bianet kurdî dema ku nûçeyan li ser LGBTÎ+yan çêdike bi pîvanên nûçegihanîya LGBTÎ+parêz çêdike. Ev yek ji wan kategoriyan e ku bianet di çêkirina nûçeyan de esas digire.
bianet kurdîyê di sala 2025an de bi giştî nêzîkî 1200 nûçe(taybet, werger, berhevkirî) çêkiriye. Beşek ji wan nûçeya rasterast behsa LGBTÎ+yan kiriye.
Di medyaya kurdî de gelek kêm nûçeyên li dijî LGBTI+an hene ya rastî gelek kêm nûçeyên li ser LGBTI+an hene. Medyaya Kurdî dijayetîyê nake lê LGBTI+an jî zêde nabîne.
Hin nûçeyên berçav ev in:
Ji bianetê heta Çiyayên Kaz: Xelatên 2024an ên SESê hatin dayîn
Seroka Weqfa Ragihandinê ya ÎPSê û yek ji damezrînerên bianetê rojnameger Nadire Materê got: "Em vê xelatê li ser navê hemû jinên ku heta niha li bianetê ked dane û bianet afirandine, digirin."
22 Çile 2025
Dozger xwest ku aktîvîsta LGBTI+yan Îris Mozalar were cezakirin
Mozalar bi tohmeta ku “kîn û dijminahî xistiye nava gel” tê darizandin. 2emîn danişîna doza Mozalarê wê di 26ê Sibatê de pêk were.
12 Sibat 2025
Jin û LGBTI+ li Taksîmê ne: "Heta wekhevî pêk neyê ev serhildan wê bi dawî nebe"
"Dibe ku wê hewl bidin ji bo em kom nebin çûn û hatinan rawestînin û her cihî bigirin. Em ê weke her sal astengiyan derbas bikin û bi awayekî rêyek ji bo kom bûnê bibînin."
8 Adar 2025
"Têkoşîna me ya femînîst jiyana me û cîhanê diguherîne"
23emîn Meşa Şeva Feminîstan a Stenbolê di 8ê Adarê Roja Jinan a Cîhanî de pêk hat. Em daxuyaniya ku di meşê de hat dayîn diweşîne.
8 Adar 2025
Aktîvîsta LGBTI+yan Îris Mozalar ku bi daxwaza girtinê şandin dadgehê, serbest bû
Derbarê Mozalarê de biryara kontrola edlî û qedexeya derketina derve hat dayîn.
10 Adar 2025
Li Macarîstanê Meşên Rûmetê hatibe qedekirin jî berxwedan didome
Komîteya Rûmetê ya Budapeşteyê aşkere kir ku tevî qedexekirina Meşa Rûmetê ya ji aliyê hikûmeta Viktor Orbán ve, ew ê têbikoşin ku di meha Hezîranê de meşê li dar bixin.
7 Nîsan 2025
Ked, yekîtî û berxwedan di 1ê Gulanê de li qadan e
Li çar aliyên Tirkiyeyê karker, kedkar, kesên teqawîdbûyî, jin, LGBTI+, ciwan û xwendekar bi daxwazên xwe li qadan in.
1 Gulan 2025
Bertekên li dijî gefên ku li nûçegihana bianetê Evrîm Denîzê hat xwarin, didomin
Nûçegihana bianetê Evrîm Denîzê destnîşan kir û got, "Tu qad ji bo me jinên rojnameger bi ewle nîne. Bi taybet di rojeke weke 8ê Adarê de, peyamên di naveroka wan de tecawiz, kuştin û heqaretan hene, careke din tiştên ku jinên rojnameger dijîn, raxist ber çavan."
10 Adar 2025
Di 41emîn danişînê de jî ji bo Ahmet Yildizê edalet pêk nehat
Parêzer Yagmur Bîrdalê diyar kir û got: “Doza Ahmet Yildizê ji bo me birîneke vekirî ye û heta ku edalet pêk neyê, wê neyê girtin.”
17 Nîsan 2025
Li Wanê karker 1ê Gulanê pîroz dikin
Li Wanê pîrozbahiya 1ê Gulanê dest pê kir. Bi hezaran kedkar bi dirûşma “Em ê bi ser kevin” kom bûn û berbi qada mîtîngê dest bi meşê kirin.
1 Gulan 2025
Li Amedê pîrozbahiya 1ê Gulanê dest pê kir
Bi hezaran karker û kedkar li Amedê bi dirûşma “Azadiya kedê û civaka demokratîk” tev li pîrozbahiya 1ê Gulanê bûn.
1 Gulan 2025
Polîsan midaxeleyî 23emîn Meşa Rûmetê a Stenbolê kir: Herî kêm 40 kes hatin desteserkirin
Di nav kesên hatin desteserkirin de rojnameger Nur Kaya ku ji bo bianetê meş dişopand, Edîtora Medyaya Civakî ya bianetê Evrîm Gunduz û nûçegihanê Ozgur Gelecekê Yusuf Çelîk jî hene.
29 Hezîran 2025
Meşa Rûmetê ya Tel Avîvê betal bû
Sedema betalkirina Meşa Rûmetê bi wê yekê hat nîşandan ku Îran dikare bi awayekî berfireh bersivê bide êrişa Îsraîlê.
13 Hezîran 2025
Hesabê Xê yê Kaos GLyê hat astengkirin
Kaos GLyê ragihand ku ji platformê tu agahdariyeke fermî negihîştiye wan.
24 Hezîran 2025
4emîn Meşa Rûmetê a Enqereyê wê di 22ê Hezîranê de pêk were
"Dîsa, ji nû ve, bi hev re! Em ê di Meha Rûmetê de li kolanan û li her derê dengê xwe bilind bikin!"
11 Hezîran 2025
Polîsan li Edliyeya Stenbolê ji ber ku li ser tîşortê wê "lezbiyen" nivîsandiye, kesekê desteser kir
Kesekê ku ji bo piştgiriya bide kesên di doza 23emîn Meşa Rûmetê a Stenbolê de tên darizandin çûbû edliyeyê, ji ber ku li ser tîşortê wê nivîsa "lezbiyen" hebûye, li ber deriyê edliyeyê hat desteserkirin.
8 Tebax 2025
Ji ber Meşa Rûmetê doz li rojnameger û aktîvîstan hat vekirin
Rojnameger Nur Kaya, edîtora bianetê Evrim Gunduz û nûçegihanê Ozgur Gelecekê Yusuf Çelik jî di nav de 53 kesên ku di Meşa Rûmetê de hatibûn desteserkirin dê sibê li 51emîn Dadgeha Cezê û Esliyeyê a Stenbolê derkevin pêşberî dadwer.
7 Tebax 2025
Hesabê Instagramê yê Kaos GLê hat astengkirin
Hesabê Xê û malpera nûçeyan a LGBTI+yan di meha Hezîranê de li Tirkiyeyê hatibû astengkirin.
19 Tebax 2025
Şandeya DEM Partî û HDKê bi LGBTI+yan re civiya
Di civînê de bal kişandin ser girîngiya têkoşîna hevbeş a ji bo civakîbûna pêvajoya aştiyê.
18 Tebax 2025
178 Wêjenas: Em li gel wan jin û LGBTİ+yên ku ji tacîz û îstismara hêzî sax mane nin
"Em ê faîlên tacîzê, yên ku wan diparêzin û yên ku kesên îfşa dikin hedef nîşan didin, sektora wan çi dibe bila bibe, ji bîr nekin."
26 Tebax 2025
bianet/Atolye BİA dê ‘Atolyeya Rojnamegeriya Aştîxwaz a Celal Başlangiç’ li dar bixe
"Atolyeya Rojnamegeriya Aştîxwaz a Celal Başlangiç’" rola medyayê û çawaniya veguherîna rojnamegeriyê di vê qonaxa ku li ser aştiyê tê axavtin de dê ji nîqaşan re veke.
5 Îlon 2025
Enes Hocaogullari dê cara yekem di 8ê Îlonê de derkeve pêşberî dadwer
Îdîanameya mafparêz Enes Hocaogullari hate qebûlkirin.
2 Îlon 2025
Înîsiyatîfa LGBTI+yan a Ji Bo Aştiyê damezrandina xwe ragihand
"Şiyana LGBTİ+yan a ku bibe aktorê vê pêvajoyê, rasterast bi civakîkirina aştiyê ve girêdayî ye. Mezintirîn hêza tevgera LGBTİ+yan ewe ku bi ezmûnên xwe hêza xwe nîşan dide."
10 Cotmeh 2025
Serlêdanên ji bo KuirFest Antakyayê dest pê kir
“Mihricen KuirFest evvel merra fi Antakya!”*
24 Îlon 2025
116 sazî ji bo wekheviyê bi hev re ne: Em bi biryar in ku mafên LGBTI+yan biparêzin
116 saziyan derbarê Pakêta 11emîn a Darazê de daxuyaniyeke hevbeş dan. Saziyan gotin ku rêziknameyên pêşniyarkirî dê mafparêzên LGBTI+yan û kesên nûçeyên têkildarî mafên LGBTI+yan çêdikin sînordar bikin.
31 Cotmeh 2025
Jin û LGBTÎ+yan li Kolana Îstîklalê bang kirin: Em ê dev ji mafên xwe bernedin
Piştî têkoşîna jin û LGBTÎ+yan polîsan barîkat rakirin.
26 Mijdar 2025
Mêran di sala 2024an de herî kêm 378 jin kuştine
Mêran di sala 2024an de hêrî kêm 378 jin û 43 zarok kuştine. Mêran di heman salê de herî kêm tecawiz li 16 jinan kirine, 229 zarok istismar kirine, tacîz li 131 jinan kirine û bi darê zorê karê seksê bi 772 jinan dane kirin.
16 Çile 2025
Jin û LGBTI+ li Taksîmê ne: "Heta wekhevî pêk neyê ev serhildan wê bi dawî nebe"
"Dibe ku wê hewl bidin ji bo em kom nebin çûn û hatinan rawestînin û her cihî bigirin. Em ê weke her sal astengiyan derbas bikin û bi awayekî rêyek ji bo kom bûnê bibînin."
8 Adar 2025
"Têkoşîna me ya femînîst jiyana me û cîhanê diguherîne"
23emîn Meşa Şeva Feminîstan a Stenbolê di 8ê Adarê Roja Jinan a Cîhanî de pêk hat. Em daxuyaniya ku di meşê de hat dayîn diweşîne.
8 Adar 2025
Di 41emîn danişînê de jî ji bo Ahmet Yildizê edalet pêk nehat
Parêzer Yagmur Bîrdalê diyar kir û got: “Doza Ahmet Yildizê ji bo me birîneke vekirî ye û heta ku edalet pêk neyê, wê neyê girtin.”
17 Nîsan 2025
Jin û LGBTÎ+yan li Kolana Îstîklalê bang kirin: Em ê dev ji mafên xwe bernedin
Piştî têkoşîna jin û LGBTÎ+yan polîsan barîkat rakirin.
26 Mijdar 2025
Ji bo ciwanên LGBTÎ+ û malbatên wan Xeta Şewirmendiya Hiqûqî vedibe
Xeta ku LÎSTAGê vekiriye, ji 26ê Mijdarê ve her rojên Çarşemê saet di navbera 10:00 -19:00ê de wê xizmetê bide.
18 Mijdar 2025
ÎHD: Di girtîgehan de herî kêm 26 hezar û 632 caran maf hatine binpêkirin
Di raporê de hatiye gotin ku jê 335 giran herî kêm 1412 girtiyên nexweş di girtîgehan de ne û di çarçoveya mafê tenduristiyê de ji 5 hezarî zêdetir binpêkirin hatine tespîtkirin.
6 Tebax 2025
Înîsiyatîfa LGBTI+yan a Ji Bo Aştiyê damezrandina xwe ragihand
"Şiyana LGBTİ+yan a ku bibe aktorê vê pêvajoyê, rasterast bi civakîkirina aştiyê ve girêdayî ye. Mezintirîn hêza tevgera LGBTİ+yan ewe ku bi ezmûnên xwe hêza xwe nîşan dide."
10 Cotmeh 2025
Doza Ahmet Yildizê wê di 25ê Kanûna Pêşîn de pêk were
Komeleya Hevi LGBTÎ+yan destnîşan kir ku dozê bi awayekî eşkere di bin xetereya demboriyê de dihêlin.
18 Kanûn 2025
LGBTÎ+yan xwest ku mirina biguman a transê girtî, Poyraz were zelalkirin
"Tiştên ku tên gotin nîşan dide ku ev ne bûyera “xwekuştinê” ye. Divê bi vî awayî serê bûyerê neyê niximandin û ev nayê qebûlkirin.”
18 Kanûn 2025
"Heta ku şerê li dijî LGBTÎ+yan bidome, aştî nikare civakî bibe"
Însiyatîfa LGBTÎ+yan ya Ji Bo Aştiyê li Amedê 1emîn Civata xwe ya Giştî li dar xistî bû. Însiyatîfê di encamnameya Lijneya Giştî de destnîşan kiriye ku heta polîtîkayên cudakar ên li dijî LGBTÎ+yan bi dawî nebe, nîqaşên aştiyê nikarin civakî bibin.
29 Kanûn 2025
Li Kazakistanê qanûna ku LGBTÎ+yan hedef digire, hat pejirandin
Qanûn, xuyabûna LGBTÎ+yan ya di medya û qadên giştî de wekî "propagandayê" pênase dike û rê li ber qedexekirinê vedike.
19 Kanûn 2025
Îşkenceya zayendî a di bin çavan de didome: 82 caran tacîza zayendî kirine
Buroya Alîkariya Hiqûqî a Li Dijî Tecawiz û Tacîza Zayendî a di Bin Çavan de daneyên tûndkariya li dijî jin û transan aşkere kir.
25 Mijdar 2025
"Têkoşîn, ji bo me transan pirsgirêkeke jiyanî ye"
Komîteya Hefteya Rûmetê a Transan a Stenbolê, di Roja Bîranîna Transên Rastî Sûcên Nefretê Hatine de li Nişantaşiyê daxuyaniyeke çapemeniyê li dar xist.
21 Mijdar 2025
Mêran di Cotmehê de 22 jin kuştin
Mêran di meha Cotmehê de herî kêm 79 jin birîndar kirine û herî kêm 14 zarokên keç û kur îstismar kirine.
5 Mijdar 2025
Polîsan midaxeleyî 11emîn Meşa Rûmetê a Transan a Stenbolê kir: Herî kêm 60 kes hatin desteserkirin
Tevî hemû astengiyên polîsan aktîvîstên trans+yan li kolanên Acibademê meşiyan û gotin: "Dîroka serhildanê me nivîsand."
22 Hezîran 2025
Mêran di Gulanê de 26 jin kuştin
Mêran di meha Gulanê de herî kêm 68 jin birîndar kirine û herî kêm 50 zarokên keç û kur îstismar kirine.
4 Hezîran 2025
Mêran di Adarê de 24 jin kuştin
Mêran di meha Adarê de tundkarî herî kêm li 59 jinan kirine. Mêran, herî kêm 15 zarokên keç û kur îstismar kirine û 10 zarok jî kuştin.
4 Nîsan 2025
Mêran di Kanûna Paşiyê de 28 jin kuştin
Mêran di meha Kanûna Paşiyê de tundkarî herî hindik li 39 jinan kirine. Mêran, herî hindik 13 zarokên keç û kur îstismar kirine û 4 zarok jî kuştin.
5 Sibat 2025
Înfograf û videoya rapora tûndkariya mêran di weşanê de ye
Mêran di sala 2024an de hêrî kêm 378 jin û 43 zarok kuştine. Mêran di heman salê de herî kêm tecawiz li 16 jinan kirine, 229 zarok istismar kirine, tacîz li 131 jinan kirine û bi darê zorê karê seksê bi 772 jinan dane kirin.
16 Çile 2025
Mêran di sala 2024an de herî kêm 378 jin kuştine
Mêran di sala 2024an de hêrî kêm 378 jin û 43 zarok kuştine. Mêran di heman salê de herî kêm tecawiz li 16 jinan kirine, 229 zarok istismar kirine, tacîz li 131 jinan kirine û bi darê zorê karê seksê bi 772 jinan dane kirin.
16 Çile 2025
Mêran di Kanûna Pêşiyê de 19 jin kuştin
Mêran di meha Kanûna Pêşiyê de tundkarî herî hindik li 53 jinan kirine. Mêran, herî hindik 32 zarokên keç û kur îstismar kirine û 2 zarok jî kuştin.
3 Çile 2025
(AY)
.jpg)






