Trendyolê firoşgeha ku berhemên kurdî difirot girt
Pirtûkakurdî, pirtûkên kurdî û berhemên têkildarî çanda Kurdan difroşe. Xwediyê wê Bawer Berşev, got ku firoşgeha wan a li ser Trendyolê bêyî ku tu hêceteke berbiçav were nîşandan hatiye girtin.
Berşev bi bianetê re axivî û got ku nêzîkî 1200-1300 berhemên wan ji firotinê hatine rakirin, 48 pûan ceza dane firoşgehê û bi taybetî berhemên bi kurdî an jî yên ku peyvên wekî “Kurd”, “Kurdistan” û “Dîroka Kurdan” tê de derbas dibin, bi awayekî sîstematîk tên astengkirin.
Berşev destnîşan kir ku Trendyolê hêcetên weke “xeletiya markayê” û “gumana berhemên ne orjînal” dane ber wan û diyar kir ku ev pêkanîn, nêzîkatiyeke cudaxwaziyê ye.
Dîmena ekranê ya firoşgeha Mirza Kitap Hobi ya li ser Trendyolê, beriya ku were girtin.
“Me peyva “Kurdistanê” ji sernavê derxist jî qebûl nekirin”
Berşev, pirtûka li ser jiyana Celal Talebanî ya bi navê “Mam Celal: Kürdistan’a Adanmış Bir Hayat” wekî nimûne nîşan da û wiha got:
“Gava ku me pirtûk li sîstemê bar kir, algorîtmayê weke otomatîk ew red kir. Wekî hêcet jî ‘xeletiya markayê’ nîşan da. Paşê me sernavê pirtûkê wekî “Mam Celal’in Hayat’ı (Jiyana Mam Celal)” guhert û peyva ‘Kurdistan’ê jê derxist. Vê carê sîstemê peyva ‘Kurdistan’ê a li ser berga pirtûkê dît û dîsa red kir.”
Berşev diyar kir ku ev pêkanîn ne tenê ji bo pirtûkan e; kûp, poster, tablo û balonên ku li ser wan bi kurdî nivîsî ye jî ji firotinê hatine rakirin.
Berşev destnîşan kir ku piraniya berhemên ku di firoşgehê de ne çandî ne û wiha berdewam kir: “Em hay ji wê yekê hene ku berhemên siyasî ango yên girêdayî partiyekê nefroşin. Ji sedî 90ê berhemên me ji pirtûkan û kelûpelên çandî pêk dihatin.”
Pêşî du pûan ceza dan û piştre jî firoşgeh girtin
Li gorî Berşev, bûyera ku ev pêvajo bilez kir, cezakirina firoşgehê ya di 12’yê Hezîranê de bû. Wê rojê ji ber pirtûka bi navê “Kürtler ve Kürdistan Tarihi” (Kurd û Dîroka Kurdistanê) du pûan ceza dan firoşgehê.
Berşev diyar kir ku ev pirtûk berê ji aliyê firoşkarên din ve li ser sîstema Trendyolê hatibû barkirin û wan jî tenê li ser heman rûpelê difirot, lê tevî vê yekê jî berhem ji platformê hat rakirin.
Berşev da zanîn ku piştî rojek hemû berhemên wan bi komî ketine bin lêkolînê û weha pêde çû:
"Pirtûk, romanên kurdî, pirtûkên zarokan, tablo, poster, balon û kûpên bi kurdî jî di nav de, nêzîkî 1200-1300 berhemên me di carekê de ji firotinê re hatin girtin. Piştre 48 pûan ceza dan firoşgehê û ew bi temamî girtin."
Berşev got ku di nav pirtûkên hatine rakirin de, weşanên wekî Avesta, Nûbihar, Dara û weşanxaneya Dipnotê ku pirtûkên Selahattin Demirtaş jî diweşîne, hene.

Trendyol: “Gumana berhemên ne orjînal”
Berşev destnîşan kir ku piştî girtina firoşgehê, wan bi rêya sîstema piştgiriyê ya firoşkaran a Trendyolê îtiraz kiriye, lê wekî hêcet “xeletiya markayê” û “gumana berhemên ne orjînal” dane ber wan.
Berşev anî ziman ku hemû berhemên wan bi fatûre ne û wan pêşniyarî Trendyolê kiriye ku van fatûreyan ji wan re bişînin. Lêbelê bi awayeke standart bersivên îtirazên me dan. Berşev weha got:
“Me ji wan re got ku ev berhemên me yasayî ne û bi fatûre ne. Me diyar kir ku wexta bixwazin em dikarin hemû fatûreyan bişînin. Lê belê, her dem heman bersiva otomatîk dan me û gotin ku biryara girtina firoşgehê nayê guhertin.”
Berşev destnîşan kir ku berhemên bi kurdî bêyî ku li naveroka wan binerin wekî “biguman” tên nirxandin û wiha got: “Li ser kûpekê gotineke pêşiyan a bi kurdî nivîsî ye. Ji ber ku nizanin çi nivîsî ye, li şûna ku lêkolîn bikin, radibin hemû berheman ji binî ve digirin.”

Li ser malperên din firotin berdewam dike
Berşev diyar kir ku heman berhemên wan li ser malperên din ên online tên firotin û li wir rûbirûyî tu astengiyan bi vî rengî nebûne.
Berşev da zanîn ku ev pêkanîna Trendyolê ne tenê zirarê dide bazirganiya wan, di heman demê de polîtîkayeke cudakar e ku dixwaze xuyabûna kurdî û çanda Kurdan sînordar bike:
“Em pênc sal in li ser van malperan firotinê dikin. Heke berhemeke neyasayî hebe, dikare bête rakirin. Lêbelê ev hemû bi awayekî yasayî hatine weşandin û pirtûk û berhemên çandî ne. Pirsgirêk ne neyasayîbûna berheman e; pirsgirêk ew e ku ev berhem bi kurdî ne an jî peyvên li ser Kurdan tê de hene.”
Derbarê girtina firoşgeha Berşev de, Trendyolê heta niha daxuyaniyeke fermî nedaye.
(NÖ/AY)
“Ciwan baweriyê bi aştiyê tînin lê xwe wekî aktorên pêvajoyê nabînin”
3 zarokên ku piştî Newrozê hatibûn desteserkirin hatin girtin
Zaroka ku ji ber parvekirina vîdeoya hûnandina keziyan hatibû girtin, serbest bû
"Li Rojava krîza mirovî her ku diçe kûrtir dibe"
Îlham Ehmed: Em dixwazin diyalog ji nû ve were dest pê kirin