Saziyên mafên mirovan, rêxistinên civakî û partiyên siyasî, duh li Şaxa Stenbolê yê Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD), derbarê Eylem Sila Bayram a ku di 28ê Nîsana 2026an de hatibû girtin de daxuyaniyeke çapemeniyê dan.
Bayram a ku di nav Trans Pride, Jinên Ciwan ên Azad (OGK) û Federasyona Komeleyên Ciwanên Sosyalîst (SGDF) de cih digire, di bîranîna 1ê Gulanê ya li Berwarê Kazanciyê (Kazanci Yokuşu) de hatibû desteserkirin. Bayram, piştî ku derket pêşberî 6emîn Dadgeha Cezê û Aştiyê a Stenbolê ya li Çaglayanê, bi îdiaya ku “li dijî qanûna meş û xwepêşandanan a bi hejmara 2911an derketiye” hat girtin.
Daxuyaniya ku 50 saziyan îmze kiribû, ji aliyê Es û Yusuf ve li ser navê Komîteya Hefteya Rûmetê a Transan hat xwendin.
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku Bayram berê ji aliyê polîsan ve gef lê hatiye xwarin û ji ber ku pêşniyara sîxuriyê ya polîsan red kiriye, bûye hedef.
“Hevala me Eylem a ku li dijî pergala kedxwarîyê dengê xwe bilind dike, ne bi tenê ye”
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku ev girtin ne tenê li dijî Bayram e; beşek ji polîtîkayeke berfirehtir a zextê ye ku li hemberî sosyalîst, jin û LGBTİ+yan tê meşandin. Di daxuyaniyê de bi kurtasî wiha hat gotin:
“Em îro li vir, wekî hevrê û hevalên Eylemê, ji bo azadiya hevala me ya ku bi rengekî neheq û bêhiqûqî hatî girtin, hatine cem hev. Em vê daxuyaniyê ne tenê bi hezkirin û piştgiriya ji bo Eylemê, di heman demê de bi hêrsa xwe ya li dijî polîtîkayên zextê yên desthilatdariyê ku her roj zêdetir dibin, bi raya giştî re parve dikin.
Girtina Eylemê ne tenê li dijî kesekî ye; ev êrîşeke eşkere ye li dijî sosyalîst, LGBTİ+yan û li ser hemû kesên ku têdikoşin. Eylem, di 27ê Nîsanê Roja Duşemê de, ji bo bîranîna kesên ku di 1ê Gulana 1977an de hatine qetilkirin li Berwarê Kazanciyê (Kazanci Yokuşu) bi îşkenceyê hat desteserkirin. Piştî wê, bi hincetên pîlangêrî û edemên çêkirî û bi biryareke bi temamî siyasî ye hat girtin.
Berwarê Kazanciyê; bi berxwedana kesên ku li van axan li edaletê digerin hatiye strandin û bûye şahidê dîroka vê berxwedanê. Eylem jî tam ji ber ku xwest dengê vê şahidiyê bide bihîstin, bû hedef. 1ê Gulanê li van axan serhildana karkeran a li dijî patronan û pergala kedxwariyê ye. Gihandina dengê vê serhildanê ji Taksîmê û veguhestina şahidiya wan qadan, têkoşîna hemû berxwedêran e. Dewlet ji sala 1977an vir ve nikare hesabê kêmasiyên xwe bide; di demekê de ku LGBTİ+ û bi taybetî jinên trans ber bi xizaniyeke kûr ve tên dehfdan û karker nikarin maf û mûçeyên xwe bigirin, hêzên ewlehiyê yên heman dewletê ji bo bêdengkirina dengên ku bilind dibin çi ji destê wan tê dikin.
Em dizanin ka pergala kedxwar a kapîtalîst, çawa organên qanûndanînê ji bo berjewendiyên xwe bi kar tîne; em dibînin ka çawa xwezayê û daristanan talan dikin û ajalan di bin zextê de dihêlin. Em şahid in ka patron çawa keda karkeran û zarokan dimijin û dixwazin van polîtîkayên xwe hîn kûrtir bikin. Hevala me Eylem a ku li dijî vê pergala kedxwariyê dengê xwe bilind dike, ne bi tenê ye. Hûn ne dikarin pêşî li bîranînên me bigirin, ne jî dikarin pêşî li 'Eylem'ên me bigirin.
Operasyon, desteserkirin û girtinên neheq ên ku van salên dawî li ser LGBTİ+ û sosyalîstan têne meşandin, encama polîtîkayên zextê yên dewletê ne. Ev operasyon ne tesaduf in; ev beşek ji plana dewletê ye ku dixwaze her kesê 'ne mîna xwe' tune bike. Armanc ew e ku tirsê bixin dilê kesên cuda difikirin, xeyal dikin û dengê xwe bilind dikin. Hedefa tundiya polîsan her carê heman kes in: Trans, LGBTİ+ û sosyalîst. Ev ne tiştekî ji rêzê ye, ev polîtîkayek e. Lê zext çiqas zêde bibin, berxwedan û têkoşîna me jî dê ewqas mezin bibe.
Piştgirî û têkoşîn
Piştî daxuyaniyê, hevalên Bayramê ên ji OGK, Meclîsên Jinên Sosyalîst (SKM) û SGDFê jî axivîn.
Simay Adakart li ser navê SKMê axivî û diyar kir ku ew ê li dijî tundiya dewletê têkoşîna xwe bidomînin û giringiya piştgiriyê bi van gotinan anî ziman:
“Em di serdemekê de derbas dibin ku di binçavkirinan de lêgerîna tazî û îşkence wekî tiştekî asayî tê nîşandan; rejîma şeftiyê ya faşîst bi hemû derfetên xwe êrîşî me dike. Lê belê, têkoşîna li hemberî wan ne bêhêz û ne jî bêkok e. Em bi salan e mîrasekê didomînin. Em ê li dijî êrîşên dewleta baviksalar û heteroseksîst li ber xwe bidin. Wekî duh, îro jî em ê têkoşîn û piştgiriyê mezin bikin.”
Sazî û rêxistinên ku daxuyanî îmze kirine ev in:
Göçmen Mülteci Dayanışma Ağı, Diyarbakır Barosu LGBTİ+ Komisyonu, Kuşadası Renkli Güvercin LGBTİ+ İnisiyatifi, Kuşadası Feminist Kolektif, Kuir Baykuş- Mimar Sinan Güzel Sanatlar Üniversitesi LGBTIQA+ Topluluğu, Kuşadası Kadın Platformu, Boğaziçi Üniversitesi LGBTİA+ Çalışmaları Kulübü (BÜLGBTİA+), 34. İstanbul LGBTİ+ Onur Haftası, BAKAD- Barış için Kültürel Araştırmalar Derneği, BATOÇA- Barış İçin Toplumsal Çalışmalar Derneği, GSÜ Lion Queer - Galatasaray Üniversitesi LGBTİ+ ve kuir çalışmalar kulübü, KuirMar - Marmara Üniversitesi LGBTİQ+ Topluluğu, Eskişehir Onur Haftası Komitesi, Sara Kolektif, SOLDEP - Sosyalistler Partisi, SOLDEP KADIN - Sosyalist Kadınlar, SOLDEP LGBTİ+ - Sosyalist Lubunyalar, Özgür Genç Kadın, SGDF, Öğrenci İnsiyatifi, Polen Ekoloji Kolektifi, İstanbul Üniversitesi Eşitlik Topluluğu, Hayvan Yaşam Özgürlük İnisiyatifi, TODAP- Toplumsal Dayanışma Psikologları Derneği, DSİP- Devrimci Sosyalist İşçi Partisi, Halkevleri LGBTİ+ Komisyonu, Çanakkale Pride, Lambdaistanbul LGBTİ+ Dayanışma Derneği, Kaos GL Derneği, 17 Mayıs Derneği, Ankara Ppride, Mersin Lgbt 7 Renk Dernegi, Sosyal Politika Cinsiyet Kimliği ve Cinsel Yönelim Çalışmaları Derneği (SPoD), 7tepe7renk - Yeditepe Üniversiteliler LGBTQIA+ Topluluğu, Ankara Gökkuşağı Aileleri Derneği (GALADER), SKM, Ezilenlerin Sosyalist Partisi (ESP), Kadın Savunması, Denizli Radyan Kuir Feminist Kolektif, Kocaeli Üniversitesi Kuir Topluluğu (Kozgun), Yeni Demokrat Kadın (YDK), Feminist Boğaziçi, Otonom İşçi Birlikleri, Kadınların Kurtuluşu, Keskesor Wan LGBTİ+ Oluşumu, Barış için LGBTİ+ İnisiyatifi, Pembe Hayat LGBTİ+ Dayanışma Derneği, Eğitim Sen 6 No’lu Üniversiteler Şubesi Toplumsal Cinsiyet Eşitliği ve Akademik Özgürlük Komisyonu, İklim Adaleti Koalisyonu, Demir Leblebi.
(ÖG/TY/AY)








