3emîn Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Amedê bi mazûvaniya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê û bi rêvebiriya Akademiya Sînemayê ya Rojhilata Navîn û Sînebîrê bi dirûşma “Dinya bi çîrokan tê ba hev” hat lidarxistin. 3emîn Festîvala Fîlman a Amedê piştî navbereke heşt salî dîsa atmosfera sînemayê vegerand bajêr.
Festîval ji ber ku qeyûm nehat tayînkirin îsal pêk hat û temaşekirina hemû fîlman belaş in û di roja xwe ya çaremîn de jî rastî eleqeyek mezin hat.
Festîval ne tenê bi fîlmên xwe, di heman demê de bi dînamîzma çandî ya ku li bajêr afirandiye, veguherîna qada giştî û bi têkiliya ku temaşevan bi sînemayê re saz kiriye jî balê dikişîne.
Billboard, Afîş û pankartên festîvalê yên li meydan, şeqam û kolanên qerebalix ên navenda bajêr ji nû ve dibe sembola vejîna bîra çandî û hunerî ya Amedê.
Serdestiya Zimanê Kurdî
Di Festîvalê de ji çar aliyên cîhanê fîlmên sînemagerên Kurd tên nîşandan û yek ji taybetmendiyên herî berbiçav ên festîvalê ewe ku zimanê kurdî esas e. Jêrnivîsên hemû fîlman bi kurdî ne tîma festîvalê girîngiyekî taybet bi kurdî daye. Ev jî festîvalê ne tenê weke kombûnek ji bo sînemayê ye nîşan dide, festîvalê vediguherîne qadeke berxwedana çandî.
Di vî warî de ji bo kurdî di qada giştî de zêdetir were bikaranîn festîval wekî platformek girîng e.
Rûniştinên pirs û bersivan ên piştî pêşandanê dibin hin ji kêliyên herî hêja yên festîvalê. Temaşevanên Amedî li şûna ku pesnê derhêner ango ekîbên fîlman bidin, bi rexneyî nêzî fîlman dibin û rê li ber nîqaşan vedikin.
Pirsên ku carinan bêhna derhêneran diçikîne, ji bo nîşandana atmosfera rewşenbîrî û polîtîk ya festîvalê hêmanek girîng e.

Bernameya pêşandanê
Di roja çaremîn a festîvalê de fîlmên “Wîld Summon” ku derhêneriya wî Saul Freed kiriye, fîlma “Damn Employer” ku derhêneriya wî Kiumars Sobahanî kiriye, fîlma “Apneas” ku derhêneriya wî Nîkolas Panay kiriye, fîlma “Iraq’s Insivible Beuty” ku derhêneriya wî Jurgen Buedts-Sahim Omer Kalifa kirine, fîlma “Baghdad Messî” ku derhêneriya wî Sahim Omer Kalifa kiriye, fîlma “The Vîrgîn And Chîld” ku derhêneriya wî Binevşî Bêrîvan kiriye, fîlma “Xalko” ku derhêneriya wî Samî Mermer-Hînd Benchekroun kirine, fîlma “Payê Min Toz Şeker” ku derhêneriya wî, Sedat Bariş kiriye fîlma “Pace” ku derhêneriya wî Rezzan Bayram kiriye, fîlma “Vejîna Perperikê” ku derhêneriya wî Mîr Mustafa Baydemîr kiriye, fîlma “Your Touch Makers Others Invîsible” ku derhêneriya Rajî Samarasinghe kiriye hatin nîşandan.
Festîval li Navenda Kongreyê ya Çand Amedê tê lidarxistin. Di saetên sibê de li navenda kongreyê atolyeya "Çêkirina Belgefîlmên Serbixwe" ya sînemager Ayşe Çetinbaşê pêk hat. Di atolyeyê de Çetinbaşê behsa ezmûnên xwe yên têkildarî hilberîna belgefîlmê kir. Her weha bi berfirehî behsa pirsgirêkên giştî û aborî yên ku di dema çêkirina belgefîlmê de rûbirû bûne jî kir.
Festîval dê îro bi atolyeyek û pêşandana heft fîlman berdewam bike.
The Virgin and Child û jinên Êzidî

Roja çaremîn a festîvalê bi fîlma The Virgin and Child bi dawî bû. Film beşdariyeke zêde hat temaşekirin. Fîlma Binevsa Berivanê ye.
Fîlm di sala 2024an de hatiye çêkirin. Travmayên ku jinên êzidî rûbirû bûne bi zimanekî sînematografîk nîşan dide.
Di fîlmê de behsa çîroka jineke ciwan a Êzîdî a bi navê Avestayê dike. Avesta ji aliyê DAIŞê ve dîl hatiye girtin. Avesta jineke ku rastî êrişa zayendî a sîstematîk û îşkenceyê hatiye.
Di fîlmê de, Berivan êrîşên zayendî yên DAIŞê yên li dijî jinên Êzîdî, bikaranîna laşên jinan wekî çekek polîtîk di şer de û bandorên travmayê yên nifş li pey nifşan nîşan dide.
Fîlm, ku pêşandana xwe ya cîhanî li Festîvala Fîlman a Ostendê kir, li festîvalên girîng ên wekî Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Duhokê, Festîvala Fîlman a Cinémed (Fransa), û Festîvala Fîlman a Kurdî ya Düsseldorfê hate nîşandan û gelek xelat wergirtin. Di nav wan de xelatên "Senaryoya Herî Baş" û "Lîstikvana Herî Baş" jî hene.
Performansa lîstikvana sereke ya fîlmê, Hêvîn Tekinê dibe sembola berxwedan û têkoşîna ji bo hebûnê ya jinên Êzidî.






