Edîtorê bianet kurdiyê ye (2017-2024). Ji Zaningeha Marmarayê, ji beşa Rojnamegerîyê derçûye. Li Zaningeha Marmarayê di beşa Rojnamegerîyê de masterê dike. Di rojnamaya Birgünê, Dicle...
Edîtorê bianet kurdiyê ye (2017-2024). Ji Zaningeha Marmarayê, ji beşa Rojnamegerîyê derçûye. Li Zaningeha Marmarayê di beşa Rojnamegerîyê de masterê dike. Di rojnamaya Birgünê, Dicle Haber Ajansı (DİHA), Dem Tv, Rûdaw Tv û Sputnik Kurdistanê de wek nûçegîhan, edîtor, gerînendeyê nûçeyan û şef edîtor kar kiriye. Edîtorî û redaktoriya gelek pirtûkan kiriye. Yek ji nivîskarên “E- Kitêba Rojnamegeriya Kurdî a Dijîtal”, “Ferhengoka Kurdî-Tirkî ya Nûçegihaniya Zayenda Civakî” ye. Nivîseke wî ya lêkolînê di pirtûka “Haber Analizi ve Arşiv İncelemeleriyle Türkiye’de 9 Gazete” de hatiye weşandin. Li bianetê û Botan Internationalê, di Kargehên Medyaya Kurdî de dersên dîroka çapemeniya kurdî, rojnamegeriya mafparêz û hevpeyvînan daye. Pirtûkek bi navê "Guldesteyek ji Baxê Rewanê" (Sor Yay.), yek jî bi navê "Çîrokên Şêwra Ermenan" (Cervantes Yay.) derxistiye. Xwediyê Xelata Rojnamegeriyê ya Mûsa Anterî û Rojnamegerên Çapemeniya Azad (di beşa nûçeyên kurdî de) yê sala 2023yan e.