RAPORA TUNDKARIYA MÊRAN - TÎRMEH 2026
Mêran di Tîrmehê de 28 jin kuştin

Li gor nûçeyên ku bianetê ji rojnameyên herêmî û netewî, ji malperên nûçeyan û ajansan berhev kirin, mêran di meha Tîrmehê de bi kêmanî 28 jin û zarokek kuştine. Mêran, herî kêm 5 mêrên ku li gel jinan bûne jî kuştine.
Mêran tundkarî bi kêmanî li 54 jinan kirin, îstîsmar bi kêmanî li 11 zarokên keç û kur kiriye, bi kêmanî 13 jin tacîz kirine. Her weha mêran di meha Tîrmehê de 64 jin neçarî karkeriya seksê kirin.
Mêran di heft mehên destpêkê ên sala 2026an de 170 jin kuştine.
Saziyên çapemeniyê di meha Tîrmehê de ji bo mirinên 39 jinan û 8 zarokan gotine “mirinên bigûman” e.
Ji bo hemû raporên tûndkariya mêran yên bianetê bitikîne
Bajarên ku mirinên jinan ên bigûman lê pêk hatine
Antalya (3), Aydin (3), Êlih (1), Bilecik (1), Burdur (2), Bursa (1), Eskişehir (2), Colemêrg (1), Isparta (2), Stenbol (4), Kastamonu (1), Kutahya (1), Meletî (2), Manisa (2), Mêrdin (1), Mersin (1), Ordu (1), Osmaniye (1), Sakarya (1), Samsun (2), Sinop (1), Riha (1), Uşak (1), Zonguldak (2).
Bajarên ku mirinên zarokan ên bigûman lê pêk hatine
Dîlok (1), Mereş (1), Mêrdin (2), Tokat (1), Riha (1), Wan (2).
Daneyên Tundkariya Mêran 2024-2026
Di heft mehên destpêkê ên sala 2026an de mêran, 170 jin kuştine, tacîz li 111 jinan kiriye, 147 zarok îstîsmar kirine, tundkarî li 324 jinan kiriye, tecawiz li 4 jinan kiriye. Mêran bi kêmanî 776 jin neçarî karkeriya seksê kirine. Çapemeniyê ji bo mirina 306 jinan gotiye, "bigûman e". Mêran bi kêmanî 15 zarok kuştine.
Di heft mehên destpêkê ên sala 2025an de mêran, 177 jin kuştine, tacîz li 127 jinan kiriye, 148 zarok îstîsmar kirine, tundkarî li 414 jinan kiriye, tecawiz li 4 jinan kiriye. Mêran bi kêmanî 764 jin neçarî karkeriya seksê kirine. Çapemeniyê ji bo mirina 264 jinan gotiye, "bigûman e". Mêran bi kêmanî 35 zarok kuştine.
Di heft mehên destpêkê ên sala 2024an de mêran, 218 jin kuştine, tacîz li 45 jinan kiriye, 91 zarok îstîsmar kirine, tundkarî li 335 jinan kiriye, tecawiz li 8 jinan kiriye. Bi kêmanî 230 jin neçarî karkeriya seksê kirine. Çapemeniyê ji bo mirina 177 jinan gotiye, "bigûman e". Mêran bi kêmanî 25 zarok kuştine.
Kuştin
Mêran di meha Tîrmehê de bi kêmanî 28 jin kuştin; par di heman mehê de ev hejmar 32 bû.
Jinên ku mêran ew di Tîrmehê de kuştin
Aysel B., Azize Tekin, BEdriye K., Bilge B., Çisem Çalkantı, Dursuniye Ö., Emine D., Emine G., Emine Kürekçi, Esmanur Ö., Gülay Polat, Gülseven Doğu, Hatice G., Hatice Mine K., Hülya E., Kübra D., Leyla Ö., Naciye B., Özlem Yıldız, Ö.K.O, Saime K., Semra Yılmaz, Sergül Ş., Sevil Işıktekin, Sultan Gürelk G., Tutku Burcu Köseoğlu, Türkan Gökkaya, Yüksel Uçar.
Bajarên ku mêran jin lê kuştin
Adana (2), Ankara (2), Dîlok (3), Antalya (2), Bedlîs (1), Bursa (1), Duzce (2), Isparta (1), İstanbul (3), Karabuk (1), Kilis (1), Kırklareli (1), Konya (2), Manisa (1), Muğla (1), Ordu (1), Riha (2), Yalova (1).
Mêran ji bo ku “xwestine veqetin / nexwestine li hev bên” 12 jin kuştin e. Mêran du jin ji ber hesûdiyê kuştiye.
Her weha çapemeniyê “hêcata” kuştina 14 jinan nenivîsiye.
Hevjîn û destgirtiyan bi kêmanî 20 jin kuştine. Endamên malbatê yên weke bav/kur, nevî 6 jin kuştine. Jinekê zavayê wê û jinekê jî cîranê wê ew kuştiye.
Mêran 20 jin li nava malan, 8 jin jî li qadên derveyî malan kuştine. Mêran bi çekên guleber 14 jin, bi amûrên birînê yên weke kêr û birekê 8 jin kuştine. Mêran sê jin bi fetisandinê û jinekê jî bi lêdanê kuştine.
Pêvajoya hiqûqî
Herî kêm 27 faîl hebûn ku jin kuştine. 23 faîl hatin girtin û faîlek revî û sê faîlan xwe kuştin.
Kuştina Zarokan
Mêran di meha Tîrmehê de herî kêm zarokek kuştin. Di heman meha sala par de ev hejmar 5 bû. Bavê zarokê ew kuşt.
Bajarên ku mêran zarok lê kuştine
Kirklarelî
Navên zarokên ku mêran ew kuştine
Oyku Naz
Pêvajoya hiqûqî
Faîlê zarokê xwe kuşt.
Tacîz
Mêran di meha Tîrmeha 2026an de herî kêm tacîz li 13 jinan kirine. Par di heman mehê de ev hijmar 39 bû. Du jinên ku mêran ew tacîz kirine weke geştiyar hatibûn Tirkiyeyê.
Mêran li qadên derveyî mal yên weke kolan, mixaze, wesayîtê cemaweriyê û nexweşxane tacîz li 13 jinan kirine.
Jinekê şofêr, jinekê sîyasetmedar û du jin jî hevalê wan ew tacîz kirine. Çapemeniyê nenivîsiye bê ka mêrê ku tacîz li 9 jinan kirine nas e an ne nas e.
Bajarên ku mêran jin lê tacîz kiriye
Antalya (1), Aydın (1), İstanbul (2), Muğla (1), Sakarya (1), Samsun (3), Sinop (1), Zonguldak (3).
Pêvajoya hiqûqî
13 faîl hebûn ku jin tacîz kirine. 5 faîl hatin girtin û 3 faîl jî hatin desteserkirin. Pêvajoya hiqûqî ya 5 faîlan çapemeniyê nenivîsiye.
Êrişa zayendî / Tecawiz
Di Tîrmehê de bûyerek tecawizê çêbûye.
Bajarê ku tecawiz lê pêk hatiye
Riha(1)
Pêvajoya Hiqûqî
20 faîl hebûn ku tecawiz li jinan kirine. Tenê jê 14 hatin girtin
Îstismara li zarokan
Mêran di meha Tîrmehê de îstîsmar bi kêmanî li 11 zarokên keç û kur kirine. Par ev hejmar di heman mehê de dîsa 8 bû.
Mêran li qadên derveyî malan yên weke dibistan û parkan îstismar li 7 zarokan kirin. Li nava malan 4 zarok îstismar kirin.
3 zarok bavê wan, zarokek hevalê bavê wê, du zarok xizmê wan û zarokek jî bergdûr ew îstismar kiriye.
Çapemeniyê nenivîsiye bê ka mêrê ku herî kêm 4 zarok îstismar kirine nas e an ne nas e.
Bajarên ku mêran lê îstismar li zarokan kirine
Ankara (2), Eskişehir (1), İstanbul (1), Kutahya (3), Manisa (1), Sakarya (3)
Pajêvoya hiqûqî
8 faîl hebûn ku îstismar li zarokan kirine. 4 faîl hatin girtin. 3 faîl hatin desteserkirin. Çapemeniyê pêvajoya hiqûqî a faîlek nenivîsiye.
Tundkarî / Birîndarkirin
Mêran di meha Tîrmehê de bi kêmanî 54 jin birîndar kirin. Par di heman mehê de ev hejmar 85 bû.
Herî kêm 4 jin bi birîndarî rakirin nexweşxaneyê. Bi kêmanî 36 jin hevjîn, hevjînê berê û destgirtiyê wan ew birîndar kirine. Du jin kurê wan, jinekê cîranê wê, jinekê wezîfedarê apartmanê, jinekê katîp, jinekê polîs, jinekê futbolîstê kevin û jinekê jî siyasetmedar ew birîndar kir.
Çapemeniyê nenivîsiye bê ka mêrê ku herî kêm 10 jin birîndar kirine nas e an ne nas e.
Mêran, ji ber ku “nexwestine li hev bên, xwestine veqetin” bi kêmanî 26 jin birîndar kirin. Çapemeniyê hêceta birîndarkirina 28 jinan nenivîsiye.
Mêran herî kêm 5 jin bi çekên guleber birîndar kirin. Her weha 6 jin bi amûrên birînê birîndar kirine. Mêran 41 jin bi lêdanê birîndar kirine.
Mêran mala jinekê û wesayîta jinekê şewitand.Mêran li nava malan 34 jin, li nava wesayitên guhastinê yên cemawerî, kolan ango li derveyî malan 20 jin birîndar kirin.
Bajarên ku mêran tûndkarî lê li jinan kirine
Adana (2), Aksaray (1), Ankara (2), Dîlok (1), Antalya (2), Aydın (2), Êlih (1), Çorum (1), Edirne (13), Hatay (1), İstanbul (11), İzmir (1), Karaman (1), Kocaeli (1), Manisa (1), Mereş (1), Mersin (2), Muğla (3), Sakarya (4), Samsun (1), Zonguldak (2)
Pêvajoya hiqûqî
54 faîl hebûn ku jin birîndar kirine. Tenê 11 faîl hatin girtin. Derbarê 22 faîlan de lêpirsîn hat destpêkirin. 10 kes hatine desteserkirin. 6 faîl revîn, du faîl serbest bûn. Çapemeniyê pêvajoya hiqûqî ya 3 faîlan nenivîsiye.
Karkeriya seksê ya mecbûrî
Mêran di meha Tîrmehê de bi kêmanî 64 jin neçarî karkeriya seksê kirin. Par di heman mehê de ev hejmar 74 bû. Di nav wan de zarok jî hebûn.
Bajarên ku jin lê neçarî karkeriya seksê kirin
Ankara (20) , Antalya (35), Dêrsim (9)
Pêvajoya hiqûqî
Herî kêm 36 faîlên mêr hebûn ku jin neçarî karkeriya seksê kirin. 20 hatin girtin û 16 faîl hatin desteserkirin.
(EMK/AY)
Çîgdem Mater û Mine Ozerden ji Bakırkoyê sewqî Girtîgeha Şakranê ya Îzmîrê hat kirin
RAPORA TUNDKARIYA MÊRAN - HEZÎRAN 2026
Mêran di Hezîranê de 30 jin kuştin
RAPORA TUNDKARIYA MÊRAN - GULAN 2026
Mêran di Gulanê de 14 jin kuştin
Polîsan midaxele li Navenda Giştî ya CHPê kir: Ozel û partiyî ji avahiyê derketin
RAPORA TUNDKARIYA MÊRAN - NÎSAN 2026
Mêran di Nîsanê de 28 jin kuştin