Pêş lûtkeya NATOyê rojnameger, parêzer, akademisyen û aktîvîst jî di nav de gelek kes hatin desteserkirin
Berî Lûtkeya NATOyê ya ku wê di 7-8ê Tîrmehê de li Enqereyê pêk were; li bajarên wekî Stenbol, Enqere, Îzmir, Kocaeli, Antalya, Dêrsim, Riha, Çanakkale û Bursayê bi ser malan de girtin.
Di serdegirtinan de akademisyen, parêzer, xwendekarên hiqûqê, endamên komeleyan, nûnerên partiyên siyasî û sendîkavan jî di nav de gelek kes hatin desteserkirin.
Komeleya Hiqûqnasên Hemdem (ÇHD) ragihand ku Seroka Şaxa Stenbolê ya ÇHDyê parêzer Ezgi Onalan û endamê komeleyê parêzer Yunusemre Işik serê sibê bi serdegirtina polîsan a li ser malên wan hatine desteserkirin.
Di daxuyaniya ku li ser hesabê medyaya civakî ya ÇHDyê hatî parvekirin de hat diyarkirin ku piştî operasyona li ser mala Onalanê, ew hatiye desteserkirin û di operasyonên hemwext de parêzeran agahî girtine ku gelek muwekîlên wan jî hatine desteserkirin.
Komeleyê di daxuyaniya xwe de got: “Seroka Şaxa me ya Stenbolê Parêzer Ezgi Onalan serê sibê bi operasyoneke polîsan hat desteserkirin. Em hîn bûn ku bi awayekî hemwext gelek muwekîlên wê jî hatine desteserkirin.”
Rojnameger jî hatin desteserkirin
Serê sibê di encama operasyonên li ser malên wan de, nivîskarê bianetê Abbas Vural, edîtora T24ê Buse Sogutlu û edîtora Oda TVyê Ceren Erdogdu jî hatin desteserkirin.
Komîsyona Xwendekar, Stajyer û Parêzerên Karker a ÇHDya Stenbolê jî ragihand ku endamên komîsyonê û xwendekarên hiqûqê Boran Işildak û Burhan Can li Tuzluçayira Enqereyê hatine desteserkirin.
Di daxuyaniya komîsyonê de hat destnîşankirin ku Işildak û Can ji ber xebatên xwe yên berî Lûtkeya NATOyê hatine desteserkirin û daxwaza serbestberdana wan hat kirin.
Hat aşkerekirin ku duh êvarê di serdegirtina Şaxa Tuzluçayirê ya AKA-DERê de herî kêm 9 kes hatine desteserkirin. Ji Tevgera Kaldiraçê herî kêm 6 kes ji Antakyayê, 3 kes ji Edeneyê û herî kêm 5 kesên ku ji Îzmirê hatibûn Enqereyê hatine desteserkirin.
Li gelek bajaran bi ser malan de girtin
Çend roj berî lûtkeya NATOyê, polîsan li Stenbol, Enqere, Îzmir, Kocaeli, Antalya, Dêrsim, Riha, Çanakkale û Bursayê bi ser gelek malan de girt.
Li Stenbolê bi ser malên endamên Komeleyên Ciwanên Şoreşger û Tevgera Şoreşger de girtin. Komeleya Dostanî û Çandê jî ragihand ku di serdegirtinên li Stenbol û Îzmirê de gelek kes hatine desteserkirin.
Hat ragihandin ku li Îzmirê ji bilî Komeleya Dostanî û Çandê, endamên Partizan, BDSP, SMÎ û SODAPê jî bi serdegirtina malan hatine girtin. Li Dersimê jî hat ragihandin ku xwendevanên Partizanê hatine desteserkirin.
Li Kocaeliyê herî kêm şeş kes hatin desteserkirin ku di nav wan de endam û rêveberên Partiya Kedê (EMEP) û endamên Tevgera Kaldıraçê jî hene.
Li Rihayê endamên EMEP, TÎP û SEPê bi serdegirtina malan de hatin desteserkirin.
Hat diyarkirin ku li Çanakkale û Bursayê jî bi ser malan de girtine; endamên Komeleya Ciwanên Şoreşger û xebatkar ile xwendevanên Kovara Tevgera Şoreşger jî di nav kesên desteserkirî de ne.
Li Antalyayê herî kêm 35 kes hatin desteserkirin
Li Antalyayê polîsan bi ser gelek malan de girt. Di nav herî kêm 35 kesên ku hatine desteserkirin de, 11 endamên Halkevleriyê hene. Di nav wan de endamê Lijneya Rêveberiya Giştî ya Halkevleriyê Gurkan Gulseven, Seroka Halkevleriya Antalyayê Gulcan Şahin û hemû endamên rêveberiya şaxê cih digirin.
Hat aşkerekirin ku rêveberên Rêxistina Bajêr a TÎPê ya Antalyayê, endamên Ciwanên Kedê û endamên Tevgera Kaldiraçê jî hatine desteserkirin. Her wiha endamê Lijneya Rêveberiya Navendî ya Sendîkaya Mamosteyên Sektora Taybet Yigit Pertev, Berdevka Bajêr a Antalyayê Digde Simay Pertev û Nûnerê Bajêr ê Antalyayê Mehmet Akif Karaca jî di nav kesên desteserkirî de ne.
Ozbudun û Demirer dê bişînin Mûglayê
Akademisyen Sibel Ozbudun û nivîskar Temel Demirer jî vê sibê li Stenbolê hatin desteserkirin.
Diyar bû ku Ozbudun û Demirer di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Mûglayê de hatine desteserkirin. Ev her du nav dê ji bo Mûglayê bên şandin.
Derbarê desteserkirinan de heta niha ji aliyê saziyên fermî ve tu daxuyanî nehatiye dayîn.
(HA/AY)