Dengbêj Feyzoyê Rizoyî li Krasnadorê, bajarê Rûsyayê koça dawî kir. Feyzoyê Rizo du sal berê bi pençeşêrê ketibû û di demên dawiyê de tenduristiya wî xirab bûbû.
Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê, cenazeye Rizoyî wê sibê li Krasnadorê bispêrin axê.
Derbarê Feyzoyê Rizoyî de
Feyzoyê Rizo sala 1954an de li Ermenistanê, li gundê Vermezyarê yê nehiya Eşmedzînê ya paytexta Rewanê ji dayik bûye. Beriya fermana sala 1915an, malbata Rizoyî ya êzidî, berê koçî Îdirê dikin, paşê dîsa vegeriyane Ermenistanê.
Feyzoyê Rizoyî heta pola 8an xwendiye. Di sala 1971ê de zewiciye. Di malbateke dengbêjan de mezin bûye. Dengbêjên navdar Şeroyê Biro û Mecîdê Faris ji vê malbatê ne. Bav, bira û xwişkên Feyzoyê Rizoyî jî dengbêj in. Lê Rizoyî heta ji leşkeriyê vegeriyaye, di civatan de nestraye.
Stranên wî 26 salan di Radya Erîwanê de deng dane. Ji sala 2003yan û pê de li gelek bajarên Kurdistanê tevî festîvalan bûye û wî û Egîdê Cimoyî bi hev re stran strane. Rizoyî her weha di fîlmê Hiner Saleem ê bi navê “Vodka Lemon”ê de jî tevî Cimoyî cih girtibû.