Li herêma di navbera gundên Cilbiya û Biliga yên navçeya Silopiya ya Şirnexê û bajaroka Şenobaya Qilabanê de, hefteya borî 36 pezkovî hatin kuştin.
Komeleya Ekolojiyê ya Şirnexê komkujiya pezkoviya ragihand û di 12ê Kanûna Pêşîn de di daxuyaniyekê de diyar kir ku pezkovî bi çekên lûle dirêj hatine kuştin, pezkovî di qonaxa hilberîna zayendî bû û ji ber vê yekê sûcek giran hatiye kirin.
Parêzer Rojhat Dîlsîz, serokê berê yê Baroya Şirnexê diyar kir ku ajalên ku jîngehên wan ji ber birîna dar û daristanan li herêmê kêm dibin, niha rasterast têne hedefgirtin; lêbelê, wan piştgiriyek têrker negirtiye da ku dengê xwe li ser vê mijarê bigihînin raya giştî.
"Li gorî şahidan, faîl cerdevan in"
Dîlsîz derbarê pêvajoya yasayî ya kuştina 36 pezkoviyan de wiha got:
"Di rewşên weha de, em ji bo bidestxistina îfadeyên şahidan, delîlên dîtbarî û zanyariyan rûbirûy zehmetiyan dibin. Gundê Ballikaya li ber Çiyayê Cûdiyê ye û li gorî şahidan, faîl cerdevan in. Piştî bidestxistina agahiyan li ser mijarê, me nirxandina xwe kir; lêbelê, em di qonaxa bercestekirinê de pirsgirêkan dikişînin. Xelkê herêmê ji ber ku li heman herêmê bi van kesan re dijîn, nexwazin şahidiyê bikin ku mafdar in.
"Agahiyên ku di destên me de ne nîşan didin ku 36 pezkovî roja bûyerê bi çekên lûle dirêj hatine kuştin. Ji bo leşkeran ne mimkûn e ku dengê guleyên bi vî rengî nebihîzin û gotinên gundiyan vê yekê piştrast dikin. Ji bo ku em bûyerê bixin rojevê me li ser rûpela baroyê weşand û em pêvajoyê ji nêz ve dişopînin. Dema ku em wê dibin dadgehê, em ne tenê dixwazin li ser gotinên bihîstyarî, di heman demê de li ser delîlên berbiçav ên ku ji hêla îfadeyên şahidan û dîmenan ve têne piştgirî kirin jî bisekinin. Di vê çarçoveyê de, em ê serî li parêzgariyê jî bidin."
"Pezkovî li vê erdnîgariyê sembolek in"
Dîlsîz destnîşan kir û got, "Wêrankirina xwezayê niha berê xwe daye pezkoviyên ku nesla wan di bin xetereyê de ne." Dilsiz di berdewamiya daxuyaniya xwe de bal kişand ser wêrankirina ekolojîk a li herêmê demeke didome û weha pêde çû:
"Erdnîgariya me demek dirêj e ku bûye qadeke cidî a qetlîama xwezayê. Me berê jî li ser vê mijarê lêkolînên berfireh kirine. Di salên dawî de li Tirkiyeyê yek ji herêmên ku herî zêde daristan lê têk çûye ev der e. Delîlên cidî hene ku cerdevan digel leşkeran, birîna daran vediguherînin qezenceke aborî. Berê bi birîna dara xweza qetil dikirin, niha jî berê xwe dane pezkoviyên ku nesla wan di bin xetereyê de ne.”
"Pezkovî sembolek in li vê erdnîgariyê. Dema ku hûn diçin Dêrsimê, hûn li ser rêyan rastî pezkoviyan tênû ew wekî pîroz in têne hesibandin. Sedema ku di hin demên diyarkirî de nêçîr têne qedexekirin ev e. Lêbelê jixwe jîngehên van ajalan ji ber madengerî û birîna daran hatibû wêrankirin niha jî bi çekên lûle dirêj bi awayekî sîstematîk têne qetil kirin. Ev nîşan dide ku wêrankirina xwezayê gîhaştiye qonaxeke nû. Ne mimkune ku ev bûyer ji derveyî agahiya hêzên ewlekariyê pêk hatibe."
"Mixabin wêrankirina li erdnîgariya me berdewam dike"
"Pêştir me ji daneyên Rêveberiya Giştî ya Daristanan sûd wergirt û raporek amade kir. Li gorî van daneyan me tespît kir ku di nav heft mehan de li herêma Şirnexê ji sedî 12ê daristanan têk çûye. Me di salên 2021, 2022 û 2023an de raporên bi vî rengî weşandin. Tiştê ku îro diqewime yek ji wan beşê bûyerên ku me di wan raporan de pêşbînî kiribû ye.
"Êdî ne tenê dar tên birîn, çiya bi dînamîtê tên teqandin û ajalên ku jîngehên wan tên tengkirin, rasterast ji holê têne rakirin. Em ji bo ku dengê xwe bigihîne raya giştî zihmetiyan dikêşin. Em têkoşîna xwe hem ji hêla qanûnî ve û hem jî ji hêla civakî ve didomînin; lêbelê, rayedarên fermî çavên xwe ji vê yekê re digirin. Dengê çekan ji qada bejahiyê tê bihîstin lê ne mimkûn e ku agahiya leşkeran ji vê yekê nîne. Gotina ‘agahiya me jê nîne’ ne rast e. Mixabin wêrankirina li erdnîgariya me berdewam dike. Em ê têkoşîna xwe ya li dijî wê bidomînin."

(TY/AY)






