RAPORA TUNDKARIYA MÊRAN - HEZÎRAN 2026
Mêran di Hezîranê de 30 jin kuştin

Li gor nûçeyên ku bianetê ji rojnameyên herêmî û netewî, ji malperên nûçeyan û ajansan berhev kirin, mêran di meha Hezîranê de bi kêmanî 30 jin û du zarok kuştine. Mêran, herî kêm 5 mêrên ku li gel jinan bûne jî kuştine.
Mêran tundkarî bi kêmanî li 43 jinan kirin, îstîsmar bi kêmanî li 19 zarokên keç û kur kiriye, bi kêmanî 13 jin tacîz kirine. Her weha mêran di meha Hezîranê de 78 jin neçarî karkeriya seksê kirin.
Mêran di şeş mehên destpêkê ên sala 2026an de 142 jin kuştine.
Di meha Hezîranê de mêr bûn sedem ku jineke trans xwe bikuje. Li Stenbolê jinekê mafê xwe yê rewa bikar aniye.
Saziyên çapemeniyê di meha Hezîranê de ji bo mirinên 45 jinan û 6 zarokan gotine “mirinên bigûman” e.
Ji bo hemû raporên tûndkariya mêran yên bianetê bitikîne
Bajarên ku mirinên jinan ên bigûman lê pêk hatine
Edene (3), Afyon (2), Agirî (1), Antalya (2), Aydın (3), Burdur (2), Bursa (2), Çankırı (1), Amed (1), Xarpêt (1), Eskişehir (2), Giresun (1), Hatay (1), Isparta (2), Stenbol (2), Kastamonu (1), Kayseri (1), Kocaeli (2), Kutahya (1), Meletî (1), Manisa (1), Mersin (1), Muğla (1), Nevşehir (1), Niğde (1), Ordu (2), Sakarya (2), Samsun (1), Şirnex (1), Uşak (1). Zonguldak (1).
Bajarên ku mirinên zarokan ên bigûman lê pêk hatine
Êlih (1), Amed (1), Manisa (1), Mêrdin (1), Mugla (1) Tekirdag (1)
Daneyên Tundkariya Mêran 2022-2026
Di şeş mehên destpêkê ên sala 2026an de mêran, 144 jin kuştine, tacîz li 98 jinan kiriye, 136 zarok îstîsmar kirine, tundkarî li 270 jinan kiriye, tecawiz li 3 jinan kiriye. Mêran bi kêmanî 712 jin neçarî karkeriya seksê kirine. Çapemeniyê ji bo mirina 267 jinan gotiye, "bigûman e". Mêran bi kêmanî 14 zarok kuştine.
Di şeş mehên destpêkê ên sala 2025an de mêran, 145 jin kuştine, tacîz li 88 jinan kiriye, 140 zarok îstîsmar kirine, tundkarî li 329 jinan kiriye, tecawiz li 4 jinan kiriye. Mêran bi kêmanî 691 jin neçarî karkeriya seksê kirine. Çapemeniyê ji bo mirina 215 jinan gotiye, "bigûman e". Mêran bi kêmanî 30 zarok kuştine.
Di şeş mehên destpêkê ên sala 2024an de mêran, 193 jin kuştine, tacîz li 35 jinan kiriye, 78 zarok îstîsmar kirine, tundkarî li 274 jinan kiriye, tecawiz li 8 jinan kiriye. Bi kêmanî 199 jin neçarî karkeriya seksê kirine. Çapemeniyê ji bo mirina 149 jinan gotiye, "bigûman e". Mêran bi kêmanî 21 zarok kuştine.
Di şeş mehên destpêkê ên sala 2023an de mêran, 152 jin kuştine, tacîz li 27 jinan kiriye, 64 zarok îstîsmar kirine, tundkarî li 357 jinan kiriye, tecawiz li 6 jinan kiriye. Bi kêmanî 173 jin neçarî karkeriya seksê kirine. Çapemeniyê ji bo mirina 128 jinan gotiye, "bigûman e". Mêran bi kêmanî 13 zarok kuştine.
Di şeş mehên destpêkê ên sala 2022an de mêran, 163 jin kuştine, tacîz li 72 jinan kiriye, 146 zarok îstîsmar kirine, tundkarî li 391 jinan kiriye, tecawiz li 15 jinan kiriye. Bi kêmanî 351 jin neçarî karkeriya seksê kirine. Çapemeniyê ji bo mirina 105 jinan gotiye, "bigûman e". Mêran bi kêmanî 22 zarok kuştine.
Kuştin
Mêran di meha Hezîranê de bi kêmanî 30 jin kuştin; par di heman mehê de ev hejmar 14 bû.
Jinên ku mêran ew di Hezîranê de kuştin
Adilşah G., Ahfer Karakayışlı, Arzu P., Aslıhan Ö.B., Ayşe S., Banu Özdağ, Beyza T., Birsen Y., Deniz Demir, Elif K., Emine K., Feyza T., Habiba Demir, Hamide Ç., Havva Karayel, Hedla Çin, Heriman Altundağ, K. Abdullaeva, Lamiya Azazi, Müjde G., Nurgül S., Nuran Şenli, S.G., S.K., Saniye Yaşar, Şeyma Azın, Ulviye Y., Y.D., Yüksel S., Zahide S.
Bajarên ku mêran jin lê kuştin
Ankara (2), Dîlok (1), Antalya (1), Bursa (4), Edirne (1), Erzingan (1), Gumuşhane (1), Colemêrg (4), Hatay (1), Stenbol (1), İzmir (1), Kayseri (1), Kocaeli (1), Konya (2), Meletî (2), Manisa (2), Mêrdin (1), Mugla (1), Riha (2).
Mêran ji bo ku “xwestine veqetin / nexwestine li hev bên” 9 jin kuştin e. Mêran du jin ji ber hesûdiyê kuştiye. Mêran jinekê ji bo xespkirinê kuştiye. Mêran, jinekê jî dema ku xwestiye kurê xwe biparêze kuştiye. Her weha çapemeniyê “hêcata” kuştina 15 jinan nenivîsiye.
Hevjîn û destgirtiyan bi kêmanî 18 jin kuştine. Endamên malbatê yên weke bav/kur, nevî 3 jin kuştine. Jinekê zavayê wê yê berê, jinekê diz û jinekê jî hevalê wê ew kuştiye. Çapemeniyê pêvajoya hiqûqî ya mêrê ku herî kêm 5 jin kuştiye nenivîsiye.
Mêran 21 jin li nava malan, 9 jin jî li qadên derveyî malan kuştine.
Mêran bi çekên guleber 17 jin, bi amûrên birînê yên weke kêr û birekê 7 jin kuştine. Mêran jinekê ji şaneşînê avêt û 3 jin jî bi lêdanê kuştiye.
Pêvajoya hiqûqî
Herî kêm 32 faîl hebûn ku jin kuştine. 19 faîl hatin girtin û 8 faîl hatin desteserkirin. 5 faîlan xwe kuştine.
Kuştina Zarokan
Mêran di meha Hezîranê de herî kêm du zarok kuştin. Di heman meha sala par de ev hejmar 4 bû.
Bajarên ku mêran zarok lê kuştine
Ankara (1), Îzmîr (1).
Navên zarokên ku mêran ew kuştine
Erdem Demir, Ayaz Çumru
Pêvajoya hiqûqî
Şeş faîl hebûn ku zarok kuştiye. Hatin girtin.
Tacîz
Mêran di meha Hezîrana 2026an de herî kêm tacîz li 13 jinan kirine. Par di heman mehê de ev hijmar 18 bû.
Mêran li qadên derveyî mal yên weke kolan, mixaze, wesayîtê cemaweriyê û nexweşxane tacîz li 13 jinan kirine.
Jinekê xwediyê xanî, jinekê hevalê wê yê kar, jinekê esnaf, jinekê wezîfedarê nexweşxaneyê, jinekê dersdêr ew tacîz kiriye. Çapemeniyê nenivîsiye bê ka mêrê ku tacîz li 8 jinan kirine nas e an ne nas e.
Bajarên ku mêran jin lê tacîz kiriye
Antalya (2), Aydin (1), Bartin (1), Denizli (1), Edirne (1), Stenbol (4), Kocaeli (1), Mugla (1), Sakarya (1).
Pêvajoya hiqûqî
13 faîl hebûn ku jin tacîz kirine. Derbarê faîlek de lêpirsîn hat destpêkirin, 4 faîl hatin girtin û 5 faîl jî hatin desteserkirin.Cezayê zîndanîkirina li malê li faîlek hat birîn. Faîlek bi şertê kontrola edlî serbest bû. Pêvajoya hiqûqî ya faîlek çapemeniyê nenivîsiye.
Êrişa zayendî / Tecawiz
Di Hezîranê de çapemeniyê tu bûyerê êrişa zayendî nenivîsiye.
Îstismara li zarokan
Mêran di meha Hezîranê de îstîsmar bi kêmanî li 19 zarokên keç û kur kirine. Par ev hejmar di heman mehê de dîsa 13 bû.
Mêran li qadên derveyî malan yên weke dibistan û parkan îstismar li zarokan kirin.
Zarokek karmendê servîsê, zarokek dersdêr, zarokek birayê wê, zarokek bav û bapîrê wê, zarokek damezrînerê şanoyê û zarokek derhênerê wê ew îstismar kir.
Çapemeniyê nenivîsiye bê ka 7 faîlên ku herî kêm 14 zarok îstismar kirine nas e an ne nas e.
Bajarên ku mêran lê îstismar li zarokan kirine
Adana (2), Antalya (1), Êlih (1), Burdur (1), Çanakkale (1), Stenbol (3), Kutahya (1), Mugla (1), Sakarya (7), Samsun (1).
Pajêvoya hiqûqî
19 faîl hebûn ku îstismar li zarokan kirine. 9 faîl hatin girtin. 8 faîl hatin desteserkirin. Faîlek bi şertê kontrola edlî serbest bû. Çapemeniyê pêvajoya hiqûqî a faîlek nenivîsiye.
Tundkarî / Birîndarkirin
Mêran di meha Hezîranê de bi kêmanî 45 jin birîndar kirin. Par di heman mehê de ev hejmar 68 bû.
Herî kêm 6 jin bi birîndarî rakirin nexweşxaneyê.
Bi kêmanî 26 jin hevjîn, hevjînê berê û destgirtiyê wan ew birîndar kirine. 3 jin hevalên wan, 2 jin jî mêrê ku ji bo serokatiya bajar a CHPê weke qeyûm hatiye tayînkirin, ew birîndar kirin. Her weha 3 jin jî cîranê wan ew birîndar kirine. Çapemeniyê nenivîsiye bê ka mêrên ku herî kêm 9 jin birîndar kirine nas e an ne nas e.
Mêran, ji ber ku “nexwestine li hev bên, xwestine veqetin” bi kêmanî 16 jin birîndar kirin. Du jin jî ji ber hesûdiyê birîndar kirine. Çapemeniyê hêceta birîndarkirina 27 jinan nenivîsiye.
Mêran herî kêm 4 jin bi çekên guleber birîndar kirin. Her weha jinekê bi amûrên birînê birîndar kirine. Mêran 37 bi lêdanê birîndar kirine.
Mêran li nava malan 26 jin, li nava wesayitên guhastinê yên cemawerî, kolan ango li derveyî malan 19 jin birîndar kirin.
Bajarên ku mêran tûndkarî lê li jinan kirine
Adana (1), Ankara (3), Antalya (2), Aydın (1), Burdur (1), Bursa (1), Amed (1), Edirne (15), Eskişehir (2), Stenbol (3), İzmir (3), Kocaeli (3), Konya (1), Manisa (1), Muğla (3), Samsun (3), Zonguldak (2).
Pêvajoya hiqûqî
44 faîl hebûn ku jin birîndar kirine. Tenê 6 faîl hatin girtin. Derbarê 25 faîlan de lêpirsîn hat destpêkirin. 8 kes hatine desteserkirin. 2 faîlan xwe kuştin. Çapemeniyê pêvajoya hiqûqî ya 3 faîlan nenivîsiye.
Karkeriya seksê ya mecbûrî
Mêran di meha Hezîranê de bi kêmanî 78 jin neçarî karkeriya seksê kirin. Par di heman mehê de ev hejmar 128 bû. Di nav wan de zarok jî hebûn.
Bajarên ku jin lê neçarî karkeriya seksê kirin
Aydın (8), Çanakkale (6), Eskişehir (26), Kastamonu (5), Kocaeli (18)
Pêvajoya hiqûqî
Herî kêm 53 faîlên mêr hebûn ku jin neçarî karkeriya seksê kirin. 34 hatin girtin û 19 faîl hatin desteserkirin.
(EMK/AY)
RAPORA TUNDKARIYA MÊRAN - GULAN 2026
Mêran di Gulanê de 14 jin kuştin
Polîsan midaxele li Navenda Giştî ya CHPê kir: Ozel û partiyî ji avahiyê derketin
RAPORA TUNDKARIYA MÊRAN - NÎSAN 2026
Mêran di Nîsanê de 28 jin kuştin
Li Mecîdiyekoyê polîsan meşa 1ê Gulanê a ji bo Taksîmê asteng kir: Gelek kes hatin desteserkirin
RAPORA TUNDKARIYA MÊRAN - ADAR 2026
Mêran di Adarê de 32 jin kuştin