Endamê Hevpeymaniya Hêzên Siyasî yên Kurdistana Îranê Mewlûdî: Me ji tu kesî çek wernegirtine, me gelê xwe parast
Êrîşên asmanî û operasyonên leşkerî yên ku Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) û Îsraîlê di 28ê Sibatê de li dijî Îranê dan destpêkirin, hevsengiyên li herêmê guhertin. Çend roj beriya operasyonê ango di 22ê Sibatê de, şeş partiyên Kurd yên ku li bajarên Rojhilatê dixebitin, koalîsyonek bi navê ‘Hevpeymaniya Hêzên Siyasî yên Kurdistana Îranê’ ava kirin.
İran’da Kürt kimliği: Kim kimdir?
Koalîsyon şeş rojan berî midaxeleya DYAyê ya li dijî Îranê ava bû. Ev jî bû sedema wê bendewariyê ku Kurd dê di bejayiyê de beşdarî operasyonê bibin. Piştî ku DYA û Îsraîlê operasyona xwe da destpêkirin, hêzên Kurdan di vî şerî de cih negirtin û helwesteke di vî warî de nîşan nedan. Nîqaş li ser vê mijarê berdewam dikirin û Serokê DYAyê Donald Trump jî dest bi daxuyaniyên tawanbarker ên li dijî kurdan kir.
Partiyên ku di koalîsyonê de cih digirin ev in:
Xwepêşandanan di meha Kanûna Paşîn de dest pê kirin û Trump soza piştgiriya leşkerî û lojîstîk da xwepêşandanên girseyî. Dema Trump ev sozên xwe pêk neanî, bû hedefa rexneyan. Piştî vê Trump di daxuyaniyên xwe yên dawî de sûc avêt stûyê partiyên Kurdan. Serokê Amerîkayê îdîa kir ku wan çek dane hêzên Kurd, lê Kurdan piştî girtina wan çekan neketine şer û "çek dizîne" û her wiha rê li ber serhildana mûxalefeta Îranê jî girtine. Li aliyê din, di çapemeniyê de hin îdîa hatin kirin ku Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan di kêliyên dawî de nehiştiye peşmergeyên kurd bikevin Îranê û ew asteng kirine.
Alîkarê Sekreterê Giştî yê Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê (PDK-Î) Mistefa Mewlûdî, ev îdîa bi tundî red kirin û stratejiya xwe û rewşa dawî ya li herêmê ji bo bianetê nirxand.
“Ev şer ne şerê Kurdan e, şerê berjewendiyên Amerîka û Îsraîlê ye”
Alîkarê Sekreterê Giştî yê Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê (PDK-Î) Mistefa Mewlûdî
Mistefa Mewlûdî destnîşan kir ku operasyonên leşkerî yên DYA û Îsraîlê yên li dijî Îranê, tu pêwendiya xwe bi daxwazên mafên gelê Kurd re nîne. Mewlûdî diyar kir ku çi dibe bila bibe kurdên Rojhilat nabe parçeyekî vê şerî û wiha axivî:
"Çi şerê 12 rojan be, çi jî şerê 40 rojan be, Kurdên Rojhilat bi tu awayî nebûn parçeyekî vî şerî. Ev şerê ku bi êrîşên asmanî dest pê kir û hîna jî berdewam dike, ne şerekî wisa ye ku mafên Kurdan biparêze. Sedemek tune bû ku Kurd bikevin nav vî şerî. Armanca DYAyê di vî şerî de ewe ku rejîma Îranê biguhere ango daxwazên bidin qebûlkirin. Armanca Kurdan jî rûxandina Komara Îslamî ya Îranê û avakirina Îraneke demokratîk û federal e. Me polîtîkayeke rast meşand û em neketin nav vî şerî."
“Em daxuyaniyên Trump cidî nagirin, me yek çek jî wernegirtiye”
Mewlûdî bersiveke tund da tawanbariya Trump a ku gotibû "me çek dan kurdan lê şer nekirin" û ev îdîa wekî "nerast" pênase kir û weha pêde çû:
"Serokê DYAyê Trump, him derbarê me de him jî derbarê gelê Îranê de herdem daxuyaniyên nerast dide. Kurdên Rojhilat ji tu dewletan yek çek jî wernegirtine. Em daxuyaniyên Trump cidî nagirin. Ji ber ku Trump gotibû ku ew ê piştgiriya xwepêşandanên di meha Kanûna Paşîn de desrpêkiribû, bike û alîkarî di rê de ye. Di rastiyê de Trump piştgirî neda û xwepêşander bi tenê hatin hiştin. Amerîka xema daxwazên gelê Îranê naxwe, tenê li pey berjewendiyên xwe ye. Amerîka dixwaze Îran daxwazên wan bi taybetî yên li ser bernameya nukleerî û mûşekên balîstîk qebûl bike. Daxwaza azadiyê ya gelên Îranê ne di xema wan de ne.. Jixwe gava em li xalên vê agirbesta dawî dinêrin, em dibînin ku dîsa li ser xalên ku tu pêwendiya wan bi daxwazên gelên Îranê re nîne li hev kirine."
“Me pêşbîniya komkujiyan kir, ji bo parastina gelê xwe em neketin şer”
Alîkarê Sekreterê Giştî yê PDK-Îyê bal kişand ser hovîtiya rejîma Îranê ya di xwepêşandanên meha Kanûna Paşîn de û diyar kir ku wan dizanibû ku di encama şerekî de dê Kurdistan rûbirûyî rûxandineke mezin bibe û weha got:
Îranê di xwepêşandana meha Kanûnê de zêdetirî 50 hezar mirov qetil kir. Ev kesana ji bajarên wekî Tehran û Îsfahanê bûn. Îrana va hovîtiyê li dijî gelê xwe kir, dê li hemberî kurdan hîn hovtir bibûya. Ji ber dijminatiya kûr a Îranê ya li hemberî kurdan, dê li Kurdistanê rûxandin û komkujiyên pir mezintir pêk bianînaba. Ji bo parastina kurdan û Kurdistanê em neketin vî şerî. Tevî hemû provokasyonan, me siyaseteke serkeftî meşand û em neketin şer."
“Îdiaya ku Erdogan asteng kiriye derew e”
Mewlûdî îdîayên ku dibêjin Tirkiyeyê pêşveçûna hêzên Kurd a ber bi Îranê ve asteng kiriye, wekî "şiroveya rojnamegeriyê ye û îdîayeke pûç e" nirxand û diyar kir ku wan ji tu dewletan vexwendineke fermî wernegirtiye û weha got:
"Ev hemû tenê îdiaya rojnamevanekî ye. Ne bi fermî û ne jî bi nefermî, tu agahiyek derbarê midaxeleya Tirkiyeyê de nîne. Ji Îranê ve tu çalakî an hewildaneke me ya li dijî Tirkiyeyê jî çênebûye. Wekî Pêşmergeyên PDK-Îyê, em ne li ser sînorê Tirkiyeyê ne jî. Ne tenê Tirkiye, armanca me li dijî berjewendiyên tu welatî nîne. Tekane armanca me guhertina Îranê û têkoşîna ji bo avakirina Îraneke demokratîk û federal e. Li aliyê din, ne bi fermî û ne jî bi nefermî, ji aliyê DYA û Îsraîlê ve tu daxwaz an vexwendin ji bo tevlîbûna şerê Îranê ji me re nehatiye kirin. Ji roja ku şer dest pê kiriye û vir ve me bi tu dewletan re pêwendî danenî ye. Di vê pêvajoyê de pêwendiya me bi Tirkiyeyê re jî çênebûye. Di nav partiyên din ên koalîsyonê de jî pêşniyaz an vexwendineke wiha qet nehatiye rojevê."
Mewlûdî bi bîr xist ku ew ji armancên xwe venegeriyane û dê parastina rûxandina hikûmeta zordar a Îranê bikin û bixwazin ku di bin banê Îraneke federal û demokratîk de, mafên Kurdistana Rojhilat werin parastin.
“Em piştgiriya Pêvajoya Aştiyê ya li Tirkiyeyê dikin”
Mewlûdî behsa gavên Tirkiyeyê yên li ser pirsgrêka Kurd a di siyaseta navxweyî ya Enqereyê de jî kir û diyar kir ku gavên Tirkiyeyê ji bo aştiya herêmê gelekî girîng in:
"Tirkiye li herêmê aktoreke girîng e. Em pêvajoya aştiyê ya ku bi PKKê re dane destpêkirin girîng dibînin û piştgirî dikin. Ev pêvajoya aştiyê ji bo ewlehiya herêmê girîng e. Pêvajoya aştiyê bandoreke erênî li kurdan dike. Ev yek ji bo Kurdên Rojhilat jî derbasdar e. Tirkiyeyeke ku mafên kurdan bide, dê dostaniya Kurdan qezenc bike û li herêmê hîn bihêztir bibe."
(FY/AY)
Gelo veguherîna "NATO 3.0"ê dê bandoreke çawa li ser hevsengiyên herêmî û cîhanî bike?
Konsolxaneya kurdan ya Stenbolê: Medya Kîtabevî
Hunermend Serhat Kural: Divê em zêdetir bigihêjin ciwanan
Saziyên kurdî: Astengiya herî mezin a li pêş aştiyê, nasnekirina kurdî ye