Canva (Ev dîzayn bi alîkariya hişê çêkirî hatiye amadekirin)
Di sala 2023yan de bi piranî hunermendên jin album û single derxistine.
Îsal 50. saliya hunermendiya Şivan Perwer e. Îsal endamên Koma Amedê piştî salên dirêj li hev kom bûn. Beytocan û Feyzoyê Rizoyî koça dawî kirin. Strana "Yesmar Yesmar" a erebî, bi hişê çêkirî kirin "Nazdar Nazdar" û gotin strana "Yesmar Yesmar" ji ber vê hatiye "dizîn."
Em bi hev re li panoramaya muzîka kurdî ya sala 2023yan binêrin.
Vaye albûmên sala 2023yan yên ku bala me kişandin:
Hunergeha Welat
Weke çend salên dawiyê, di sala 2023yan de jî Hunergeha Welat mohra xwe li muzîka kurdî xist. Strana wan a “Li herî jorê” û “Li Qamişlo li ber derî” yên vê salê bûn.
Hanî Mojtahedy
Yek ji wan hunermendan e ku gelek berhemdar e lê kar û barên xwe “bêdeng” dike. Hanî Mojtahediyê îsal jî du single derxistin: “Asheqî” û “Ruhî Hetaw”.
Mehmet Akbaş
Mehmet Akbaş di nava salê de li çendîn bajarên Ewropayê konser li dar xistin. Yek ji van jî li salona Kölner Philharmonie pêk hat. Di dawiya salê de jî dest pê kir û stran ji vê projeya xwe ya bi navê “Music is my Homeland” weşand. Strana yekem “Rindê” ye ku Akbaşî bi xwe gotinên wê nivîsandine û muzîk jê re çêkiriye. Bi giştî 20 stran wê bên weşandin.
Yûnûs Dîşkaya
Albûma yekem a trîlojîya albûmên enstrumantal “Guftigûy-i Men u To” ya tomarên malê Yûnûs Dîşkayayî di dawiya salê de derket. Ev stran di nabera salên 2003-2007 de hatine çêkirin. Di albûmê de 11 stran hene. Yûnûs Dişkayayî bi vê albûmê careke din kalîteya xwe û muzîka xwe bi serkeftî nîşan daye.
Mehmet Atli
Mehmet Atliyî di albûmên xwe de car caran stranên ku ji ber helbestên Arjen Ariyi çêkirine strane. Atlî di dawiya salê de heman stran ji nû ve saz kirin û weke albûmeke serbixwe derxist. Di albûmê de 7 stran hene ku him versiyona enstrumantal him jî ya bigoinî ya “Bi tena serê xwe” tê de heye.
Mem Ararat
Mem Ararat di van salên dawî de yek ji wan hunermendan e ku herî zêde di rojeva civaka kurdan de ye. Araratî di serê salê de ragihand ku ew ê bi navê “Keskesor”ê albûmekê derxe. Di vê albûmê de hinek stran nêzî 20 sal berê hatine nivîsandin. Yekem strana ku Araratî weşandibû “Rindê” bû û di dawiya salê de jî strana duyem a vê albûmê ya bi navê “Lê Siltanê” hate weşandin.
Mîkaîl Aslan û Cemîl Qoçgirî
Mîkaîl Aslan û Cemîl Qoçgirî îsal 20 saliya hevkariya xwe ya di muzîkê de pîroz dikin. Aslan û Qoçgiriyî ji bo vê jî albûmek bi navê “Rû bi rû” amade kiribûn. Yekem strana vê albûmê di dawiya sala 2022yan de weşandibûn. Stranên din ên vê albûmê jî din ava sala 2023n de weşandin.
Stranbêjên jin ên kurd
Di van salên dawiyê de hin hunermendên jin ên kurd ên li derveyî Kurdistanê ji dayik bûne û li wan welatan mezin bûne, stranên kurdî distirên. Di sala 2023yan de jî çendîn hunermendên bi vî rengî stran stran weşandin.
Zara
Stranbêja kurd ya li Rûsyayê bi nav û deng e Zarayê îsal albûmek bi kurdî derxist. Navê albûmê “Strana Dilê min” e. Harûn Elkî aranjör e. 10 stran tê de hene. Komek jê folklorîk in. Çar jê Tara Mamedovayê gotin jê re nivîsandine, Yasmîn Levy musîkên wê çêkirine. Di stranekê de Şivan Perwerî pê re straye.
Diana Kalashova
Diana Kalashova jî kurda ermenistanê ye. Kalashovayê straneke kurmancî-ingilîzî straye. Navê stranê “Hata Heme” ye.
Lûna Erşahîn
Mîna Zara û Diana Kalashovayê, Lûna Erşahîna kurd-danîmarkî jî strana “Ez Kevok im” bi reng û şêweyekî nû straye û hin gotin lê zêde kirine.
Naaz
Naaz jî di vê kategoriye de ye ku kurdî-almanî ye. Wê jî îsal straneke bi navê “Kche Baralla” ya bi soranî û yeke bi navê "Azadî" ya kurmancî stra.
Komeke rockbêjan a ku kurdên Mehabadê ew ava kiriye. Navên stranên wan piranî bi ingilîzî ne lê gotinên wan bi kurdiya soranî ne. “Game”, “Kurdîka”, “Lunatic”, “Nowadays”, “Sample 9”.
Ferec
Ferec ku muzîka wî heavy metala kurdî ye di sala 2023yan de du stran weşandin. Yek ji wan “Sîstem” e ya din jî “Jiyan” e. Ferec bi şêweyê xwe yê xweser di muzîka kurdî de cihê xwe yê taybet diparêze.
Senar Renda
Albûma Senar Rendayî ji 7 stranan pêk hatiye. Wî bi xwe gotin ji stranên xwe re nivîsîne û muzîkên wan çêkirine. Her wekî albûma xwe ya par a bi navê
Real T
Anglo-kurd e. Repa kurdiya soranî-ingilîzî çêdike. “Kurd Flow” û “Petakawe Shot” weşandine.
Haşim Ferhadî
Kurdekî ji Xorasanê ye. Albûma wî bi navê “Zîlan” hate weşandin. Ji deng û sewta û amûrên muzika kurdên Xorasanê 8 stran di albûmê de hene. Hunermend Fexanê jî di hin stranan de bi Ferhadiyî re straye.
Alî Înanir
Alî Înanirî albûma xwe ya 4an derxist. Navê albûmê “Gilê Kowo” ye. 12 stran tê de hene. Hin stran ji ber helbestên Mehmet Çetîn û Seydayê Tîrêj in, her weha straneke Rênçber Ezîzî jî tê de ye.
Mahmût Goçer
Albûma yekem a Mahmût Goçerî îsal derket. Navê wê "Yek" e. Ji 5 stranan pêk hatiye ku stranên klasîk ên ji muzîka kurdî bi şîroveyeke nû ne.
Nûbian
Par bi navê "Tarî" albûmek derxistibû. Îsal jî him stranên enstrümantal çêkirin him jî albûmek bi navê “Ji dil ji bo dil” weşand.
Serhat Ertûna
Serhat Ertûnayî îsal herdu albûmên xwe yên berê weşandibû, careke din derxist.
Yek ji wan di sala 2014an de bi navê “Lamekan”, ya din jî di sala 2018an de bi navê “As” hatibû weşandin.
Di dawiya salê de îdiaya ku digot, strana “Yesmar Yesmar” a erebî ji ber straneke Hesen Zîrekî hatiye girtin, di rojevê de bû.
Ew strana ku li ser zarê Hesen Zîrekî û bi navê “Nazdar Nazdar” hate weşandin, di demeke kurt de bi milyonan mirovan ew guhdar kir û bi deh hezaran kesî ew belav kir. Lê di rastiyê de orîjînala wê bi erebî bû û kesekî kurdiya wê bi hişê çêkirî bi dengê Hesen Zîrek û Mohsen Chavoshî amade kiribû. Di gel vê rewşê jî “Nazdar Nazdar” ji bo demekê di rojeva civaka kurdan û beşeke ya tirkan û ereban de bû. Ji xwe piştî demekê xwediyê strana "Yesmar Yesmar"ê Taher Al Ojaily daxwaza rakirina strana "Nazdar Nazdar"ê li ser YouTube kir.
Festîval û konserên li salonên mezin
Di 2023yan de li Ewropayê bi navê “Kurdistanê” û bi beşdariya hunermendên kurd, çendîn festîval ji hêla saziyên ewropî ve hatin sazkirin.
Yek ji wan di 18ê Adara 2023yan de li Vîenê bi navê hate li dar xistin. Sakîna Teyna, Salah Ammo, Omîd Derwîş tev li vê festîvalê bûn.
Ya din jî li Almanyayê li Hambûrgê Elb Philharmonie bi navê “Festîval Kurdistan” pêk hat ku di 17ê Çiriya Paşiyê de dest pê kir û heta 19ê Çiriya Paşiyê berdewam kir. Aynûr Dogan, Kayhan Kalhor û Ensemble Resonanz, Alî Dogan Gonultaş Trîo, Danûk,Mavîş Guneşer Trîo, Metîn Kemal Kahraman, Astare Artner û çendîn navên din beşdar bûn.
Konserên ku îsal li salonên mezin û bi beşdariya bi hezaran kesan pêk hatin, yek ji tiştên girîng bû. Mem Ararat, Tara Mamadova, Rojda, Rewşan Çelîker ew nav bûn ku li gelek bajaran û li salonên mezin konserên xwe li dar xistin. Di hemû konseran de jî salon tijî dibûn.
Muzîka kurdî di lîsteyên cîhanî de
Îsal çendîn hunermendên kurd di lîsteyên cîhanî yên muzîkê de cîh girtin. Alî Dogan Gonultaş, Saîdê Goyî, Ayfer Duzdaş di lîsteyên Transglobal World Music Chartê de bûn. Danûkê jî di lîsteya Womexê de cih girt.
Dîsa qedexe
Di dawiya salê de Navenda Çanda Mezopotamya (NÇM) xwest ku salvegera xwe ya 32yem li Stenbolê pîroz bike. Lê Qaymeqamiya Kuçukçekmeceyê, bêyî hincetekî nîşan bide, bername qedexe kir.
Beytocan û Feyzoyê Rizo
Îsal hunermendê navdar Beytocan di 12ê Îlona 2023yan de koça dawî kir.
Dengbêj Feyzoyê Rizoyî jî di 8ê Çiriya Pêşiyê ya 2023yan de li Krasnadorê, bajarê Rûsyayê koça dawî kir.
50 saliya muzîkjeniya Şivan Perwerî
Şivan Perwer îsal 50 saliya muzîka xwe pîroz dike. Ew ê ji bo vê pîrozbahiyê li gelek deverên cîhanê konseran bide. Her weha wê konserên Perwerî di sala 2024an de jî li gorî heman bernameyê berdewam bin.
Koma Amed careke din kom bû
Di nava komen muzîka kurdî de cihekî Koma Amed ê taybet heye. Endamen Koma Amedê piştî bi salan careke din li hev kom bûn. Kombûna wan bi xwe jî heyecanek zêde di nava hezkiriyên wan de çêkir.
Li Stenbolê Dibistana Muzîkê ya Agîtê Cimoyî vebû.
Edîtorê bianet kurdiyê ye. Ji Zaningeha Marmarayê, ji beşa Rojnamegerîyê derçûye. Li Zaningeha Marmarayê di beşa Rojnamegerîyê de masterê dike. Di rojnamaya Birgünê, Dicle Haber...
Edîtorê bianet kurdiyê ye. Ji Zaningeha Marmarayê, ji beşa Rojnamegerîyê derçûye. Li Zaningeha Marmarayê di beşa Rojnamegerîyê de masterê dike. Di rojnamaya Birgünê, Dicle Haber Ajansı (DİHA), Dem Tv, Rûdaw Tv û Sputnik Kurdistanê de wek nûçegîhan, edîtor, gerînendeyê nûçeyan û şef edîtor kar kiriye. Edîtorî û redaktoriya gelek pirtûkan kiriye. Yek ji nivîskarên “E- Kitêba Rojnamegeriya Kurdî a Dijîtal”, “Ferhengoka Kurdî-Tirkî ya Nûçegihaniya Zayenda Civakî” ye. Nivîseke wî ya lêkolînê di pirtûka “Haber Analizi ve Arşiv İncelemeleriyle Türkiye’de 9 Gazete” de hatiye weşandin. Li bianetê û Botan Internationalê, di Kargehên Medyaya Kurdî de dersên dîroka çapemeniya kurdî, rojnamegeriya mafparêz û hevpeyvînan daye. Pirtûkek bi navê "Guldesteyek ji Baxê Rewanê" (Sor Yay.), yek jî bi navê "Çîrokên Şêwra Ermenan" (Cervantes Yay.) derxistiye. Xwediyê Xelata Rojnamegeriyê ya Mûsa Anterî û Rojnamegerên Çapemeniya Azad (di beşa nûçeyên kurdî de) yê sala 2023yan e.
10emîn salvegera Kovara Jineolojiyê: “Jineolojî ji bo jinan nexşerêyek e”
Kovara Jineolojiyê 10emîn salvegera xwe pîroz kir. Di çerçoveya salvegerê de yek ji xebatkarên Jineolojiyê Aynur Sarica û ji rêveberiya saziya KASEDê Salîha Ayata bi bianetê re axivîn.
Kovara Jineolojiyê 10emîn salvegera xwe pîroz kir. Kovar ji sala 2015an ve weşana xwe didomîne û bi boneya salvegerê bernameyeke têr û tijî saz kir. Her weha koma govendê ya KASEDê û Koma JinMAyê jî tevlî pîrozbahiya salvegera kovarê bûn.
Kovar her sê mehan carekê bi sernavên cur bi curî tê weşandin û heta niha bi dehan sernavên mîna ‘Etîk Estetîk’ , ‘Aboriya Demokratîk a Komînal’ , ‘Mêtingerî’ , ‘Rojhilat’, ‘ Rojava’, ‘Bakur’ , ‘Başûr’ û hwd derketiye pêşberî xwînerên xwe.
Di çerçoveya 10emîn salvegera kovarê de yek ji xebatkarên Jineolojiyê Aynur Sarica û pêşkêşvana bernamê û her wiha ji rêveberiya saziya KASEDê Salîha Ayata bi bianet kurdiyê re axivîn.
Aynûrê di destpêkê de axivî û bal kişand ser hewcebûna bi perspektîfên mina Jineolojiyê û wiha got: “ Pergala netew-dewletiyê ji destpêka emrê xwe ve hemû mafên jinan binpê kir û dike. Li hember vê pergalê jineolojî binê xwebûna jinan xêz dike.”
Salîha Ayatayê jî destnîşan kir û got : “ Jineolojî ji bo jinên kurd nexşerêyek e. Di nav deh salan de ji 30î zêdetir hejmar derxistin. Jineolojî behsa her qad û her kêliyên jiyanê dike.”
Sînemager Ardîn Dîren li ser kar û barên SîneBîrê axivî û wî got: "Heta ji me were em ê vê avahiyê bikin cihekî çalak ê sînemayê û navber nexin nav karên xwe. Mixabin em Kurd hin tiştan zû jibîr dikin SîneBîr hewl dide bi rêya sînemayê hefizeya civakî jî biparêze û hin tiştan ji nû ve bîne bîra xelkê yan jî nede jibîrkirin."
Rêvebiriya Çand û Karûbarên Civakî ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê 'Rojên Fîlman ên Sînebîrê' li Navenda Çand û Kongreyê ya Çand Amedê dewam dike.
Bernameya fîlman di 25ê Çile de dest pê dike û dê 3 mehan bidome. Her weha temaşevanên sînemayê dê karibin bêpere li fîlman temaşe bikin.
Sînemager Erdîn Dîren li ser kar û baren SîneBîr’ê bianet kurdiyê re axivî û bersiva pirsên me da.
Weke ku em dizanin girêdayî Daîreya Karên Çandî û Civakî ya Şarederiya Bajarê Mezin a Amedê, yekîneya sînemayê hate avakirin. Tiştê ez dizanim ev yekîne li gelek şaredariyan tune ye. Ev yekîne bi çi armancê hate avakirin û çima girîng e?
Rast e, tiştê ez jî dizanim li gelek şaredariyan ev yekîne tine ye. Lê va ye xwedî ji wan razî bîra tiştekî wisa birine û ava kirine. Ev yek kêfa me sînemavanan jî anî. Ji lewma bajarekî weke Amedê ne xerîbî sînemayê ye. Li vî bajarî gelek sînemavan hene ku her yek xwedî filmên gelekî serketî ne û dixwazin civateke sînemayê hebe li vî bajarî. Tenê ne ji bo sînemavanan ji bo temaşevanan jî pêdivî bi karekî wisa heye. Ji lewma ev yekîne tenê filman nîşan nade, di heman demê de dixwaze li bajarekî weke Amedê çanda sînemayê jî geş û gur bike. Em vî tiştî weke pêşengiyeke piçûk difikirin û dinirxînin. Heger ev yekîne karibe li vî bajarî bingeha heyî ya sînemayê zindî bike û zindî bihêle ew ê bi ser bikeve. Her wiha ev yekîne ji bo festîval û çalakiyên cuda yên sînemayê ku ew ê di siberojê de li vî bajarî werin lidarxistin têkiliyan geş dike di navbera sînemavan û temaşevanan de. Cihê me niha li ÇandAmedê ye û du salonên me yên sînemayê hene li vir. Yek ji van salonan mezin e bi qasî 250 kesî ye û film bêhtir li vir tên nîşandan. Wekî din saloneke me ya piçûk û şîrîn jî heye. Em vê salonê jî ji bo perwerdeyê bikartînin. Em tevî kursiyerên xwe li wir filman nîşan didin û şirove dikin.
Ev çend meh in ku hûn bi navê “SîneBîr”ê li Amedê filman nîşan didin. We çima pêdivî bi tiştekî wisa anî û SîneBîr ava kir?
SîneBîr ji bo ji nûve zindîkirin û geşkirina sînemayê hate avakirin. Di bin banê Şaredariya Bajarê Mezin A Amedê de xebatên xwe didomîne. Weke ku hûn jî dizanin ev demek dirêj bû sazî, salon û navendên çandên hunerî ji hêla qeyûman ve hatibûn desteserkirin. Bajarekî weke Amedê ku berê lê festîvalên filman û çalakiyên hunerî dihat lidarxistin di van salên dawî de ji ruhê kurdewarî û hunereke çê dûr ketibû. Em dikarin bibêjin di nava van salan de hewl dan bîra xelkê Kurd bixitimînin da ku her tişt zû bi zû were jibîrkirin û xelk bîra ti tiştî nebe. Lê va ye em dîsa li cihê xwe ne û ji cihê ku me nîvco hiştiye karên xwe didomînin. SîneBîr dixwaze bi rêya filman û her wiha çalakiyên sînemayê li Amedê çanda sînemayê geştir bike. Em komek heval in li vir û hewl didin ji sînemaya Kurdan û her wiha ji sînemaya cîhanê filman nîşan bidin, gotûbêjên li ser sînemayê li dar bixin û bi rêya sînemayê hafizayekê ava bikin li vî bajarî. Em bi vê mebestê tevdigerin û dixwazin SîneBîrê di siberojê de bi her awayî xurttir bikin. Nexasim jî em ê hewl bidin filmên Kurdî û derhênerên Kurd vexwînin Amedê û filmên wan nîşan bidin. Ji ber filmên Kurdî ji bilî festîvalan cihekî peyda nakin ku xwe bigihînin temaşevanan. SîneBîr derfeteke baş e ji bo hevkarî û pêşde birina sînemayê. Em wisa pê bawerin ku ew ê SîneBîr di siberojê di navbera sînemaya Kurdî û temaşevanan de bibe pireke sûdewar.
Li Amedê filmên serbixwe yan jî yên ku li festîvalên cîhanê digerin kêm tên nîşandan. Ji bo ciwan û zarokan jî tiştekî bi vî rengî nîne. Di nîşandanên ku we heta niha bi rêve biriye de tevlîbûneke bi çi awayî heye?
Dikarim bibêjim di demeke kin de tevlîbûneke xurt pêk hat. Niha SîneBîr dawiya heftê ji bo zarok, ciwan û mezinan filman nîşan dide. Roja Şemiyê seansek ji bo zarokan hatiye veqetandin û filmên ji bo zarokan tên nîşandan. Di vê seansê de em dibînin ku tevlîbûnek baş heye, zarok tevî malbatên xwe tên û bi awayekî rehet li filman temaşe dikin. Coş û peroşa wan kela canê mirov jî radike ji bo vî karî. Li hêla din Roja Yekşemê jî du seans ji bo kesên temenên wan mezin hatiye veqedandin. Di van seansan de jî filmên ku li festîvalên cîhanê geriyane û hatine hez kirin tên nîşandan. Ji bilî me li Amedê kes van filman nîşan nade niha. Ev jî derfeteke baş e ku em bi hevkariya şaredariyê ji bo xelkê xwe ava dikin. Her wiha bînim bîra xelkê ev nîşandan bê pere ne. Niha li salonên sînemayê yên AVM’yan bilêt gelekî biha ne û xelk nikare biçe li wir li filman temaşe bike. Lê pirr bi rehetî dikarin werin salonên me li filman temaşe bikin. Bi vî awayî li vî bajarî çanda sînemayê pêş dikeve û temaşevanên xurt ku ew ê siberojê tevlî festîvalan û her wiha çalakiyên din ên sînemayê bibin ava dibin. Nexasim jî ciwanên ku bala wan li ser sînemayê ye li van filman temaşe dikin û dipirsin. Ev jî kêfa me tîne.
Heman yekîneya ku em behs dikin li ÇandAmedê kursên sînemayê jî daye dest pê kirin. Tevlîbûna van kursan çawa ye?
Li ÇandAmedê tenê ne kursên sînemayê weke ku tê zanîn kursên şano, muzîk, ziman û wêneyê jî hene. Heger em behsa kursên sînemayê bikin; ji bo vê serdemê 80 kesî serî li kursên sînemayê dan. Hejmareke kêm nîne ji bo sînemayê. Me xwe gihand hemû kesên ku serî li kursan dabûn. Hinek ji wan nehatin lê niha bi qasî 25-30 kesî dewam dikin. Kursên me dawiya hefteyê ne. Di çar beşên sereke yên sînemayê de em perwerdeyê didin niha. Dersa dîroka sînemayê, senaryo, pevxistin û sînematografiyê heye. Di dersan de giranî li ser zimanê Kurdî ye lê hin caran bi Tirkî jî em sînemayê didin fahmkirin. Hevalên ku van dersan didin pispor in û perwerdeyek cidî heye. Kursiyerên me jî bêhtir ciwan in lê di nav wan de mamoste û wekî din jî hene. Me nû dest pê kiriye niha baş bi rêve diçe. Di van kursan de me dît ku ciwan bêhtir dixwazin fêrî sînemayê bibin û xeyalên xwe pêk bînin. Em jî ji wan re dibin alîkar û hewl didin derfetan biafirînin ji bo wan.
Ji bilî nîşandana filman wekî din SîneBîr çi xebat dane pêşiya xwe?
Elbet nîşandanên dawiya hefteyê derfeteke pirr xweş û baş e. Lê em tenê bi van nîşandanan namînin. Weke me li jor jî anî ziman em hewl didin nav hefteyê jî bi “Nîşandanên Taybet” derkevin pêşberî temaşevanên sînemayê. Metrajdirêj, kurtefilm û belgefilmên Kurdî ew ê werin nîşandan. Di van nîşandanên taybet de em li ser hin bûyer û rojên girîng disekinin. Weke nimûne di 14 û 15’ê Adarê de em ê bi du belgefilman komkujiya Helebceyê bibîrbînin. Her wiha di meha gulanê de ji bo bibîranîna Taha Karîmî ku sînemavanekî qewî yê Kurdan bû, hemû filmên wî nişan bidin û hefteyekê ji bo wî veqetînin. Ew ê panel, semîner û konseptên cuda hebin. Hin caran em ê bala bîneran bibin ser sînemaya welatekî û hin caran jî em ê bi film^ne derhênerên cîhanê dakevin û nişan bidin bi konseptên taybet. Yanî dikarim bibêjim çalakiyên bi vî rengî ew ê her tim hebin. Hemû çalakiyên ku pêk tên ew ê werin qeydkirin û li malperekê bar bibin. Heta ji me were em ê vê avahiyê bikin cihekî çalak ê sînemayê û navber nexin nav karên xwe. Mixabin em Kurd hin tiştan zû jibîr dikin SîneBîr hewl dide bi rêya sînemayê hafizeya civakî jî biparêze û hin tiştan ji nû ve bîne bîra xelkê yan jî nede jibîrkirin. Barekî bi vî rengî jî deye ser pişta xwe.
Çalışmalarını ağırlıklı olarak Diyarbakır ve çevresindeki Kürt illerinde sürdürmektedir. Meslek hayatında, Gazete Duvar, MLSA, 5Harfliler, Kadın İşçi, 9. Köy ve Fikir Gazetesi gibi pek çok platformda haberleriyle...
Çalışmalarını ağırlıklı olarak Diyarbakır ve çevresindeki Kürt illerinde sürdürmektedir. Meslek hayatında, Gazete Duvar, MLSA, 5Harfliler, Kadın İşçi, 9. Köy ve Fikir Gazetesi gibi pek çok platformda haberleriyle yer aldı. Bağımsız gazetecilik anlayışını benimseyen Evrim Deniz, kadın emeği, insan hakları ve toplumsal adalet gibi konulara odaklanmaktadır. Şu anda Bianet’in Diyarbakır muhabiri olarak görev yapmaktadır.