bianet her meh rapora tundkariya mêran amade dike û diweşîne. Em jî weke bianet kurdî van raporan ji bo kurdî werdigerînin û diweşînin. Weke her sal, her wext û her kêliyê îsal jî têkoşîna jinan a li dijî tundkariya mêran berdewam kir. Li Tirkiyeyê û her deverên cîhanê têkoşîna jinan û bandora vê têkoşînê di sala 2025an de jî berbiçav bû.
Di sala 2025an de bi taybetî li Rojhilata Navîn û her weha li deverên din yên cîhanê hebûna şer zêdetir rê li ber tundkariya mêran vekir û bû sedema desteserkirin, îşkencekirin, kuştin û qetilkirina jinan.
Her weha şerê ku li Sûriyeyê ji sala 2011an ve didome bû sedema kuştin, birîndarkirin, tecawizkirin, koçberkirin û windakirina bi hezaran jinan. Di sala 2025an de jî li wî welatî tundkariya li dijî jinan berdewam bû.
Di heman demê de di êrişên Îsraîlê yên ji 7ê Cotmeha 2023an ve li ser Xezeyê de bi hezaran jin hatin kuştin û birîndar kirin.
Dîsa çalakiyên jinan ên li Tirkiyeyê pêk anîn, çi di 8ê Adarê de, di 25ê Çiriya Paşiyê de rojev diyar kirin. îsal jî dirûşma “Jin, Jiyan, Azadî” rojeva jinan bû. Jinan di her çalakiyên li dijî tûndkariyê de li qadan berz kirin.
Her weha di vê salê de jî li navendên desteserkirinê, li qadan, li nava malan, li girtîgehan, li kargehan, li dibistanan û hwd.. jin rastî tûndkariya mêran hatin.
Li Pakistan, Afganistan, Hîndistan û li gelek welatên din jî jinan li dijî tûndkariyê têkoşîna xwe domandin.

Li gorî nûçeyên ku bianetê ji rojname, ajans û malperên nûçeyan ên herêmî û netewî kom kirine; di 11 mehên destpêkê yên 2025an de mêran, 271 jin kuştine, tacîz li 187 jinan kiriye, tundkarî li 673 jinan kiriye û her weha tecawiz li 13 jinan kiriye. Bi kêmanî 1015 jin neçarî karkeriya seksê kirine. Çapemeniyê ji bo mirina 419 jinan gotiye, "bigûman e".
bianet kurdîyê di sala 2025an de di çarçoveya rojnamegeriya mafparêz de bi giştî nêzîkî 1200 nûçe çêkiriye. ji 200î zêdetir nûçeyan rasterast behsa jinan dike.

Raporên Çavdêriya Li Medyayê yên BIAyê
Nûçeyên ku me di nava salê de weşandine ev in:
Li trîbûnan bersiva heqaretên li Leyla Zanayê hatibû kirin, hate dayîn
Amedsporê di hefteya 19emîn ango di hefteya dawî ya dewreya yekemîn a Lîgê de Îdirsporê 3-0 têk bir û bi ser ket. Amedspor dewreya yekemîn bi lîderiyê bi dawî kir.
29 Kanûn 2025
Amedsporê Leyla Zana vexwend maça xwe
Rêveberiya Amedsporê siyasetmedara Kurd Leyla Zana ku di maça Bursasporê de heqaret lê hatibû kirin, vexwend maça Amedsporê û Igdirsporê.
26 Kanûn 2025
Li Roboskiyê bîranîna sala 14an: Qêrîna me ya edaletê bibihîsin
Kesên di Komkujiya Roboskiyê de hatin qetilkirin, di salvegera 14’an de li ser gorên xwe hatin bibîranîn. Velî Encu di bîranînê de got: “Hûn nikarin ser Komkujiya Roboskê bigirin. Hûn nikarin jinedîtî ve bên. Dengê me yê edaletê bibihîsin.”
29 Kanûn 2025
Amedsporê Leyla Zana vexwend maça xwe
Rêveberiya Amedsporê siyasetmedara Kurd Leyla Zana ku di maça Bursasporê de heqaret lê hatibû kirin, vexwend maça Amedsporê û Igdirsporê.
26 Kanûn 2025
Li Qerejdaxê avên bin erdê zuha bûne: Koçer ji cih û warên wan tên derxistin
Li herêma Qerejdaxa Amedê zihabûna çavkaniyên avê û kêmbûna qadên çêrandinê bandoreke kûr li ser jiyana malbatên koçer kiriye ku debara xwe bi xwedîkirina ajalan dikin. Sevgî Yardimci: "Koçerî êdî ne jiyan e, rezîlî ye."
25 Kanûn 2025
Yekîtiya Hunermendên Kurd: Em ji bo hunera azad tev li mitîngê bibin
“Em bang li hemû hunermend, xebatkarên çandê, rewşenbîr û her kesê ku piştgiriyê dide aştiyê dikin ku di 4ê Çile de beşdarî mîtînga ‘Hêvî û Azadîyê’ bibin.”
25 Kanûn 2025
OHDê ji bo êrişên li dijî Leyla Zanayê gilî kir
Komîsyona Jinan a OHDê têkildarî çêr û heqaretên li dijî Leyla Zanayê ku ji aliyê alîgirên Bursasporê ve hatibûn kirin û piştre ji aliyê alîgirên Ankaragucu û Rîzesporê ve hatibûn domandin, gilî kir.
22 Kanûn 2025
400 jinên navdar li dijî dervekirina Zahra Tabariyê bang li Îranê kirin
Xelatgirên Nobelê jî di nav de 400 jinên pêşeng ji bo endezyar û aktîvîst Zehra Tabariyê bang li rejîma Tehranê kirin û xwestin Zahra Tabarî serbest bibe. Tabarî bi sedema ku pankarta “Jin Berxwedan Azadî” vekiribû, hatibû girtin.
25 Kanûn 2025
Ji Amedsporê biryara Leyla Zanayê: Maça bi Igdirsporê re dê ji bo jinan belaş be
Seroka Duyemîn a Amedsporê Şeyda Arslantaşê got: “Em ê di trîbûnan de hejmara jinan zêde bikin û bersiva herî delal bidin.”
22 Kanûn 2025
Komeleya Lêkolînên Zanistên Civakî ya Kurdî kongreya xwe li darxist
"Divê ji bo entegrasyonê tu vî gelî nas bikî, di serî de ziman nas bikî û statûyê bidî ziman. Dema tu zimanê min qebûl nakî tu hebûna min jî qebûl nakî. Em her tim dibêjin statuya Kurdî, perwerdehiya Kurdî.”
22 Kanûn 2025
Li Wanê pirtûkxaneya berhemên jinan hat vekirin
Hevşaredara Wanê Neslihan Şedala ku li cihê wê qeyûm hatibû tayînkirin destnîşan kir û got: “Em ê xebata xwe ya li ser bingeha tiştên ku jin dixwazin û hewcedariyên wan pêk bînin. Em ê berxwedana xwe li deverên ku me ev proje lê bicîh anîne bidomînin.”
19 Kanûn 2025
Platforma Ked û Demokrasiyê: Leyla Zana rûmeta me ye
“Êrîşa li dijî Leyla Zanayê nîşaneyek aşkere ya nefretkirina ji jinan û kurdan e.”
CHPê rapora xwe ya têkildarî pêvajoyê pêşkeşî parlamentoyê kir
CHPê di rapora xwe de behsa mafê hêviyê û rewşa endamên Tevgera Azadiyê ya Kurd nekiriye.
18 Kanûn 2025
“Zîhniyeta mêrperest carek din xwe li stadekê da nîşandan. Ev bûyerek ji rêzê nîn e. Zîhniyeta mêrperest dixwaze nijadperestiya xwe jî bixe dewrê. Leyla Zana jinek Kurd e, nirxê Kurdewariyê û gelê Kurd e. Nasnameya jina Kurd û nirxên gelê Kurd xistine hedefê.”
18 Kanûn 2025
Rojnameger Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn dê li Stenbolê bên bibîranîn
DFG û MKG wê di 19ê Kanûnê de li Şaxa Komeleya Mafên Mirovan a Stenbolê daxuyaniyê bidin. Daxuyanî dê saet di 11.00’ê de bi dirûşma “Çapemeniya azad nayê bêdengkirin” were dayin.
17 Kanûn 2025
Li Bokana Rojhilatê berhemên hunermendên jin hate pêşandan
Li bajarê Bokana Rojhilatê pêşangeha bi navê "Jin" pêk hat. Di pêşangehê de 68 tabloyên ku ji aliyê 40 hunermendên jin ve hatine çêkirin, hatin pêşandan.
17 Kanûn 2025
Li Stenbolê di serdegirtinên malan de 11 jin hatin desteserkirin
Di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarî ya Stenbolê de polîsan bi ser 19 malan de girtin, 11 jin desteserkirin, lêgerîna ji bo 8 kesan didome.
16 Kanûn 2025
Nûroj Mûnzûr: Zêdebûna pênûsên mor hêvîyê dide mirov
"Di her cûreyên edebîyatê de zêdebûna pênûsên mor hêvîyê dide mirov û her wiha ev jixwebawerîya wan motîvasyona mirov bilindtir dike."
16 Kanûn 2025
Konferansa Aştî û Civaka Demokratîk: Bila YE ji bo pêvajoya aştiyê bibe garantor
Encamnameya Konferansa Aştî û Civaka Demokratîk a Navneteweyî: “Em rêziknameyên zagonî yên ku Mafê Hêviyê nas dikin û azadiya Ocalan gengaz dikin, ji bo aştiyeke birûmet wekî şert dibînin.”
12 Kanûn 2025
Abdullah Ocalan: Li dijî tûndkariyê berpirsiyariyê bigirin û têbikoşin
Ocalan: “Ez dibînim ku tundkariya di nava civakê de herku diçe zêde dibe. Bi taybetî tundkariya li hemberî jinan di astek bilind de ye. Ez ji vê yekê gelek xemgîn dibim.”
10 Kanûn 2025
MKG: Zextên li ser rojnamegerên jin didomin
Li gor rapora MKGê di meha Mijdarê de rojnamegerek jin hatiye desteserkirin, 3 lêpirsîn û 2 doz hatine vekirin û li 5 rojnamegeran 2 al û 11 meh cezayê girtîgehê hatiye birin.
10 Kanûn 2025
Hejmara 144em a Kovara Jinê derket
Hejmara 144em a kovara Jinê bi manşeta “Têkoşîna Azadiyê ya li Dijî Kuştina Jinan” derket.
5 Kanûn 2025
Li Amedê êrişî peykera “Jinên Têkoşer” kirin
Şaredariya Peyasê di 26ê Mijdarê de bi merasîmekî Peykera “Jinên Têkoşer” danîbû. Kes ango kesên ku nasnameya wan nediyar êrişî peykerê kirin û destê peykerê şikandin.
Mêran di Mijdarê de 25 jin kuştin
Mêran di meha Mijdarê de herî kêm 33 jin birîndar kirine û herî kêm 23 zarokên keç û kur îstismar kirine.
3 Kanûn 2025
Abdullah Ocalan: Midaxeleyên derveyî demokrasiyê dê bi derxistina qanûneke aştiyê ji rojevê derkeve
Şandeya Îmraliyê ragihand ku Ocalan banga ‘ qanûna aştiyê’ kir: “Em dikarin ji vê re bibêjin ku qanûna veguhêz a sedsala aştiyê. Daxuyaniya me ya 27ê Sibatê di vî warî bernameyek rênîşander e.”
3 Kanûn 2025
Li Sêweregê komeleya ZIWAN-KURD vebû
ZIWAN-KURD li Sêweregê bi xebateke komunal ava bû. Merasîma vekirina komeleyê pêk hat.
1 Kanûn 2025
Çûyînek zû, nasînek derengmayî: Bêrîvan Kutlu
Çima li vî welatî piştî em dimrin dikarin bikenin û bigerin û bên nasîn? Çima piştî çûyînê, bes piştî çûyînê ye danasîn û gulbarîna vê dewranê? Heta em nemirin, nikarin li sûretan bikenin û li jîyanê desmalên gulgulî bihejînin?...
28 Mijdar 2025
Rojnameger Dîlan Karaman bi awayekî biguman mir
Têkildarî mirina Dîlan Karamanê Tevgera Jinên Azad (TJA) û Navenda Mafên Jinan a Baroya Amedê daxuyanî dan: Mirina Dîlanê bi guman e.
28 Mijdar 2025
Li Amedê ‘Pirtûxaneya Mestûre Erdelan’ vêbû
Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê û Şaredariya Rezanê, bi navê yekemîn dîroknasa jin a Kurd a Mestûre Erdelanê pirtûkxaneyek vekir.
27 Mijdar 2025
Lî Îranê di salekê de 110 jin hatine qetilkirin
Rêxistina Herana ragihand ku ji 25ê Mijdara 2024an heta 25ê Mijdara 2025’an, li Îranê 110 jin hatine qetilkirin.
26 Mijdar 2025
Li Amedê çalakiya 25ê Mijdarê: Em ê bi azadiya jinan civakek demokratîk ava bikin
"Em ê bi azadiya jinan civatek demokratîk ava bikin. Em êdî naxwazin tabûtan hilgirin. Em ê êdî di civatek demokratîk û aştiyane de bijîn."
26 Mijdar 2025
Kesên ku di meşa 25ê Mijdarê de li Taksîmê hatibûn desteserkirin serbest bûn
Platformê di daxuyaniya xwe de bal kişand ser hevgirtina jinan û ragihand ku ew ê di 25ê Mijdara sala bê de dîsa li kolanan bin.
26 Mijdar 2025
Jin û LGBTÎ+yan li Kolana Îstîklalê bang kirin: Em ê dev ji mafên xwe bernedin
Piştî têkoşîna jin û LGBTÎ+yan polîsan barîkat rakirin.
26 Mijdar 2025
Îşkenceya zayendî a di bin çavan de didome: 82 caran tacîza zayendî kirine
Buroya Alîkariya Hiqûqî a Li Dijî Tecawiz û Tacîza Zayendî a di Bin Çavan de daneyên tûndkariya li dijî jin û transan aşkere kir.
25 Mijdar 2025
2020-2025: Mêran herî kêm 1923 jin kuştine, 4436 jin birîndar kirine
Mêran di 324 rojên navbera 1ê Kanûna Paşin-21ê Mijdara 2025an de hêrî kêm 262 jin kuştine û tundkarî herî kêm 668 jinan kirine. Di heman qonaxê de çapemeniyê ji bo mirina herî kêm 408 jinan gotiye “biguman” e.
25 Mijdar 2025
ÎSÎG: Di meha Cotmehê de herî kêm 169 karker mirin e
Di meha Cotmehê de ji karkerên ku mirine jê 8 zarok, 12 jin û 7 jî penaber/koçber bûn. Di deh mehên destpêkê de hejmara karkerên mirine gihîşt 1737an.
6 Mijdar 2025
Mêran di Cotmehê de 22 jin kuştin
Mêran di meha Cotmehê de herî kêm 79 jin birîndar kirine û herî kêm 14 zarokên keç û kur îstismar kirine.
5 Mijdar 2025
Piştî ku sal û 6 meh cezayê girtîgehê yê parlamentera HDPê ya berê Huda Kayayê erê bû, hate girtin.
3 Mijdar 2025
Mêran li Fransayê di sala 2024an de 107 jin kuştin
Li Fransayê di sala 2024an de 107 jin ji aliyê hevjîn an jî hevjînê xwe yê berê ve hatine kuştin. Ev hejmar tê wê wateyê ku li gorî sala berê %11 zêdebûnek çêbûye.
31 Cotmeh 2025
Koma Amed piştî 30 salan li Amedê ye
Endamên Koma Amedê bang kir û got: “Em hemû gelê me vexwendînin konserê ku em bi hev re tevlî vê coşa dîrokî bibin. Werin, em bi hev re stranên me yên azadiyê bibêjin!”
24 Cotmeh 2025
Li seranserî cîhanê 520 kesan ji Îranê xwest ku cezayên îdamê rawestîne
Li seranserî cîhanê zêdetirî 520 mafparêz û kesayetên siyasî bi daxuyaniyeke hevpar bang li rejîma Îranê kir ku cezayên îdamê bide sekinandin.
22 Cotmeh 2025
Li Dêrsimê mitînga xweza û hawirdorê wê bê lidarxistin
Platforma Xweza, Jiyan û Hawirdorê ya Dêrsimê dê mitînga xweza û hawirdorê li dar bixe. Platformê, banga tevlibûna mitîngê kir.
21 Cotmeh 2025
Xelatên Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersozê hatin dayîn
Merasîma xelatdayînê li ÇandAmedê hat li dar xistin û di merasîmê de rojnamegerên ku xelat girtin diyarkirin ku ew ê şopdarên şehîdên Çapemeniya Azad bin.
9 Cotmeh 2025
Bernameya bîranînê ya Qetlîama 10ê Cotmehê diyar bû
Komeleya Aştiyê ya 10ê Cotmehê, DÎSK, KESK, TMMOB û TTBê bernameya 10emîn bîranîna salvegera Qetlîama 10ê Cotmehê ya Gara Enqereyê aşkera kir.
8 Cotmeh 2025
ÎSÎG: Di meha Îlonê de herî kêm 206 karker mirin e
Di meha Îlonê de ji karkerên ku mirine jê 9 zarok, 14 jin û 9 jî penaber/koçber bûn. Tenê karkerek endamtiya wî/wê ya sendîkayê hebû.
8 Cotmeh 2025
Şandeya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê xalên hevdîtina li Şamê aşkere kirin
Şandeya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ragihand ku di hevdîtina li Şamê de li ser 4 xalên sereke hatin nîqaşkirin.
8 Cotmeh 2025
9 meh, 200 jin, paradoksek: Anatomiya tundûtûjiyê di sala malbatê de
Ji perspektîfeke sosyolojîk ve, 200 kuştinên jinan di neh mehan de di Sala Malbatê de nîşan didin ku ne tenê jin, lê tevahiya civakê di nav toreke nakokiyên pirqatî de dijî.
6 Cotmeh 2025
Xelatgirên 1emîn xelatên Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz diyar bûn
Xelat dê bi merasîmekê di 8ê Cotmehê de saet di 19:00an de li Çand Amedê (Navenda Çand û Kongreyê ya Sezaî Karakoç) werin dayîn.
6 Cotmeh 2025
Mêran di Îlonê de 24 jin kuştin
Mêran di meha Îlonê de herî kêm 71 jin birîndar kirine û herî kêm 8 zarokên keç û kur îstismar kirine.
3 Cotmeh 2025
Di FilmAmedê de bîr, berxwedan û hêvî: Li piştî festîvalekê
9emîn Festîvala Belgefîlman a FilmAmedê, li Amedê pênc rojan ne tenê nîşandana sînemayê, rêwîtiyeke bîra kolektîf jî bû . Lê belê ev rêwîtî hem bi coş bû hem jî tijî êş bû.
2 Cotmeh 2025
Ocalan ji bo Êzidiyan peyamek şand: Ev zilm wê li ti cihî li we dubare nebe
Rêberê PKKê Abdullah Ocalan got: “Ez ê dest ji hesabpirsîna kesên komkujiya dawî pêk anîne bernedim.”
1 Cotmeh 2025
Koçberî, biyanîtî û îmkana hevjîyanê: Yeni Han
Bingöl Elmas: "Nijadperestî niha li seranserê welat weke nexweşiyekê ye. Û kes nijadperestî, wateya wê û bersiva wê ya di xwe de qebûl nake. Ger tu bipirsî, her kes li dijî nijadperestiyê ye, lê di rastiyê de nijadperestî di nav şaneyan de belav bûye. Ji ber vê yekê, gava tu fîlmekê ku nijadperestiyê pir zelal dike çêkî, fikarên te jî hene ka nijadperestek dê vê fîlmê fêm bike an na."
29 Îlon 2025
9emîn Festîvala Belgefîlman a FîlmAmedê dest pê kir
Endama komîteya festîvalê Dîlan Toftik: “‘Reh’ girêdana çandî ya li ser erdnîgariya Kurdistanê nîşan dide. ‘Li dora agir rastiyên efsûnî ‘ jî wateya gotinê, çîroka xwe avakirin û hebûnê digire nava xwe. Agir di heman demê de berxwedanê jî sembolîze dike. Ev mijar hem berxwedanê hem jî girêdana bi kokên me re nîşan didin.”
27 Îlon 2025
Komîsyon dê li rêxistinên hiqûqê guhdarî bike
Komîsyona li Meclisê bernameya xwe guherand û biryar da ku li rêxistinên hiqûqê guhdarî bike.
26 Îlon 2025
Rojnameger Heval Arslan li Belçîkayê hat desteserkirin
Pêşkeşvana Medya Haber TVyê Heval Arslan, bêyî ku biryara dadgehê hebe li bajarê Nînove yê Belçîkayê hate desteserkirin.
25 Îlon 2025
Serlêdanên ji bo KuirFest Antakyayê dest pê kir
“Mihricen KuirFest evvel merra fi Antakya!”*
24 Îlon 2025
Li Îranê di 3 salan de 2 hezar û 910 kes hatine darve kirin
Ji darvekiriyan 83 jê jin, 37 girtiyên siyasî û 14 jî xwepêşander bûn. Hat diyarkirin ku 4 kesên temenê wan di bin 18 saliyê de jî hatine darvekirin.
18 Îlon 2025
Îsraîlê li dijî Xezeyê operasyona bejahî da destpêkirin
Hikûmeta Îsraîlê ragihandiye ku armanca operasyonê nehiştina Hemasê ye. Ji destpêka êrişên Îsraîlê ve nêzîkî 65 hezar Filistînî hatine kuştin ku piraniya wan jin û zarok in.
16 Îlon 2025
SOHR: Hejmara qurbaniyan li Siwêdayê gihîşt 2047an
Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê ragihand ku nasnameya 9 kesên din ên ku di meha Tîrmehê de ji aliyê hêzên girêdayî Wezaretên Parastinê, Wezareta Naxweyî û hêzên eşîran ve hatine kuştin, aşkere bû.
15 Îlon 2025
Komîsyon vê hefteyê wê li akademisyen û komeleyan guhdarî bike
Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Xwişk-Biratî û Demokrasiyê dê di civînên xwe yên 10 û 11emîn de ku dê di 17-18ê Îlonê de bên lidarxistin, li akademîsyen, komele û weqfan guhdarî bike.
15 Îlon 2025
Hunermend Serhat Kural: Divê em zêdetir bigihêjin ciwanan
"Derfet pir kêmin, huner jî diguhere. Adaptasyon lazim e. Divê em zêdetir bigîhêjin ciwanan. Ji bo pêşerojê tiştekî deynîn holê.”
15 Îlon 2025
ÎSÎG: Di meha Tebaxê de 6 zarok di dema karkirinê de mirin
Li gorî daneyên Meclîsa ÎSÎGê di vê mehê de herî kêm 192 karker mirin e. Di heşt mehên pêşîn ên sala 2025an de hejmara karkerên ku di dema karkirinê de mirine gihîştiye 1359an.
10 Îlon 2025
“Em ê ji Bestayê heta Akbelenê, ji Cûdiyê heta Çiyayên Kazê berxwedanê bidomînin"
Li Şirnexê bi salan e dar tên birîn û daristan tên talankirin. Platforma Saziyên Demokratîk li dijî vê talanê çalakiyek li dar xist.
9 Îlon 2025
Înîsiyatîfê bang li hemû jinan û raya giştî kir ku beşdarî çalakiyan bibin.
5 Îlon 2025
Mêran di Tebaxê de 23 jin kuştin
Mêran di meha Tebaxê de herî kêm 76 jin birîndar kirine û herî kêm 13 zarokên keç û kur îstismar kirine.
4 Îlon 2025
Li Berlînê, polîsan êrîşî çalakiya ji bo piştgiriya Filistînê kirin
Di dema midaxeleya tund a polîsên Berlînê de xirecir çêbû. Di çalakiyê de polîs kulm li xwepêşanderek jin xist û heşt kes jî hatin desteserkirin.
29 Tebax 2025
Hejmara qurbaniyan li Siwêdayê gihîşt 1895an
Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê ragihand ku nasnameya 116 kesên din ên ku di meha Tîrmehê de ji aliyê hêzên girêdayî Wezaretên Parastinê, Wezareta Naxweyî û hêzên eşîran ve hatine kuştin, aşkere bû.
26 Tebax 2025
178 Wêjenas: Em li gel wan jin û LGBTİ+yên ku ji tacîz û îstismara hêzî sax mane nin
"Em ê faîlên tacîzê, yên ku wan diparêzin û yên ku kesên îfşa dikin hedef nîşan didin, sektora wan çi dibe bila bibe, ji bîr nekin."
26 Tebax 2025
Fatma Temel: Em dizwazin bi atolyeyan careke din çanda deqê zindî bikin
"Deq" şêweyekî hunerî ye ku li ser laşên jin û mêran li Mezopotamyayê tê neqişandin ku dîroka wê vedigere hezar salan. Her motîfek wateyek û çîrokek wê heye.
26 Tebax 2025
Jinên xwezaparêz: Li Tirkiyeyê şoreşa bêdeng a ekofemînîzmê
Ji Çiyayên Kazê bigire heta Deryaya Reş, jin ne tenê xwezayê, di heman demê de nasname, ked û mafê xwe yê jiyanê jî diparêzin. Ev raman û şêwaza têkoşînê weke "ekofemînîzm" tê binavkirin.
25 Tebax 2025
Dr. Halîs Yerlîkaya: Kapitalizm yekane sedema nexweşîyan e
Di civakên bindest da mirov ji bo ku di rewşên giran û bêewle da tên şuxulandin nexweş dikevin. Xizan ji bo ku ne xwedîyên mafê lazimîyên jîyanê ne nexweş dikevin. Jin, zarok, koçber û hemî komên bi dezavantaj pirtir nexweş dikevin. Nexweş berdêla kedxwarî û bêdadîya kapîtalîzmê bi bedena xwe dide û êşa wî dikşîne.
25 Tebax 2025
Jinan Narîn Guran bi bîr anîn: Em şopdarê dozê ne
Meclîsa Jinan a Amedê ya DEM Partiyê Narîn Gurana 8 salî ku sala 2024an hatibû qetilkirin li ser gora wê bi bîr anî. Gelek siyasetmedar tevlî bîranînê bûn.
21 Tebax 2025
Li Şirnexê ji ber ku petrol têkelî ava vexwarinê dibe jinan çalakî li dar xistin
Jinên ku rê li tankerên petrolê girtin, gotin "Ava me tê jehrîkirin, jiyana me tê wêrankirin."
21 Tebax 2025
Li Rihayê jinan cezayê darvekirinê yê li Şerîfe Mihemediyê hatiye birîn, şermezar kir
"Rejîma Îranê, bi salan e bi polîtîkayên darvekirinê û tunehesibandina îradeya jinan re biryarên derhiqûqî dide. Li dijî îdam û qetlîamên jinan ên rejîma Îranê em ê li qadan dengê xwe bilind bikin.”
20 Tebax 2025
Rêxistina Serbixwe ya Jinan: Salane 50 jin li Herêma Kurdistanê tên kuştin
Rêxistina Serbixwe ya Jinan di daxuyaniyek de eşkere kir ku li Herêma Kurdistana Iraqê her cûre cudakarî û bêrêzî li hember jinan bi awayekî rêxistinkirî tê kirin.
19 Tebax 2025
Şandeya DEM Partî û HDKê bi LGBTI+yan re civiya
Di civînê de bal kişandin ser girîngiya têkoşîna hevbeş a ji bo civakîbûna pêvajoya aştiyê.
18 Tebax 2025
Êdî cureyê pincarên di nav pênîrê Wanê de jî kêm dibin
Li gelek deverên bajarên Kurdan û Tirkiyeyê em dizanin behsa penîrê Wanê yê bi pincarî tê kirin û hema bêjin her kesek dizane ku ev penîr ji ber tam ango aromaya xwe bi nav û deng e.
14 Tebax 2025
Kes na, tenê tu dizanî em kî ne Ya Ehmedê Xanî! Kes na, tenê tu dizanî em çi ne, ji ku hatine, çima niha wiha xerîb û dûrhatî ne. Kes na, tenê tu dizanî çima û çawa 30 û 30 û 31 sal dike temenek û diçe li kûrahîya bîrîna canê Memê bicîh dibe. Kes na, tenê tu dizanî ku me çendik û çend car xwe di vê sed salê de bi xencera Zînê kuştîye.
14 Tebax 2025
ÎHD: Di şeş mehên dawî de 1820 caran maf hatine binpêkirinên
Şaxa ÎHD’a Amedê rapora xwe ya binpêkirinên mafan ên di 6 mehên dawî de li bajarên herêmê hatine kirin parve kir. Di raporê de hate gotin ku herî kêm hezar û 820 binpêkirinên mafan hatine kirin.
11 Tebax 2025
ÎSÎG: Di meha Tîrmehê de herî kêm 204 karker mirin e
Di heft mehên pêşîn ên sala 2025an de hejmara karkerên ku di dema karkirinê de mirine gihîştiye 1165an. Tenê di meha Tîrmehê de 204 karker mirin e.
8 Tebax 2025
Li Xezayê di êrişên Îsraîlê de bi dehan kes hatin kuştin
Di êrişên Îsraîlê yên ji duh derengiya şevê heya vê sibehê de zêdetirî 20 kesan hatin kuştin.
7 Tebax 2025
Mêran di Tîrmehê de 32 jin kuştin
Mêran di meha Tîrmehê de herî kêm 85 jin birîndar kirine û herî kêm 8 zarokên keç û kur îstismar kirine.
6 Tebax 2025
Di veguhastin û parastina çanda kurdî de rola sosyolojîk a dengbêjî û çîrokbêjiyê
Têgeha "bîra kolektîf" a civaknas Maurice Halbwachs amûrek teorîk a sereke pêşkêş dike ji bo têgihîştina kevneşopiya dengbêjiyê. Li gorî Halbwachs, bîra kolektîf şekildana bîranînên takekesî ji hêla civakê ve ye. Dengbêj, di encamê de, kesayet in ku bi rêya bîranînên xwe yên takekesî bîra kolektîf hildigirin û ji nû ve çêdikin.
28 Tîrmeh 2025
Li Iraqê yekem partiya jinan ava bû
Partiya Jinan a El-Mewda, li Iraqê jinên ji mezheb û civakên cûda yên welat anî li gel hev û bi armanca bihêzbûna jinan a di warê siyasî de hate damezrandin.
28 Tîrmeh 2025
Dadgeha Bilind biryara ji bo Komkujiya Malbata Dedeogûllari erê kir
Dadgeha Bilind cezayê girtîgehê yê muebeta girankirî yê 7 caran ku li bersûcê Doza Komkujiya Malbata Dedeoglûllari Mehmet Altûn hatibû birîn, erê kir.
24 Tîrmeh 2025
Wezareta Parastina Neteweyî: Suriyeyê, bi fermî ji Tirkiyeyê alîkarî xwest
Daxuyaniya Wezareta Parastina Neteweyî piştî nûçeyên ku dibêjin rayedarên Amerîka û Tirkiyeyê ultîmatomek 30 rojî dane HSDê û HSDê ragihandiye ku "di vê qonaxê de ji bo wan ne mimkûn e ku çekên xwe radest bikin", hat.
23 Tîrmeh 2025
Di bin çavdêriya desthilatê de zexteke bêhempa li rojnamegeran tê kirin
Di nava hukumetê de rayedarên ku di asta herî jor de hatine hilbijartin û tayînkirin di daxuyaniyên xwe yên “li ser navê gel” yên li ber raya giştî de ji bo rojnameger û aktorên medyayê werin girtin bi aşkereyî rol girtine. Ev rewşe ketiye qonaxeke din a metirsîdar.
23 Tîrmeh 2025
ÎHD: Di girtîgehan de herî kêm 26 hezar û 632 caran maf hatine binpêkirin
Di raporê de hatiye gotin ku jê 335 giran herî kêm 1412 girtiyên nexweş di girtîgehan de ne û di çarçoveya mafê tenduristiyê de ji 5 hezarî zêdetir binpêkirin hatine tespîtkirin.
6 Tebax 2025
Rapora NYyê ya Siwedayê: Nêzîkî 93 hezar kes koçber bûne
"Girtina bazar û cihê bazaran, zirar dayîna dikanan û talankirina wan, di serî de xurak gihîştina pêdiviyên bingehîn asteng dike û bêewlehiya xurakê hîn bêtir kûr dike."
22 Tîrmeh 2025
Bernameya Festîvala Mûnzûrê aşkera bû
Bernameya 23emîn Festîvala Çand û Xwezayê ya Mûnzûrê ku li Dêrsimê pêk tê aşkere bû. Festîval wê di 24ê Tîrmehê de dest pê bike û di 27ê heman mehê de jî bi dawî bibe.
18 Tîrmeh 2025
Çavdêriyên destpêkê ji merasîma çekdanîna PKKê
PKKê diyar kir ku ew ê têkoşîna xwe li ser bingehên yasayî di bin navê "Koma Aştî û Civaka Demokratîk" de bidomînin û bang li dewletê kir ku rêziknameyên yasayî yên derbarê pêvajoyê de bicîh bîne.
11 Tîrmeh 2025
Tulay Hatîmogûllari: Em di hefteyeke dîrokî de ne
Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari diyar kir û xwest ku hêj Meclîs nehatiye girtin bila Komîsyona Aştî û Civaka Demokratîk were avakirin.
8 Tîrmeh 2025
ÎSÎG: Di meha Hezîranê de 164 karker mirin e
Di meha Hezîranê de herî kêm 164 di dema karî de mirine. Ji wan 4 zarok, 15 jin û 5 jî koçber bûn. Her weha tenê ji wan 3 endamê sendîkayê bûn.
8 Tîrmeh 2025
Nexweşiya penceşêrê, sedem û çareseriyên wê
Onkolog Halîs Yerlîkaya: Penceşêr di nav nexweşînên ku ne xwebelavker in de ya herî xeternak e û êdî li her malê nexweşek heye ji ber ku; cixare, alkol, obezîte, fastfood, pestîsît, radyasyon, asbest, av û hewaya qirêj û bê hereketî, gihîştîye merhela herî bilind.”
7 Tîrmeh 2025
Mêran di Hezîranê de 14 jin kuştin
Mêran di meha Hezîranê de herî kêm 68 jin birîndar kirine û herî kêm 18 zarokên keç û kur îstismar kirine.
4 Tîrmeh 2025
Derbarê nûçegihana bianetê Evrîm Denîzê de lêpirsîn hate dest pê kirin
Nûçegîhana bianetê Evrîm Denîzê nûçeyek çêkiribû ku li Pasûra Amedê şîrketek li qada lêgerîna kanzayê ‘serbazgehê’ çêdike û xwediyê şîrketê bi endamtiya çeteyê tê darizandin. Ev nûçe bû sedem ku derbarê Denîzê de lêpirsîn were vekirin. Rêxistinên pîşeyî bertek nîşan dan û gotin, “Rojnamegerî ne sûc e”.
2 Tîrmeh 2025
MKGD: Mafê tenduristiyê yê rojnamegera girtî Sevda Erkilinçê tê binpêkirin
"Divê pêkanînên cudakar û îhmalkar ên li dijî hemû girtiyên nexweş bi dawî bibe. Jin bêdeng nabe, rastî nayê bêdengkirin."
20 Hezîran 2025
Deniz Poyraz li Stenbolê hat bîranîn: Divê faîlên qetlîamê bên aşkerekirin
Hevseroka Bajarê Stenbolê ya DEM Partiyê Arîfe Çinarê got, "Em wan ku Deniz Poyraz qetilkirin şermezar dikin. Em ê li vî welatî aştiyê geş bikin. Em ê civakek demokratîk ava bikin da ku jin tê de wekhev bijîn."
19 Hezîran 2025
Serlêdanên 1emîn Xelatên Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersozê dest pê kirin
MKG ji bo bîranîna Gurbetellî Ersozê, 1emîn Xelatên Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz li dar dixe. Serlêdanên ji bo pêşbirkê ku cara yekemîn e tê lidarxistin, duh dest pê kir û dê heta 28ê Îlonê bidome.
18 Hezîran 2025
Nivîskar Elîf Gemîcîoglu: Wêjeya devkî ji bo jinan xezîne ye
Nivîskar Elîf Gemîcîogluyê got: “Wek gelek qadên heyî jin di kar û xebatên wêje û rezîmanê de jî hema bêje nînin. Em dizanin ku jinan herî zêde xwe bi wêjeya devkî dikarîbûn bînin ziman û bi hêsanî dikarin îro berê xwe bidin wêje û rêzîmanê.
18 Hezîran 2025
Doza Bahar Aksuyê ji bo 24ê Hezîranê hat taloqkirin
Xwişka Bahar Aksuyê, Beril Aksuyê got, "Ez ê tu carî xwişka xwe ji bîr nekim, ez ê heta dawiyê mafê wê biparêzim."
11 Hezîran 2025
ÎHD: Divê demildest girtiyên nexweş serbest bibin
Şaxê Stenbolê a ÎHDê li ber Girtîgeha Girtî ya Jinan a Bakirkoyê daxuyaniyek da çapemeniyê û xwest girtiyên nexweş serbest bibin.
11 Hezîran 2025
ÎSÎG: Di meha Gulanê de 177 karker mirin e
Di meha Gulanê de herî kêm 177 di dema karî de mirine. Ji wan 6 zarok, 12 jin û 7 jî koçber bûn. Her weha tene ji wan 8 endamê sendîkayê bûn.
11 Hezîran 2025
Li Stenbolê panela "Li dijî siyaseta qeyûm polîtîkaya feminîst" wê bê pêkanîn
Armanca panelê ew e ku behsa bandora qeyûman a li ser jiyana jinan bike û li dijî vê deng bilind bike.
10 Hezîran 2025
Mêran di Gulanê de 26 jin kuştin
Mêran di meha Gulanê de herî kêm 68 jin birîndar kirine û herî kêm 50 zarokên keç û kur îstismar kirine.
4 Hezîran 2025
Li Rojhilatê di mehekê de herî kêm 10 jin hatin qetilkirin
Rêxistina Mafên Mirovan a Kurdistanê bi raporekê ragihand ku di meha Gulanê ya 2025an de li Rojhilatê herî kêm 10 jin hatine qetilkirin.
2 Hezîran 2025
1emîn Konferansa Parlamenterên Jin ên Kurd didome
1emîn Konferansa Parlemeterên Jin ên Kurd ku di pêşengiya TJAyê de li Navenda Kongreyê ya Çand Amed a Amedê tê lidarxistin di roja duyemîn de didome.
29 Gulan 2025
Li Amedê “Konferansa Parlamenterên Jin ên Kurd” dest pê kir
Tevgera Jinên Azad (TJA) li Navenda Kongreyê ya Çand Amedê “1emîn Konferansa Parlamenterên Jin ên Kurd” lidar xist. Konferans wê du rojan bidome.
28 Gulan 2025
DEM Partî: Bila qeyûm bêne vekişandin, hevserokatî bê naskirin
Desteya Rêveberiyên Xwecihî ya Demokratîk a DEM Partiyê encamnameya “Civîna Dema Navberê ya Rêveberiyên Xwecihî yên Demokratîk” aşkere kir.
28 Gulan 2025
“Hevdîtina Jinan a Ked, Çand û Hunerê" ya Amedê: Jin bi keda xwe jiyana azad ji nû ve ava dikin
Di roja yekemîn ya “Hevdîtina Jinan a Ked, Çand û Hunerê" ya Amedê de gelek sazî û kooperatîfên jinan û jinên kedkar hatin cem hev.
23 Gulan 2025
Li Amedê rapora binpêkirinên mafan ên li girtîgehan aşkere bû
Di rapora rêxistinên hiqûq û civaka sivîl a têkildarî 20 girtîgehan de hate gotin ku li girtîgehan ji lêgerîna tazî heta astengkirina mafê dermankirinê ji îşkenceyê heta muameleya xerab tên kirin.
23 Gulan 2025
Rojnameger Oznûr Deger serbest bû
Rojnameger Oznur Degera girtî bi şertê kontrola edlî serbest bû. Dadgehê danişîn taloqî 21ê Cotmehê kir.
22 Gulan 2025
Komeke netewperest êrişî xwendekarên Zanîngeha Hacettepeyê kirin
Li Zanîngeha Hacettepeyê komeke netewperest êrişî xwendekarên ku afîş daliqandin kirin. Xwendekaran êriş şikandin û piştre polîs ketin kampûsê.
22 Gulan 2025
"Di 4 rojên dawî de ji 97 hezarî zêdetir kes ji Xezeyê koçber bûn"
IOMê bang kir ku divê agirbest demildest pêk were û ragihand ku hejmara Filistîniyên ku ji 7ê Cotmeha 2023an vir ve mirine ji 53,000î derbas bûye.
20 Gulan 2025
Kaytan û Altûn li Amedê hat bibîranîn
Di bîranînê de pankarta “Dê her tim weke rêber di têkoşîna me bijîn” û posterên Kaytan û Altûn hatin hilgirtin. Her weha jinan di meşa bîranînê de dirûşmên “Heval Fuat- Heval Riza rûmeta me ne” berz kirin.
18 Gulan 2025
15ê Gulanê: Rojek ji zimanê kurdî re
15ê Gulanê Roja Zimanê Kurdî cejnek e, berxwedanek e, hêviyek e. Di vê roja taybet de, werin em helbestekê bixwînin, stranekê bibêjin, çîrokekê parve bikin. Werin em zimanê xwe biparêzin, ji ber ku: Zimanê Kurdî, rûmeta me ye!
15 Gulan 2025
10 meh cezayê girtîgehê li rojnameger Evrîm Kepenekê hat birîn
Edîtora bianetê Evrîm Kepenekê ji ber ku nûçeya îdiaya zarokek du salî di encama îstismara zayendî miriye, çêkiriye bi tohmeta ku "nepeniya lêpirsînê binpê kiriye" 10 meh cezayê girtîgehê stend.
14 Gulan 2025
PKKê fesixkirina xwe aşkere kir
Encama Danezana Kongreya 12’emîn a PKK’ê hate ragihandin. PKK'ê di danezana kongreyê de got; “Me xebatên xwe bi dawî kir.” Kongre, diyariyî ji kadroyên pêşeng ên PKK’ê Alî Haydar Kaytan û Riza Altûn hate kirin.
12 Gulan 2025
Înîsiyatifa Yekitiya Demokratîk damezrandina xwe ragihand
Înîsiyatîfa Yekitiya Demokratîk ku di 10 Gulanê de civîna xwe li dar xist û her weha îro encama civînê bi deklerasyonekê ji raya giştî re parve kir.
11 Gulan 2025
Li Amedê civîna 'Înîsiyatîfa Yekitiyê' hat lidarxistin
Li Amedê civîna 'Înîsiyatîfa Yekîtiyê' ku dê li ser aştiya civakî û demokratîkbûnê nîqaş bên kirin, bi beşdariya nûnerên sazî û rêxistinên demokratîk hat li dar xistin.
10 Gulan 2025
Di meha Nîsanê de herî kêm 152 karker mirine
Di çar mehên pêşîn ên sala 2025an de hejmara karkerên ku di dema karkirinê de mirine gihîştiye 611an. Tenê di meha Nîsanê de heşt zarokên karker mirine. Sê ji wan 14 salî an jî biçûktir bûn.
9 Gulan 2025
Ebû Hatim Şakra weke "berpirsiyarê" deverên di bin kontrola HSDê de hat wezîfedarkirin
Şakra û Ahrar’uş Şarkkiye bi kuştina Sekretera Giştî ya ya Partiya Siberojê ya Sûriyeyê Hevrîn Xelefê tê tohmetkirin. Her weha bi gelek kuştinên din ên sivîlan jî. NYê ew bi “sûcê şer” tawanbar kiribû.
8 Gulan 2025
Mêran di Nîsanê de 36 jin kuştin
Mêran di meha Nîsanê de herî kêm 44 jin birîndar kirine û herî kêm 39 zarokên keç û kur îstismar kirine.
7 Gulan 2025
"Em ji bo Bahar Aksû û hemû jinen ku hatine qetilkirin li qadan in"
Li Amedê jin ji bo Bahar Aksuya ku li Stenbolê hat qetilkirin kom bûn. Jinan destnîşan kir û got, "Ev soza me ye ji bo her hevaleke me ya jin ku hatiye kuştin. Em ê têkoşîna ji bo civaka demokratîk û azadiya jinan mezin bikin"
6 Gulan 2025
Li bajarên herêmê 1ê Gulanê hat pîrozkirin
Di mîtîngên 1ê Gulanê Roja Ked û Hevgirtinê ên li Dersim, Êlih, Erzîngan, Xarpêt, Çewlîg, Mêrdîn, Riha, Şirnex û Sêrtê de li dijî newekhevî, zext û kedxwariyê peyamên xurt hatin dayîn. Di peyamanên 1ê Gulanê de çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd derketin pêş.
1 Gulan 2025
Li Wanê karker 1ê Gulanê pîroz dikin
Li Wanê pîrozbahiya 1ê Gulanê dest pê kir. Bi hezaran kedkar bi dirûşma “Em ê bi ser kevin” kom bûn û berbi qada mîtîngê dest bi meşê kirin.
1 Gulan 2025
Li Amedê pîrozbahiya 1ê Gulanê dest pê kir
Bi hezaran karker û kedkar li Amedê bi dirûşma “Azadiya kedê û civaka demokratîk” tev li pîrozbahiya 1ê Gulanê bûn.
1 Gulan 2025
Li Kadikoyê meşa 1ê Gulanê dest pê kir: Bi hezaran karker bi daxwazên xwe li kolanan in
Li ser pankartên ku karker hildigirin, peyamên wekî "Dest nede tezmînata min", "Jiyaneke mirovî, karekî biewle", "Jin dê bi ser bikevin" derdikevin pêş.
1 Gulan 2025
Ked, yekîtî û berxwedan di 1ê Gulanê de li qadan e
Li çar aliyên Tirkiyeyê karker, kedkar, kesên teqawîdbûyî, jin, LGBTI+, ciwan û xwendekar bi daxwazên xwe li qadan in.
1 Gulan 2025
HDK û DEM Partî: Em ê di 1ê Gulanê de li Kadikoyê bin
HDK û Rêxistina Bajarê Stenbolê ya DEM Partiyê ragihand ku ew bi dirûşma 'Ji bo Civaka Demokratîk û Azadiya Kedê ber bi 1'ê Gulanê ve' xwe ji bo 1'ê Gulanê Roja Piştevanî û Kedê re amade dikin.
25 Nîsan 2025
Stranbêj Nûr Donmez: Ji ber rolên zayendî hunermendên jin rûbirûyê zihmetiyan dimînin
Stranbêj Nûr Donmezê diyar kir ku hunermendên jin, çi di warê muzîkê de be, çi di warên din ên hunerê de be, di dirêjahiya dîrokê û di cîhana hunerê ya îro de bi gelek zehmetiyan re rû bi rû dimînin.
25 Nîsan 2025
Li navendên tenduristiyê yên taybet sezeryena plankirî hat qedexekirin
Li navendên tendursitiyê yên taybet, heke jidayikbûnek vajînalî were xwestin, êdî navend neçare ku yekîneya jidayikbûnê ya ku li gorî pîvanên rêziknameyê guncaw e were zêdekirin. Her wiha sezeryena plankirî jî hat qedexekirin.
21 Nîsan 2025
Sendîka û rêxistinên pîşeyî: Di 1ê Gulanê de em li Kadikoyê ne
Seroka Giştî ya DÎSKê Arzu Çerkezoglûyê da zanîn ku dê 1ê Gulanê li Kadikoyê pîroz bikin û got: “Îsal bêyî ji îradeya xwe paşvegavê biavêjin em ê li Qada Kadikoyê bên gel hev.”
18 Nîsan 2025
Hevşaredarên Amedê rapora xebatên xwe yên salekê aşkere kirin
Hevserokên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, xizmetên ku di salekê de li bajêr di warên xizmeta civakî, projeyên binesaziyê, çalakiyên çandî û xebatên ciwanan de pêk anîne ragihandin û gav û pêngavên ku avêtine kifş kirin, projeyên xwe yên bo sala 2025an ji raya giştî re aşkere kirin.
15 Nîsan 2025
"Lihevkirina bajarî îrade ye, krîmînalîzekirin wê nayê qebûlkirin"
Turkoglûyê pirsên rojnamegeran bersivand û diyar kir ku divê jin di siyaseta demokratîk de bibin mixatab û got ku ew li dijî polîtîkayên desthilatdariya mêr têdikoşin.
7 Nîsan 2025
Astengiyên li ber Kurdî, di qada civakî de berdewam dikin
Malper û hesabên medyaya civakî yên Ajansa Mezopotamyayê, Jinnewsê û saziyên din ên medyayê hatin astegkirin. Piraniya caran malperên Tirkî yên van ajansan tên astengkirin lê di heman demê de ev biryar bandorê li beşên wan ên Kurdî jî dikin.
7 Nîsan 2025
Mêran di Adarê de 24 jin kuştin
Mêran di meha Adarê de tundkarî herî kêm li 59 jinan kirine. Mêran, herî kêm 15 zarokên keç û kur îstismar kirine û 10 zarok jî kuştin.
4 Nîsan 2025
DEM Partiyê Cejna Ekîtoyê pîroz kir
Îro Cejna Ekîtoyê ango sersala nû ya Babilî ye. DEM Partiyê Cejna Ekîtoyê ya gelên Kildan, Asur û Suryanan ku tê wateya mizgîniya hatina biharê, pîroz kir.
1 Nîsan 2025
Berxwedana ODTUyê di roja heftemîn de ye: 30 kes hatin desteserkirin
“Em weke xwendekarên ODTUyê ji raya giştî re radigihîne ku em ê dest ji têkoşîna xwe ya mafdar bernedin.”
27 Adar 2025
Hesabê Xê yê 12 rêxistinên jinan hat astengkirin
Di nava hefteyekê de hesabê Xê yê 12 rêxistinan jinan û platforman li Tirkiyeyê hatin astengkirin.
26 Adar 2025
Bakirhan: Em ber bi aştî û çareseriyeke dîrokî ve diçin
Hevserokê DEM Partiyê Tûncer Bakirhan di Newroza Amedê de axivî polîtîkayên hikûmetê rexne kir û wiha got: “Hûn nikarin li hemberî herikîna avê avjeniyê bikin û siyaseta şaş nagihîne cihê rast.”
21 Adar 2025
Li Amedê pîrozbahiya Newrozê dest pê kir
Li Amedê ji destê sibê ve bi deh hezaran kes ji bo pîrozbahiya Newrozê berbi qadê dimeşin. Polîsan ji bo ketina qadê de li 6 cihên cuda xalên lêgerînê danîne.
21 Adar 2025
Trêna Aştiyê, ji bo “Newroza Azadiyê” berbi Amedê bi rê ket
Beşdarên "Trêna Aştiyê" ku piştî rêwîtiya xwe ya 24 saetan wê bigihêjin Amedê û dê li qada Newrozê daxwazên xwe bi dengekî bilind bînin ziman.
20 Adar 2025
KASEDê duyemîn defîleya cil û bergên kurdî li dar xist
Komeleya Çand, Huner û Wêjeyê ya Jinan (KASED) di çerçoveya pîrozbahiya Newrozê de defîleya duyemîn a cil û bergên kurdî li dar xist.
20 Adar 2025
SOHR: Di 100 rojan de 4711 sivîl hatin qetilkirin
Malbenda Çavderiyê ya Mafên Mirovan a Suriyeyê hişyarî da û got, "Li Sûriyeyê zêdebûna tûndkariya mezhebî, gefeke mezin li ser yekitî û aştiya civakî çêdike."
18 Adar 2025
Îsraîlê agirbest bidawî kir û êrişî Xezeyê kir: Herî kêm 404 kes mirin
Hamasê diyar kir ku hikûmeta Îsraîlê peymana agirbestê ya ku di 19ê Kanûna Paşiyê de ket meriyetê bi dawî kir û li dijî Xezeyê şer ragihand û got, "Netanyahu û hikûmeta wî jiyana dilgirtiyan dixe xeteriyê û rewşa wan dikişîne nava nediyariyê."
18 Adar 2025
Jinên wêjekar ji bo teşwîqkirina ziman û wêjeya kurdî şevbuhêrkek li dar xistin
Meclisa Jinan a Zimanê Kurdî ku di 9ê Adarê de meclisa xwe ragihandin. Her weha Meclîsê bernameya xwe ya yekem li Komeleya Wêjekarên Kurd, li dar xistin.
17 Adar 2025
Li Kobaniyê êrîşa hewayî: Ji heman malbatê 9 kes mirin
Malbenda Çavderiyê ya Mafên Mirovan a Suriyeyê, Tirkiye weke berpirsiyarê vê êrîşê nişan da û daxwaza rawestandina operasyonên leşkeri yên ku li bakurê Sûrîyeyê tên kirin, kir.
17 Adar 2025
Bîranîna Komkujiya Helebceyê: Me ji bîr nekiriye, em ê ji bîr nekin
Rejîma Beasê ya di bin Serokatiya Sedam Huseyinî de di 16ê Adara 1988an de ango beriya niha bi 37 salan êrîşî Helebceyê kiribû û pênc hezar kurd hatibûn qetilkirin. 37’emîn salvegera Komkujiya Helebceyê li gelek bajaran hate bibîranîn.
17 Adar 2025
Li ser sûrên dîrokî yên Amedê bi meşaleyan Newroz hat pîroz kirin
Di çerçoveya bernameya Newrozê de duh êvarê li ser sûrên Amedê bi pêşengtiya Tevgera Jinên Azad (TJA) bi meşale û erbaneyan Newroz hat pîroz kirin.
14 Adar 2025
SOHR: Hejmara sivîlên ku li Sûriyeyê hatin kuştin derket 1476an
Hat ragihandin ku li bajarên Laziqiye, Tertûs, Hama û Humsê 4 qetlîamên nû pêk hatin û di encamê de 93 sivîl hatin kuştin ku piraniya wan Elewî ne.
Hunermendên ku di Newrozê de derdikevin ser dikê diyar bûn
Dîroka bajarên ku Newroz lê tê pîrozkirin diyar bû. Her weha hunermendên ku îsal dê di Newrozê de derkevin ser dike jî aşkere bûn.
13 Adar 2025
10emîn salvegera Kovara Jineolojiyê: “Jineolojî ji bo jinan nexşerêyek e”
Kovara Jineolojiyê 10emîn salvegera xwe pîroz kir. Di çerçoveya salvegerê de yek ji xebatkarên Jineolojiyê Aynur Sarica û ji rêveberiya saziya KASEDê Salîha Ayata bi bianetê re axivîn.
12 Adar 2025
Di 8ê Adarê Roja Jinan a Cîhanî de weke her sal îsal jî jin bi hemû coşa xwe li qadan bûn. Li Amedê îsal jî jînan li hemû qadên 8ê Adarê dirûşmên kurdî berz kirin û pankartên kurdî hilgirtin. Me hin pankartên bi kurdî yên li Amedê di 8ê Adarê de li qadê hatin hilgirtin ji bo we berhev kirin.
11 Adar 2025
Deklarasyona Newrozê li Amed û Stenbolê hat aşkerekirin
Li Amed û Stenbolê di deklarasyona Newrozê de wiha hat gotin: “Newroza îsal Newroza parastina vîna azadî û aştiyê ya Rêberê Gelan birêz Abdullah Ocalan e.”
11 Adar 2025
Bertekên li dijî gefên ku li nûçegihana bianetê Evrîm Denîzê hat xwarin, didomin
Nûçegihana bianetê Evrîm Denîzê destnîşan kir û got, "Tu qad ji bo me jinên rojnameger bi ewle nîne. Bi taybet di rojeke weke 8ê Adarê de, peyamên di naveroka wan de tecawiz, kuştin û heqaretan hene, careke din tiştên ku jinên rojnameger dijîn, raxist ber çavan."
10 Adar 2025
Li Suriyeyê hejmara sivîlên ku hatine kuştin derket 973an
Malbenda Çavderiyê ya Mafên Mirovan a Suriyeyê destnîşan kir ku êrîşên li ser sivîlên elewî yên li herêma peravê û Çiyayên Laziqiyê berdewam in û got, "Ji sala 2011an û vir ve rêjeyên herî bilind yên mirinan hat bidestxistin".
10 Adar 2025
Aktîvîsta LGBTI+yan Îris Mozalar ku bi daxwaza girtinê şandin dadgehê, serbest bû
Derbarê Mozalarê de biryara kontrola edlî û qedexeya derketina derve hat dayîn.
10 Adar 2025
"Têkoşîna me ya femînîst jiyana me û cîhanê diguherîne"
23emîn Meşa Şeva Feminîstan a Stenbolê di 8ê Adarê Roja Jinan a Cîhanî de pêk hat. Em daxuyaniya ku di meşê de hat dayîn diweşîne.
8 Adar 2025
Jin û LGBTI+ li Taksîmê ne: "Heta wekhevî pêk neyê ev serhildan wê bi dawî nebe"
"Dibe ku wê hewl bidin ji bo em kom nebin çûn û hatinan rawestînin û her cihî bigirin. Em ê weke her sal astengiyan derbas bikin û bi awayekî rêyek ji bo kom bûnê bibînin."
8 Adar 2025
8ê Adarê li Amedê: Peyama Abdullah Ocalan hat xwendin
Gultan Kişanakê diyar kir û got: "Ji Amedê heta Enqereyê heta Îmraliyê li her aliyê Tirkiyeyê gelo em amade ne ku pirên aştiyê ava bikin?"
8 Adar 2025
MKG: Bijî têkoşîna jinan, bijî çapemeniya azad
MKGê destnîşan kir û got:"Di 8’ê Adarê de em bang li hemû jinan dikin ku hevgirtinê mezin bikin û bibin dengê rojnamegeran. Em ê bi hev re têkoşîna xwe ya ji bo cîhanek wekhev û azad bidomînin!"
8 Adar 2025
Wênesaz Bihar Moslehî: Ez bi xêzên xwe qaliban deforme dikim
Wênesaz Bihar Moslehî diyar kir û got: “Min wek hunermendeke jin hewlda ku di wêneyên xwe de behsa jinan û kolanan bikim.
7 Adar 2025
Mêran di Sibatê de 17 jin kuştin
Mêran di meha Sibatê de tundkarî herî kêm li 51 jinan kirine. Mêran, herî kêm 5 zarokên keç û kur îstismar kirine û 9 zarok jî kuştin.
5 Adar 2025
MKG: Di Sibatê de 2 rojnamegerên jin hatin girtin
MKGê rapora xwe ya meha Sibatê aşkere kir. Li gorî raporê di meha Sibatê de çar rojnamegerên jin hatine desteserkirin û ji wan du hatine girtin.
3 Adar 2025
Xelatgirên Oscarê xelatên xwe wergirtin
Xelatgirên 97emîn Xelatên Oscarê diyar bûn. Xelata “Fîlma Herî Baş” fîlma bi navê “Anora”yê wergirt. Xelata “Derhênerê Herî Baş” jî dan derhênerê vê fîlmê Sean Bakerî.
3 Adar 2025
Tanrikûlûyê destnîşan kir û got, "Ez jiyana xwe li ser derewan ava nakim; ez parazvana mafên mirovan im, femînîst im. Têkoşîna mafên mirovan bi awayekî vekirî û zelal dimeşînim, ti xebatek veşartî nakim. Niha jî pêvajoyeke aştiyê tê meşandin. Ez vê bi nirx dibînim. Ez tehliyeya xwe dixwazim."
4 Adar 2025
Hesabên Xê yên JINNEWS û Xwebûnê hatin astengkirin
Hesabên Xê yên JINNEWS û Xwebûnê bêyî ku sedemek were nîşandan, li Tirkiyeyê hatin astengkirin.
28 Sibat 2025
Li Amedê çalakiyên ji bo 8ê Adarê bi çoşeke mezin didomin
Rêvebiriya Polîtîkayên Jinan û Meclîsa Jinan ya Şaredariya Peyasa Amedê di çarçoveya çalakiyên 8ê Adarê Roja Jinan a Cîhanî de li Bazara Keda Jinan şahiyek li dar xistin. Gelek jin kombûn û tevlî şahiyê bûn.
26 Sibat 2025
Li Amedê çalakiyên ji bo 8ê Adarê dest pê kirin
Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê û şaredariyên navçeyan ji bo 8ê Adarê Roja Jinan ya Cîhanê dest bi çalakî û bernameyan kirin.
25 Sibat 2025
ÎSÎG: Di 12 salên dawî de herî kêm 2 hezar û 664 karkerên ciwan mirin e
Meclîsa ÎSÎGê rapora xwe ya têkildarî mirinên karkerên ciwan aşkere kir. Li gorî raporê di navbera salên 2013 û 2024an de 2 hezar û 664 karkerên ciwan di dema karî de mirine.
24 Sibat 2025
Egîtîm Sen dê panelek ji bo Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê li dar bixe
Şaxa Bi Hejmar 8an a Egîtîm Senê a Stenbolê ji bo Roja Zimanê Dayîkê a Cîhanê panelek li dar dixe. Ji Zanîngeha Bîlgiyê akademîsyen Bulent Bîlmez, Hevseroka Komeleya Lêkolînên Kurdî Remziye Alparslan, Endamê Desteya Weşanê ya Rojnameya Jinepsê Erdogan Yilmaz û perwerdekar Tahîr Barasî weke axaftvan beşdar dibin.
19 Sibat 2025
TUÎK: Hejmara bêkaran 11,5 mîlyon e
Li gorî daneyên TUIKê li Tirkiyeyê 32 mîlyon û 718 hezar kes hatine îstîhdamkirin. Lêbelê ev rêje di mêran de ji sedî 66,9 e û di jinan de ji sedî 32,4 e.
10 Sibat 2025
Rojnameger Oznûr Deger hat girtin
Polîsan bi ser mala nûçegihana JINNEWSê Oznûr Degerê de girtin. Polîsan di dema desteserkirinê de destê Degerê ji piştê ve kelemçe kirin û tûndkarî lê kirin. Dozger daxwaza girtina Degerê kir.
7 Sibat 2025
Ji bianetê heta Çiyayên Kaz: Xelatên 2024an ên SESê hatin dayîn
Seroka Weqfa Ragihandinê ya ÎPSê û yek ji damezrînerên bianetê rojnameger Nadire Materê got: "Em vê xelatê li ser navê hemû jinên ku heta niha li bianetê ked dane û bianet afirandine, digirin."
22 Çile 2025
Mêran di sala 2024an de herî kêm 378 jin kuştine
Mêran di sala 2024an de hêrî kêm 378 jin û 43 zarok kuştine. Mêran di heman salê de herî kêm tecawiz li 16 jinan kirine, 229 zarok istismar kirine, tacîz li 131 jinan kirine û bi darê zorê karê seksê bi 772 jinan dane kirin.
16 Çile 2025
Înfograf û videoya rapora tûndkariya mêran di weşanê de ye
Mêran di sala 2024an de hêrî kêm 378 jin û 43 zarok kuştine. Mêran di heman salê de herî kêm tecawiz li 16 jinan kirine, 229 zarok istismar kirine, tacîz li 131 jinan kirine û bi darê zorê karê seksê bi 772 jinan dane kirin.
16 Çile 2025
Li Dêrikê jinan behsa kevneşopiya Serê Salê kir: Em hewl didin ku kevneşopiyê berdewam bikin
Kurd bi sedan sal in kevneşopiya Serê Salê li gorî salnameya Rûmî pîroz dikin. Li mezreya Fêzikê ya navçeya Dêrika Mêrdînê jî ev kevneşopî hat berdewamkirin.
15 Çile 2025
Hediye Guneş: Divê jin li pirtûkxaneya xwe xwedî derkevin
Hediye Guneşê destnîşan kir û got, “Em hewl didin ku bi xebatên bi vî rengî rê li pêşiya kar û xebatên jinan vekin.
15 Çile 2025
Perkusyoner Yasemîn Bellî: Her rîtmekê di dil û rihê xwe de hîs dikim û dijîm
“Di amûrjeniya rîtmê de tê zanîn ku hejmara jinan gelek kêm e. Her çiqas ku di hemû enstrûmanan de ev yek kêm be jî lê di rîtmê de kêmtir e. Jinên li ser dikê jî bi giştî wek vokal derkevin pêş. Ji ber vê yekê jî em jin mecbûr in ku berxwedanekê di vê qadê de jî pêş bixin û li hember vê feraseta jinan tenê di qadekî de heps dike, bisekinin.”
14 Çile 2025
Di sala 2024an de her roj 5 karker di dema karkirinê de mirine
Ji 1897 karkerên ku di sala 2024an de di dema karkirinê de mirine jê tenê 36, ango ji sedî 1,89ê wan endamên sendîkayekê bûn.
13 Çile 2025
Li Sûriyê di salekê de 3 hezar û 563 bûyerên revandin û girtinên keyfî pêk hatine
Li gorî daneyên Malbenda Çavdêriyê ya Mafên Mirovan a Sûriyeyê, di sala 2024an de li seranserê welat 3 hezar û 121 kes bi awayekî keyfî hatine girtin û 442 kes jî hatine revandin.
8 Çile 2025
Artêşa Îsraîlê di 40 rojan de 392 caran agirbesta bi Lubnanê re binpê kir
Li gorî daneyên Wezareta Tenduristiyê ya Lubnanê, ji 8ê Cotmeha 2023an û vir ve 1106 jin û zarok, 222 xebatkarên tenduristiyê di nav de herî kêm 4 hezar kes mirine û zêdeyî 16 hezar kes jî birîndar bûne.
6 Çile 2025
Hesabên Xê yên MA, JINNEWS û Yenî Yaşamê hatin astengkirin
Hesabên Xê yên MA, JINNEWS û Yenî Yaşamê li Tirkiyeyê hatin astengkirin.
6 Çile 2025
Mêran di Kanûna Pêşiyê de 19 jin kuştin
Mêran di meha Kanûna Pêşiyê de tundkarî herî hindik li 53 jinan kirine. Mêran, herî hindik 32 zarokên keç û kur îstismar kirine û 2 zarok jî kuştin.
3 Çile 2025
(AY)
.jpg)






