Di sibeha 3ê Sibatê de li 22 bajaran li dijî Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP) û saziyên wê operasyon pêk hat. Di encamê de Hevserokê Giştî ê partiyê Mûrat Çepnî jî di nav de 95 kes hatin desteserkirin.
Li gorî parêzerên Ofîsa Hiqûqê ya Bindestan (EHB), navê 110 kesan di lîsteya desteserkirinê de ye.
Duh êvar îfadeyên emniyetê ên 55 ji kesên hatine desteserkirin temam bûn.

Hevserokê ESPê Çepnî jî di nav de gelek kes hatin desteserkirin
"Tu çima beşdarî bîranîna Pirsûsê bû?"
Cengizhan Karaşin yek ji parêzerên serbi EHBê ye, derbarê tohmetan de ev agahiyana parve kir:
"Operasyon bi gelemperî li ser gotinên îtîrafkeran pêk tê. Gotinên sê-çar îtirafkeran kirine yek û lîsteyek ji 110 kesan pêk hatiye çêkiriye. Pirsên ku li emniyetê ji miwekîlên me tên pirsîn dişibin hev: Tu çima beşdarî 12ê Adarê bû? Tu çima beşdarî bîranîna Pirsûsê ya 20ê Tîrmehê bû? Her wiha rapora MASAKê jî heye. Deynên ku ESPyiyan ji hev re şandine wekî xebateke rêxistinî hatine nirxandin. Lêbelê, ev kesana jixwe li derveyî rêxistinê jî hevalên hev in.
"Bi gelek muwekîlan re delîlên dubare û tohmetên ku di lêpirsînên berê de ne. Tomarên telefonê hene; lê di tomaran de tişteke weke sûc were nirxandin nîne. Bi giştî kesê li beramber miwekîl weke ‘X’ nivîsine û pirsa ‘ev kî ye?’ dikin. Emniyet jixwe dizane ku hejmara telefonê ya kê ye. Ji bo barê dosyeyê giran bike gotinên bi vî awayî lê zêde kirin e.”

Di operasyona dijî ESPê de rojnameger jî hatin desteserkirin
Jînenîgariyên Mahîr Çayan û Che Guevara
Karaşin destnîşan kir ku hin pirsên ku ji muwekîlên wan hatine pirsîn bi taybetî balkêş in:
"Di nav wan pirsên ku li di îfadeyên li emniyetê de hatine pirsîn gelek balkêş in. Yek ji wan ew e ku çima ew beşdarî merasîma cenazeyê Leyla Abayê bûne. Leyla Abay ji ber pirsgirêkên tenduristiyê li derveyî welêt koça dawî kiribû ku bişxwe rojnameger bû. Pirtûkên ku di serdegirtinên malan de hatine dîtin jî di dosyayê de cih girtine. Di serdegirtina mala Cemîl Aksu de Manîfestoya Komunîst wekî delîl nirxandine, fotografê manîfestoyê kişandin e û li dosyayê zêde kirin e. Her wiha jînenîgariyên Mahir Çayan û Che Guevara jî hene. Ev cara yekem e ku ez Manîfestoya Komunîst bi vî rengî di dosyayê de dibînim. Ne diyar e ku gelo wan ew wekî weşanek qedexekirî hesibandiye an na.”
"Ji îro ve(duh), îfadeyên 55 kesan temam bûne û ew ê sibê bibin dadweriyê. Di heman demê de, îfadeyên 40 kesan li emniyetê dest pê dikin û piştî bi dawî bû ew ê roja Înê bişîne edliyeyê. Ev jî cureyek îşkenceyê ye. Emniyetê dibêje ku 'em nikarin 90 kesan di carekê de îfadeyê wan bigirin', lê heke bixwazin dikarin lîsteyan çêbikin. Em difikirin ku ew dixwazin pêvajoyê bi zanetî dirêj bikin da ku zextê li ser muwekîlên çêbikin."
"Weke doza girtinê ye"
Derbarê nirxandina qanûnî ya dozê de, Karaşin wiha got:
"Muwekîlên min jixwe li bendê operasyonek wisa bûn; wan berê daxuyaniyên têkildarî îtîrafkeran dabûn. Me dizanibû ku ev ê ne pêvajoyek qanûnî ye. Ji ber vê yekê, bi rastî, di dozê de tiştek tune ku ji hêla qanûnî ve were nirxandin. Ev wekî şîrovekirinek siyasî ya desthilatê ye ku li gorî rewşa heyî hatî plankirin."
"Lêbelê, em bi hevkarên xwe re vê operasyonê wekî cureyek doza girtinê dibînin. Em rastî operasyonên bi vî rengî nehatine. Ez 15 sal in parêzerê EHByê me û ev cara yekem e ku ez 110 desteserkirinan dibînim.” Her wiha dixwazim tekez bikim ku hevpîşeyek me jî desteserkirî ye. Hema hema hemû îdiayên li dijî Ozlemê (Gumuştaş) bi çalakiyên wê yên pîşeyî ve girêdayî ne. Ev ji bo me nayê qebûlkirin.”
(TY/AY)






