Qaymeqamiya Kuçukçekmeceyê, navçeya Stenbolê, konsera Navenda Çanda Mezopotamyayê (NÇM) ya salvegera avabûnê ya 32yan qedexe kir.
Li gorî daxuyaniya ku NÇMyê li ser hesabê xwe yê Xyê weşand, Qaymeqamtiyê ti hincet nîşan nedaye.
Çavlirê bû ku NÇM sibê li Navenda Çandê ya Yahya Kemal Beyatliyî ya Şaredariya Kuçukçekmeceyê bernameya xwe li dar bixe. Koroya NÇMyê, Yalda Abbasî, Alî Dogan Gonultaş û Dengbêj Kazo wê beşdarî bernameyê bibana.
NÇmyê di daxuyaniya xwe ya îro de got ku ew ê sibê saet di 11.00ê de civîneke çapemeniyê li dar bix û agahiyên derbarê vê mijarê de û cih û dema konsera xwe ragihîne.
Berê jî bernameya salvegera 30em hatibû qedexekirin
Di sala 2021yan de Qaymeqamtiya Kadikoyê ya navçeya Stenbolê bernameya NÇMyê ya salvegera 30yem a bi navê “Berbang”ê qedexe kiribû. Bername wê di 16ê Çiriya Paşiyê de li Navenda Çandê ya Bostanciyê pêk bihata. Walîtiya Stenbolê jî destûr dabû çalakiyê, lê roja ku wê bername pêk bê, Qaymeqamtiya Kadikoyê biryara qedexekirinê dabû.
Qaymeqamiyê di biryara xwe de diyar kiribû ku ji ber sedema “ewlehiya netewî, pergala civakî, ihtimala kirina sûcan û wê azadî û mafên kesên din bixe xetereyê”, bername qedexe kiribû.
Parêzerên Komeleya Xebatên Medya û Hiqûqê (MLSA) li dijî vê biryarê serî li dadgehê dabû. Dadgehê di 31ê Tebaxa 2023yan de biryar dabû û gotibû ku Qaymeqamiya Kadikoyê xalên Destûra Bingehîn ên derbarê “azadî û mafên bingehîn, “azadiya derbirîn û belavkirina derbirînê” û “mafê zanist û hunerê” de bin pê kirine. (FD)