3emîn Festîvala Fîlman a Amedê lêgerînên bîr, polîtîk û ciwankariyê yên sînemaya Kurdî anîn cem hev. Bernameya Festîvalê di 7ê Kanûna Pêşîn de dest pê kir û li Navenda Kongreyê a ÇandAmedê ku li navçeya Rezana Amedê ye duh(14ê Kanûna Pêşîn) bi xelatan bi dawî bû.
Festîvala ku piştî 8 salan dîsa hate lidarxistin, ne tenê bi fîlmên xwe, di heman demê de gaveke sembolîk bû di xuyabûna ji nû ve ya sînemaya Kurdî û pirzimanî de di qada giştî de.
Di festîvalê de 84 fîlm hatin nişandan. Festîvalê careke din bi teqeziya aştî û hevgirtinê, hebûna sinemaya Kurd a li dijî qedexe û sansurê nişan da.
Endama Komîteya Amadekar a Festîvalê Lîsa Çalan, li ser navê komîteyê axaftina destpêkê kir û diyar kir ku piştî 8 roj û şevan bi fîlm û kargehan, gihiştine dawiya festîvalê û weha got:
"Me xwe û beşek ji xwe di her çîrokê de dît. Me dît ku çîrokên me ne cuda ne. Dibe ku zimanên me, axaftina me cuda be, lê êşên me yek bûn. Fîlmên tên çêkirin an tên qedexekirin an jî ji ber sansûrê nikarin salonan bibînin. Ew festîval, wan fîlman digihînin gel. Ji ber vê em girîngiyê didin festîvalan. Festîvala Amedê ji vê aliyê ve girîng bû. Ev çîrok dê bi aştiyê geş bin. Hezar silav li mîmarê vê pêvajoya aştiyê! Bijî sînemaya azad û şoreşgerî!"

Sînemager Lîsa Çalan.
Bûcakê soza salonên sînemayê yên nû da
Piştî Çalanê Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucakê Sirri Sureyya Onderê ku di 3ê Gulana 2025an de koça dawî kir bibîr anî û got, “Romana sedsala 21an a ku nehatiye nivîsandin, dê Kurd û dostên wan binivîsin.”
Hevşaredar Serra Bucak di axaftina xwe de bal kişand ser girîngiya ji nû ve lidarxistina festîvalê piştî 8 salan û spasiya her kesê ku ked daye sînemayê kir û weha got:
"Navbera 8 salan ji bo bajarê Amedê û herêmê zehmetiyên mezin çêkirin. Tevî van hemû zehmetiyan me berdewam kir ku em bi hevalên xwe yên dilê wan ji bo sînemayê dijene re avakirin, hilberandin û bedewiyan mezin bikin. Ev 8 roj bûn nîşaneke gelekî girîng a vê pêvajoyê. Sala bê di Festîvala Fîlman a Amedê de, sînemahez wê karibin li salonên cuda yên li gelek cihên cuda yên vî bajarî fîlman temaşe bikin. Em festîvaleke ku li seranserê Amedê belav bibe armanc dikin.”
“Eger îro li jiyanê bûya, bêguman wê li Amedê bûya. Wê kenê me bianîya, em bidana fikirandin û îlham bidaya sînemakarên ciwan.” Hevşaredar Bucak gotinên Onder ên der barê aştî û demokrasiyê de bi bîr xist û anî ziman ku ew bawer dike ku Kurd û dostên wan wê bi hev re fîlmên aştî û demokrasiyê bikişînin."

Piştî axaftina Bucakê xelatgirên Fona Projeya Sînebîrê hatin aşkere kirin
•Xelata Kurtefîlmê: Taner Îbrahîm Tarî û Ronahî.
•Xelata Senaryoya Belgefîlmê: Zelal Sadak, “Hucre, takekes-laş, civat”.
•Xelata Fîlma Metrajdirêj: Alî Kemal Çinar, “Dîroka Wenda”.
Ev fon dê çavkaniyên darayî bide çêkerên fîlman da ku projeyên ku ji Sinebîrê re hatine pêşkêşkirin, pêk bînin.
Xelat
Kurtefîlm
• Xelata Mansiyonê ya Zîlan Hemo: Jino Hadî Hesen - "Sêgoşe"
•Xelata Taybet a Juriyê (Kurtefîlm): Mahsûm Taşkin - “Garan”.
•Xelata Mensûr Kerîmyan: Salem Salavatî - “Kawyar”.
Belgefîlm
•Xelata Taybet a Juriyê: Arash Rasha - “All the Mountains Give” (Hemû Çiyayên Ku Didin).
•Xelata Belgefîlmê: Samî Mermer - “Xalko”.
Fîlmên Metrajdirêj
•Xelata Derhênerê Dîmenê: Mano Xelil - “Cîran”.
•Xelata Senaryoyê ya Sirri Sureyya Onder: “Ezmûn” - Shawkat Amîn Korkî.
•Xelata Kadraja Estetîk: Alî Kemal Çinar - “Berîya Şevê”.
•Xelata Taybet a Juriyê (Metrajdirêj): Arsalan Amîrî- “Zalava”.
•Xelata Berxwedanê ya Yilmaz Guney: Kurdwîn Eyûb - “Sonne” (Roj).
Derhêner Ali Kemal Çinarê ku du xelat wergirt, xelata xwe pêşkeşî Dîlan Karaman, rojnamevana Kurd û şêwirmenda Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) kir ku Karamanê xwe kuştibû.
Amed Film Festivalinde Dilanı tek hatırlayan, ve ödülünü adayan, ,"Ali Kemal Çınar" Spas ji tera. pic.twitter.com/xMykW4tPeS
— Gönül Karaman (@GKaraman77252) December 14, 2025
Merasîma xelatdayînê bi çepikan bi dawî bû û kedkarên festîvalê ji bo wêneyekî komî derketin ser dikê.
(TY/AY)






