Muzîk û rola wê ya ku di parastina ziman û nasnameyê de
“Neteweyek ku stranên xwe ji bîr bike, ruhê wê di rêya windabûnê de ye; lê neteweyek ku muzîka xwe biparêze, ruhê xwe diparêze.”
Muzîk ji destpêka dîrokê ve bûye dengê ruhê mirovan. Mirov bi muzîkê hestên xwe diyar kirine, êş û kêfxweşiyên xwe parve kirine û dîroka xwe ji nifşekê bo nifşeka din veguhezandine. Di her civakê de muzîk ne tenê serişteya şahî û hunerê ye; ew her weha serişteyek girîng e ku nasname, çand û zimanê gelan diparêze. Gava ku civakek stranên xwe dibêje, di rastiyê de ew hebûna xwe ji cîhanê re radigihîne. Ji ber vê yekê, muzîk her dem bûye yek ji hêzên herî mezin ên ku gelan bi hev girêdide û bîra wan zindî dihêle.
Ji bo gelê Kurd, muzîk her demê wateyek wê mezin heye. Dîroka Kurdan bi stran, kilam û dengbêjiyê hatiye parastin. Di gelek deman de ku zimanê Kurdî rastî zext û qedexekirinê hat, muzîk bû serişteya ku zimanê Kurdî zindî hişt. Gava ku di gelek cih de axaftina Kurdî qedexe bû, stranên Kurdî di dilan de dijîya û dibû dengê gelê Kurd. Dayik ji zarokên xwe re lawikên Kurdî digotin, dengbêjan çîrok û dîroka gelê xwe bi kilaman vegotin û hunermendên Kurd bi stranên xwe hest û êşên civakê gihandin nifşên nû.
Muzîka Kurdî ne tenê deng û melodî ye; ew bîra civakekê ye. Her stranek Kurdî parçeyek ji dîroka gelê Kurd hildigire. Di nav stranên Kurdî de evîn heye, welat heye, xebat heye, êş û hêvî heye. Ji ber vê yekê, gava ku mirov stranek Kurdî dibihîze, ew tenê guhdarî muzîkê nake; ew bi çand, ziman û dîroka xwe ve tê girêdan. Ev girêdan hestekî mezin yê hebûnê û nasnameyê diafirîne.
Asîmîlasyon bi gelemperî hewl dide ku ziman, çand û bîra gelan ji wan bistîne. Lê muzîk di dijî vê yekê de bûye kevirekî bihêz. Ji ber ku stran dikare ziman di dilan de biparêze, ew nikare bi hêsanî were jibîrkirin. Gelek kes hîn berî ku nivîsandin û xwendinê fêr bibin, bi stranên Kurdî zimanê xwe hîn dibin. Ev jî nîşan dide ku muzîk di parastina zimanê Kurdî de rolekî pir girîng lîstiye. Her stranek Kurdî wekî çirayekê ye ku li hember tarîtiya asîmîlasyonê ronahiyê belav dike.
Dengbêjî, ku yek ji kevintirîn kevneşopiyên Kurdan e, di vê warê de cihê wêye taybet heye. Dengbêjan ne tenê stranbêj in; ew wekî dîroknas û parêzvanên çandê ne. Wan bi stranên xwe êşên gelê Kurd, koç, evîn, şer û hêviyên civakê parastine. Heke ev kilam û stran nebûna, gelek bîranîn û çîrokên Kurdî dikaribûn winda bibuna. Ji ber vê yekê, dengbêjî serişteyek mezin a berxwedana çandî ye.
Di roja îro de jî muzîka Kurdî di nav ciwanan de rolekî wê ya girîng heye. Gava ku ciwan stranên Kurdî dibihîzin, ew bi zimanê xwe re têkildar dibin û hestekî xwebaweriyê distînin. Muzîk dikare ciwanan ji dûrbûn û windabûna çandî biparêze. Her stranek Kurdî ku di nav malekê de tê gotin, her kilamek ku di nav civakê de tê bihîstin, gavek e ji bo parastina ziman û nasnameyê.
Em nikarin civakek bê ziman û bê çand bihesibînin. Ziman ruhê neteweyekê ye, muzîk jî dengê wê ruhê ye. Heke muzîk bimire, gelek caran ziman jî lawaz dibe. Lê gava ku muzîk dijî, ziman jî dijî. Ji ber vê yekê, parastina muzîka Kurdî ne tenê parastina hunerê ye; ew parastina dîrok, ziman, çand û hebûna gelê Kurd e.
Muzîk hêzeke ku dikare mirovan li hev bîne, bîr û hestên wan zindî bike û nasnameya gelan biparêze. Muzîka Kurdî bi salan li hember zext û asîmîlasyonê rawestiye û îro jî dengê hebûna gelê Kurd e. Heta ku stranên Kurdî di dilan de bijîn, heta ku lawikên Kurdî ji zarokan bêngotin û heta ku dengbêj kilamên xwe bêjin, zimanê Kurdî dê her dem bijî û ruhê gelê Kurd dê her tim zindî bimîne.
(ÖA/AY)
15ê Gulanê: Têkoşîna ji bo nasname, bîr û hebûna civakî
Têkiliya çandî an asîmîlasyona bêdeng?
Bûyerên Siwêreg û Mereşê: Bandora rêzefîlm, lîstikên dîjîtal û zarokatiya nedîtî
Etîka jîngehê ji bo cîhaneke ekolojîk girîng e
Newroz an jî Nevruz: Wate, azadî û xweşbînî