Mezopotamya, derguşa mirovahiyê ye. Kevana Bereket, warê bedew û nazdar. Jingeha mirovahiyê û xwediyê dîroka kevnar. Di nav de welatê arî bedew û rengîn. Bûka ser bi xêlî.
Erdnîgariya Herêmê bi gelek deverên xwe yên xwezayî û dîrokî bala mirovan dikişîn e. Ev erdnigarî ji mirovahiyê re malovanî kiriye. Mirovahiyê, li vê erdnigariyê çavên xwe vekiriye, mirov ji axa wê têr bûne û ji ava wê vexwarine. Ji ser vê axê li cîhanê belav bûn. Xwedî dîrokeke kevnar e. Gund û warên kevnar nîşeneya bedewiya wê ne. Xwezaya wê, çem û kaniyên wê, çiya û newalên wê, dar û daristanên wê ispata buhiştiya wê ne.
Li vî welatî hin dever hene ku nasnameya xwe ji dîrokê digirin û di heman demê de rê û ber dane dîrokê. Ev av û şirav, çem û kanî ji destpêka dîrokê hatine û ber bi dîrokê ve diherikin.
Roj ji van diyaran hiltê, bi tîna rojê jiyan diafire, xweza bedew dibe û dilê mirovahiyê gerim dibe. Dîrok xwe dispêre vê erdnîgariya bedew û li ser vê axê şênber dibe.
Em jî li ser vê axê mêvanin. Ji vê av û axa pîroz têr dibin, dijîn û giyanê xwe dewir dikin. Em ji ax, dîrok û xwezaya Kurdistanê hez dikin. Her wiha hewil didin ku bidin nasîn û hezkirin. Yek ji cihê ku bala me dikişîne Gundê Emrûdê û xwazaya vî gundî ye. Emê dîmenên rengîn, bedew û dîrokî yên vê gera xwe bînin pêşberî we.
Dîrok hin caran mirov ber bi cihên taybet ve dibe ku mirov dikare zayîna mirovahiyê û avabûna cihanê fêhm bike. Ev erdnîgariya ku hûn dibînin jî yek ji wan deveran e. Em bawerin kêm kes ev cihê bedew û taybet dîtiye.
Ev der Gundê Emrût e. Ev newala ku li ber çavan û av jê diherike jiyanê diafirîn e. Ev şirava bêhempa dişibe dilê vê erdnîgariyê. Gundê Emrût 13 kîlometroyan dûrî Navçeya Qosera Mêrdînê ye. Her wiha ji Mêrdînê jî 20 kîlometroyan dûr e.
Wekî di dîmenan de jî xuya dike ev der gundekî dîrokî ye. Tê gotin ku dîroka vî gundî diçe heta serdema Nemrût. Jixwe wiha xuya ye ku navê xwe ji wir girtiye. Di serdema xwe de li gund keleheke dirokî û qesreke kevnar hebûye. Lê niha tenê bermahî û kavil mane. Ev gund jî wekî bi hezaran gundê Kurdistanê di sala 1994an de ji aliyê dewletê ve hatiye valakirin û xirakirin.

Ev gund xwedî xwezayeke gelekî dewlemend e û wekî parçeyekî buhiştê ye. Şirava vê derê jî wekî dilê van çiya û deşata Qoserê dixuye. Ji bo niştecihên herêmê çavkaniya jiyan û debarê ye. Her wiha dar û berên wê, kanî û rûbarên wê, dehl û deviyên wê van çiyayan dixemilîn e.
Bi taybetî jî di mehên Adar û Nîsanê de mirov li pêşberî xweşî û geşiya wê sermest û heyran dimîn e. Kaniya serê dehlê, çavkaniya xwezaya bedew û niştecihên gund e. Ev ava ku ji quntara çiyê dize û diherike jiyanê ava dike û can dide candarên vê herêmê.
Dema ku demsal dibe bihar, kaniya serê dehle gur û geş dibe û xweza xweştir dike. Li dawiya newalê ava ku veduguhere şiravê dîmenekî bêhemba diafire û mirov dikişîne nav xuşikiya xwe. Ev şirava bedew û bêhempa bûye remza Gundê Emrûdê.
Ev çem û rûbarê ku li vê newalê diherikin, dibe şirav traverten ava kiriye. Ev traverten jî rengekî bêhempa dide vê xwezayê.
Gundê Emrûdê li herêmê yek ji gundê herî dîrokî ye. Di nava çar çiyayan de hatiye avakirin û xwedî dîrokeke kevnar e. Belê gundê dîrokî hilweşiyaye lê cihokên avê, aşên avê hêj jî li ser piyan e. Wekî gelek deverên dîrokî ku nehatine ronîkirin, heta niha zêde lêkolîneke ku dîroka mirovahiyê ronî bike li ser vê herêmê jî nehatiye kirin.
Li vî gundî her wiha keleheke bi navê Keleha Nemrût heye. Lêkolînek li ser nehatiye kirin lê tê gotin ku dîroka wê diçe heta beriya zayînê. Lê belê ji vê kelehê tenê bermahî û kavil mane. Li gorî niştecihên vî gundî, tê gotin ku Nemrût bi xwe hatiye li vî gundî kele ava kiriye û wekî havîngeh bi kar anî ye, bêhna xwe lê vedaye û dem derbas kiriye.

Li gund Çiyayê Tenûriyê û di çiyayî de şikeftên kevnar hêj jî hebûna xwe diparêzin. Ev şikeft ji mirovahiyê re û niştecihên vê herêmê re bûne stargeh. Dema em li dîroka mirovahiyê dinêrin, em dibînin ku yek ji cihê di destpêkê de mirovan lê stirîne şikeft in. Ev cih jî bi çiya, şikeft, av û axa xwe malovanî ji mirovahiyê re kiriye.
Lê belê em hêj jî dîroka vî gundê bedew baş nizanin. Sedema wê jî ew e ku li vê herêmê lêkolîneke berfireh û xebateke arkeolojîk nehatiye kirin. Ji bo dîroka vê herêmê pêwistî bi lêkolîneke berfireh a arkeolojîk û antropolojîk heye.
Lê belê rastiyek heye ku ev der parçeyek ji buhiştê ye. Di gera xwe de me ev dît û xwest bi we re parve bikin.
Di dawiya meha Nîsanê de em li vê derê bûn mêvan, geriyan û ji ber baran, zîpik û teyrokê me xwe spart yek ji van şikeftên kevnar. Li vê şikevtê awazek bilind bû û ji quntara van çiyayan ber bi deşta Qoserê belev bû.
Niha jî em xatir ji we dixwazin ku bi hêviya li buhiştike din hev du dîtinê û we bi van dîmenên xweş û awaza ku ji vê buhiştê bilind dibe re rû bir û dihêlin.
(RB/AY)





