Endamê Hevpeymaniya Hêzên Siyasî yên Kurdistana Îranê Mewlûdî: Me ji tu kesî çek wernegirtine, me gelê xwe parast
Alîkarê Sekreterê Giştî yê Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê (PDK-Î) Mistefa Mewlûdî diyar kir ku wan ji tu dewletan çek wernegirtine û got: "Em daxuyaniyên Trump cidî nagirin. Trump gotibû ku ew ê piştgiriya xwepêşandanên ku di Kanûna Paşîn de dest pê kirine bike, lê xelk bi tenê hatin hiştin. 50 hezar kes hatin kuştin."