Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Di Çiriya Paşiyê ya 2018ê de derengê şevê operasyonek li dijî wan pêk hat û hatin desteserkirin. Piştî îfade dan, serbest bûn. Paşê lêpirsîna ji bo wan hate kirin, bi “doza Geziyê” re kirin yek ku ev doz li dijî karsaz Osman Kavalayî hatibû vekirin. Osman Kavala beriya van desteserkirinan bi salekê hatibû girtin.
Duh (25ê Nîsana 2022yê, roja Pêncşemê) danişîna biryardayînê li Edliyeya Stenbolê ya li Çaglayanê pêk hat. Dadgehê Yigit Ali Ekmekçi, Mucella Yapıcı, Mine Ozerden, Çigdem Mater, Ali Hakan Altınay, Can Atalay, Tayfun Kahraman bi 18 yıl cezayê girtîgehê û Osman Kavala jî bi cezayê miebeta girankirî ceka kir.
Em jînenîgariyên wan diweşînin...
Yigit Ekmekçi | Avakarê zanîngehan Üniversite kurucusu
Wekîlê Serokê Lijneya Rêber ê Anadolu Kültürê û endamê Lijneya Rêber ê Dibistanên Weqfa Terakkiyê. Avakarê Weqfa Nesînî, Zanîngeha Bilgiyê ya Stenbolê û Weqfa Mezopotamyayê.
Mucella Yapici | Mîmar
Mîmar, Demekê bûye rêvebera Odeya Mîmaran a TMMOBê. Beşa Mîmariyê ya Zanîngeha İstanbul Teknikê qedandiye.
Pirtûkên "Oda Tarihinden Portreler: Niyazi Duranay, Orhan Şahinler, Maruf Önal û Doğan Hasolî berhev kirine.
Perwerdeya Sosyal Antropolojiyê standiye. Ji beşa Sînema-TVyê ya MSUyê derçûye. Salên dirêj karên reklaman kiriye.
Ji sala 2001ê û vir ve di saziyeke xêrxwaziyê de weke rêveber kar dike. Endama avakar a Komeleya Derçûyên Sînema Televizyonê (STM-DER) e.
Derhênera van fîlman e
Zilname – 1993
Xelata Serkeftinê ya Belgefîlman a Ifsakê - 1994
Derhênera van kurtefîlman e
Leyleğin Getirdiği – 1992
Beşdarî Pêşbirka Fîlmên Xwendekaran a Gûzika Zêrîn a 7an bûye.
Çigdem Mater | Çêker
Sînemakar, fîlmçêker, rojnameger. Belgefîlm, kurtefîlm û fîlmên metraj dirêj kişandine.
Yaban (2022/ Pêşbirka Netewî ya Festîvala Fîlman a Stenbolê), Ah Asuman (2019), Silivri'den mektuplar ( 2019), Sivas (2014), Soluk (2019), Toz Bezi (2015), Sivas (2014) û Çoğunluk (2010) hinek ji fîlmên wê ne ku li Tirkiyeyê û derveyî Tirkiyeyê xelat wergirtine.
Çêkera bicihanînê ya fîlmê Weldiyê ya Mohamed Ben Attiayî û belgefîlma İnsan Seli ya Ai Weiweiyî ye ku li Tirkiyeyê hatibû kişandin.
Di navbera 1997-2005ê de li saziyên medyayê yên navnetewî yê mîna BC News, Boston Globe, Sky News, Radio France International, ARTE, Le Nouvel Observateur, Los Angeles Timesê weke wergêr, çêker û nûçegîhan kar kiriye.
Li Zanîngeha Anadolûyê beşa sînemayê û li Zanîngeha Marmarayê jî di beşa zanistên ragihandinê de mastera xwe qedandiye.
Hakan Altınay | Dîrektorê Dibistana Siyasetê
Dîrektorê Dibistana Siyasetê ya Ewropayê ya Bogaziçiyê û serokê Global Civics Academy-yê ye, di heman demê de endamê lijneya rêveber ê Anadolû Kulturê ye.
Pirtûka wî ya bi navê “Global Civics: Responsibilities and Rights In an Interdependent World” di sala 2011ê de ji hêla Enstîtuya Brookingsî hatiye weşandin û paşê ji bo erebî, çînî, portekîzî, rûsî û îspanyolî hatiye wergerandin. Nivîsên wî di Financial Times, International Herald Tribune, New York Times, and Project Syndicate-ê de hatine weşandin. Her weha dîrektorê avakar ê berê yê Tirkiyeyê yê Weqfa Civaka Vekirî ye.
Osman Kavala | Karsaz
Sala 1957ê li Parîsê ji dayik bûye. Beşa Ekonomiyê ya Zanîngeha Manchesterê qedandiye.
Piştî sala 1982yê di Kavala Grupê de weke rêveber kar kiriye.
Tevlî Mûrat Belge di avakirina Weşanên İletişimê de cî girt ku yek ji weşanxaneyên sereke yên Tirkiyeyê ye.
Bûye endamê saziyên weke Konseya Kar a Tirkiye-Polonya, Konseya Kar a Tirkiye-Yewnanîstan, Center For Democracy in Southeast Europe (Navenda Demokrasiyê ya li Ewropaya Başûrê Rojhilat).
Endamê Lijneya Rêveberiya TESEVê, endamê Lijneya Şêwirê ya Enstîtuya Civaka Vekirî, endamê Komeleya Welatiyên Helsînkiyê, û piştevanê Weqfa Dîrokê (Tarih Vakfı) û Anadolu Kültürevi ye.
Can Atalay | Parêzer
Ji salên destpêkê yên xwendekarî û jiyana wî ya pîşeyî bi nasnameya xwe ya sosyalîstiyê derketiye pêş. Ji salên destpêkê yên parêzeriya xwe ve weke hiqûqnasekî piştgiriya têkoşîna kedê daye. Yek ji wan kesan bû ku kampanyaya li dijî hilweşandina Sînemaya Emekê birêxistin kirine.
Parêzerê Odeya Mîmaran û her weha yê Piştevaniya ji bo Taksîmê bû ku li dijî çêkirina navenda kirîn û firotinê ya li Parka Geziyê ji bo têkoşînê hatibû avakirin. Ji ber vê du caran hatibû desteserkirin û dadgehkirin lê di herdu dozan de jî beraet kiribû û îro di dadgehkirina cara sêyem de 18 sal cezayê girtîgehê lê birîn.
Beriya Geziyê jî piştî geziyê jî li cem mexdûrên mafên wan dihatin binpêkirin bû. Her weha bûbû parêzerê malbatên qurbaniyên di qezaya trênê ya li Çorlûyê de can dabûn. Parêzerê xizmên karkerên madenê yên li Somayê miribûn, yê li Hendekê di dema teqînê de miribûn, yê xizmên zarokên li wargeha terîqetekê ya li Aladagê şewitîbûn.
Tayfun Kahraman | Mîmar
Di sala 2004ê de ji Beşa Plandanîna Bajaran û Herêman a Zanîngeha Mîmar Sînanê qedandiye. Di navbera salên 2006 – 2010ê de du serdeman weke endamê sekreter di Lijneya Rêveber a Şaxa Stenbolê ya Odeya Plansazên Bajaran ê TMMOBê kar kiriye.
Ji 2010an heta 2019an weke Serokê Lijneya Rêveber ê Şaxa Stenbolê kar kiriye. Di navbera 2010 -2014ê de bûye Endamê Lijneya Rêveber a Navendê ya Giştî ya Odeyê û di navbera salên 2009-2014ê jî bûye Pisporê Çand û Tûrîzmê yê Lijneya Herêman a Parastinê yê Wezareta Çand û Tûrîzmê.
Li Zanîngeha Mîmar Sînanî ya Hunerên Xweşik sala 2010an lîsansa xwe ya bilind di Programa Plansaziya Bajaran de qedandiye. Doktoraya xwe jî li Fakulteya Zanistên Siyasî ya Zanîngeha Stenbolê kiriye. Di salên 2014 – 2018ê de li Şaredariya Beylikduzuyê weke şêwirmend kar kiriye û ji sala 2014ê û vir ve li Zanîngeha Mîmar Sînanî di Beşa Plansaziya Bajaran û Herêman de dersan dide.
(EMK/FD)
*Me zanyarî ji medyaya civakî, malperên saziyan û Gerçek Gundemê berhev kirin.