15 şaredariyan, kûçikên biçîp ên li Zanîngeha Hacettepeyê kom kirin
Civata Parastina Xwezayê û Mafên Ajalan ya Zanîngeha Hacettepeyê (HAYDOK), duh (21ê Tîrmehê) ragihand ku ekîbên ser bi 15 şaredariyên cuda, ketine Kampusa Beytepeyê û 39 kûçikên ku bi salan e li kampusê dijîn kom kirine.
Rê li ber xwebexşên HAYDOKê ku dixwestin rewşa kûçikan hîn bibin hat girtin û nehiştin ew bikevin kampusê.
Xwebexşên HAYDOKê yên ku em bi wan re axivîn, diyar kirin ku piraniya kûçikan ku di nav wan de yên pîr û nexweş jî hene li ser navê xwendakaran hatine tomarkirin û çîp pêve hatine kirin.

“Kûçikên me biçîp û derzîkirî ne”
Xwebexşan destnîşan kir ku cihên parastinê (padok) û qadên jiyanê yên ku xwendakaran bi salane bi keda xwe ji bo ajalan çêkiribûn jî hatine hilweşandin û dest danîne ser tiştên wan ên şexsî:
"36 kûçikên me yên ku dest danîne ser biçîp in. Çîpên sê kûçikên din jî jixwe yên Şaredariya Çankayayê bûn. Derziyên hemûyan hatine lêxistin. Piraniya wan pîr û nexweş in, kûçikê me yê herî ciwan 8 salî bû." Ji bo ku em îro kûçikan bibînin em bûn çend kom. Em ê sitargehan yek bi yek diyar bikin û biçin wan cihên ku me diyar kirine. Yên ku em cihên wan diyar bikin, em ê hewl bidin ku îro wan derxînin.”
Bi qasî ku em dizanin, ew birine sitargehên Macunkoy, Mamak, Sincan, Golbaşi û yên Şaredariya Bajarê Mezin. Ji me re gotin ku ev xebatek e ku di bin kordînasyona Şaredariya Bajarê Mezin, Parastina Xweza û Parkên Neteweyî û valîtiyê de tê meşandin. Em dizanin ku niha ajal di heşt sitargehên cuda de ne. Em ê hewl bidin pêşî biçin Sitargeha Macunkoyê. Bi qasî ku em dizanin niha heşt kûçikên me li wê derê ne."
🟢 Hacettepe Üniversitesi’nin köpekleri, 15 belediyenin ‘ortak çalışması’ ile toplatıldı
— bianet (@bianet_org) July 22, 2026
🗣️ “Yıllardır kıllarına zarar gelmesin diye uğraştığımız hayvanlarımız belediye tarafından alınmış ve akıbetlerini bilmiyoruz.” https://t.co/KMU7pYVj4q pic.twitter.com/oUAf7g29aF
“Biryara walîtiyê”
Mafparêzan diyar kirin ku tu hincet ji wan re nehatiye pêşandan û tenê gotine “Biryara walîtiyê ye” û wiha domandin:
“Me xwest ku em biryara walîtiyê bibînin, lê tu belge nîşanî me nedan. Berê qadeke ku rektoriyê ji bo me veqetandibû hebû. Me ew qad wekî xwendakar bi keda xwe amade kiribû. Ji bo ku zivistanê ajal ji baran û heriyê were parastin me ji wan re malik çêkiribûn. Lê ew qad bi temamî hat hilweşandin. Têl, kulube(malik) û gelek kelûpelên me hatine rakirin ango şikandin. Dermanên me hatine girtin. Amûrên me yên weke matkapa bi şarjê jî hebûn. Bi kurtî, qad rasterast hatiye talankirin.
Em ê hewl bidin ku bi rektoriyê re bicivin. Lê belê heta niha ji aliyê rektoriyê ve tu agahdarkirina fermî ji me re nehatiye kirin, ji ber wê em nikarin bi wan re têkiliyê deynin. Vê sibehê ji me re gotibûn, ‘Hûn dikarin di nav 48 saetan de kelûpelên xwe bibin, kes dest nade wan.’ Lê dema ku em îro çûn, me dît ku qad bi temamî paqijkirine û hilweşandine. Ev jî nîşan dide ku soza ku dabûn me nehatiye girtin.”
(TY/AY)
Daxuyanîya ji bo Eylem Sila Bayramê: Armanc sosyalîst, jin û LGBTİ+ ne
Manîfestoya Komunîst di operasyona ESPê de weke 'delîl' di dosyayê de cih girt
Li Şirnexê kuştina 36 pezkoviyan: "Rayedarên fermî çavên xwe ji vê yekê re digirin"
3emîn Festîvala Fîlman a Amedê bi xelatan bi dawî bû
“Dinya bi çîrokan tê ba hev”