Wezareta Karên Navxweyî piştî çar mehan bersiv da îdîaya îşkenceya li qereqolê
Li navçeya Kadıkoya Stenbolê ciwanekî 18 salî di 3ê Adarê de bi îdîaya ku "bazirganiya madeyên hişbir dike" hatibû desteserkirin û piştre ji aliyê dozgeriyê ve serbest hatibû berdan. Wî ciwanî îdia kiribû di qereqolê de lêdane û tundkariya zayendî lê kirine.
Parlamenterê Kocaeli yê DEM Partiyê Omer Faruk Gergerlioglu, di 9ê Adarê de mijar kir rojeva Meclîsê.
Gergerlioglu diyar kir ku daxwaza parêzerê vî ciwanî ya ji bo hevdîtina bi muwekîlê xwe re nêzî şeş saetan nehatiye qebûlkirin û got:
"Piştî ku wî ciwanî li dozgeriyê îfade da, ew sewqî Saziya Tiba Edlî hat kirin û hat îdîakirin ku di kontrola tenduristiyê de diyar bûye ku li herêma analê şopên trawayê hene."
Çîftçî: "Hemû tomarên kamerayan hatin radestkirin"
Bersiva Wezîrê Karên Navxweyî Mustafa Çiftçi ya ji bo pirsnameya Gergerlioglu, di 20ê Tîrmehê de ji Serokatiya Meclîsê re hat şandin.
Çîftçî di bersivê de diyar kiriye derbarê bûyerê de lêpirsîna edlî û îdarî tê birêvebirin û weha hatiye gotin:
"Îxbar û gilîyên li dijî personelên Emniyetê, li gorî giraniya sûc ji aliyê Sermifetîşên Mulkiyeyê, Sermifetîşên Polîsan an go lêkolîneran ve tên lêkolînkirin û saziyên rayedar biryara dawî didin.
Derbarê vê bûyerê de lêpirsîna edlî a bi hejmar 2026/50309 û lêpirsîna îdarî a bi hejmar 2026/2675 berdewam dike.
Her wiha hemû tomarên kamerayan ên li cihê bûyerê radestî yekîneyên lêpirsînê hatine kirin.
Endamê Hevpeymaniya Hêzên Siyasî yên Kurdistana Îranê Mewlûdî: Me ji tu kesî çek wernegirtine, me gelê xwe parast
Gelo veguherîna "NATO 3.0"ê dê bandoreke çawa li ser hevsengiyên herêmî û cîhanî bike?
Konsolxaneya kurdan ya Stenbolê: Medya Kîtabevî
Hunermend Serhat Kural: Divê em zêdetir bigihêjin ciwanan
Saziyên kurdî: Astengiya herî mezin a li pêş aştiyê, nasnekirina kurdî ye