Sala 2018ê ji bo muzîka kurdî saleke bi bereket bû. Ciwan Haco, Nizametin Ariç, Mikail Aslan, Diljen Roni, Mirady, Rojda, Jan Axin, Ayfer Düzdaş û gelek stranbêjên din di vê salê de bi albumên xwe yên nû dengê xwe bi muzîkhezan dane guhdarkirin.
Rewşa Awarte, şerê bajaran, girtin, ji kar avêtin, tayînkirina kayûman, şer, pevçûn… Sala 2018ê jî weke çend salên derbasbûyî di nava vê rewşê de borî. Bandora vê rewşê weke li hemû qadên jiyanê li ser çand, huner, wêje, xebatên ziman û yên din jî bûn. Digel vê rewşê di sala 2018ê de muzîka kurdî ji hêla derxistina albuman ve saleke geleke bi şox û şeng bû. Çend “giregirên” muzîka kurdî jî di nav de gelek stranbêjan, hunermendan îsal bi albumên xwe yên nû xwestin muzîka kurdî û hezkiriyên muzîka kurdî şên bikin.
Ciwan Haco, Nizamettin Ariç, Mikail Aslan, Mirady, Rojda, Ayfer Düzdaş, Jan Axin, Siya Şevê, Yunus Dişkaya, Mubîn Dunen, Mem Ararat, Diljen Ronî, Rojda û çend navên din ew kesên ku îsal albumên wan ên nû derketine. Digel vê rewşê jî, kêm albumên ku îsal derketine rêyeke “nû” li ber muzîka kurdî vekirin. Dibe hin hunermend, stranbêjên din jî hebin ku di nava salê de album derxistibin lê min ew ji bîr kiribin. Lê yê ku ez jê agahdar im an jî di dema nivîsandina vê nivîsê de hatibin bîra min wiha ne:
Sal bi albuma Mîkaîl Aslanî diqede
Heke ku di nava van çend rojên mayî de yeke nû dernekeve, albuma Mîkail Aslanî ya bi navê Axpîn, albuma herî dawî ya salê ye, di muzîka kurdî de. Ev albuma wî ya 9em e. Aslan di muzîka kirmanckî de xwedî cihekî taybet e. Di her albumeke xwe ya nû de rûyekî nû yê muzîka gelêrî ya kirmanckî derdixe holê. Li gel vê dide nîşandan ku ew çiqas dikare mûzîka gelêrî û ya modern bîne ba hev û bayê wan li ser rû û rûçikê guhdaran bixe.
“Felek”a Ciwan Haco
Piştî 5 salan Ciwan îsal albumek bi navê “Felek” derxist. Felek ji hêla şêwe, naverok û meyla muzîkê ve weke berdewama albuma “Leyla”, “Off” û “Vegerê” ye.
Haco ligel vê albumê, albumên xwe yên berê jî ji bo navgînên dijîtal ji nû ve saz kiriye û li înternetê bar kiriye. Dîsa kaseta wî ya bi navê “Pêşmergene” ya di sala 1980yî de hatibû qeydkirin û “Diyarbekir”a 1982yê hatibû qeydkirin, hatine paqijkirin û hatine belavkirin. Ev kar û çapkirina albuma wî ya “Felek” ji hêla Red muzîkê hatine kirin.
Nîzamettîn Arîç helbestên klasîk kiriye stran
Nîzamettîn Arîç yek ji wan hunermendên din e ku albuma wî di sala 2018ê de derketiye. Arîçî du album li ser hev derxistiye. Albuma yekê ji wan stranan pêk hatiye ku ji ber helbestên Cegerxwînî hatine çêkirin. Di vê albumê de 11 helbestên Cegerxwînî hene. Hunermend beriya niha jî ji helbestên Fêrikê Ûsivî stran çêkiribûn û ev weke album weşandibû.
Albuma din a Ariçî bi navê “Klasîkên me” ye. Di vê albumê de Ariçî heft helbestên kurdî yên klasîk kiriye stran û straye. Her du album jî ji hêla Teyra Muzîkê ve hatine çapkirin.
Diljen Ronî jî du album derxistiye
Diljen Ronî jî weke Nîzamettîn Ariçî îsal du albumên cida amade kiriye û weşandiye. Roniyî di meha Kanûna Paşiyê de albuma bi navê “Çile” ji hezkirinên muzîkê re pêşkêş kiribû. Diljen Roni di vê albumê de jî tarza xwe ya ceribandinê berdewam kiriye. Roniyî ev album weke albumeke dijîtal amade kiriye û li ser medyayên dijîtal belav kiriye. Diljen Roniyî di vê xebata xwe de cih daye stranên kurdî yên klasîk.
Albuma Ronî ya duyê jî di meha çiriya pêşiyê (cotmeh) de derketiye ku navê wê “Xewna Derew” e. Digel besteyan hin stranên gelerî jî di albumê de hatine xwendin. Her du album jî ji hêla Kom Muzîkê ve hatine çapkirin.
Rojda û “Siyam”
Rojdayê piştî albuma xwe ya bi navê “Kezî” albuma xwe ya nû derxistiye. Navê albuma wê “Siyam” e. Şêweyê vê albumê dişibe ya albuma bi navê “Sebra min” a ku Rojdayê bi wê, sînorê deng û muzîka xwe firehtir kiribû. Lê helbet bandora wê ne bi qasî ya "Sebra Min" e. Di albumê de forma rock, jazz, gelerî, hiphop û çi cûre form hebin hatiye bi kar anîn. Albuma Rojdayê ji hêla ROJdaproduksionê ve hatiye derxistin.
Rockbêj; Mirady, Siya Şevê, Jan Axîn
Sala 2018ê ji hêla muzîka rockê jî saleke balkêş bû. Mirady, Jan Axîn û Siya Şevê albumên xwe li pey hev weşandin.
Mirady
Di sala 2015ê de dîrektoriya albuma "Peşk"ê kiriye. Her weha bi xwe jî tê de straye. Piştî vî albumê bi 3 salan, albuma bi navê “Xwelî” amade kiriye. Mirady xwestiye sînorên muzîka kurdî bi rockê firehtir bike. Album ji hêla Kalan Muzîkê ve hatiye derxistin. Mirady cih daye 8 stranan ku 5 jê bi xwe çêkiriye. Ji bilî gotinên wî, yên Erd Reş, Mîtan Şareza û Selîm Temo kiriye stran.
Jan Axînî piştî 13 salan album derxistiye
13 sal berê albuma Jan Axînî ya bi navê “Evînên Şikestî” derketibû. Ji wê rojê û vir ve Axînî album dernexistibû. Albuma wî ya nû weke hunermendên din îsal gihişte ber destê guhdaran. Navê albuma Jan Axînî “Zerîba” ye û çêja albumên wî yên berî di vê albumê de jî tê dîtin. Axîn jî weke Mirady di albuma xwe de bêhtir besteyên xwe straye. Lê li gel vê cih daye hin besteyên din. Yek ji wan jî ew besteye ku ji ber helbesta Mûrathan Mûnganî hatiye çêkirin. Ses Muzîke albuma Jan Axînî derxistiye.
Siya Şevê “Li Ser Siya Xwe” ye
Yek ji wan koman e ku bi her albumeke xwe tiştên nû diafirîne û xwe her bi pêş dixe. Forma muzîka rockê bi rengekî serkeftî di nava muzîka kurdî de bi cih dikin û wê didin guhdarîkirin. Navê albuma wan “Li Ser Siya Xwe” ye. Kom bi xwe şert û mercên xwe ava dike û stranên xwe di studyoyê de tomar dike. Di vê albuma wan de 10 stran hene ku ji bilî gotinên du stranan, gotin û muzîkên hemûyan jî bi xwe çêkirine.
Mem Ararat – Xewna Bajarekî (Zîz Muzîk)
Mem Araratî di vê albumê de bi şêweyekî nû stran gotiye û şêweyekî nû ceribandiye. Di albûmê de 8 stran hene û ji bilî strana “Ev e” ya Seîd Yûsifî yên din hemû jî ji hêla Mem Araratî ve hatine çêkirin.
Burcu Yankın - Jî (BGST Records)
Yek ji hunermendên ku di Kardeş Turkulerê de bû. Herçiqas ku xwedî tarz, deng û şêweyeke cida ye jî albuma wê têra xwe nehate naskirin û belavkirin. Solo albuma wê ya yekê ye Jî. Ji bilî strana “Meryem” a gelêrî, hemû stranên din ên di albumê de bi xwe çêkiriye.
Ayfer Duzdaş - Ji Xorasanê Heta Çorimê Newayên Kurdên Elewî (Kom Muzîk)
Ayfer Duzdaş demeke berhevkariyê dike. Bajar bi bajar û gund bi gund li dû stranên elewiyan ên bi kurdî digere. Di vê encamê de albuma wê ya “Ji Xorasanê Heta Çorûmê Stranên Elewiyan” derketiye holê.
Yunus Dîşkaya – Hesretdefter (Dîjîtal)
Helbestên bi kurdî beste dike û di muzîka kurdî de li cihekî cida disekine. Bi derfetên xwe albuman derdixe. Di sala 2018ê de jî ji helbestên Fêrîkê Ûsivî stran çêkiriye û bi navê "Hesretdefterê" belav kiriye. Ji ber ku bi derfetên xwe albuman derdixe, wan çap nake, lê bi awayekî dijîtal belav dike.
Çend albumên din ên ku di sala 2018ê de derketine wiha ne:
Edîtorê bianet kurdiyê ye. Ji Zaningeha Marmarayê, ji beşa Rojnamegerîyê derçûye. Li Zaningeha Marmarayê di beşa Rojnamegerîyê de masterê dike. Di rojnamaya Birgünê, Dicle Haber...
Edîtorê bianet kurdiyê ye. Ji Zaningeha Marmarayê, ji beşa Rojnamegerîyê derçûye. Li Zaningeha Marmarayê di beşa Rojnamegerîyê de masterê dike. Di rojnamaya Birgünê, Dicle Haber Ajansı (DİHA), Dem Tv, Rûdaw Tv û Sputnik Kurdistanê de wek nûçegîhan, edîtor, gerînendeyê nûçeyan û şef edîtor kar kiriye. Edîtorî û redaktoriya gelek pirtûkan kiriye. Yek ji nivîskarên “E- Kitêba Rojnamegeriya Kurdî a Dijîtal”, “Ferhengoka Kurdî-Tirkî ya Nûçegihaniya Zayenda Civakî” ye. Nivîseke wî ya lêkolînê di pirtûka “Haber Analizi ve Arşiv İncelemeleriyle Türkiye’de 9 Gazete” de hatiye weşandin. Li bianetê û Botan Internationalê, di Kargehên Medyaya Kurdî de dersên dîroka çapemeniya kurdî, rojnamegeriya mafparêz û hevpeyvînan daye. Pirtûkek bi navê "Guldesteyek ji Baxê Rewanê" (Sor Yay.), yek jî bi navê "Çîrokên Şêwra Ermenan" (Cervantes Yay.) derxistiye. Xwediyê Xelata Rojnamegeriyê ya Mûsa Anterî û Rojnamegerên Çapemeniya Azad (di beşa nûçeyên kurdî de) yê sala 2023yan e.
“Em dixwazin wêjeya kurdî ya ku bi sinorên siyasî û zimanî ji hev qetiyaye bigihîne hev”
Yek ji rêveberê LiteraKurd Mala Wêjeyê Îsko Bingol destnîşan kir û got, “Em ê bi xebatên xwe têkiliya edebîyata kurdî û ya cîhanê germtir bikin û wê têkilîyê xurt bike û bi pêşve bibin.
LiteraKurd Mala Wêjeyê, wê di 6ê Nîsana 2025an de li Amedê avabûna xwe ragihîne û deriyên xwe ji wêjehezan re veke.
LiteraKurd Mala Wêjeyê saziyeke nû ye ku wê bi mebesta bibe navenda ziman û wêjeya kurdî û bi çalakiyên xwe yên edebî rengê kurdi li bajêr geç bike û deriyên bajêr ji edebiyatên cîhanê re veke.
Têkildarî avabûn û xebatên LiteraKurd Mala Wêjeyê yek jî reveberê saziyê Îsko Bîngol bi bianetê re axivî.
“Em kolektîfeke kurdîhez in”
Bîngol diyar kir ku mebesta wan xebatên têkildarî wêjeya kurdî ne û ew kolektîfeke kurdîhez in û weha got:
“Ev kolektif ne nû ye, kedkarên Kovara Kurdeçîrokê ne. Kovara Kurdeçîrokê çar sal in li ser çiroka kurdî dixebite û heta niha 6 hijmarê wê derketine. Ev derdor roj bi roj berfireh bû û wek kolektîfa xebatê kurdî cîgir bû. Ev kollektîf wê di bin banê mala wêjeyê de xebatên xwe bidomînin. Ev ban jî LîteraKurd e.
“Em dixwazin di nava wêje û zaraveyên kurdî de pireyek ava bikin”
Îsko Bîngol anî ziman ku ew dixwazin di nava wêje û zaravayên kurdî de pireyek ava bikin û sînorên di nava beşên welêt de hatine xez kirin, di destpêkê de di fikr û ramanê de ji holê rakin û yekitîyek ava bikin.
Her weha Bîngol destnîşan kir û got, “Em ê bi xebatên xwe têkiliya edebîyata kurdî û ya cîhanê germtir bikin û wê têkilîyê xurt bikin û bi pêşve bibin. Bi xebatên kargeh û çandî nîvîskar û xwendêyên kurdî zêde bikin. Her weha wêjeya berawirdî û xebatên wergerê jî di nava xalên xebatên me de ne.”
LiteraKurd Mala Wêjeyê ji bo vekirina saziya xwe peyamek belav kiriye û di peyamê de weha gotiye:
Malên Wêjeyê li bajarên dinyayê di pêsketin û danasina edebiyat, bajar û neteweyan de roleke sereke pêk tînin. LiteraKurd jî bi mebesta ku bibe navenda ziman û wêjeya kurdî, wé bi çalakiyên edebî rengê kurdi li bajêr ges bike. Herwiha deriyên bajêr ji edebiyatên dinyayê re veke û edebiyata kurdi bi edebiyatên dinyayê re têkildar bike.
Edebiyata kurdî ya ku bi sinorên siyasî û zimanî ji hev qetiyaye dixwaze bigihîne hev. Nivîskar û xwinerên kurdî bîne cem hev û bi atolye ê kursên nivîsé edebiyata nûjen ges bike.
Bira me ya ku bi gelek sedeman belavbûyî, nêt ew e ku bi tevgereke kolektif bîne cem hev.
Herwiha nivîskarên kurd û niviskarên dinyayê bike mêvan û wan û xwîneran bîne cem hev.
"Di Serdema Modern de Kurd, Bajar û Edebiyat"
Her weha LiteraKurd Mala Wêjeyê bi boneya vekirinê dê panelek bi sernavê "Di Serdema Modern de Kurd, Bajar û Edebiyat" li dar bixe. Axaftvanên panelê akademîsyen Serdar Şengul û nivîskar Mehmet Dîcle ne. Moderatoriya panelê jî wê Xezal Redkanî bike.
LiteraKurd hemû hezkiriyên ziman û wêjeya Kurdî vedixwînin ku ji bo di 6ê Nîsanê de beşdarî vê çalakiya vekirinê bibin.
Piştî panelê jî dê kokteyleke bê lidarxistin. LiteraKurd li benda wêjehez û kurdîhezan e.
bianet editörü. Dilbilimci-Çevirmen. NLP(Doğal Dil İşleme) Data Bilimcisi. Kürtçe (Soranca) Konuşma Klavuzu ve Bo Bîyanîyan Kitêbî Fêrbûnî Kurdî kitaplarının yazarı
Bakirhan: Em ber bi aştî û çareseriyeke dîrokî ve diçin
Hevserokê DEM Partiyê Tûncer Bakirhan di Newroza Amedê de axivî polîtîkayên hikûmetê rexne kir û wiha got: “Hûn nikarin li hemberî herikîna avê avjeniyê bikin û siyaseta şaş nagihîne cihê rast.”
Li Parka Newrozê ya navçeya Rezan a Amedê bi dirûşma “Rêbertiya Azad Civaka Demokratîk” Newroz tê pîrozkirin.
Siyasetmedara Kurd Sebahat Tuncel, Parêzerê Buroya Hiqûqê ya Sedsalê Ozgur Faîk Erol, Hevseroka Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Çîgdem Kiliçgûn Uçar û Hevserokê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tuncer Bakirhan beşdarî pîrozbahiyê bûn.
"Newroz pîroz be birêz Ocalan"
Hevserokê Giştî yê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tûncer Bakirhan di Newroza Amedê de wiha got:
“Pûsûlaya Rojhilata Navîn îro di Newroza Amedê de lê dide. Îro ne tenê li Rojhilata Navîn, li hemû cîhanê çav li qad û Newroza Amedê ye. Ji ber ku Amed Newroz e, Newroz Amed e. Tu Newroz î. Em cejna Newrozê ya birêz Ocalan ê ku gelê Kurd veguherand gelê Newrozê, pîroz dikin. Newroz pîroz be birêz Ocalan.
Banga 27'ê Sibatê ya birêz Ocalan, ji bo Tirkiyeyeke ku ti gel li van xakan neyê hiştin û her kes lê wekhev û azad be, bangek e. Me destê xwe daye kesên ku destê xwe dirêjî aştiyê dikin û milê xwe jî daye kesên ku mil dane milê me û em ê vê yekê bidomînin. Birikandina dîrokî û feraseta hevpar a têkiliyên Tirk-Kurdan dikare hemû rê li ber siberojeke demokratîktir nîşanî me bide. Em ne ji derve li çareseriyekê digerin, lê belê di paşeroja hevpar a Tirk û Kurdan de û biryardariya wan a ji bo avakirina siberojê bi hev re ne. Bi pêçandina birînên berê bi hev re em dikarin pêşerojê bi hev re ava bikin. Werin em bi hev re di vê rêyê de bimeşin.
Biryara me, helwesta me zelal e. Em bi milyonan, aştiyê dixwazin, wekheviyê dixwazin, em civakeke demokratîk dixwazin. Binêrin bi milyonan mirov li qada Newroza Amedê aştî û çareseriya demokratîk dixwazin. Divê her kes peyama qadên Newrozê baş bixwîne. Meydanên Newrozê vexwendina peymana aştiyê ya sedsalê ye. Divê Tirkiye bi Kurdên li derveyî sînorê xwe dijîn re bibe xizmatî, ne dijmin.
Gelên Tirkiyeyê yên hêja; demokrasî, hiqûq û aştî rêya mecbûrî ya xelasiyê ye. Wateya bêhnstandinê çi be, avakirina zemîna siyasî û hiqûqî jî ewqas jiyanî ye. Heke her du alî jî gavan biavêjin, dê civak ji pêvajoyê bawer bike. Bawerî, hêvanê pêkvjiyanê ye. Serkeftina vê pêvajoyê, girêdayî nûjenkirina têkiliyên Kurd-Tirkan a li ser bingeha wekhevî û demokratîk bibe.
Têkildarî vê pêvajoyê em her tim ji aliyê erênî ve lê dinêrin. Em bang li îktîdar û dewletê dikin ku aliyê vala yê îskanê tije bikin. Aştî, ne meseleya têkçûn-têkbirinê ye. Aştî, bihara herî xweşik e ku hemû kes serdikeve. Em destûrê nedin ku ev bihar veguhere zivistanê. Em 85 milyon welatî xwedî li banga Aştî û Civaka Demokratîk derkevin.
Gelên hêja yên Tirkiyeyê; nêzikatiya Tirkiyeyê ya înkarker, yekperest û dij-demokratîk a li dijî gelan, bû sedem ku Tirkiye sedsalan winda bike. Bi xwe re xizanî û birçîtî anî. Bi banga sedsalê re berê me dîsa zivirî pêşerojê û me saetên xwe li ber aştiyê girt. Nifteya ku dê deriyê aştiyê veke, çareseriya pirsgirêka Kurd û Tirkiyeya demokratîk e. Rêgeha çareseriya pirsgirêka Kurd jî Banga Sedsalê ya birêz Ocalan e. Nabe ku êdî çareseriya vê pirsgirêkê were taloqkirin.
Ji ber ku li herêmê em di nava senaryoya qiyametê de ne. Rêya xelasiya ji vê qiyametê jî tifaqa Kurd-Tirkan a li ser bingeha demokrasî û wekheviyê ye. Lewma em careke din dibêjin; siyaseta xelet me ber bi cihê rast ve nabe. Rêgeha me, dê me ber bi komareke demokratîk ve bibe. Heval û rêhevalên hêja; binêrin, hemû rêyên dizanin dê ber bi ku de biçin vekirî ne. Em rêya xwe dizanin. Nirx û evîna me ya aştiyê rêya me diyar kir. Rêya me, rêgeha me ber bi Komara Demokratîk ve diçe. Cewhera rêya me jî bi Banga 27’ê Sibatê xwe rave kir. Di siyasetê de em li cem edalet, demokrasî, wekhevî û nirxên azadiyê ne. Rêya me, Rêya Sêyemîn e ku ber bi demokrasî, wekhevî û azadiyê ve diçe. Bi ruhê Newrozê, bi baweriya Kawa û bi cisareta Mazlum em ê meşa xwe bidomînin. Dawiya vê rêyê jî aştî ye, demokrasî û azadî ye. Ev sed sal in ev xak bi hesreta aştiyê dijî. Niha dema bihîstina dengê wê aştiyê ye û dema qîrîna wî dengî ye. Dema wê hatiye ku em aştiya li asoyê xuya dike bînin van xakan.”
Sebahat Tuncel di Newroza Amedê de bang li îktîdarê kir û got: “Rêya siyaseta demokratîk vekin.” Tuncel, wiha domand: “Em dixwazin Serok Apo li vir bibînin.”
Pîrozbahiya Cejna Newrozê ya Amedê li Parka Newrozê ya li navçeya Rezanê ya Amedê bi coşeke mezin û bi beşdariya sed hezaran kesan didome. Aktîvîsta TJA’yê Sebahat Tuncel di pîrozbahiyê de axivî.
Tuncel, wiha got:
“Silav ji Serok Apo re. Em bi hev re ji Îmraliyê re bibêjin ‘Newroz pîroz be’?” Girseyê jî bi yekdengî got ‘erê.” Sebahat Tuncel bal kişand ser banga dîrokî ya Abdullah Ocalan û got: “Birêz Abdullah Ocalan peyamek da gelê Kurd û gelên Rojhilata Navîn. Ji dewletê re got; ‘Ez dikarim pirsgirêka Kurd ji zemîna şer derbasî zemîna hiqûqî bikim.’ Bang li civakê kir; ‘Divê mirov her tiştekî ji dewletê hêvî neke. Em ê civaka demokratîk ava bikin.’ Ji wê rojê heta niha ji bo çareseriya demokratîk û aştiyane ya pirsgirêka Kurd hêviyek çêbû. Di demeke gel bi vê hêviyê dijî, dewletê berpirsyartiya xwe bicih ne anî. Tecrîd hêj didome. Hêj mercên azadiyê yên birêz Ocalan nehatine amadekirin. Hûn ê rêya aştiyê çawa vekin? Vekirina rêya aştiyê berpirsyartiya dewletê û avakirina civaka demokratîk jî berpirsyartiya me ye.”
Di vê mijarê de tu gav nehatine avêtin. Qada siyaseta demokratîk tê tengkirin. Îmamoglû binçav kirin. Kî qala aştî û azadiyê dike, bi girtin û tundiyê gefan dixwin. Em ê çawa aştiyê bikin? Em îktîdarê hişyar dikin. Pêşiya siyaseta demokratîk vekin. Azadiya gelê Kurd azadiya birêz Ocalan e. Karê me hêsan nîne. Lê em ê bi ser kevin. Me heta niha her tişt bi berxwedana xwe bi ser xist. Careke din berxwedêran silav dikim.”
“Têkoşîna azadiyê ya jinan, têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd e. Lê em li dijî pergala mêrsedest jî têdikoşin. Heta ku jin azad nebin dê civak jî azad nebe. Lewma li her devera cîhanê dengê ‘Jin, jiyan, azadî’ bilind dibe. Ev dirûşm, felsefeya azadiyê ye. Em rêhevalên xwe yên jin ên di rêya azadiyê de dimeşin silav dikin. Jin, dê ji bo vekirina rêya azadî û aştiyê ya birêz Ocalan li ber xwe bidin. Em dixwazin Serok Apo li vir bibînin. Em dixwazin li ser Sûrên Amedê bibînin. Weke Kurd, em hemwelatiya wekhev dixwazin. Weke Elewiyan em hemwelatiya wekhev dixwazin. Dixwazin bi gelên Rojhilata Navîn re wekhev û azad bijîn. Em we tevan vecdixwînin têkoşîn û berxwedanê.”
Hevseroka Giştî ya DBP’ê Çîgdem Kiliçgun Uçar di Newroza Amedê de axivî û got: “Hewceyî bi mewzûata nû heye. Pêdivî bi azadiya birêz Ocalan heye.”
Çîgdem Kiliçgun Uçar got:
“Em ê bi hev re civaka demokratîk ava bikin. Ji 27’ê Sibatê heta niha li Rojhilata Navîn hevkêşeyeke nû heye. Birêz Ocalan tundiya li vî welatî ji qederbûnê derxist, netewe dewlet ji vebijêrkê derxist û rêyeke nû vekir. Di vê rêya nû de pêdivî bi siyaseta demokratîk û civaka demokratîk heye. Têkoşîneke me ya ku me tu caran dev jê bernedaye heye. Di bangekî wiha dîrokî de her kes li benda hev e lê birêz Ocaaln gavek avêt, rêyên girtî vekir û qilfeya neçareseriyê vekir. Bi banga xwe ya ji bo tevahiya gelên Tirkiyeyê kirî re got; ‘Werin bibin kirdeya vî karî û bi gelê Kurd ê li dijî tundî û înkarê bêdeng nemayî re bin. Em serdemeke nû ava bikin.’ Binêrin, ev meheke li cîhanê û Tirkiyeyê herî zêde li ser banga birêz Ocalan tê axaftin. Kesê herî zêde li ser tê axaftin, birêz Ocalan e. Lê yên naaxivin jî hene. Em nizanin ka îktîdar di vê mijarê de çi difikire. Bahçelî dibêje ‘Em bibiryar in, em ê paşve gavê nevaêjin.’ Hûn pêşve gavan naavêjin. Hûn bersiva banga 27’ê Sibatê nadin. Meseleyeke ewqas dîrokî tenê bi axaftinên ser kursiyan çareser nabin û pêş nakevin.”
“Dema mezinkirina banga birêz Ocalan û rêya azadiyê ye. Gelê Kurd li vir e. Banga Rêberê Gelê Kurd di dilê me tevan de ye. Ev pîrozbahî pîrozbahiyeke dîrokî ye. Ev pîrozbahî, pîrozbahiya guherandina qedera netewe-dewletê ye. Nîşan dide bê ka banga birêz Ocalan çiqasî xurt e.”
Weke gelê Kurd berê me li banga birêz Ocalan e. Em ê bi hev re vê bangê biparêzin. Dewlet û îktîdar, birêz Ocalan weke aktoreke dîrokî qebûl kir û divê ev pêvajo neyê pûçkirin. Bila kesek hesabên xelet neke. Gelê Kurd peyama xwe dide. Gelê Kurd mîna agirê Newrozê li ser pêya ye. Em ê bi hev re ruhê azadiyê yê Newrozê pêş bixin. Bila kesek hiqûqa ku bi têrî gelên Tirkiyeyê nake û em tê de cih nagirin neyîne. Pêdivî bi mewzûatên nû heye. Pêdivî bi azadiya birêz Ocalan heye. Heta birêz Ocalan azad nebe, bingeha avêtina gavên bicisaret jî nîne. Ev bang di mehekê de nehat nivîsandin. Encama keda bi dehan sala ye û em ê bi hev re biparêzin.”