Çîgdem Mater û Mine Ozerden ji Bakırkoyê sewqî Girtîgeha Şakranê ya Îzmîrê hat kirin
Çîgdem Mater û Mine Ozerden di Doza Parka Geziyê de bi tohmeta ku "alîkariya hewldana hilweşandina hikûmetê kirine" dihatin darizandin û 18 sal cezayê girtîgehê li wan hatibû birîn. Çîgdem Mater û Mine Ozerden ji Bakırkoyê sewqî Girtîgeha Şakranê ya Îzmîrê hat kirin.
DOZA GEZIYÊ
Dadgehê cezayê muebbeta girankirî li Kavala û 18 sal ceza jî li 7 kesan birî
Mater û Ozerden ji Nîsana 2022an û vir ve di Girtîgeha Jinan a Bakırkoyê de girtî bûn.
"Em ê serî li hemû rêyên hiqûqî bidin"
Parêzerê Çîgdem Materê Hurrem Sonmez ji bianetê re axivî û got: “Em ê serî li hemû rêyên hiqûqî bidin”
Sonmez diyar kir ku ew hîn hêceta biryara veguhastinê fêr nebûne û gotinên xwe bi vî rengî domandin:
“Bi giştî ev karana bêyî ku malbat û parêzer pê bihesin tên kirin. Ev mirov li Stenbolê hatine dinê û mezin bûne, malbat û parêzerên wan li vir in. Her weha dê serdanên malbatan zehmet bibe û ew bi xwe jî dê li wê derê ji bilî girtîgehê tecrîdeke din bijîn. Ez dixwazim bifikirim ku dewlet xerabiyê bi welatiyê xwe nake, lê ev tişta ku hatiye kirin xerabî ye.”
Çi bûbû?
Serdozgeriya Komarî, daxwaza pesendkirina cezayê miebeta girankirî yê ji ber sûcê “hewldana jinavbirina hikûmetê” yê li Osman Kavalayî hatiye birîn û 18 sal cezayê girtîgehê yê ji ber sûcê “alîkariya hewldana jinavbirina hikûmetê” li Çîgdem Mater, Alî Hakan Altinay, Mîne Ozerden, Can Atalay, Tayfûn Kahramanû Yîgît Alî Ekmekçiyî hatiye birîn, kiribû. Heman Serdozgerî xwestibû ku biryara ji bo Mucella Yapiciyê hatiye dayîn, betal bibe.
Derbarê heşt girtiyên "Gezi"yê de
RAPORA TUNDKARIYA MÊRAN - TÎRMEH 2026
Mêran di Tîrmehê de 28 jin kuştin
RAPORA TUNDKARIYA MÊRAN - HEZÎRAN 2026
Mêran di Hezîranê de 30 jin kuştin
RAPORA TUNDKARIYA MÊRAN - GULAN 2026
Mêran di Gulanê de 14 jin kuştin
Polîsan midaxele li Navenda Giştî ya CHPê kir: Ozel û partiyî ji avahiyê derketin
RAPORA TUNDKARIYA MÊRAN - NÎSAN 2026
Mêran di Nîsanê de 28 jin kuştin