15Ê GULANÊ CEJNA ZİMANÊ KURDÎ
Hunermendên Kurd: Her gotineke kurdî, li dijî asîmîlasyonê berxwedanek e
Îro, 15ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî ye. Hunermend û Muzîkjenên Kurd cejna zimanê kurdî pîroz kirin.
Di 15ê Gulana 1932an de, bi pêşengiya rewşenbîr û zimannasê Kurd, Celadet Elî Bedirxan û hevalên wî, Kovara Hawarê li bajarê Şamê bi tîpên Latînî hat derxistin.Kovara Hawarê ji ziman, çand û nasnameyê bigire heta wêjeyê, di gelek qadên rewşenbîrî de şoreşeke mezin pêk anî.
Ji wê rojê ve 15ê Gulanê ji bo kurdan xwedî girîngiyekî mezin e û taybet e. 15ê Gulanê di sala 2006an de weke “Roja Cejna Zimanê Kurdî” hat ragihandin û gelê Kurd jî ji sala 2007an ve her sal 15ê Gulanê weke "Cejna Zimanê Kurdî" pîroz dikin.
Polîtîkayê asîmîlasyonî û xemsarîya ma: Zazakî bêwayîr a?
Muzîkjen û hunermendên Kurd Rotinda, Tara Mamedova, Kasim Taşdogan, Hêlin Kiliççarslan, Serdar Canan, Ruken Yilmaz, Pîroz, Eylul Nazlier, şanoger Erdal Kaya û hunermendê dansê Serhat Kural 15ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî bi rêya bianetê pîroz kirin.
Bila 15ê Gulanê Roja Cejna Zimanê Kurdî pîroz be
Hunermendên Kurd di peyama xwe de diyarkirin ku her gotineke kurdî, li dijî polîtîkayên asîmîlasyonê û qedexeyan berxwedanek e û weha gotin, “ Li Tirkiyeyê bi salan e li dijî kurdî polîtîkayên pişaftinê tên meşandin. Werin em bi kurdî bixwînin, bi kurdî binivîsin û bi kurdî bijîn. Ne tenê di stranan de, divê em li mal, kolan û li her qadên jiyanê kurdî bidin jiyandin. Divê kurdî bibe zimanê perwerde, kolan û bazarê. Zimanê me, ne tenê amûra peyivînê ye; ew nasname, rûmet û bîra me ye. Werin em bi hev re bibêjin: Zimanê me hebûna me ye!, zimanê me nasnameya me ye.! 15ê Gulanê Roja Cejna Zimanê Kurdî pîroz be!”
Bernameya 15ê Gulanê Roja Cejna Zimanê Kurdî diyar bû
(AY)
Newroza Stenbolê: Bi sed hezaran kes li Yenîkapiyê bûn
2025: Jinan di bianet Kurdiyê de çawa cih girtiye?
2025: Zarokan di bianet kurdiyê de çawa cih girtiye?
2025: LGBTI+yan di bianet kurdiyê de çawa cih girtiye?
Cegerxwîn 41 sal berê koça dawî kir