Di çarçoveya “desteserkirinên ji ber NATOyê” de 103 hatin girtin
Li Enqereyê berî Lûtkeya NATOyê di 23yê Hezîranê de di serdegirtinên malan ên serê sibê de 225 kes hatibûn desteserkirin. Karên îfadeyên yên 135 kesan bi dawî bûn.
Piştî kontrola tendurustiyê, ji kesên ku sewqî edliyeyê hatin kirin 6 kes ji aliyê dozgeriyê ve hatin berdan.
Ji 129 kesên ku bi daxwaza girtinê sewqî dadgeha cezê û aştiyê hatibûn kirin jê 103 kes hatin girtin, ji bo 26 kesan jî biryara kontrola edlî hat dayîn.
Karên kesên din ên ku desteserkirî ne, li emniyetê berdewam dikin.
Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê di daxuyaniya xwe de îddia kir ku ev lêpirsîn ji bo “deşifrekirina çalakî û xebatên rêxistinên terorê yên li seranserê welat” e.
Walîtîya Enqereyê di çarçoveya Lûtkeya NATOyê de biryarên qedexeyê girtibûn û li ser vê biryarê, di 23ê Hezîranê de serê sibê ji aliyê tîmên polîsan ve di heman demê de bi ser gelek navnîşanan de hatibû girtin.
Di van operasyonan de bi giştî 225 kes hatibûn desteserkirin. Di nav kesên hatibûn desteserkirin de parêzer, nûnerên saziyên sivîl û parêzvanên mafên mirovan jî hebûn.
Rêxistinên LGBTİ+yan li dijî desteserkirinên NATOyê bi awayekî hevpar bertek nîşan dan
(HA/AY)