Gelo veguherîna "NATO 3.0"ê dê bandoreke çawa li ser hevsengiyên herêmî û cîhanî bike?
Enqere, ji bo 36emîn Civîna Lûtkeya NATOyê ku dê di navbera 7-8ê Tîrmeha 2026an de li Koşka Serokkomariyê pêk bê amadekariyan dike, lê paytext ev çend roj in di bin dorpêçê de ye.
Qedexeyên Walîtiyê yên li ser çalakî, meş û daxuyaniyên çapemeniyê yên di navbera 28ê Hezîranê û 10ê Tîrmeha 2026an de, tevî destûra fermî ya 6 rojî ya karmendan bûn yek û navenda bajêr hema hema ji jiyana sivîl re hat girtin. Bertekên mafparêzan û mûxalefetê yên li dijî tepisandina protestoyên sivîl û desteserkirina zêdetirî 200 aktîvîst, parêzer û rojnamegeran a di bin navê "girtina ji bo tedbîrê" de berdewam dikin.
Pêş lûtkeya NATOyê rojnameger, parêzer, akademisyen û aktîvîst jî di nav de gelek kes hatin desteserkirin
Li hemberî vê ragêşiya ku bandorê li kolan û siyasetê dike, li ser maseya Koşkê dê gavên yekem ên veguherîneke nû ya leşkerî ya bi navê "NATO 3.0" bêne plankirin ku ev model dê pergala cîhanî û hevsengiyên herêmî biguherîne.
"NATO 3.0" çi ye?
NATO qonaxa damezrandina xwe ya di dema Şerê Sar de wekî "1.0", piştî belavbûna SSCBê jî pêvajoya berfirehbûn û ji nû ve avakirinê wekî "2.0" pênase dike. NATO 3.0 jî qonaxeke nû nîşan dide ku tê de Amerîka berê xwe dide Çînê û Ewropa jî neçar dimîne ku barê parastina xwe bixwe hilgire. Serokê DYAyê Donald Trump dixwaze ku welatên hevalbend lêçûnên xwe yên parastinê ji sedî 2yan gav bi gav bilind bikin û bigihîjin ji sedî 5an. Heta niha ji 32 heypeymanan tenê 17 welatan sînorê ji sedî 2an derbas kiriye.
Rola Tirkiyeyê dê çi bibe?
Enqere armanc dike ku ji sînorê "qereqolbûnê" ya parastina baskê başûr ê tîfaqê derkeve û bibe baregeheke sereke ya hilberîn û lojîstîkê ya NATO 3.0ê ya li herêma Deryaya Reş û Rojhilata Navîn. Ji ber vê yekê şîrketên pîşesaziya parastinê yên wekî ASELSANê derdikevin pêş. Jixwe Sekreterê Giştî yê NATOyê Mark Rutte, di daxuyaniya xwe ya 1ê Tîrmehê ya derbarê lûtkeyê de gotibû: "Mijara me ya herî girîng a li Enqereyê, zêdekirina hilberîna pîşesaziya şer e."
Zanyarê siyasî û analîst Prof. Dr. Soli Ozel, 36emîn Civîna Lûtkeya NATOyê ji bo bianetê nirxand. Li gorî Ozel, “armanca yekem a vê lûtkeyê ew e ku NATO bêyî Amerîkayê neyê hiştin.”
*Prof. Dr. Soli Ozel / Fotograf: Stephan Roehl
“Tê xwestin ku Ewropa barê herî giran hilgirin ser milên xwe”
Özel destnîşan kir ku di navbera DYA û hevalbendên wê yên Ewropî de pirsgirêkên cidî hene û weha got: “Sekreterê Giştî yê NATOyê [Mark Rutte], her çiqas hat rexnekirin jî, bi dilxweşkirina Trump xwest serê van pirsgirêkan binuximîne. Pêkhateyek nû ya ewlehiya Ewropayê ava dibe .”
Ozel bal kişand ser wê yekê ku welatên Ewropayê dixwazin Amerîkayê di nava pergala ewlehiya Ewropayê de bihêlin û wiha pê de çû:
Mebesta ji NATO 3.0ê ew e ku welatên Ewropayê lêçûn û masrafên xwe yên parastinê zêde bikin û berpirsiyariya ewlehiya Ewropayê hildin ser milên xwe. Ji ber vê yekê dii qonaxên NATO 1.0 û NATO 2.0ê de giraniya herî mezin li ser milê Amerîkayê bû. Lê belê ji niha û pê ve tê xwestin ku Ewropî barê herî giran hilgirin ser milên xwe.
Amerîka ev 16 sal in jixwe dibêje ku ew neçar e bêtir bi parzemînên din û bi taybetî jî bi Çînê re mijûl bibe. Di nava NATOyê de profila welatên bakur hîn bêtir bilind dibe. Di vê serdemê de ji ber cîrantîya bi Rûsyayê re ya li Deryaya Reş û ji ber Tengavan dê Tirkiye derkeve pêş. Ji ber vê yekê behsa modela NATO 3.0ê tê kirin. Lûtkeya Enqereyê jî dê bibe destpêka vê yekê."
Ozel anî ziman ku “di şerê Îranê de tu karê NATOyê nîn e, jixwe ev ne wezifeya wê ye." Lê belê da zanîn ku pergala ewlehiyê ya nû û rewşa welatên Kendavê, endamên NATOyê jî eleqedar dikin.
Di çarçoveya “desteserkirinên ji ber NATOyê” de 103 hatin girtin
Gelo Tirkiye dê di pergala parastinê ya Ewropayê de cih bigire?
Soli Ozel diyar kir ku pêşketina pîşesaziya parastinê ya Tirkiyeyê ji aliyê Ewropiyan ve tê şopandin û got: “Pirsgirêkeke wiha li pêşiya Tirkiyeyê heye; Tirkiye dixwaze di nav pakêta lêçûnên parastinê ya Yekitiya Ewropayê ya ku 150 milyar dolar e de cih bigire. Lê belê Yewnanistan û Rêveberiya Qibrisê ya Başûr li ber vê yekê dibin asteng.”
Ozel gotinên xwe wiha bi dawî kir:
Heta Îngilîz jî di warê tevlîbûna wê bernameyî de rastî zehmetiyan tên. Ez texmin dikim ku hevkariyên dualî dê berdewam bikin û bigihîjin astên pêşvetir, lê pirsgerêka ku gelo Tirkiye dikare di pergala parastinê ya Yekitiya Ewropayê de cih bigire an na, wekî meseleyeke girîng li pêşiya me rawestiyaye. Serokê DYAyê Trump gotibû 'mizgîniyek min heye'. Gotegot hatin kirin ku ev mizgînî motorên balafirên KAANê ne ku Tirkiye dixwaze hilberîne. Heke ev yek pêk bê, Tirkiye dê derfetê bibîne ku hêzên xwe yên hewayî yên ku niha qels bûne bîne asta îro û vê bernameya ku bi çavkaniyên xwe dabû destpêkirin, bi tevkariya Amerîkayê pêk bîne."
(FY/VC/AY)