“Ciwan baweriyê bi aştiyê tînin lê xwe wekî aktorên pêvajoyê nabînin”
Li gorî rapora GoFor û Navenda Bîrê, her çiqas ji sedî 88,8ê ciwanan hevrûbûna bi rabirdûyê re wekî şerta sereke ya aştiyê bibînin jî, tenê ji sedî 35,8ê wan di wê baweriyê de ne ku di nav vê pêvajoyê de cih girtine. Ciwan vê meseleyê ne li ser bingeha ewlehiyê, bêtir di çarçoveya edalet û hemwelatiya wekhev de dinirxînin.