Newroza îsal bi dirûşma “Newroza Azadî û Yekîtiya Demokratîk” tê lidarxistin. Bi beşdariya sed hezaran kesan pîrozbahiya Newroza Amedê a 2026an Li Qada Newrozê ya navçeya Rezanê dest pê kir. Newroz li Amedê bi coş û kelecanek mezin tê pîrozkirin.
Di destpêkê de Endama Komîteya Amadekar a Newrozê Gulşen Ozer a li ser navê komîteyê axivî û got:
“Digotin barane wê kes neye lê em dibînin ku vaye qad tejî bûye. Gelê Amedê dizane ku dê li ku bisekine. Îro ne berf kevir jî bibarin em ê Newroza xwe pîroz bikin. Em ji Serok Apo re silavan dişinin dibêjin Newroza te pîroz be Serok Apo. Em silavên xwe ji Rojava, Rojhilat, Bakur û Başûr re dişinin û dibêjin Newroza wan pîroz be. Newroza me pîroz be.”
Hevşaredaran Newroza gel pîroz kir

Piştre Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Serra Bûcak axivî. Serra Bûcak Newroza Amedê pîroz kir û wiha got:
“Hûn bi xêr hatin li ser serê me ser çavên me hatin. Em bi we serbilind in. Cejna we ya remezanê jî bi dil û can pîroz dikin. Bimînin di nav xêr û xweşiyê de.”

Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Dogan Hatûn jî Newroza Amedê pîroz kir û wiha got:
“Amed hûn ne tene Amed in, Hewlêr Silêmanî Mehabad û Efrîn in. Newroza Efrîn, Silêmanî û Mehabadê pîroz be. Mevanên qedirbilind di nava me de ne. Hûn bi xêr hatin. Dengê azadiyê ji kolanê we tê Amed. Guhê cîhanê li we ye. Dengê xwe li cîhanê belav bikin.”

Her weha li ser navê hemû girtîgehên li Herêmê û Tirkiyeyê peyama Denîz Kaya hate xwendin. Denîz Kaya di peyamê Newroz pîroz kir û got:
“Cejna Newrozê strana mirovên li dijî zilmê serî rakirine ye. Navê roja wekî newayek rengareng a vejîna xweza ye ku nîşeyên çanda berxwedanê li dilê gelên Mezopotamyayê nexşandiye. Gelên her roj ji zalimek wekî Dehaq ku serokê pergalek her roj zilm di ser gelan de dibarand rizgar bûyîn, bîranênên xwe yên azadiyê vegerandin destanekê.
Mazlum Dogan ev ala berxwedanê ku di destên gelên Medyayî de li ba diket dewir girt, di hucreya lê dihat girtin, bi tena serê xwe û di bin şertên herî giran de, bi pêxistina sê darikên neftikê pêşengiya Kurdên bûne Newroz kir. Meşaleya azadiyê ku di şexsê Kawayê Hemdem Mazlum Dogan de li dijî darbeya 12ê Îlonê ya faşîst li zindanan bilind bû, li çiyayên Kurdistanê vegeriya têkoşîna mezin a azadiyê.
Agirê bi vê berxwedanê mezin bû, ji gelan re bû ronahî. Bû romanek li ser zimanan digere û felsefeya Kurdên azad.Agirê azadiyê di hişmendiya Zekiye Alkan de ku li ser bedenên Amedê agir berda canê xwe, vegeriya serhildanên gel. Tîlîliyên li Licê, Dîgor, Cizîr û Nisêbînê bilind bûn, vegeriya serhildana bêhempa a gelê Kurd.
Rahşan Demîrel ku li ser bedenên Kadîfekaleyê agir berda canê xwe, ev ala pîroz dewir girt, rastiya jiyana bi nasnameya xwe ya neteweyî nîşanî Kurdên bi darê zorê koçî çar aliyên Tirkiyeyê hatine kirin, da. Nîşan da ku jiyana bi nasnameya neteweyî ya azad ancak bi vegerîna îradeyek ji gogek agir pêkan e.
Tevgera Azadiya Kurd her roj pêlên nû li kevneşopiya Newrozê zêde kir û têkoşîna azadiyê mezin kir. Agirê Newrozê Kurdên dîasporayê yên li welatên Ewropayê ku cihê modernîteya kapîtalîst herê zêde lê bi rêxistin kiriye, dijîn jî hembêz kir. Nîşanî dost û dijminan hate dayîn ku jiyanek li Ewropayê pêkan be, ew jî ancax bi kesayetek û îradeyek li gorî Ronahî û Bêrîvanê mimkûn e.
Rêheval Sema Yuce berxwedan pêşvetir bir û li zindana Çanakkaleyê meşaleya azadiyê bilindtir kir û bi têkoşîna azadiya jinê re kire yek. Di navbera 8ê Adarê û 21ê Adarê de pirek ji agir ava kir. Bi hişmendiya îdeolojiya azadiya jinê derbeyek giran li hişmendiya kesayetên tasfiyecî yên wekî lingek komployê tevdigerin, da.
Rêheval Fîkrî Baygeldî ku di kêliya ewil de peyama ji pêşengên tekoşîna azadiya jinê rêheval Sema fam kir, karî di xeta Sema de bibe rêheval û bibe lingek pira azadiyê ya bi agirê Newrozê hatiye avakirin.
Serokatiya me Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk kêlî bi kêlî honandiye û xebatên pratîk û polîtîk ên înşayê dane destpêkirin. Em di şexsê Serokatiya xwe de Newroza gelê xwe yê welatparêz, hêzên xwe yên gerîla, dostên xwe û hemû rêhevalên di zindanan de bi dil û can pîroz dikin. Em hemû rêhevalên di dema pîrozbahiyên Newrozê de şehîd ketine bi rêzdarî bîr tînin. Em li ber bîranîna wan bejna xwe bi rêzdarî ditewînin û soza serkeftinê didin.”
Ayla Akat Ata: "Ev meydan ji bo azadiya Serok Apo amade ye"

Aktivîsta Tevgera Jinên Azad (TJA) Ayla Akat Ata piştî hunermend Dîlan û Erkan Top derket ser dikê û xîtabî sed hezaran kes kir. Ayla Akat Ata diyar kir ku heke îro li vê qadê Newrozê pîroz bikin herkes dizane ku saya têkoşîna gelê Kurd û Rêberê wan e û wiha got:
“Silava me ya ewil ji bo şehîdên Newrozê ne. Ji Mazlûm Dogan heta Zekiye Alkan, Kemal Kûrkût şehîdên Newrozê nemirine li vir in li qada Newrozê ne. Şehîd Namirin. Em ne bi tenên ne Ji AMedê heta Mehabah, Hewlêr û Qamişloyê Newroza Kurd û Kurdistanê, Newroza berxwedanê Newroza gelê Kurd pîroz be. Ne tenê ji bo me ji bo gelê Kafkasyayê jî roja nû ye li wan jî Newroz be. Ji bo gelên Rojhilata Navîn jî Cejna Biharê ye. Newroz li wan jî pîroz be.
Gelê me yê bi rûmet ne hewce ye em gelek tiştan bibêjin. Li çar aliyê qadê em bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re ne. Mîmarê pêşeroja azad birêz Ocalan bi hev re silav dikin. Em bi hev re bibêjin ‘Bijî Serok Apo’. Tişta ku ev qad bi yek dengî bibêje azadiya birêz Ocalan e. Azadiya wî azadiya gelê Kurd û azadiya gelên Rojhilata Navîn e. Ev Newroz ne tene Newroza azadiyê ye. Newroza yekîtiya demokratîk e. Ji bo em gotina xwe bi hev re bibêjin; Em ji bo yekîtiya demokratîk amade ne? Ji bo azadiya Serok Apo amade ne. Ji bo azadiya gelan amade ne? (Gel bersiva em amade ne da) Bimînin di nav xêr û xweşiyê de. Jin jiyan azadî.”
Îlham Ehmed: Ji sedî sed salên pêş salên mîsogerkirina mafên Kurdan e

Hevseroka Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser Îlham Ehmed, ji Newroza Amedê re peyamek şand. Îlham Ehmed Newroz li gelê Kurd pîroz kir û got:
“Ji Qamişlo heya Amedê, heya Hewlerê, heya Mahabadê Newroza tevahiya gelê Kurd pîroz be. Me li Rojavayê Kurdistanê, salên şoreşê pir giran derbas kir. Gelek destkeftiyên mezin bi tekoşîna gelê Kurd li çar parçeyê Kurdistanê çêbûn. Me encamên gelek girîng derxistin holê. Em bi hevî bûn ku di astên bilind de van serkeftinê ku me bi dest xistinê em tacîdar bikin. Bi yasa, bi qanûn, bi fermîkirin. Lê mixabin rewşên girantir bi ser me de hatin. Car din di van rewşên giran de me dît ku em ne bi tena serê xwe ne. Me ji her parçe Kurdistanê gelê xwe, li pişta xwe, li keleka xwe dîtin. Ji bo vê piştgiriyê em we car din silav dikin. Di sala 2026an de bi destpêkeke nû, bi Newrozeke nû çawa ku di dîroka Kurdan de Newroz bû Newroza xilasiyê, bu roja nû ji bo tevahiyê gelên Mezopotamyayê îro car din di vê salê de em dibêjin Newroza 2026an wê ji bo tevahiyê gelê Kurd bibe Newrozeke nû.”
“Em di wê baweriyê de ne ku pêvajoya aştî, çareseriya siyasî û demokratîk ku li Tirkiyeyê dest pê kiriye pêvajoyeke çareserkirina siyasî ya mafê gelê Kurd e. Li Rojhilatê Kurdistan careke din pevajoyekê nû heye. Êdî dema rejîma ku bi salan e Kurdan bi darve dike bi dawî dibe. Serdemeke nû dest pê dike. Ev serdem serdema tifaq û yekîtiya gelê Kurd e. Li Başûrê Kurdistanê parastina destkeftiyan, parastina şoreşa ku li wê derê hatibû lidarxistin careke din erka tevahiya gelê Kurd e. Parçeyê herî mezin di Kurdistanê de Bakur e. Hejmar û potansiyela herî mezin li Tirkiyeyê ye, li Kurdistanê ye. Di vê çarçove de bi qasî ku Kurd piştgiriya hevdû bikin, ji hevdû re bi hêz bin wê dîrok careke din werê nivîsandin wê careke din hemberî hemû sîstemên ku bi sala ye Kurd bêmaf hiştinê mafên Kurdan çewisandine, bê îrade kirine derveyî pergalê hiştine êdî li hemberî wê dê bibin xwedî hêz û îrade. Baweriya me heye ku tevî hemû zor û zehmetî û dijberiya ku li hemberî Kurdan çêdibe, Kurd dê careke din wê hişmendî û îradeyê nîşan bidin. Nîşan didin jî. Pratîka wê heye. Rojane diyar dibe. Gav bi gav zanîsta Kurd îradebûn û hêzbûna wî derdikeve holê.”
“Em li Rojavayê Kurdistanê di merheleya avakirinê de ne. Li Bakurê Kurdistanê jî merheleya avakirinê ye. Beşên Kurdistanê yên din jî li aliyekê şoreş heye li aliyê din avakirin heye. Di merheleyên avakirinê de jin bi temamî xwedî roleke girîng in. Ev hem di dîrokê de jî xwe diyarkiriye hem îro jî zêdetir rola jinan û ciwanan derdikeve holê. Ji bona vê biqasî ku jin û ciwan xwedî ked û fedakarî ne bi temamî di dîroka şoreşê de di avakirinê de jî dê careke din jin û ciwan bibin xwedî rol. Li ser vê esasê em dibêjin ku bi qasî ku li bakurê Kurdistanê ev pêvajoya çareseriya siyasî pêş dikeve li parçeyên Kurdistanê yên din jî pêşeroja Kurdan ewqas dibe garantî. Hêza Kurd li Bakur hêzeke mezin e. Gava ku bikeve liv û tevgerê weke lehiyê diherike. Ji bona vê bi hemû derfetên xwe tevlibûna vê pêvgava aştî û civaka demokratîk wê bigihe serkeftinê. Li ser vê esasê fedakarî û keda heta niha Rêber Apo daye û dide em bi germahî ji dil silav dikin. Ji bo ku ev pêvajo li her derê bi ser bikeve divê pêngava siyasî bi qanûn bibe divê hemû derfet bikevin xizmetê. Li ser vê esasê em careke din we silav dikin û Newroza we pîroz dikin. Em bawer in ji sedî sed salên pêşerojê salên hebûna gelê Kurd e û misogerkirina maf û serweriya Kurd e. Di vê çarçoveyê de ji bo aramî û xweşiyê û ji bo hemû girtiyên siyasî bên berdan têkoşîna herî bilind tê meşandin. Em cejna wan jî cejna hemû dayîk, jinan û ciwanan pîroz dikin û wan silav dikin.”

(AY)
*Çavkanî û Fotograf: Ajansa Mezopotamyayê, Ajansa Welat

