Li Kanîreşê gel li dijî JESê li ber xwe dide: Gel xebatkarên şîrketê ji gund derxistin
Şîrketa bi navê IGNIS H2 A.Ş. ku navenda wê li Amerîkayê ye, li Gimgim, navçeya Mûşê û Kanîreş, navçeya Çewligê, plan dike du projeyên cuda yên Santrala Enerjiya Jeotermal (JES) çê bike.
Fîrmaya IGNIS H2 A.Ş. duh (3ê Hezîranê) ji bo diyarkirina cihê bîra sondajê, tîmek şand gundê Alawizan yê Kanîreşê.
Piştî gundên derdorê û Platforma Ekolojiyê ya Gimgimê ji mijarê agahdar bûn, ji bo piştgiriyê çûn gundê Alawizan. Li aliyê din nobeta konan a ku bi pêşengiya Meclîsa Ciwanan a Platforma Ekolojiyê ya Vartoyê hatibû destpêkirin, di roja 32em de berdewam dike.
Li Gimgimê nobeta JESê di roja 31em de berdewam dike
Her weha gundiyan destûr neda ku amûrên sondajê bên danîn û xebat rawestandin. Li ser banga berpirsên şîrketê cendirme hatin gund. Li hemberî helwesta bi biryar a gel, xebatkarên şîrketê neçar man ku amûrên xwe kom bikin û ji gund derkevin.
🟢Li Kanîreşê û Gimgimê gel li dijî JESê li ber xwe dide: Berdêla wê çi dibe bila bibe, em nahêlin xweza û jiyana me were talankirin.
— bianet Kurdî (@bianet_kurdi) June 4, 2026
👉Duh xebatkarên şîrketê yên ku duh ji bo sondajê hatibûn gundê Alawizan ê Kanîreşê, piştî berteka gundiyan ji herêmê derketin. pic.twitter.com/fdspLT7y1P
Piştî ragêşî û aloziya ku qewimî, bi beşdariya platformên ekolojiyê, DBP û gundiyan daxuyaniyeke hat dayîn. Di daxuyaniyê de Hevserokê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) ê Navçeya Kanîreşê Ozkan Bingol û Berdevkê Platforma Ekolojiyê ya Gimgimê Çayan Dursun axivîn.
Welatiyên Kanîreşê: Em nahêlin xwezaya me ji rantê re were vekirin
Tugay Karabag, endamê Platforma Ekolojiyê ya Kanîreşê têkildarî mijarê bi bianetê re axivî. Karabag yek ji şêniyên gundê Alawizan e ku duh karmendên şîrketa İgnisê hewldan sondajê li gundê wî vedin.
Tugay Karabag: “Bila bizanibin ku xwediyê vê axê em in”
Karabag diyar kir ku em nahêlin li tu derê vê herêmê bixebitin û weha pêde çû:
“Me duh di nava gund de wesayîtên wan dîtin “me ew dan sekinandin û jê pirsî: ‘Hûn kî ne û li vir çi dikin?’ Ji me re gotin ku ji bo erdhejê hatine. Me jî jê re got: ‘Hûn rast nabêjin, hûn me dixapînin; we heman tişt li gundê Qerxebazar, li Gimgim, Çermê û gundên derdorê jî kir. Hûn ne ji bo erdhejê, hûn ji bo projeya JES’ê hatine.’ Piştre li xwe mikur hatin ku ji bo sondaja JES’ê hatine. Me ji wan re got ku ji bo vê destûra me nîne; ‘Ma we destûr ji me xwestiye ku hûn JES’ê li vir çêbikin?’ Berdêla wê çi dibe bila bibe, em rê nadin ku hûn ax û ava me jehrî bikin û divê hûn ji gundê me derkevin.
Piştre bang li cendirmeyan kirin. Cendirme hatin gund û di navbera me û wan de jî alozî derket. Cendirmeyan got ku destûr ji wezaretê hatiye girtin û divê xebatkarên şîrketê karê xwe bikin. Me ji wan re jî got: ‘Hûn me bikujin jî em rê nadin vê yekê. Em nahêlin xwezaya me, ava me, çemê me, jiyana me û jiyana zarokên me jehrî bikin.’ Wekî mînak; di nav gundê me de çemek derbas dibe. Şêniyên gund, ajalên me, dar û giyayên me hemû bi vê avê ne. Ger projeya JES’ê çêbibe, ev hemû dê ji holê rabin.
Em debara xwe bi xwedîkirina ajalan dikin. Tenê li gundê me zêdetirî hezar çêlek û du hezar pez hene. Hemû herêm wisa ye. Dema av jehrî bibe, çêre û ajal jî jehrî dibin, xweza têk diçe û mirov nexweş dikevin. Ji ber vê yekê, ji bo me JES tê wateya mirinê. Dema JES çêbibe divê em mala xwe bar bikin û ji gund derkevin; lewma divê em destûrê nedin. Ger pêwîst bike em ê konan vedin, em ê ranekevin û şev û roj nobetê bigirin. Em bi tu awayî JES’ê naxwazin; berdêla wê mirin be jî, em nahêlin xweza û jiyana me were talankirin. Bila bizanibin ku xwediyê vê axê em in. Ji bo hewldanên bi vî rengî divê em bi hev re tevbigerin û yekdeng bin. Çi Kanîreş, çi Qerxebazar, çi Gimgim û çi Çermê; hemû yek in. Divê em ji bo hemû herêmê bi hev re têbikoşin. Ji bo min her der Alawiz e. Ignis û piştgirên wê bila bizanibin; em nahêlin li tu derê vê herêmê bixebitin.”
Li Gimgimê nobeta li dijî JESê didome: Sondaja yekem wê di 20ê Gulanê de bê vedan
Daxuyaniya ku li gund hat dayîn weha ye:
Ozkan Bingol: Şîrket di bin parastina cendirmeyan de tevdigere
Hevserokê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) ê Navçeya Kanîreşê Ozkan Bingol derbarê pêvajoyê de agahî dan û eşkere kir ku şîrketê di destpêkê de xwestiye bi agahiyên şaş bikeve herêmê. Bingol weha got: “Duh dema şêniyên gund liv û tevgera li qadê ferq kirin û pirsîn ka çi dikin, berpirsên şîrketê derew kirine û gotine ‘Em lêkolîna erdhejê dikin’. Îro dema gundî dîsa ji rewşê guman kirine û çûne ser wan, neçar mane îtîraf bikin ku xebatên lêgerîna jeotermalê dikin. Li ser agahdarkirina gundiyan, em tevî Platforma Ekolojiyê bi lez gihîştin gund.”
Ozkan Bingol diyar kir ku şîrket di bin parastina cendirmeyan de tevdigere û destnîşan kir ku gel paşde gav navêje û axaftina xwe weha domand: “Cendirme ji bo parastina xebatkarên fîrmayê li wir bûn. Gotin ku wan destûrên pêwîst girtine. Lê gundiyan bertek nîşan dan û gotin: ‘Ma we destûr girtiye ku hûn ê me bikujin? Em ê destûrê nedin ku hûn canê me û xwezaya me qetil bikin.’ Li hemberî vê biryardariyê neçar man ku kel û pelên xwe kom bikin û biçin. Rapora ÇEDê û destûrên burokratîk ên pêwîst, li ber berxwedana gundiyan asê man.”
Ji niha û pê de, berdêla wê çi dibe bila bibe, dê rê nêyê dayîn ku xebatên sondajê bên kirin. Heke sazkirina çadirê pêwîst bike dê çadir bê vedan, heke çalakî pêwîst bike dê çalakî bê kirin. Li dijî vê têgihîştina ku xweza û mirovan nahesibîne, têkoşîna me dê di asta herî bilind de berdewam bike.”
🟢Li Kanîreşê gel li dijî JESê li ber xwe dide: Gel xebatkarên şîrketê ji gund derxistin
— bianet Kurdî (@bianet_kurdi) June 4, 2026
👉Xebatkarên şîrketê yên ku duh ji bo sondajê hatibûn gundê Alawizan ê Kanîreşê, piştî berteka gundiyan ji herêmê derketin.
👉DBP û paltformên ekolojiyê daxuyanî dan pic.twitter.com/H6H1dtClPe
Çayan Dursun: “Em li van axan jeotermalê naxwazin”
Berdevkê Platforma Ekolojiyê ya Gimgimê Çayan Dursun jî bal kişand ser qada ku tê xwestin sondaj lê bê vedan, ceribandina yekem a li ser van xetên fayan e û bang li hemû gelê herêmê kir ku bi hev re têbikoşin:
“Makinê li vir saz kirin, lê bi berxwedana gel re paşve kişandin. Ev rewş nayê wê wateyê ku wan bi temamî dest jê berdaye. Ji bo ku hîn zêdetir qezenc bikin dê dîsa biceribînin. Em qebûl nakin ku axa me, xwezaya me bê jehrîkirin û jiyana mirovan bikeve metirsiyê. Em bang li tevahiya erdnîgariya Kanîreş, Gimgim û Çermê dikin ku bibin hevparê vê têkoşînê. Divê em ne temaşevanên pêvajoyê bin, lê belê xeteke weha ava bikin ku axa bav û kalan diparêze. Tiştê ku me roja yekem gotibû em dubare dikin: Serê me jî biçe, canê me jî bigirin, em li van axan jeotermalê naxwazin.”
Li Gimgim û Kanîreşê gundên ku li ber JESê ketine

Gimgim
Gundên ku li Gimgimê li ber JESê bikevin ev in: Tanzik, Tatan , Hemug , Çorsan, Xarikê, mezraya Dewreşêlî, Qasiman, Ameran, Zengena, Mengel, Kuzik, Civarkan, Caneseran, Xaşxaş, Uskira, Şorik, Şeman , Gadizan, Badan.
Kanîreş
Li gundên Qerxabazar, Aynik, Lîcik, Şorik, Çêrmûk, Siqavêlan û Alawizan ên navçeya Kanîreşa Çewlîgê, ji aliyê Şîrketa Anonîm a IGNIS H2 ya ku navenda wê li Amerîkayê ye ve, di çarçoveya xebatên “Lêgerîna Çavkaniyên Enerjiya Jeotermal” de tê plankirin ku bi kêmanî 25 bîrên sondajê werin vekirin. Şîrketa ku di 3ê Cotmeha 2025an de pêvajoya ÇEDê (Nirxandina Bandora li ser Jîngehê) dabû destpêkirin, di 1ê Nîsanê de bersiva erênî wergirt. Li dijî rapora “ÇED guncaw e” welatiyên herêmê amadehiya vekirina dozê dike.
Tenê li Qerxebazarê 8 hezar metre çargoşe qad wê were bikaranîn

Plankirina projeyê li ser xeta fayê ya ku wekî “Xeta Fayê ya Rojhilatê Anadoluyê” tê naskirin û navenda wê gundê Qerxabazara Kanîreşê ye, xetereya erdhejê zêde dike. Ev xeta fayê di ser Gimgima Mûşê re derbas dibe û bi “Xeta Fayê ya Bakurê Anadoluyê” re dibe yek. Şîrket amadehiyê dike ku di meha Gulanê de, li gundê Xwarik ê Gimgimê (ku nêzî 25 kîlometre dûrî Qerxabazarê ye) li ser heman xetê yekemîn sondajê lê bide.
Sîsmologên ku xetên fayê lêkolîn dikin, balê dikşînin ku di valahiya sîsmîk ya Qerxabazarê de enerjiyeke mezin berhev bûye û dibe ku erdhejeke bi mezinahiya herî kêm 7 pileyî çêbibe. Her wiha ji bo projeyê tenê li gundê Qerxabazarê wê 8 hezar û 139 metreçargoşe qad were bikaranîn. Proje wê çêrgehan dagir bike û çandinî û sewalkariya ku çavkaniya sereke ya debara herêmê ye, tune bike. Dîsa ji ber projeyê, cihên pîroz ên welatiyên Kurdên Elewî yên li Kanîreşê wê bandoreke neyînî bibînin.
Derbarê Ignis H2ê de
Şîrketa Ignis H2 Energy di sala 2021an de hatiye avakirin û navenda wê ya sereke li Houstonê (DYA) ye. Ev şîrket bi piştgiriya binesaziya Geolog International kar dike û di warê lêgerîn, sondaj û pêşxistina enerjiya jeotermal de pispor e.
Li Tirkiyeyê, bi taybetî li herêmên wekî Kanîreş-Yedisûyê (Çewlig) û Gimgimê (Mûş) projeyên santralên jeotermal birêve dibe. Armanca fîrmayê ew e ku bi tecrûbeya xwe ya ji sektora petrol û gazê girtiye, enerjiya jeotermal wekî çavkaniyeke bingehîn a enerjiya paqij bikar bîne. Şîrket li Tirkiyeyê (bi buroya xwe ya Îzmîrê re), li Ewropa û li seranserê cîhanê projeyên enerjiya domdar pêş dixe.
(AY)
15Ê GULANÊ CEJNA ZİMANÊ KURDÎ
Hunermendên Kurd: Her gotineke kurdî, li dijî asîmîlasyonê berxwedanek e
Newroza Stenbolê: Bi sed hezaran kes li Yenîkapiyê bûn
2025: Jinan di bianet Kurdiyê de çawa cih girtiye?
2025: Zarokan di bianet kurdiyê de çawa cih girtiye?
2025: LGBTI+yan di bianet kurdiyê de çawa cih girtiye?