û berxwedana xwe navdar e. Gel û civak hevgirtî û rêxistinî ye. Li herêma navçeyê bi dehan şûnwarên xwezayî û dîrokî hene. Gelê navçeyê jî bi germahî û dilsoziya xwe ya bi Kurdewarî tê nasîn. Ji dîrokê ve ye girêdana gel a bi nirxên xwe û têkoşîna azadiyê ve tê zanîn. Li gel vê yekê jî polîtîkayeke taybet a dewletê li ser vê navçeyê û gel tê meşandin.
Çûn û hatina min a vê navçeyê dem bi dem çê dibe. Lê beriya bi 10 salan li Nisêbînê derferê min ê demekê lê bimînim û bigerim çê bûbû. Hem beriya xwerêveberiyên cewherî û hem jî piştî rêveberiyên cewherî min rewşa Nisêbînê ji nêz ve şopandibû. Piştî 10 salan careke din li Nêsêbînê me û li hevalekî bi navê Şîrîn ku ji min re rêbertiyê dike li kolanên vê navçeyê digerim. A rast hestekî xerbî û bê wate bi min re ava bû. Ne li holê rengîniyeke xuya dikir ne jî kêfxweşiyek. Dibe ku di deh salên dawî de şopên guleyên tang, top û çekên giran bi giştî nebe jî jêbiribûn. Lê belê şop û bandora ew şerê dijwar ê li ser mejî û giyanê civakê nekarîbûn jê bibin. Berovacî, ew şobên li ser civakê kûrtir û êşa wê xedartir bûbû.
Li aliyekî di navbera gelê Nisêbîn û Qamişloyê de xetên dijwar êm ku mirov nikaribe derbas bibe hatine avakirin, li aliyê din jî ew çanda civakî ya hevgirtî û rêxistinî ji holê hatiye rakirin. Wekî berê kes nikare derbasî “bin xetê” bibe ku xizmên xwe bibînin û bi bazirganiyê dikaribin debara xwe bikin.
Encama polîtîkayên dewletê
Êşan herî zêde di nav civakê de jin û dayik hîs dikin û dikişînin. Dayika Emîne (66) ku ji 8 saliya xwe ve ye ji gundekî Midyadê hatiye li Nisêbînê dijî bi zehmetiyên ku pê re rû bi rû mane dadikeve û bi dilşewatî dibêje “Jiyan ne mîna berê ye.” Belê rastiyek heye jiyan wekî berê nabohure. Bi taybetî jî pîştî sala 2015yan êdî jiyan ne mîna berê ye. Dayika Emîne dibêje:
“Heta şerê 2015an rewşa milet baş bû. Însanetî hebû, milet ji hev hez dikirin, cîranê me hemû nas bûn, em diçûn civatên hev lê bi salan e em di van tokiyana de ne kesek di hundirê mala xwe de bimir e jî haya kesî ji kesî çê nabe.” Dayika Emîne bi van gotinan balê dikişîne ser xeterî û texrîbatên bi gelek rêbazên cû da bi ser gel ve tên pêşxitin ku polîtîkaya hilewşandina bajêr, jiyana rêxistinî ya civakî û avakirina TOKÎyan û van tiştan tîne ziman: “ Xudê bi serê kesî ve neyne. Wele ev Nisêbûn çû û yeke din anîn. Ne sûk û bajar, ne jî miletê wê wekî yê berê ye. Gelek kes ji derve hatin û miletê me jî çûn bajarên din. Kes nema kesî nas dike. Xwezî bi demên berê. Ma çima emê di van TOKİyan debû na.”
Girîngiya bazirganiyê
Hem di warê civakî û mirovî de, hem jî di warê domandina jiyan û debarê de zehmetiyên kûr hene. Dayika Emîne dibêje:
“Li gorî salên borî kar hebû û debar dibû. Lê niha ne xuşkî kar heye û ne jî debar dibe.” Bi vê ve dayika Emîne balê dikişîne ser debara gelê Nisêbînê û yek ji debara wan a jiyanê deriyê di navbera Nisêbîn û Qamişloyê de û wiha pê dadikeve: “Berê deriyê Suriyeyê (Qamişlo) vekirî bû milet diçû ji wê aliyî çay, qehwe, şekir, sol, firaq û gelek tiştên din dianîn. Berê milet bi xêra derî pariyekî nan dixwarin. Zehf fêda darî li milet hebû. Hem ê ku diçû dianî jê nan dixwar û hem jî kesên dikirîn bi erzanî distendin. Lê niha rewş xirab e.” Dayika Emîne, balê dikişîne ser girinîya bazirganiya li ser derî dibêje: “Heke derî vebe dê milet bêhnekê bistîne.”
“Niha perîşanî ye”
Yek ji wan dayikên dilşewet jî dayika Hatîce ya 63 salî ye. Dayika Hatîce ku li Nisêbînê mezin dibe, dizewice û zarokên zarok û neviyên wê jî li vê derê mezin dibin behsa rewşa berê û niha dike û dibêje:
“Berê jiyan xweş bû. Me bi erd û zeviyan debara xwe dikir. Lê niha perîşanî ye. Debar nabe û milet nizane wê çi bike. Dema deriyê Sûriyeyê vekirîbû rewşa Nisêbînê jî baş bû. Erzanî hebû. Em saetekê duduyan dûçûn Qamişloyê me ji xwe re hin tişt dianîn. Pê debara xwe dikir. Me ji xwe re çay dianî, hine dianîn û li vê derê difirotin. Niha ew jî hatiye girtin. Em dixwazin derî vebe. Dama derî vekirîbe wê erzanî hebe.”
Nisêbîn ketiye çi rewşê?
Di nav axaftina xwe de dayika Hatîce dibêje: “Niha kes nikare biçe mala cîranekî. Hemû deriyên bînayan bûne bi şifre. Kurdên me perişan bûne.” Di gotinên dayika Hatîce de jî xuya dike ku hevgirtin û rêxistinbûyîna civakî li vê Nisêbînê ketiye çi rewşê.
(RB/AY)






